Serdarê Dengbêjan; Evdalê Zeynikê

Evdalê Zeynikê di serê sedsala nozdehan de li gundê Cemalwêrdiyê li ser Dutaxa navçeya Agiriyê hatiye dinyayê. Heya dawiya emrê xwe li gelek cihan geriya û gund, navçe û bajarên devdor ên cuda cuda jiyana xwe domand. Ji sed salî zêdetir emir kir û li gorî gotinan salek pêşiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, 1913, çû ber dilovaniya Xwedê. Niha gora wî li gundê Qanciya li ser Qereyaziya Erziromê ye.

Evdal hê piçûk bûye bavê wî miriye. Diya wî, Zeynê, jineke pir jêhatî bûye û Evdal bêminet mezin kiriye. Loma Evdal bi diya xwe tê naskirin; Evdalê Zeynê.

Argeşizm Tarih Akademisi on Twitter: "Kürtlerin Homerosu; Evdale Zeynike Kimdir? 1- Evdale Zeynikê 1800 yılların başında Ağrının Tutak ilçesinde doğmuştur. Evdale Zeynikê yaklaşık 113 yıl yaşamıştır. Henüz 3 yaşında iken babasını kaybetmiştirEvdal ji zaroktiyê heya piştî zewacê yekî pir belengaz, feqîr û bêdeng bûye. Çend sal piştê zewacê jî bi vî awayî dewam kiriye. Piştre bi nexweşiyeke pir giran dikeve û şeş mehan ji nav nivînan nikare derê. Rojekî jina wî dibîne ku dengekî ecêb ji Evdal tê. Meriv qey dibêje di hundirê Evdal de sîtilek av dikele, wisa dengek jê dertê. Jina wî gazî gundiyan dike dibêje werin Evdal dimire. Gundî kom dibin dibînin ku Evdal dike nalenal. Piştre Evdal radibe ser xwe, rûdine, destê xwe dide ber guhê xwe dest bi kilaman dike. Dengbêjiya Evdal ji vir dest pê dike. Êdî diçe çolê bi şevan bi rojan kilaman dibêje. Her çi dibîne li ser kilamekî derdixe.

Ji aliyê din ve Evdal bi dengbêjên navdar re dikeve lecê û hemûyan yeko yeko têk dibe. Li Xamûrê bi Gulêya file re dikeve lecê. Dengbêjê bi nav û deng yê Kurdîstana îranê wê demê Şêx Silê ye. Wisa tê behskirin ku Evdal û Şêx Silê heft roj û heft şevan didin ber hev, dikevin lecê. Di dawiya dawîn de Şêx Silê têkçûna xwe qebûl dike, pesnê Evdal û dengbêjiya wî dide û stûyê xwe li ber Evdal ditewîne.

Şêx Silê vegeriya got:

Evdal mala te şewîtiyo
Ez rojekî destmêja sibê, derketime Kela Misûlê
Min bala xwe dayê, şalûl digot vê bilbilê
Bila em qasek ji kêfê re rûnên, binê siya dara vê sorgulê
Lê dixwîne miqamê Evdalê Zeynikê
Ez ê ji te ra bixwînim, sêsid şêst û şeş awazê Şêx Silê.

Evdal vegeriya got:
Erê Şêx Silê mala te şewitiyo!
Min ra dibêjin Evdalê Zeynê
Bavê Temo, siyarê Cindî, gula govendê
Şahê dengbêja, şairê rû dinyayê,
Lawo bejna min ne kin e, mêzeke ne dirêj im,
Lê mînanî tak rihana devê geliya, awaz awaz ji êvar da
Îro heftê min temam bû şax davêjim.
Lawo temî wasiyeta min te be, piştê Evdalê Zeynikê
Cimaeta canik û camêra, rûnenê, pesnê xwe nede,
Nebê piştê Evdalê Zeynikê li dinyayê, ez dengbêj im, lê yeman..

Dema meriv kilamên wî dinhêre hin motîf, sembol û peyvên ku pir tên dubarekirin hene: Gulê, Şêx Silê, Temo, quling, kalbûn û korbûn… Piraniya kilamên wî li ser van mijarane.

Argeşizm Tarih Akademisi on Twitter: "Kürtlerin Homerosu; Evdale Zeynike Kimdir? 1- Evdale Zeynikê 1800 yılların başında Ağrının Tutak ilçesinde doğmuştur. Evdale Zeynikê yaklaşık 113 yıl yaşamıştır. Henüz 3 yaşında iken babasını kaybetmiştirNêzê heştê saliya xwe korbûn tê serê Evdal. Lê paşê tê zanîn ku ava reş hatiye ser çavên wî. Di vê demê de bi qulingeke baskşikestî re dema xwe diborîne. Kalbûn û korbûna xwe gilî dike û ji kurê xwe Temo re dibêje kû bila destê wî bigire û bigerîne. Pêşiya vî rewşa malkambax ew dengbêjiya Surmelî Mehmed Paşa dike. Bi mirina Zor Surmelî Mehmed Paşa derd û perişanî li ser serî wî kom dibin. Jixwe korbûn jî di wê demê de rastî wî tê. Di dawiya emrê wi de çavên wî ji nû ve vedibin. Ji vir şûn de pir najî û jiyana xwe ji dest dide. Li ber sikratê gazî kur û neviyên xwe dike, kilamên herî jê hez dike dibêje bi wan dide gotin û bi wan dide jiberkirin. Wesiyet dike ku bi taybetî kilamên wi yên ”Xweş Dêrsim e” û ”Xozan” bira neyên jibîrkirirn.

Evdalê Zeynikê di dengbêjiya Kurd de cihekî pir mezin û taybet digire. Wek Serdarê Dengbêjan tê naskirin.

Bêguman heke wî jî berhemên xwe, kilamên xwe yê bêhejmar binivisiya; wê wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Fêqiyê Teyran bihata nasîn û di wêjaya Kurdî de cihekî pir girîng bigirta. Lê mixabin ew di wêjeya devkî de sereke bû. Berhemên wî nehatin nivîsîn, ji ber ku teyîb tune bû nehatin qeydkirin û em ji dengê wî jî bêpar man.

Taybetmendiyeke wî ya ku wî ji dengbêjên dinê cude dike jî ev e: Wî kilamên xwe hemû ji ber xwe derdixist tu carî kilamên tu kesî nedigot. Ango aşiqek bû. Îlham dihat dilê wî, wî jî digot.

Kilamên wî yên niha di destên me de ne ji bo dengbêjekî ewqas gewre, gelek kêm in. Ev kilam jî bi xêra serê dengbêjên piştî wî gihîştine me. Meriv dikare bi hêsanî bibêje ku Evdalê Zeynikê, bi dengbêjiya xwe, bi meqam û şêwaza xwe dibistanek li Serhedê ava kir. Dengbêjên piştî wî gişt di bin bandora wî de man, û bi heman terz û meqamê kilam gotin. Li Serhedê, li Ermenîstanê û devdorên van herêman gelek dengbêjên navdar ên wekî Şakiro , Reso, Şeroyê Biro, Evdilkerîm, Karapêtê Xaço rasterast kilamên Evdal gotine. Bandora Evdal li ser van pir berbiçav e. Ango ev dengbêj, xwendekarên dibistana Evdalên Zeynikê ne, herçiqas ji van gelekan Evdal nedîtibe jî. Ez dixwazim bi kilameke Evdal nivîsê bi dawî bikim:

Temo lawo derdê min besî min nîne,
Nizanim îro te li min xêr e.
Lawo îro girrek bi lingê min ketiye,
Hetanî tepa serê min dihêre,
Heylo lawo mizgîniya min li te be,
Min berhemek wisa li dinyayê hîştiye,
Heta roja qiyametê li erdê bimîne.
Ew tu car xirab nabe mîna zêr e.
Lawo tirsa min tune ji mirinê, ez ê bimirim,
Piştê min ra tu were herkes rabe
Dewa dengbêjiyê, şairiyê bike,
Wê bêjin xelk li gotin û miqama napirse,
Hekes ê meydanê bide hespê xwe
Û hespê xwe binhêre….

Nivîskar: Gernas

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 1em

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply