Felsefe û Edebiyat

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî yên curbecur hene. Ramanên felsefî gerdûnî ne.

Di gelek berhemên edebî/wêjeyî de ramanên felsefî hene. Bi taybetî jî di berhemên edebî yên klasîk de mirov rastê cure cure ramanên felsefî tê. Westayê edebiyata klasîk Dostoyevskî di romanên xwe de ramanên felsefî yên olî, rewşa însan ya li pêşberê Yezdan, li hemberê bûyeran hilbijartina azad ya însan şîrove dike û bi şêweyeke edebî pêşkêşê xwendevanan dike. Herweha di berhemên Dante, Tolstoy, Zola, Hugo û hwd de jî rengên felsefî hene. Niha nivîskarên post-modern di berhemên xwe de giranî didin ramanên felsefî.

Bi kurdî pirtûkên felsefî kêm in. Kêmbûna pirtûkên felsefî ne ji qelsiya zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û pê hertişt dikare bê nivîsîn. Qelsî ji ziman na, lêbelê ji qelsîya zanîstîya lêkolînvan û nivîskarên kurd pêk tê.

Westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî sê sed sal berê berhemeke nemir afirandiye û tê de ramanên felsefî jî hene. Zimanê kurdî netenê zimanê nivîsîna çîrokan e. Bi vî zimanî di gel çîrokan, roman, helbest, şano, felsefe, teorî, sîyaset, şîrove, ceribandin, analîz, magazîn û hwd, anku hemû cure tişt hatiye nivîsîn û divê ji niha pêve jî bê nivîsîn.

Felsefe lênêrîna li xwezayê, cîhanê, civakê û siyasetê ye. Her însan li gor ramanên xwe yên felsefî tiştan şîrove dike, dinirxîne. Felsefa însan bandora xwe dide ser şiklê jiyandina jîyana însan. Felsefe ronahîkirina hizrên ramanên însan e. Zanîna jîyanê û nirxandina civakê bi ramanên felsefî pêk tê. Ramanên îdeolojîk, sîyasî û olî di bingeha xwe de ramanên felsefî ne.

Çawa ku di ola Cihuyan, Xaçperestan, Misilmanan û Budîstan de felsefe heye, herweha di fikrên –ramanên- Marksîzm, Lîberalîzm, Humanîzm û hwd, de jî felsefe heye. Di gel van, di edebiyatê –wêjeyê- de jî felsefe û ekolên felsefî hene. Di edebiyata kurdî ya nûjen de kîjan ekol xurte? Herî pir bandora kîjan ekolê li ser nivîskarên kurd yên ku xwerû bi kurdî dinivîsin heye? Berhemên edebî yên kurdî di nav kîjan kategoriyên edebî yên ekolên cîhanê de ne? Ev mijar babeta lêkolînê ye û divê li ser vî tiştê lêkolîn bê kirin.

Sartre di berhemên xwe yên edebî de felsefa ”hebûniyê” pêşkêş dike. Di gelek berhemên edebî de felsefa Realîzmê, Marksîzmê, Surrealîzmê, Lîberalîzmê hene. Di felsefa Ahmedê Xanî de felsefa welatperweriyê, neteweparêziyê heye. Di berhemên Cigerxwîn de. di gel felsefa welatperweriyê, bi giranî felsefa çepîtiyê, enternasyonalîstîyê heye. Di romana Mehmet Uzun ya bi navê ”Mirina Kalê Rind” de felsefa rindîtiyê heye û di romana min (Lokman Polat) ya bi navê ”Fîlozof” de felsefeya Zerduştiyê heye.

Felsefe û edebiyat bi hevûduve girêdayî ne. Di berhemên edebî de pir yan hindik, miheqeq rengên felsefî hene. Hinek nivîskarên klasîk yên rusan di romanên xwe de felsefa nihîlîzmê dane nîşandan, hinekan felsefa sosyal civakî ji berhema xwe re kirine bingeh. Di berhemên edebî de pêkanîna ramanên felsefî berhemên edebî xurt dike.

Di berhemên edebî yên kurdî de felsefe heye yan tune ye? Heger heye çiqas heye? Ez naxwazim minaqeşa vî tiştî bikim. Divê lêkolînvanên kurd di vê hêlê de lêkolîn bikin. Lêbelê ez dixwazim ku nivîskarên kurd hîn pirtir di berhemên xwe de ramanên felsefî bi kar bînin, çîrok, roman, şano û helbestên xwe bi rengên felsefî binexşînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply