Mirmir

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Zilamek û jina wî hebûn. Kurikekî wan hate dinyayê. Ji ber ku geleki dikir mir mir navê wî Mirmir danîn. Bave Mirmir cotkari dikir. Piştî ku Mirmir mezin bû rojeke ji bavê xwe pirsi:

– Yabo, îsal me çi çandiye?

Bavê wî jê re got:

– Me îsal nîsk çandine.

Mirmir:

– Emê kengî nîska biçinin?

Bavê wî dibêje:

– Piştî du mehî dî.

Piştî ku du meh qedandin ji bo çinîna nîska ji xwe re li karkera digerin. Piştî ku karker dîtin, çun nav zêviyê. Bavê Mirmir ji Mirmir ra got:

– Kure min here malê, bibêje dayîka xwe bila ji me re mirîşkekê serjêke û duvre bila bikelîne. Piştî ku keland, bîne ji me re. Em û karkerên xwe gelekî westiyane. Emê bixwin.

Mirmir hat malê ji dayîka xwe re got:

– Yadê, bave min gotiye çêlekê serjê bike û bi kelînê û bîne ji me re.

Dayîka Mirmir çu sê-çar cîran anîn û çêleka xwe bi wan didê gurandin. Dayîka Mirmir goştê çêlekê dikelîne. Duvre dide Mirmir. Mirmir di nîvê rê de goşt derdixe û têr dixwê. Bavê Mirmir û karker li benda xwarina Mirmir dimînin. Piştî demeke dereng bavê Mirmir ji bo ku xwarina karkera binê xwe berdide nava gund. Mirmir piştî ku goşt xilas dike di rêke dî de diçê nav zêwiye. Ji karkeran re dibêje:

– Di rê de min bavê xwe dît. Got here ji karkera re bejê bila nîska bişewitînin.

Karkeran bawer kirin û hemû nîsk şewitandin.

Mirmir ji tirsa bi şev diçe mala mamê xwe. Piştî şîvê Mirmir diçe avdestxanê. Piştî ji avdestxanê tê, ji bo ku mamê xwe bixapîne jê re dibêje:

– Mamo wa leşker ketin nav gund. Tu here xwe veşêre. Ezê ji leşkera re bibêjim mamê min ne li malê ye.

Ji tirsa mamê Mirmir diçe xwe li kadînê vedişêre. Piştî demeke kin Mirmir tê kadînê ji mamê xwe re dibêje:

– Mamo leşker dibejin yan yê mamê te çentê pera/dirava bide me, an emê mala mamê te bişewitînin.

Mamê Mirmir ji tirsa cihê çentê diravan ji Mirmir re dibêje. Mirmir çentê diravan digirê û ji wir direvê.

Mirmir çû gihaşte şivanekî. Şivan pezê xwe li ber gola avê avdida. Ji şivan pirsî:

– Tu çawa avê divexwî?

Şivan ji bo ku şanî Mirmir bike xwe bi ser avê de di tewenê. Dema ku şivan xwe bi ser avê de di tewenê Mirmir dahfekê li şivan dixe, şivan jî di keve gola avê. Dema ku şivan kete gola avê Mirmir keriye pez da ber xwe û ji wir dûr ket. Mirmir şivanekî dî jî bi wî awayî di xepenê. Duvre gihaşte fêkîfiroşekî. Mirmir ji fekîfiroş pirsî:

– Tu çawa li hespê xwe siwar dibî?

Dema ku fekîfiroş şanî Mirmir dike, Mirmir wî dahf dide û li hesp siwar dibe û ji wir dûr dikeve.

Piştî evqas bûyeran Mirmir tê malê. Ji bavê xwe re dibêje:

– Yabo (Bavo) ez gelekî xebitîm. Min evqas tişt bidest xistin.

Ji Mirmir were yê bavê xwe careke dî bixapîne. Bavê wî rotekê dirêj ji dara hinarê li quna Mirmir dixe. Dûv re bavê Mirmir dibêje:

– Çavê te lê ye ku tu disa min bixapînê. Te çeleka me û qûte me ê salê telefkir û hê dibejî min evqas tişt ji te re anîne. Xwedê dizane be te ev kerî û ev hesp ji kê/ki bi çi awayî diziye.

Bavê Mirmir ji ber ku Mirmir carekî dî tu kesî nexapîne, Mirmir dixe nav sewala de. Sê roj û sê şevan ji êmê sevala dide Mirmir. Şeva sisêyan Mirmir tobe dike. Duvre bavê Mirmir, wî tîne malê, serê wî dişoye û cilên paqij lêdike û xwarinekê xweş dide wî.

Ê ku xelkê bixapîne ew jî te xepandin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply