Firat Cewerî: Di edebiyatê şer tuneye, divê tunebe

Di destpêkê de, li ser navê malpera felsefevan.org ê (Hevpeyvîna  felsefevanê ye lê niha malper hatiye girtin ) em spasiyên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî dikin, da ku cenabê wî daxwaza me ya pêkhanîna hevpeyvîneke erênî dît û qebûl kir, mala wî ava. Beriya ku ez pirsên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî bikim, dixwazim ku spasiyên xwe jê re bibêjim, ji bo xebatên wî yên li ser edebiyat û zimanê kurdî. Herweha, mala hemû nivîskar û xebatkarên Kovara Nûdemê ava ku wan kedeka bêhemta dane wê kovarê û ew xebat, ji bo min jî bûne fikrek û wêrekiyek da ku ez bikaribim dest bi xebatên xwe yên felsefî û zanistî bikim.

Firat Cewerî kî ye?

Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir. Li Nisêbînê bi salên xwe ên biçûk ket nav tevgera şoreşgeriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir. Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî ên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Cara pêşî bi Nûdemê edebiyat û siyaseta rojane ji hev hat veqetandin. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.

Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, farisî, tirkî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, erebî û tirkî de cih girtine, di radyoya Swêdê ya giştî de hatine xwendin û bûne fîlm. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî û bi salan di PENa swêdî de serokatiya komîteya nivîskarên sirgûnê kiriye, niha bi romanên xwe li pêş e û yek ji romannivîsên kurd ê herî li pêş e.

Ali Gurdilî: Tu di hevpeyvîneke xwe de, wiha radigihînî ku di salên xwe yên xortaniyê de di bin felsefeya Marksîzmê de mayî. (1) Felsefeya Marksîzmê, bandûreke çawa li cenabê te kir û a niha jî, cenabê te ji wê felsefeyê pêbawer e, yan ramanên te hatine guherîn?

Firat Cewerî: Ew salên ku ez behs dikim salên min ên naşîtiyê ne. Ez bi zarotî, bi tesîr û bawermendiya bavê xwe, bûbûm bawermendek. Min Quran xitim kiribû û hê di wan salan de mewlûda Batêyî, hema bêje hemû ji ber kiribû. Gava ez ji salên naşîtiyê ber bi xortaniyê ve hilkişiyam, bala min çû ser siyasetê û hew min dît ku ez ji dîn bi dûr dikevim û dikevim nav fikir û ramanin din. Ew jî ilmê Marksîzmê bû. Em bi dû meraqê ketibûn û wê meraqê em ber bi deryayeke bêbinî ve dikişand. Em bi rojan li ser bûyer û encamekê dipeyivîn û me bi şiroveyên xwe dixwest felsefeyê ji hev veçirînin. Lê dema ku min dît îdeolojî serdestiyê li felsefeyê dike û em ji pluralîzmê ber bi yekrengîtiyê ve diçin û doza dîktaroriya proleterya di serê me de bi cih dibe û ji aliyê din ve ez ketime nav cîhana edebiyatê, ez ji wê felsefeyê, ya rastî, ji wê îdeolojiyê sar bûm.

Di edebiyatê de demokrasî hebe, îdeolojiya ku armanca wê avakirina sîstemeke yekpartîtî be, dûrî demokrasiyê ye. Loma, min hê di bîstsaliya xwe de xatir ji wê îdeolojiyê xwest, min xortaniya xwe li kuçe û kolanên bajarê xwe hişt û ez bi dû evîna zimanê xwe ketim.

Ali Gurdilî: Tu dibêjî; <divê edebiyat ji hemû xerabî û kirêtiyan dûr, li ser bingehê humanîzmê bilind bibe.> Li gor bîr û baweriya cenabê te, bingehên humanîzma ku cenabê te aniyê zimên, çi ne û wateya ji xerabî û kirêtiyan dûrketin, çi ye?

Firat Cewerî: Edebiyat ne wek siyasetê ye; armanca siyasetvan bidestxistina kursiya karînê be, ya nivîskar mesafeya jê ye. Rast e ku hem navenda siyasetê hem jî ya edebiyatê mirov in, lê yek mirovan bera ber hev dide, dibe sebeba şeran, ya din, bi cebirandina ruhên mirovên ku bûne qurbana şeran ve mijûl e. Qenc an xerab, biheq an neheq, ma ne hemû şer ji ber siyasetê ne û siyasetvan li dar dixin?

Di edebiyatê şer tuneye, divê tunebe. Loma, ez dibêjim; di edebiyatê de humanîzîm heye. Heke di siyasetê de xerabî, kirêtî, komplo, xapandin, neyartî û şer hebe; di edebiyatê de mervantî, hevaltî, spehîtî, humanîzm û aştî heye; divê hebe…

Ali Gurdilî: Sedemê herî mezin ya ku rê li nivîskariya cenabê te vekir, çi ye gelo? Yanî, jiber kîjan sedeman cenabê te dest bi nivîskariyê kir û bû sedem ku cenabê te ji 30 salan zêdetir e ku dinivîsîne? Berpirsiyariyek bû yan hezkirin an tolhildanek?

Firat Cewerî: Ya rastî ne tiştekî plankirî bû, hew min dît ku ez di nav çalakiya nivîsandinê de me. Gava ez ketim cîhana edebiyatê û di wê cîhanê de liviyam, min dît ku ew cihê min e, ez xwe di wir de ewle dibînim. Ew cîhan êşê bi min bide kişandin jî, dîsa ya ku xweşiyê dide min ew cîhan e, edebiyat e. Loma ez dibêjim; edebiyat ji bo min gopalê hêviyê ye, ez xwe didim ser û hêdî hêdî dimeşim. Lê nivîsandina min ya ku bi kurdî serîhildanek bû, min xwest ez li dijî wê zilma nedîtî ya li ser zimanê kurdî dengê xwe bilind bikin. Min dixwest ez bi herdu destan xwe bavêjim wan destên di qirika xwe de û dengê xwe derxim. Bêguman ez di pir zehmetiyan re buhurîm û li îro sekinîm. Îro, ya girîng ji bo min, ji protestoyê wêdetir, estetîka edebiyatê ye.

Ali Gurdilî: Li gor bîr û baweriya cenabê te, têkiliyeke çawa di navbera edebiyat û felsefeyê de heye? Herweha, gelo mirov dikare bibêje ku di her berhema edebî de, felsefeyek veşartî heye?

Firat Cewerî: Haya me jê hebe an jê tunebe, her yek ji me bi felsefeyekê tevdigerin. Bêguman nivîskarek jî di prosesa avakiran berhema xwe de bi zanebûn an jî binhişî bi felsefeyekê dikeve rê. Yanî siyaset, celebê jiyanê, huner û edebiyat bi felsefeyê ve dorpêçkirî ye.

Ali Gurdilî: Rewşa zimanê kurdî, li welêt her diçe xirabtir dibe. Asîmîlasyon hin jî berdewam e. Hejmara mirovên ku bi kurdî dixwînin û dinivîsînin her diçe kêmtir dibe. Cenabê te jî, beriya çend rojan di peyameke xwe ya twitterê de, bala mirovan kişande ser vê mijarê. Çawa ku cenabê te jî aniyê zimên, romaneka kurdî qasî hezar liban jî mayê firotin. Çima gelo? Li gor dîtina cenabê te, sedemên vê yekê çi ne û li ser vê mijarê, mirov dikarin çi bikin?

Firat Cewerî: Ji bilî zilma li ser zimanê kurdî, sedema herî mezin kurd bi xwe ne, siyasetvan û rêberên kurd in. Gelo ew bi xwe çiqasî ji dil û samîmî ne, çiqasî guh didin zimanê xwe? Zimanê wan li ba wan çiqasî bi qîmet e? Ma ew li malên xwe, li dezgehên xwe, di civîn û civatên xwe de bi kîjan zimanî dipeyivin?

Çend kitêbên kurdî di kitêbxaneyên wan de hene, ew çend nivîskarên kurd nas dikin? Belediyeyên di destên kurdan de bi çi awayî hemêza xwe ji edebiyat û edebiyatvanên kurd re vekirin? Ma hemêza xwe vekirin?… Bêguman edebiyat bi zimên tê pê, îro, em bi zimanekî ku ne yê perwerdê ye edebiyatê dikin, lê sibe dikare dereng bibe û kaniya me bimiçiqe. Loma, fikrên me çi dibe bila bibe, divê em gotina xwe bikin yek û bi înad, bi hev re doza perwedeya bi zarê kurdî bikin. Gava zimanê me têkeve dibistanan û bibe zimanê perwerdê, wê ruh pê ve were û ji nû ve zindî bibe. Wê ji nîşana cehalet û nezaniyê rizgar bibe û bibe nîşana ilm û marîfetê. Gava wilo bibe, wê hingî ziman û edebiyata me hem li bazarê pere bike, hem jî li ber dilên xwediyan şêrîn bibe.

Ali Gurdilî: Ez carinan dibêjim qey nivîskarên kurd, bi taybetî jî yên kurdînûs, li Kurdistana Bakûr xwe baş organîze nekirine. Mesela hêjî, sendîqeyeka wan tune, wekî komel an rêxistin, bi tenê li Diyarbekir xwe birêxistî kirine. Ev yek jî, rewşeka aloz û qels derdixe holê. Bandûra wan ya li ser civatê û têkiliyên wan yên bi xwendevanan re qels in. Li gor baweriya cenabê te, li ser vê mijarê nivîskarên kurd dikarin çi bikin?

Firat Cewerî: Nivîskariya kurdî an jî rewşenbîriya kurdî xwe ava û azad nekiriye, serbixwe nebûye. Gava ez vê dibêjim, ez nabêjim divê nivîskarên kurd xwe dûrî partî rêxistinên kurdan bigirin û bi wan re nekevin diyalogê, na, divê hertim diyaloga wan hebe û xurt be. Fikrên wan cihê bin jî armanc yek e. Tiştê ez dibêjim ev e; divê nivîskarên kurd ji bo kursiyekê, ji bo çepikekê nebim dûvik û dûvikan bi hemcinsên xwe venekin. Ji berdêla rakirina nexwşî û berberiyan, divê bi nexweşiya dijberiya hemcinsên xwe nekevin.

Ez dibêjim ya ku astengiyê li ber yekîtiya wan ava dike, berberiyên siyasî ne, nebûna diyalogê ye. Ji ber ku li hemberî hev bi şik in, kurmê neyartiya siyasetê bi nivîskaran re jî heye û tu dibêjî qey gava ew werin ba hev, ew ê ne yekîtiyeke nivîskaran, lê wê partiyeke siyasî ava bikin. Niha, ji ber tunebûna dezgeheke wilo, hemû lobiyên ku em bi şexsî ava dikin, paşê bi avê de diçin. Em tenê dikarin bibêjin mixabin…

Ali Gurdilî: Di peyameka xwe ya di twitterê de tu dibêjî ku <Gavên reformê wilo bi tirs, carina jî bi quretî tên avêtin ku mîna tu çend qurişan têxî mista parsekekî û nehêlî ew zêde duayên bêmane bike.> (3) Sedemên vê gotina cenabê te çi ne gelo?

Firat Cewerî: Ez dizanim ku reform gav bi gav in, hêdî hêdî ye, lê divê armanc ne xapandin be, bawerî be, baweriyê bide. Berê kursên kurdî vebûn, nabû, hatin girtin. Niha kurdî wek dersên bijarte ye. Ma ne divê ev gav li gora daxwaza kurdan werin avêtin? Ma kurd kursên kurdî û dersên bijarte dixwazin? Ma zimanê kurdî zimanê turîstan e ku wê kurd herin bi pereyên xwe fêrî zimanê xwe bibin da ku sibe bi hêsanî ji xwe re bi wî zimanî karekî Peyda bikin? Na! Kurd perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin û wê ev bibe. Ez dibêjim divê êdî dewlet, hikûmet zêde serî li me negerîne û gavên ku pêwîst in hinekî bi durustî û bi cesaret biavêjin.

Ali Gurdilî: Kekê Firat, em gelekî spasiya cenabê te dikin, ku te ev derfetê da me û bersiva pirsên me dan. Mala te ava, em wekî malpera felsefevanê, serkeftina cenabê te dixwazin. Gelek spas.

Firat Cewerî: Ez jî hem ji bo vê hevpeyvînê, hem jî ji bo maqûliya te pir spas dikim. Hûn karekî pir hêja dikin, siheta we xweş û her serketî bin.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî – gurdili.blogspot.com.tr

felsefevan@hotmail.com  

Jêder

1- Hevpeyvîna Firat Cewerî ya bi www.xeberenkurdi.com  

2- https://twitter.com/FCeweri

3- https://twitter.com/FCeweri

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply