Di nav pêvajoya dîroka edebiyatê de, gelek herikandinên bizavên edebî hatine holê. Van tevgerên edebî gelek tesîra xwe li ser nivîskarên cîhanê yên cure cure welatan kirine. Ez dixwazim van ekolên edebî bi kurtahî bidime danasînê. Û hinek li ser Romantîzm û Sembolîzmê bisekinim. Niha em yek bi yek li van herikandinên edebî binêrin. KLASÎZM Berhemên klasîk …
Gulan, 2021
Sibat, 2021
-
6 Sibat
ZANÎNA WÊJEYÎ
Zanîn bê dawî ye. Kî bibêje ez pir zanim jî, ew hêj gelek tişt nizane. Mirov herroj tiştên nû fêr dibe, dihewise. Zanîna ku mirov ji xwezayê, civakê, perwerdekirinê, axaftin û sohbetê û ji rojname û pirtûk xwendinê fêr dibe, çiqas dewlemendbe jî, dîsa jî têr nake û pêwîste mirov hîn pirtir tişt fêr bibe. Zanîna tiştan hetanî dawiya jîyana …
Îlon, 2020
-
24 Îlon
e-Pirtûkek Analîz û Rexneyên Romanan GULDESTEYEK JI ROMANÊN KURDÎ Derket!
Nivîskarê hêja Mahmut Ozçelîk bi kedekê mezin li ser romanên kurdî 32 analîz û rexne nivîsandine. Ku hûn dixwazin têkevin behra edebiyatê keremkin pirtûkê daxînin têlefon an jî kombersa xwe û bixwînin.
Tebax, 2019
-
1 Tebax
Edebiyat û Dîrok
Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman. Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Ereb Şemo ye. Romana modern –nûjen- …
Tîrmeh, 2019
-
10 Tîrmeh
Edebiyat û Ziman
Edebiyat/wêje wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên/remzên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Berê lîteratura devkî …
Hezîran, 2019
-
3 Hezîran
DI EDEBIYATA KURDÎ DE ROMANTÎZM Û SEMBOLÎZM
Kurd romantîk in. Jiyana Kurdan romantîk e. Jiyana her Kurdekî dikare bibe romanek romantîk. Di berhemên edebiyata Kurdî yên klasîk û modern de romantîzm cihekî girîng digire. Di edebiyata Kurdî de sembolîzm jî cihekî taybetî digire. Gelek berhemên edebiyata Kurdî bi romantîzm û sembolîzmê hatine nexşandin. Her çiqas sembolîzm û romantîzm piştê salên 1800ê li Ewropayê wek herikandinên -ekolên- edebî …
Gulan, 2019
-
21 Gulan
Felsefe û Edebiyat
Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî …
Nîsan, 2018
-
18 Nîsan
Firat Cewerî: Di edebiyatê şer tuneye, divê tunebe
Di destpêkê de, li ser navê malpera felsefevan.org ê (Hevpeyvîna felsefevanê ye lê niha malper hatiye girtin ) em spasiyên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî dikin, da ku cenabê wî daxwaza me ya pêkhanîna hevpeyvîneke erênî dît û qebûl kir, mala wî ava. Beriya ku ez pirsên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî bikim, dixwazim ku spasiyên xwe jê re bibêjim, ji …
Cotmeh, 2017
-
12 Cotmeh
Mehmet Uzun | 01.01.1953-11.10.2007
Nivîskar û helbesvanê qedirbilind yê Kurd Mehmet Uzun di 11ê Cotmeha 2007an de koça xwe ya dawî kir. Îro li her aliyê dinyayê bi gelek zimanan berhemên Mehmet Uzun tên xendin.
Tebax, 2017
-
20 Tebax
Wardozê ‘bi folklora Kurdan’ dest bi weşanê kir
Her çendî ji bo Kurdan û Kurdî niha rojên zor û zehmet bin jî ji aliyekî ve ji bo ziman û çanda Kurdan xebatên bi qîmet tên kirin. Yek ji wan jî Weşanxaneya Wardozê ye. Wardoz li Amedê hat avakirin û weşanxaneyê ji bo destpêkê niha yek li ser ziman, 10 li ser folklora Kurdan bi tevahî 11 pirtûk çap …