Sê Şert

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Pîrekek û kurê wê hebûn. Gelekî xîzan bûn. Rojekê kurik ji bo ku masiya ji xwe re bigrê derdikevê ber deryayê. Şewka xwe tavêje avê. Kêlikêk duvre kosiyek dikeve şewka wî. Kosî diavêje avê. Carek dî şewka xwe tavêjê deryayê. Dîsa kosiyek dikevê şewka wî. Kurik ji bêçaretî dirajê kosî û tê malê. Wê şev birçî dirazin. Nivê şevê kosî ji qaqilkê xwe derdikeve û ji dê û kur re goşt û birincê çêdike. Dê û kur dema ku serê sibehê şiyardibin dibînin ku li ser sifra wan goşt û birinc heye. Şaşdibin. Ev tişt gelekî li xerîbiya wan diçe. Difikirin ku cîranê wan anîbe. Ji birçîbûna dikevine ser xwarinê.

Kurik dema şewka xwe tamîrdikir kêr li destê xwe xist. Bi şev ji êşa birîna xwe neraza. Dinav livîna xwe da çû û hat. Çavê wî li kosî ket. Ji kosî were kurik razaye. Kosî bi hedîka ji nav qaqilkê xwe derket. Dîsa goşt û birinc ji dê û kur re çêkir. Kurik bi çavekî sosret li kosî dimeyzand. Dema ku karê kosî qediya çû ber bi qaqilkê xwe ve. Wê demê kurik rabû ew girt. Dema ku kurik ew girt kosî bu keçikeke xweşik. Ji bedew buna wê kurik şaş û maş bû. Keçikê ji kurik xwest ku wê berde lê kurik ew berneda. Keçikê got:

– Ez cara pêşî qismetê te bûm lê te ez avetim deryayê. Ku ez cara duduyan neketiba me şewka te, te ez nedianîm mala xwe.

Lê kurik keçika rind berneda û heman demê de dilketiye de.

Rojekê kurik û keçik bi hev re li nav bajar digerin. Wê kelîkê mîrê bajar li nav bazarê digere û keçika xweşik dibîne û dildikeve wê. Bi darê zorê keçikê ji kurik distêne. Dema keçik liberxwe didê û kurik jî serîhildide mîr keçikê dide kurik û ji kurik dixwaze ku sê şartê ku mîr jê bixwazê benê cêh. Mîr dibêje:

– Sê şertê min hene. Ger tu van şerta bi cêh bênê ezê keçike bidim te. Lê ger tu şertên min neyêne biceh ezê te bikujim.

Kurik ji neçarî xwestina mîr qebûl dike. Mîr şertê xwe ê yekemîn dibêje:

– Tê beroşek savar bînê, wê gelê bajar jê bixwe lê divê savara di beroşê de xilasnebe.

Kurik bi girî tê malê şertê mîr ji keçikê re dibêje. Keçik jê re dibêje:

– Negrî, her ber deryayê. Devê xwe bixe nav avê û bibêje; ‘Xwişka Perîxan xwişka Perîxan, tu beroşê bide min, mevanê min hene ezê ji wa re savarê çebikim’.

Kurik çu ber deryayê. Tiştê ku keçikê jê re gotibûn yek bi yek anîn ceh. Kelîk şunde beroşek tiji savar ji nav avê derket berave. Kurik raşte beroşê û çu qesra mîr. Bajarî hemû hatin jê xwerin lê savara di beroşê de xilasnebû. Mîr şaşma. Duvre şertê xwe ê duduyan got:

– Te tiriyekî bînê, yê gelê bajer jê bixwe lê divê tiriye te xelasnebe.

Kurik tê malê gotinên mîr ji keçikêre dibêje. Keçik jê re dibêje:

– Dîsa her ber deryayê. Bibêje; ‘Xwişka Perîxan xwişka Perîxan, tireh bide min mevanê min hene’.

Kurik çû ber deryayê. Tiştê ku keçikê jê re gotibûn yek bi yek anîn ceh. Kelîkek şunde weşiyek tirî ji deryayê hat beravê. Kurik raşte tireh û çu qesra mîr. Gelê bajar hatin ji tireh xwarin lê tireh xilasnebû. Mîr dîsa şaş ma. Ve carê mîr şertê xwe ê seyemîn got:

– Tê zarokekî sê rojî bînê, ezê bangî wî kim. Ger bersiva min bide ezê te bibexşinim. An ezê te bikujim û ezê keçikê ji xwe re bînim.

Kurik tê malê ji keçikê re şertê mîr ê sîsiyan dibêje. Keçik jê re dibêje:

-Dîsa her ber deryayê. Bibêje ‘Xwişka Perîxan xwişka Perîxan, zarokek sê rojî bide min, min beriya zaroka kiriye.’

Kurik çû ber deryayê. Tiştê ku keçikê jê re gotibûn yek bi yek anîn ceh. Kelîk şunde zarokek sê rojî ji nava avê derkete beravê. Kurik raşte zaroka sê salî û çu qesra mîr. Mîr bangî zaroka di pêçekê de kir. Zarok got:

– Çiye lo, çiye lo…

Mîr pirsî:

– Te çi dîtiye çi nedîtiye?

Zarok got:

– Kuçikek dît ku tiriya xwe li ser serê xwe kom dike lê min nedîtiye ku mîrekî jina xîzanekî jê standiye.

Dema zarok vê dibêje mîr şaş dibê û xeletiya xwe ya li hember kurik û keçikê femdike. Kurik dibexşîne. Daweteke wa çedike. Bi dahol û zirnê. Keçik û kurik dibin bûk û zava zarok jî dibe zaroka wan.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply