e-Pirtûkek Analîz û Rexneyên Romanan GULDESTEYEK JI ROMANÊN KURDÎ Derket!

Nivîskarê hêja Mahmut Ozçelîk bi kedekê mezin li ser romanên kurdî 32 analîz û rexne nivîsandine. Ku hûn dixwazin têkevin behra edebiyatê keremkin pirtûkê daxînin têlefon an jî kombersa xwe û bixwînin.

Pêşgotin

Ewil divê ez bidim kifşkirin ku nivîsîna li ser romana kurdî/kurmancî ji bo min wekî pêwîstiyekê xwe da der. Çimkî dema min roman dixwend ji çend hêlan ve min dixwest derheqê wê de binivîsim. Berî her tiştî tehma ku xwendina romanê dida min, min dixwest bi nivîskar re parve bikim. Belkî raste rast min xwe nedigihand romanûsî lê min nivîsa xwe ji bo keda wî/ê ya hatiye xerckirin, wekî spasiyek didît. Ya din min dixwest hin kêmasiyên ku min li gorî xwe di romanê de didît, bidim destnîşankirin. Û ya sêyem jî min dixwest hem romanê bi xwînerê kurdî bidim nasîn, hem jî ji bo xwendevanê romana kurdî zêdetir bibe, karekî nirxandinê bikim. Lê ji vanan wêdetir jî belkî armanca min ya sereke ew bû ku ji bo ciwanên dê di siberojê de li ser romanên kurdî lêgerînan bikin, qet nebe çavkaniyek biçûçik be jî, amade bikim. Çimkî pest û pêkutiya li ser zimanê kurdî, bi saya têkoşîna lehengî ya gelê kurd, her roja diçe lewaztir dibe û ev jî hêdî hêdî rê li ber zîldana dibistanên kurdî vedike. Di nava deh an pazdeh salên li pêş me de, dê di lîseyan de dersên wêjeya kurdî were xwendin. Ji bo ciwanên dibistanên amadeyî û yên di zankoyan de, divê em ji niha ve amadekariyekê bikin da ku dema ew roj hat, keç û xortên me bikaribin li ser bingehek heyî xebatên wêjeyî bikin û ji berhemên me sûdekê werbigirin. Ez hêvî dikim ku wêjehezên kurdî vê berhema min, wekî xebatek edebî ya bi kêrî neteweya me tê, bi kêfxweşî pêşwazî bikin.

Roman karekî honakî ye. Di vî karê honakî de ‘navend’ mirov e. Têkiliyên mirovan, bi hunera vegotinê li ser rûpelan tê reşandin. Di vê hunera vegotinê de nivîskar divê bala xwe bide çend hêmanan. Ji vana yek rasteqîniya takekesî ye û ya din jî rasteqîniya civakî ye. Nivîskar di nava honaka romanê de bi saya kesên vebêj, bala xwîner ber bi kirûyên şexsî û civakî ve berhêlî dike. Çimkî her nivîskar di heman demê de şahidiyê li dema ku tê de dijî, dike. Ji ber vê yekê di romana nivîskar de bivênevê dê bandora dema tê de dijî hebe. Bi taybetî dema meriv li romana kurdî dinihêre, bandora pergala civakî pir aşkera dixuye. Serqisê dema mirov li romana kurdî ya ewilîn -Şivanê Kurd- ku ji hêla Erebê Şemo ve hatiye nivîsîn dinihêre, mirov pir bi hêsanî dibîne ku bandora salên nêzî Şerê Cîhanê yê Yekem serwer e: Şerê tirk û ûris û ermeniyan, koçberiya kurdan ya ber bi Qafqasyayê ve, xizanî û nezaniya wê demê û hwd. Dîsa dema mirov ber bi salên piştî 1980î tê û li naveroka romanên ku nivîskarên wan li Ewropayê wekî penaber bi cih bûne dinihêre, mirov vêca pêrgî pirsgirêkên penaberiyê, koçberî û derûniya xerîbiyê tê û bêrîkirina welat jî xwe dide der. Ber bi salên 1990î û şûn de jî, jiyana ji ber şerê di navbera şervanên kurd û dewlata tirkan de mijara romanan vediguherîne şewitandina gundan, zilma leşkeran, veqetandina gundiyan ya bi darê zorê ji cih û warê xwe, ji bo bi destxistina maf û azadiya gel tevlibûna ciwanan ya nava refên gerîlayan, têkoşîna çekdarî, şer, kuştinên kiryar nediyar, mirin, koçberiya ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê û ji welat û çanda xwe dûrketin… Di nava seqaya vî şerê man û nemanê de di romanên kurdî de mîna ku hêmana takekesî hatibe îhmalkirin, dixuye. Romanên polîtîk, romanên siyasî cihek girîng digire. Ji ber ku bandora şerê li Kurdistanê hêj zêdetir romana kurdî ber bi siyasîbûnê ve biriye, vegotin û lêgermbûna dinyaya hundirîn ya takekesî hatiye îhmalkirin. Lê ez bawerim ku dê piştî derbasbûna vê merheleyê -bi qedîna şer û bidestxistina mafan re- romanên li ser jiyana takekesî bi hûrgilî radiwestin, dê bên afirandin…

“Roman lewnek vegotinê ya demên nûjen e” û “hafizeya demên modern e”.(Roman Sanati, Mehmet Tekin, Otûken Neşriyat, 2001). Di netewebûna gelan de rolek mezin dilîze. Hemû dewlemendiyên civakî yên daringî û arişî di nava romanê de ji nû ve tê hilberandin û bi civakê re tê parvekirin û danasîn. Ev rol jî dike ku roman bibe navendek edebî ku netew li dorê çerx dibe û yekîtiyek mengîwerî pêk tîne. Ji ber ku netewebûn di serî de bi zimên re têkildar e, roman di vê hêlê de jî rola xwe dilîze û di pêşveçûn û bilindbûna asta ziman de, di afirandina zimanekî ku hemû beşên civakê bi saya wî ji hevdu fêhm dike de rêvekerek jênager e.

Bi nêrînek rexnegirî xwendina metnên edebî ne hesan e, hem balê dixwaze hem jî ked û demê dixwaze. Lê ya girîng ew e ku rexnegir ji vê xwendina metnê têgihîştinek nû bi dest bixe ye. Romana li ber dest -a ku xwendavan dixwîne- ji hêla her xwendevanî ve dikare bi wateyên ciyawaz were fêmkirin. Her xwendevan dikare bi şêweyê xwendina xwe peyamek nû/cihê ji kûrahiya metnê bi dest bixe. Min bi vê xebata xwe xwest ku romanê bi “kurtasîkirina” wê ve zeft bikim û wekî “Guldesteyek ji Romanên Kurdî” pêşkêşî xwendevanên kurdî bikim. Dibe ku xwendina metnên ku ez li ser bi hûrgilî sekinîme, wekî xwendinek berwarî/sayakî jî were dîtin. Lê hêviya min ji ciwanên me yên siberojê ew e ku di vê mijarê de ew ji min pêşdetir herin, “xwendinên tîkane” bikin û bigihêjin kûrahiya metnan ku têgihiştinên nû tê de veşartî ne.

Wekî gotina dawiyê ez dikarim vê jî bêjim ku min ev nivîsên di vê pirtûkê de cih girtine, bi kedeke mezin û bi xebatek disîplînî ya bi qasî sê salan de qedandiye. Bî qasî sî û sê romanî di parzûnê xwendinê re derbas bûn. Pirrê nivîsan wekî rêzenivîs di malpera Diyarnameyê de hatiye weşandin. Min tenê beşek ji romanên kurmancî hilbijartin. Hetanî ji min hat, min romanûsên bakurê Kurdistanê û çend jê jî ji romanûsên Rojava/Binxetê hilbijartin. Dîsa ji ber nebûna derfetan, min nekarî ji berhemên hemû romanûsan bixwînim û binirxînim. Min di amadekirina vê pirtûkê de hin guhertinên biçûk di hin nivîsan de kiriye.

Û hêviya min ew e ku bi kêrî wêjehezên me were…

Mahmut Ozçelîk
15/01/2019/Amed

Mahmut OZÇELÎK kî ye?

Di sala 1970an de li gundê Qelencuxê ku girêdayî navçeya Mûşê, Gimgimê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Gimgimê ya lîsê jî li Bedlîsê li dibistana mamosteyiyê xwend. Piştî lîseyê li bajarê Samsunê, Zanîngeha 19 Mayisê beşa mamostetiya dîrokê qedand. Zêdetirî bîst û şeş salan e ku wekî mamoste dixebite. Niha li Amedê di dibistaneke navîn de dixebite. Endamê Egitim-Sen Şaxa Amedê ye. Di derketina “Kovara Felsefevan” de ku di weşangeriya kurdî de yekemîn kovara felsefeyê bû, bi nivîsên xwe yên felsefî cih girt. Berhema wî ya yekem “Beytika Gewrik” ji kurteçîrokan pêk dihat û di nav Weşanên Ava de, di sala 2013an de çap bû. Berhema li ber destê we ya ku wekî “Guldesteyek ji Romanên Kurdî” hatiye binavkirin, berhema wî ya duyem e û nirxandinên li ser romanên kurmancî dihundirîne.


Nîşe: Ku destê we de jî pirtûkên kurdî hebin em kanin di eWeşanxaneya Çandnameyê de amade bikin û wek e-pirtûk biweşînin.

Derbar Çand Name

Check Also

Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan …

Leave a Reply