Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche

Felsefeya ku bingeha xwe dispêre ‘reşbînî’yê, bi hişmendiya ‘dîstopya’yê, di sedsala bîstemîn de belavê her derê dinyayê bûye. Ev reşbînî bi encam û rûxîneriya herdu şerên cîhanê, bi awayekî eşkeretir, li ser fikra ‘wê pêşeroj ji doh xerabtir be’ xwe bi cih dike û reşbînî wekî ekola felsefeyeke birêkûpêk derdikeve holê. Qencî û xweşiya jiyanê ji bo reşbînan ‘xapandinek’ e û hemû pergalên ku mirovan pêk anîne, wisa beredayî ne ku ji bo jiyanê nikarin armanc û îdealên pîroz ava bikin.

Sedsala bîstemîn, di warê felsefê de bû sedsala Nietzsche. Felsefeya wî, ji bo felsefên postmodern bû çavkaniyeke bêdawî. Herwiha ji bo reşbînî û dîstopyayên sedsala bîstemîn jî feyz û çavkanî dîsa nîhîlîzma Nietzsche bû. Tevî van fikrên ‘pesîmîst’ bi zimanê xwe yê helbestî ‘felsefeyeke edebî’ jî pêk anî.

Friedrich Nietzsche'ye Ait Sözler - yazmak ister misiniz?Nietzsche jî di dawiya sedsala nozdemîn de, felsefeya xwe li ser reşbînî û nîhîlîzmê (hîçperestî) ava kiriye. Lê bingeha felsefeya xwe li ser dîstopyayeke ku qala pêşeroja xerab dike, bi cih nekiriye. Nîhîlîzma wî, zêdetir li ser bêarmancî û beredayîbûna mirovan e. Lewma jî wekî destûra bingehîn a felsefeya xwe ‘mirovê nû’ diafirîne. Û ji bo vê jî di felsefeya xwe de ‘Xwedê dikuje’.

Ji bo afirandina mirovê nû, feyza wî ji çavkaniyeke pirr balkêş derdikeve: Ji şerh û şîroveyên Zerduşt. Also Sprach Zarathustra (Zerduşt Wiha Ferman Kir) wekî manîfestoyeke helbestî, felsefeya Nietzsche eşkere dike. Bi têra xwe dijwar, tund û ruxînêr e. Yek ji aforîzmayên Nietzsche: “Birûxînin/ Xera bikin û bi tundî êrîşî fikran bikin.” Ji ber ku bingeha felsefeya xwe dispêre ‘şikandina lewheyên kevn’. Kitêbên wî gava tên weşandin, rexneyên tûj û neyînî jî bêhed belav dibin helbet. Lê ew bi vê şîroveya balkêş xwe diparêze: “Ez ne mirovê vê dewrê me. Wê fikrên min, sed sal şûnde bên fêmkirin.”

Nietzsche hem bi helbesta xwe ya trajîk hem jî bi terza xwe ya nû, di nivîsê de dibe pêşengê ‘aforîzma’yê jî. Ji bo aforîzmayên wî bi kurt û kurmancî mirov dikare bibêje ku bi têra xwe tûj û dijwar in. Lê hemû aforîzmayên wî jî tîr dagirtî ne. Bi çend hevokan, carna tenê bi hevokekê, wekî ku ‘destûreke bingehîn’ ava dike. Û gotinên wî yên aforîzmîk ne tenê li ser mirov û jiyanê ne; ji muzîkê heta başî û xerabiyê, ji exlaqê heta mirinê, li ser gelek tiştan aforîzmayên wî yên kurt û tîr hene. Ev terza nivîskariyê, ji bo wî bûye nasnameyek û hema bibêje hemû hevokên wî wekî aforîzmayekê belav bûne.

Hîçperestiya ku Nietzsche wekî serhildana li hemberî jiyana xweşbîn pêşkêş dike, ‘hêvîkirinê’ (divê em vê wekî ‘geşbînî’ jî fêm bikin) sedema ‘êş û jankêşiya heyatê’ nîşan dide û ev yek paşê dibe bingeha egzîstensiyalîzmê jî. (Heke ji bo pêşerojê em ne xwedî hêvî bin, em ê ji bo pêşerojê êşê jî nekişînin, ne wisa?) Lê wekî ku Nietzsche ji hêvî û geşbîniyê destê xwe şûştiye, çima dixwaze ‘mirovê nû’ biafirîne û çima Xwedê dikuje?..

Nîhîlîzma Nietzsche, berî her tiştî ne melankolî û trajediya jiyanê tîne ziman. (‘Amor fatî’ ji qedera xwe hez bike, ebeden ne ‘qederperestî’ ye. Eynî wekî destûra egzîstensiyalîzmê, ‘yekanebûna mirov’ diparêze. Ev jî ‘qedera kesane’ ye, li dijî qederperestiya ol û baweriyan e ku fikra ‘desthilatdariya îlahî’ diparêzin.) Ji bo jiyanê mirov xwedî hêvî û geşbînî nebe jî jiyan hêja ye ku mirov bijî û ji bo jiyanek birûmet jî divê pergal û ramanên berê birûxîne da ku bikaribe jê jiyanek nû ava bike. Nietzsche hêviyê wekî ‘xerabiya ku dibe sedema jankêşiya dûdirêj’ bi nav dike, lê bi şoreşgeriyeke xwedî hêvî, ji bo parastina fikr û ramanan wiha dibêje:

Divê hûn bixwe şer bikin, ji bo fikr û ramanên xwe. Heke fikr û ramanên we têk biçin jî, divê rastî û dirustiya we sirûda serkeftinê bixwîne.

Li gorî Nietzsche, ev dinya xewn û fanteziya ‘xwedayekî’ ye. Ji ber vê jî, li ser hebûn û nebûnê fikrên nîhîlîst pêşkêş dike. Vê yekê ji bo t’erîfa ‘hebûna takekesî’ dike bingeh û ‘mirovê nû’ li ser wê bingehê diafirîne. Lê li gor wî heta ku mirov û afirînerê ‘tiştekî’ nekuje, mirov nikare ‘tiştekî nû’ biafirîne.

Gotina wî ya navdar “Xwedê mir,” ‘esas gotina dînekî ye. Ev dîn rojekê di dest de fanosek, li kolanan digere û diqêre: “Xwedê mir, Xwedê mir!” Ji bo felsefeya wî ev gotin bingeheke derasayî pêk tîne. Ji ber ku ‘fikra kuştina Xwedê’ ji bo afirandina ‘mirovê nû’ hewce ye û heke fikrên xwe bisparta ‘bingeheke îlahî’ dogmatîzm wê bibûya belayê serê wî. Herwiha Nietzsche Xwedê dikuje ku bêarmancî û beredayîbûna jiyanê eşkeretir rave bike. Li gorî wî pergala gerdûnê li ser ‘armanc û daxwazên pîroz’ nehatiye sazkirin, lewma jî hewce nake mirov başî, xerabî, mirin û jiyanê ji bo armancan bikole. Ji ber ku mirov ‘bi tenê’ ye. Ev tenêtî jî ji ber mirovbûnê bi xwe ye. Jiyana civakî qeyd û zencîrên xwe li stûyê mirov dialîne, lê rizgarî pêkan e: Tênetî. Lewma jî şîreteke derwêşane li mirovan dike û wan vedixwîne tenêtiyê:

Bireve, xwe bispêre tenêtiya xwe dosto! Ez dibînim ku kelmêşên jehrdar bi te vedane. Li ku derê bayekî bi sar û seqem tê, bireve wê derê. Bireve û xwe bispêre tenêtiya xwe! Gelek mirovên bêrûmet hene li derdora te. Ji wan, ji daxwaza tolhildana wan a xef û kîndar bireve! Armanca wan tenê ew e ku heyf û tola xwe ji te hilînin. Destê xwe li wan raneke êdî. Gelek in, bêhejmar in ew kelmêş. Jixwe qedera te ne ew e ku tu her tim kelmêşan ji xwe dûr bixî!..”

Tenêtiya ku divê em xwe bispêrinê, ji bo Nietzsche jiyaneke derwêşane ye. Eynî wekî ku Zerduşt bi çiyan dikeve, li daristanan dimîne û xwe ji mirovan dûr dixe… Ev ‘rev’, şikênandina qeyd û bendên civakî ye. Civak ji me re qala qerebalixê dike: ‘başî û xerabî’ya ku li gorî zagonên civakî hatiye t’erîfkirin, ’exlaqa ku li gorî hişmendiya ol û baweriyan hatiye t’erîfkirin û pergala ku li gorî ‘jiyana girseyî’ hatiye t’erîfkirin…

NIETZSCHE - Almanca sözlükte Nietzsche sözcüğünün tanımı ve eşanlamlılarıHer tiştê me li gorî qerebalixê û civakê hatiye t’erîfkirin, lê em bi tena serê xwe ne. (Ji bo tenêbûnê Jean Paul Sartre, fikra Nietzsche hinekî din tûjtir dike û dibêje: “Cehennem ‘mirovên din’ e.” Lewma jî egzîstensiyalîzm bingeha nîhîlîzmê digire û li ser takekesiyê felsefeyeke kûrtir û cudatir ava dike.)

Piştî ku desthilatdariya kapîtalîzmê civakan dike hêsîrê xwe, dijberî van fikrên egzîstensiyalîzm û nîhîlîzmê, fikra ‘mecbûriyeta jiyana civakî’ li ser mirovan tê ferzkirin . Ji bo vê jî qaîde û rêbazên jiyana civakî wekî ‘exlaq’ê tê pêşkêşkirin û hemû ol û bawerî jî vê yekê bivênevê diparêzin. Nietzsche li dijî vê ‘civakbûna dijxwezayî’ jî derdikeve û exlaq’ê wiha şîrove/rexne dike:

“Daxwazî û arezûyên me wisa xurt in ku, carna em dixwazin hevdu perçe perçe bikin. Lê hest û pêjna ‘civakbûna me’ nahêle em vê yekê bikin. Ji kerema xwe re vê binivîsin: Mane û me’ala ‘exlaq’ê jî ev bi xwe ye.”

* * *

Ontolojî (felsefeya hebûnê), berî Nietzsche hema bêje bûye derdê hemû feylefosan. Yên ku serê xwe bi hebûn û nebûnê êşandine, dawiya dawî xwe dispêrin vê fikrê: “Mirov wê tu carî nezane ku armanca hebûnê çi ye.” (Di vî warî de yek ji fikrên herî balkêş fikra Heraklîtos e. Heraklîtos bingeha hebûnê û armanca wê wiha şîrove dike: “Ev kosmosa ku ji ‘hebûna bingehîn’ pêk hatiye ne berhema Xwedayekî ye û ne jî karê mirovan e. Agirekî ebedî ye ku li gor qaîdeyên xwe hil dibe yan jî vedimire.” Û li gor Heraklîtos, ‘arkhe’ –daring/ma deya bingehîn jî ‘agir’ e.) Helbet Nietzsche jî serê xwe bi vê meselê êşandiye. Lê ji bo hebûn û armanca wê fikra Nietzsche sade û balkêştir e:

“Hebûn, jana birîneke ebedî ye”

Li gorî Nietzsche, ev dinya xewn û fanteziya ‘xwedayekî’ ye. Ji ber vê jî, li ser hebûn û nebûnê fikrên nîhîlîst pêşkêş dike. (Ji ber ku di felsefeya wî de êdî Xwedê ‘mirî’ ye.) Vê yekê ji bo t’erîfa ‘hebûna takekesî’ dike bingeh û ‘mirovê nû’ li ser wê bingehê diafirîne. Lê li gor wî heta ku mirov afirînerê ‘tiştekî’ nekuje, mirov nikare ‘tiştekî nû’ biafirîne.

Herwiha hevalbendiya wî û Zerduşt jî, deriyên felsefeya rojhilat ji bo felsefeya rojava vekir. Lê ev hevalbendiya wan, ji bo Nietzsche ne tenê wekhevbûna fikrên wan e. Ji bo wî, Zerduşt ‘mela’ ye û ew jî ‘feqî’yê wî… Vê yekê wiha tîne ziman:

Yezdan, rêhevalan digere ji xwe re paleyên bêderê. Ji ber ku her tişt seb xatirê bereketa bêderê ye, ji bo Wî. Lê ne xwedî sed dasan e: Lewma didirû sinbilên genim, bi hêrs û kîna xwe ya bêhed. Ji xwe re rêhevalan digere Yezdan; paleyên ku dizanin dasa xwe tûj bikin. Dê ji wan re wiha bibêjin: “Hûn her tiştî xera dikin, başî û xerabiyê diherimînin.” Lêbelê ew bêdera xwe dikin, şox û şên e şevbuhêrka wan. Yezdanên wekî xwe digere Zerduşt jî; paleyên bêderê digere û hevalên şevbuhêrkên şox û şên… Derdê Zerduşt ne bi kerî û şivanan e, ne bi cendek û miriyan. Û tu, rêhevalê min ê ewil, bi xatirê te! Min tu di qurmê darê de veşartî û min çi xweş parastî tu, ji gurên birçî!.. Lê niha ez xatirê xwe ji te dixwazim; ji ber ku wext e… Di navbera du şefeqan de rastiyeke nipînû li min ‘eyan bû.”

***

Sedsala bîstemîn, di warê felsefê de bû sedsala Nietzsche. Felsefeya wî, ji bo felsefên postmodern bû çavkaniyeke bêdawî. Herwiha ji bo reşbînî û dîstopyayên sedsala bîstemîn jî feyz û çavkanî dîsa nîhîlîzma Nietzsche bû. Tevî van fikrên ‘pesîmîst’ bi zimanê xwe yê helbestî ‘felsefeyeke edebî’ jî pêk anî. Mirovan jî, wekî gotina wî, encax piştî sed salan fikrên Nietzsche qenc fêm kirin.

Encamname:

Şîroveya li ser felsefeya Nietzsche wekî keviravêtina bîreke bêbinî ye. (Carna mirov dîn bibe û keviran bavêje bîran, bêhed xweş e.) Lê helbet wekî hemû şîroveyan ev jî kêm û qels e ji bo fêmkirina felsefeya wî. Nîhîlîzm û bêarmanciya jiyanê belkî ji bo felsefeya wî destûra bingehîn be lê carna lîrîzma wî xwe bi keyfxweşiyeke bêpayan li ruhê mirov dipêçe. Û tevî reşbîniya xwe, wekî ku deriyê felatê jî li ber mirov vedike. Gotina wî, gelek caran ne hewceyî şîroveyan e jixwe:

“Ax, min ew dît birano! Wa, li ser gir û kepezên çiyayên bilind, ava kaniya keyfxweşiyê ji bo min diherike! Li wir, ava heyatê heye ji bo min, lê yên bêrumet ku destê xwe ji zanîna jiyanê şûştine, nikarin bi min re wê avê vexwin… Tu wisa bi coş û kelecan diherikî ji bo min, ey kaniya hez û heyatê! Ez dibêjim, “Ka ez careke din dagirim,” lê tu gav bi gav vala dikî qedeha min!..”

 

Bawer Ronahî – *Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê

Kovara Pêngavê  – Hejmara 5an  (2011)

Derbar Çand Name

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply