Tansiyona Bilind/ Hîpertansiyon

Tansiyona bilind; bireha xwîne de rabûn e. Di nav civatê de ‘nesaxî ya bilind’ jî ji bo tansiyonê (a bilind) tê gotin. Ev bilindbûn weke bikujekê fismirî ye. Di laşê me de; di nav şahrega, dil û di nav gurçikan, sazîbûna rehan de xerabî û hişkbûn tê meydanê. Bêtir jî wê de diçe, dibe sedema nexweşiya falinc. Ev nexweşî di nav mêjî û dil de aciziyên gelek giran çêdike.

Nexweşên tansiyona bilind, zû pênahesin ku ev bilindbûna tansiyonê ye û di nava laşê wan de çêbûye. Tansiyona bilind a daxuyaniya nadet, hêdî hêdî û bi fismirî dikeve nav rehên/ temarên meriv. Di emrê me de duçarbûna tansiyona bilind gel pîrbûnê ve radibe. Di vir de dema duçarmayîna li hember xetereyan û pêkarên rîskê yên ku dê bi xwe re jî bîne gelekî girîng in.

Hipertansiyon tanısı nasıl konur? Hipertansiyon değerleri nelerdir? - Son dakika sağlık haberleri – Sözcü

TANSIYONA BIÇÛK Û TANSIYONA MEZIN / TANSIYONA DIYASTOLÎK Û SÎSTOLÎK

Di pirtûkên tibê/bijîşkî de nav girtiye dibêjin ‘tansiyona sîstolîk’ lê belê di nav gel de navê wê wek ‘tansiyona mezin’ tê gotin, tansiyona sîstolîk bireha xwînê ya navbera dema ku dil tivancê dikişîne û tivanca xwe diqedîne ye. A din jî pirtûkên di tibê de nav girtiye ku dibêjin ‘tansiyona dîastolîk’ lê belê di nav gel de navê wê wek ‘tansiyona biçûk’ tê gotin, dema ku pestoya xwînê ji dil xwîn pompe dike, dide nîşan ku di wê demê de dil karê xwe diqedîne û bi sistbûna masûlkên dil jî pîvana pestoya xwînê eşkere dibe.

  • Sererasta tansiyona mezin/sîstolîk di bin heştê/80yê de be, ya tansiyona biçûk/dîastolîk dê di bin sed û bîstê/120ê de be.

Hipertansiyon pandemi ile birlikte artış gösterdi

Kî di bin rîska tansiyona bilind de ye:

  • Mirovên qelew
  • Mêrên ku temenê wan li ser 45an û jinên ku temenê wan li ser 55an
  • Eger di nav malbatê de kesên tansiyona bilind hebin
  • Heger kesê/a pêştansiyona wî/ê ya bilind hebe (di navbera: 120-139/80-89)

Bireha xwînê çawa bilind dibe:

  • Zêde xwê xwarin
  • Zêde alkol vexwarin
  • Mirovên bêtir potasyomê wernegirin (nexwin, bikarneynin)
  • Mirovên bêtir hereket û werzîşê nekin
  • Dermanên têvel
  • Cixarekişandin
  • Mirovên zêde di bin stresê de dimînin

Rêya sihetkirina/tîmarkirina bireha xwînê ya berî teheriya jiyanekê tenduristî. Ji bo vê jî:

  • Xwê xwarinê berdin, fêkî û hêşînahî bixwin û şîrê bêrûn bi kar bînin.
  • Kîloyên xwe kêm bikin.
  • Zêde hereket/werzîş bikin û di rojê de qasê nîv saetê li ser rê hatinûçûnê bikin.
  • Cixareyê berdin.
  • Alkolê venexwin.
  • Lê belê ev nexweşiya ev qas fismir û jiyana me gefandî dike, ne zehmet e ku em derxine holê. Em dişên ku tansiyona xwe bi wê alava tansiyonê bipîvîn û li ser tabloya tansiyona bilind bidin berhev ku em li ser rewşa tansiyona xwe agahîdar bibin.

 

ÇAVKANÎ:

htpp:/www.nhibi.nih.gov/health/dci/ Diseases/hbp/HBP_Causes.html htpp:/www.nhibi.nih.gov/health/dci/ Diseases/hbp/HBP_WholsatRisk.html htpp:/www.nhibi.nih.gov/health/dci/ Diseases/hbp/HBP_Summary.html Textbook of clinical cardiology. Gök , Hasan. Nobel, 1996

 

Komxebata Kovara PênGAV ya Zanîngeha Çûkurovayê

Kovara Pêngavê – Hejmara 4an – 2011

 

Duşên bo berdaran bireha xwînê :

Tof: Sîstolîk Dîastolîk
Optîmal <120 <80
Normal 120-129 80-84
Bilind a normal 130-139 85-89
Tansiyona bilind/hîpertansiyon
Merhaleya1.(sivik) 140-159 90-99
Merhaleya2.(navîn) 150-179 100-109
Merhaleya3.(rîsk) ≥180 ≥100
Îzole sîstolîk tansiyona bilind ≥140 <90

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply