Behmen Dogu: Em dixwazin Bejan bibe projeyek cîhanî

Serpereştê projeya lîstoka Bejanê, Behmen Dogu got “Em dixwazin wek Twitter û Facebookê sepaneke cîhanî çê bikin û çanda Kurdî li ser keçekî were naskirin”

Ji aliyê kompaniyekî Bakurê Kurdistanê ve lîstok û filmên anîmasyon têne çêkirin ku yek ji wan lîstokan jî Bejan e. Bejan yekem lîstoka Kurdî ya dijital e û curê Gok jî lê hatiye zêdekirin.

Serpereştê projeya lîstoka Bejan, Behmen Dogu beşdarî bultena 15.00 a bi pêşkêşvaniya Hêvîdar Zana bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa xebat û amancên projeya Bejan kir.

Di derbarê fikra çêkirina lîstoka Bejanê de Serpereştê wê projeyê Behmen Dogu got “2 sal berê me xwest wek Twitter û Facebookê sepaneke cîhanî çê bikin. Dema ku me lêkolîn kir, me dît ku di derbarê kurdî de tiştek tune. Di vî warî de me valahiyek dît. Me biryar da ku em markayeka zarokan çê bikin, ji ber ku nivşên Z yê piştî sala 2000an ev 20 sal in zarokên me zimanê xwe nizanin. Kurdên ku li Tirkiyê dijîn ji ber qedexebûna perwerdehiyê ya bi zimanê Kurdî, zimanê xwe nizanin. Ji ber wê yekê me got markayekî çê bikin, bikevin frekansa zarokan bila zarok zimanê xwe fêr bibin.”

Dogu di derbarê porjeyê de dibêje ku “Em ê sînema, lîstîk û pirtûkan çê bikin, weke Barbie û Bugs Bunny ya Kurdan jî me Bejanê çêkir.”

Behmen Dogu bal kişand ser karakter û armancên anîmasyonê û wiha got “Em ê di animasyonê de karakterên Kurd yên ku heta îro li cîhanê hatine naskirin bikar bînin. Em dixwazin çanda Kurdî li ser keçekî were naskirin. Ya duyem Selahaddîn Eyûbî li gor sînemaya me kralê Heskîfê ye. Muzîsyenê Kurd Zîryab heye tê gotin bingeha muzîka flamengoyê wî çê kiriye. Cezerî wek ku tê zanîn ji Cizîrê ye û bigeha softwareê wî çê kiriye.”

Herwiha Dogu da nîşandan ku wan destûr wergirtiye ew yek fermî ye tu pirsgirêkeka wan di wî warî de tuneye û nêzîkî 11 meh şundê ew ê dê li Hewlêr û Ewropayê jî galaya wê bikin.

Di aliyê pedagogiyê de jî Dogu diyar kir ku pedagogên wan hene û ji aliyê wan ve têne pesendkirin, ji ber ku zarok mêjiyên wan pir hesas in. Lîstika yekemîn ya Kurdî wan çê kiriye û wiha berdewam kir “di wê lîstikê de 6 beş hene, tê de jiyana rojane ya zarokên di navbera 3-5 salî de didine nşîandan.”

Di derbarê sûda vê lîstikê bo zarokan Dogu got “ya sereke ziman e. Eger zarok zimanê xwe hîn bibin, dê çanda xwe jî hîn bibin. Bingeh ziman e.”

Ji bo bidestxistina vê sapanê jî Behmen dogu ragihan ku li ser Apstore û Playstorê dikarin bidest bixin.

Rûdaw

 

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply