Sefernameyek-I: Destpêka Seferê û Zimanê Balafirxaneyan

Riya herî dirêj ku heta niha çûbûm li pêşiya min bû. Ez ê biçûma welatekî ku heta wê gavê min navê wî nebihîstibû.“Çiqas nenas be, ewqasî dûr e.” Vê mantiqa pêşî û seretayî bû yekane çavkaniya hizrên min. Dema pêşî min navê vî welatê dûr bihîstibû, çend welatên ku heta wê gavê ez çûbûm wan ji nişka ve li ber min bûbûn wek taxên cuda ên bajarê ku ez lê bûm. Halbikî ew bi xwe jî di serî de gelekî dûr û xerîb bûn ji bo min, û bi çûn û naskirina wan hinekî dî hay ji sînorên dinyayê û sînorên xwe bûbûm. Her rêwîtiyekê gewherek xistibû bagaja min a serpêhatiyan. Û hin ji wan gewheran mirov di pey re bi wan dihese, bi hinan qet nahese, hin jî wek nirxa diravên li piyaseyê, piştî demekê li xwe dişkînin, heta ku qîmeta wan namîne. Bi ger û geştê min tûrek tije kiribû, tûrên tije jî hem mirov diwestînin hem zengîn dikin. Îcar meydaneke dî ez vedixwendim û min ê xurek li dinyayê xista ji qewla ên berê. Vê dawiyê kêfa min ji vê lîstikê re dihat, çunkî min kişif kiribû ku ji bilî wêneyê wê ê ku em nîşanî her kesî didin gelek sûretên geştiyariyê hene ku tenê li dîwar û demnameya nav dil û hişê me dimînin.

Ez jî wek her kesî ji rêwîtiyên barsivik, hetta eger ku mumkin be bi temamî bê bar, hez dikim. Lê ev ne mumkin e, eger barê we li ciyekî winda nebûbe. Û ev jî jixwe dibe barê herî mezin ku tahmê di wê rêwîtiyê de nahêle. Lewma vê carê min xwest bi barê herî hindik herim welatê herî dûr ku heta niha diçûmê, welatekî bi navê Macau. Ji dêvla baholê xwe yê mezin, min valîzê piçûk ê hevaleke xwe jê stand. Ne tenê ji bo ku li riyeke ewqas dirêj li serê xwe nekim bela, lê ji bo ku li riya nava Stenbolê a ji malê heta balafirgehê di ber de nebehirim jî min ew tevlî hesabê xwe nekir. Min ê bi alavên minîmûm îdare bikira û di vegerê de tiştek ji wir bi xwe re neaniya. Min valîzê piçûk heta ser dev dagirt bi cilên –hinekî eletexmînî – ên bo vî welatê ku haya min pirr ji kêş û hewaya wî tine bû. Roja pêncşemê, di hênkahiya êvarê de, ji mal derketim û min valîz di kaşê kûçeyê de li dû xwe xirikand.

Hînê li stesyona Marmarayê a Uskudarê lehiya kontrolê dest pê kir. Valîzê piçûk û çentê min î kompîtera laptopê ketin ber pişkinîna (kontrola) ewlekariyê. Li stesyona Yenikapiyê dema min ê xeta xwe ya trêna bin erdê veguhezta bo xeta berevbalafirgehê, bi şaşî ketim a metroya Taksimê. Karmendekî ewlekariyê çav li valîzê min ket û ji min pirsî ku diçim kû û wê çaxê ez li xwe hay bûm ku ketime xeta şaş. Li vê stesyonê jî xala kontrolê heye ji bo kesên derbasî xeta Marmarayê bibin. Li balafirgeha Atatürkê min xwe li deriyekî qelipand û ji nişka ve xalîyeke sor derket ber min. Derbasokeke aram û ronî bû. Bîstikekê çavê min û ên karmendên wir, bi şaşwazî, di hev de man. Ew têketina bo kesên VIP bû. Bi şûn de vegeriyam û di deriyekî dî re ketim hundir. Li ser vî deriyî jî –nizanim çima – holikeke çiraxan çêkiribûn û hemû weke di cejnekê de be pêketî bûn. Li vê derbasoka qelebalix min çakêt û qapûtê xwe ji xwe kir, qayîşa xwe ji qulpika şalê xwe kişand û kompîter ji çentê wê derxist û tev bi hev re, heryekê di şerîta xwe ya pişkinîna ewlekariyê re, derbas bûn. Dema dengê tûtetûtekê ji wan cîhazên nehîtî naye, qet nebe dilê mirov hinekî rihet dibe.

Saet bûbû yazdehê şevê. Balafira min hînê dê di 02:25an de rabûya. Bi bêhna fireh min çû pûleke gumrukê kirî, bilêta balafira xwe da derxistin û valîza xwe da hundir. Ji sê ciyên dovîzê (guhertina pereyan) min 260 dolarên Hong Kongê peyda kir û kirî. Ev pereyekî ji ê Tirkî bêqîmettir bû lê ev qas dê têra bilêta keştiya ku ji Hong Kongê diçû Macauyê bikira. Lewra di agahîya ku  min xwendibû de nivîsîbû ku bilêtek bi 254 dolarên Hong Kongê ye. Di xala pişkinîna pasaportê re û piştre di xaleke dî a pişkînîna ser min û alavan wek a deriyê pêşî re derbas bûm. Êdî tenê mabû ku li balafirê siwar bibim. Derbasbûna di ewqas xalan û kontrolan re bêhna mirov teng dike. Ez fikirîm ku di nav hemû welatên ku heta wê gavê li wan geriyabûm de ya ku tevdîrên ewlehiyê herî zêde lê dihat şidandin Tirkiye bû. Endamên ewlekariyê ên bi çek, çi ên sivîl çi ên bi unîforme, ên li derdora balafirgehê , xalên kontrolê ên li stesyonên metroyan, ev gişt li aliyekî, nava balafirgehê bi xwe gelek tiştan dixwaze heta ku mirov derbas dibe. Li balafirgeha Stenbolê ji we dixwazin ku hûn kompîterên xwe jî ji çente derxin (li a Diyarbekirê tew dixwazin ku hûn kompîtera xwe li ber çavên wan bişixulînin jî.) Tê bîra min li hin balafirgehên Ewropayê heta ciyê siwarbûna balafirê jixwe kesî nedigot tu kî yî yan diçî kû jî.

Li beşê dawî ê bendemanê li restoranekê rûniştim û min spagettiyeke bi bacan û penêr, û bîrayek xwest. Hemin ku gelekî berî wextê xwe hatibûm, êdî dora wê bû ku hinekî jî rawestim û tahma termînalê derxim. Berê min wiha ji termînalên otobêsan hez dikir, sebra min lê dihat ku li wir li mirovan temaşe bikim. Bawer im riya min cardî bi otogaran keve ez ê hînê jî ji wan hez bikim. Di rêwîtiyan de bendeman, rawestgeh, galeriyeke xweş a mirovan û hestan pêşkêş dikin. Herçî balafirgeh in, bergeha wê koma mirovan zengîntir dikin, texlîd û celebên dîtir li komên bêtir lokal ên termînalên otobêsan zêde dikin. Ji çarşefan, kirasan, kum û koloz û şepqeyan heta bi şort û bluejeans û dehmenên kurt cil û bergên têvel ên cîhanê, digel deng û gotinên xerîb ên ji ziman û erdnîgariyên têvel li wê salonê li nav hev dikevin. Balafirgeh bi daşir, cafe, restoran û buro û servîsên xwe yên dîtir zimanekî hevbeş ji vê koma cihêreng re saz dike. Heçku karmendên fîrmayan, endamên ewlehiya medenî, îşaret û rêk û jûrên li nava wê salona mezin hemû hayîdar in ku ew cîbicîkerên lingua francayekî ne li ser van hemû zaravayên têvel ên li wir digihêjin hev û li bin guhê hev dikevin. Mirov kêliyekê bextewar dibe ku parçeyekî vê kozmosê ye ku di nav liv û bizaveke bê sekin de misêwa digere. Heçku balafirgeh ji hemû cure termînal û stesyonên dî bêtir kariye zimanekî dîplomatîk, rêzan û isûleke nermiktir bide vê qelebalixa rengîn û vê tevgera boş.

Spagettî û bîraya min xelas bû pê ve xilmaşiyek bi ser min de hat. Nîvê şevê derbas bûbû, em ketibûn roja înê. Ji ciyê xwe rabûm û li deriyê balafira xwe geriyam. Di korîdorên dûr û dirêj re meşiyam lê nedigihaştim derî. Mirov ji mezinahiya balafirgehê û qelebalixiya wê saetê şaş dima. Wê hisa bexîl a ku carina berî hin tiştan serê xwe yê bêyom di nav dilê mirov re derdixe, tevziyeke piço piço li navcanê min belav kir û min got dê di vê rêwîtiyê de astengiyek li ber min derkeve û ez ê nikaribim biçim Macauyê. Jixwe navê wê jî pirr rasteqîn xuya nedikir. Deriyê balafira min, ji bextê min î tahl wek her car re, li dawiya korîdorên ku dawiya wan nedihat bû. Di nav qelebalixa mirovan a ku hema bibêje li wê rastê erd û kursî tev dagirtibûn de min ciyekî vala dît û rûniştim. Min kitêba Ernest Hemingway a ku piştî mirina wî çap bûbû, A Moveable Feast, bi xwe re anîbû, min ew derxist.Kurê wî di pêşgotinê de hinekî behsa vê berhemê û şêwaza wê dikir ku bavê wî li ser bîranînên xwe yên di salên 1920î ên li Parîsê de nivîsîbû û hînê neşiyabû navekî li kitêbê bike, xwe kuştibû.

Bîstikeke dî gava teqlek li qelebalixa rûniştî ket û ji ciyê xwe rabûn, min jî kitêb girt û berê xwe da ber derî. Pêşî dihiştin ku ên business class û sefên dî derbas bibin, lewma ez şûn de rûniştim ciyê xwe û min li qelebalixa ku kiribû inyad û rûnedinişt û rêza wan heta nîvê salonê diçû temaşe kir. Di piyên her kesî de solên sîporê hebûn, min mêrek bi qondere yan jinek bi solên bi kabik nedît. Hemû rihet û bêxem dixuyan, wek hawê derketibûn derve sîpora xwe ya êvarî kiribûn û niha vedigeriyan malê. Lê ê min hîn jî dilê min bi waswas bû. Ruxsarên mirovên li wê derê çiqas ji hev cuda bûn; min dikir nedikir nedişiyam wan bişibînim hev. Lê ji min werr hestên mirovan, li kû dibin ji kûdibin bila bibin, pirr dişibiyan hev û ji xwe huner û edebiyat jî bi vî awayî digihişt qorziyên dûr ên cîhanê û xitabî her kesî dikir. Ez şaş mam ku wan hestên hevbeş, wekhev, çawa bûbûn xwedî ewqas rû û rûçikên ji hev cihê. Belkî bela çavên min bûn, ên ku bêhnikekê ji ber xilmaşiya şevê û ji ber waswasa dilê min bûbûn xerîbê dinyayê.

Qasek şûnde ez jî bi nav wê qelebalixa jipiyan ketim û di kontrola dawî a bilêtan re derbasî hundirê balafirê bûm.Min ekrana piçûk a li pişta paldanka ber xwe vekir û li lîsteya wan a filîman niherî. Çavê min li filîmekî, La La Land, ket ku çendê hanê navê wî di xelatên Oscarê de derbas bûbû. Berê, dema xwendekar bûm, di rêwîtiyên otobêsê de filîmên G.R. Şavata ên wek Sînor ûDoz yan hin filîmên aksiyonê ên Asyaya Dûr di televizyonên otobêsan de vedikirin û mirov her tim neçar dima li wan temaşe bikira heke xewê bi zorê palikên çavan neaniya xwar. Te bigota ez diwalkmanê de kaseteke muzîkê ji xwe re guhdarî bikim jî bêfêde bû, tenê te dê lehiya dengan a li ser guhên xwe zêde bikira. Şavata di filîmên xwe de dibû lehengekî tirtire bêyî ku mirov jê bawer bike yan hijmetkar bimîne, şervanekî ji rojhilata dûr di ser seyare, banên xaniyan, pencereyên avahiyên ticaretê re vir de wir de dipekiya û wek bayê dest û lingên xwe dihejandin û dadiweşandin kesên li hemberî xwe.

Piştî ku anonsên hundirê balafirê qediyan û balafir bi hewa ket, min wî filîmê hanê hilbijart û guhik xistin guhê xwe. Lê hînê 25 deqe ji filîm derbas nebûbûn, tayê xav ê navbera min û filîm qetiya û nema çavên min vedibûn. Wê deng û qelebalixiya otobêsên berê jî tine bû ku nehişta di xew re herim. Min guhik bi şûnde ji guhên xwe derxistin û hişt ku perdeya xewê bi temamî bi ser min de wer bibe. Pîlotê me pêşbînî kiribû ku rêwîtiya me ya li esman heşt saet û pêncî deqeyî dirêj bike. Min karibû vê wextê giştî razêm, eger turbulansa ku bi gumana wan dê li ser Hindistanê û Çînê hebikî hebûya, ez hişyar nekirama. Min çavên xwe dan hev û xatir ji Stenbol xwest.De bila Boeing 777a me di ser Îran, Pakistan, Bakurê Hindistanê, Burma, Başûrê Çînê û Hong Kongê re bifiriya û xurek li cîhana giroverik bixistaya.

HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply