Qalikên guzan navêjin mifayên mezin têde hene

Guzan taybetîya xwe li ba xelkê hene, ji berku jibilî tama wan ya xweş guzan gelek mifayên saxlemîyê jî ji bo leşê mirovî hene, hindek caran ev kaklên guzan ji bo çêkirina tehînê û dohnî dihatin bikaranîn, dîsan wek derman ji bo çareserîya hindek nexweşîyan jî guzan mifayê xwe heye.

Li gorî lêkolînên zanistî guzan gelek mifa hene ji berku bi gelek vîtamîn û kerseteyên mifadar ya dewlemende wekî ( Dohnê omêga sê, omêga şeş, keresteyên kalsîyûm, asin, çînko, fosfor, vîtamîn A, B1, B2, B6 û vîtamîn C..)têda hene, ev vîtamîn û dohn û kereste di kakilên guzan da hene û sereray mifayê wan tameka xweş heye, tiştê balkêş û ecêb ewe qalikên guzan jî mifa û taybetîyên xwe hene û gelek caran wekî dermanên xwezayî tên bikaranîn, lê jberku tama wan ya nexweşe û nayên xwarin lewra ev tîvil û qalikên guzan dihatin avêtin û nebûne cihê gringî pêdana mirovan.

Mfayên qalikên guzan evin:

* Li demê zivistanê û sermayê qalikên guzan ji bo nexweşîyên sermayê yên wekî persîv û kuxikê taybet pir bi mifaye, ew jî eger qalikên guzan bêne şûştin û kelandin û paşê ava wan bê vexwarin, dê mifayekî taybet ji bo van nexweşîyan hebe.

* Dîsan her ev ava guzan ji bo nehêlana kurmên dinav rovîkan da mifayekê mezin heye û rêgirîya çêbûna wan dinav rovîkan da dike.

* Herwesa ava guzan ji bo nexweşîya şekir jî başe ji berku bi gelek madeyên mifadar ya dewlemende.

* Dîsan ava guzan ji bo pirçê mifa û taybetîya xwe heye, eger berdewam pirç bi wê avê bê şûştin dê muyên pirçê bihêztir bin û nahêle davên spî di nav pirçê zêde bibin anku rêgirîyê li weryan û spîbûna pirçê dike.

* Tiştê herî giring ya ava guzan mifayekê mezin ji bo paqijkirin û bêzkirina diranan heye, bi taybetî ji bo paqijkirin û nehêlana kilsê diranan, ji bo vê çendê jî pêwîste 40 gramên qalikîn guzan dugel glaseka avê bo demê 20 xolekan bên kelandin, paşê wê avê bi sefîne û rojê sê caran bi wê avê dirananên xwe bişu û firçe bike.

Waar Media

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply