Di Çîrokên Baran û Şarman de wek Derfeteke Vegêranê; Mîzah

Hê jî nehatiye piştrastkirin ka piştî mirinê jiyaneke dîtir heye an na. Lê mirin mîna rastiyeke hişk û birind li benda me ye. Û çawa ku Henri Bergson jî gotiye yekane bûnewerê hay ji vê aqubetê (mirin) heye însan e. Heke em qirdikên (meymûn) beyî sedem dikenin nehesibînin yekane bûnewerê dikene dîsa însan e.

Tevî ku yekane bûnewerê hay ji mirinê heye însan e, ya ku însên dike yekana bûnewerê ku dikene çi ye? Heke ev paradoksek be, vê paradoksê çi xwedî dike? Wer xuya ye Sulhî Dölek [1] beriya me li bersiva vê pirsê geriyaye û wiha gotiye di nivîsa xwe ya bi navê ‘Gülmece ve Öykü” de; “Çima ku em însan ji axira xwe ya jêneger (mirin) haydar in lowma serê xwe bi qewîmînên derûdorê re dêşînin. Kenê me jî ji ber wê hayjêbûnê ye.” Li gor Dölek, însanê ku dizane wê rojekê bimire bi hin hewldanên xwe dixwaze jiyana xwe manedar û navê xwe jî mayînde bike. Ji wan hewldanan yek serêşandina li ser qewîmînên derûdorê ye ku pê navê însên mayînde dibe û ya din jî ken e ku jiyanê manedar dike. Ji bo jiyaneke ‘manedar’ hewcedariya ken li hêlekê, lê yên ku bi çavê ken(andinê) li mîzahê dinêrin?

Gelo yekane peywira mîzahê ken(andin) e hema wexta ku navê mîzahê tê hilanîn bişirîneke mizur li ser lêvan dibişkive?

Baş e, heke ken manedarkirina jiyanê be û yekane armanca mîzahê ken be, nexwe çima di hemû serdeman de navûnotikên hezar tewrî bi dû mîzahê xistine û bi çavê ‘sivik’iyê li mîzahê nêrîne? Tenê bi çavê kenandinê li mîzahê nêrîn bixwe jî biçûkxistina mîzahê wêdetir ne tiştekî din e. Lê nakokî ew e, yên ev navûnotik li dû mîzahê xistine jî heman kes in û yên ku bi çavê kenandinê li mîzahê nêrîne jî… Kesek, komek, girseyek çawa û çima tiştekî ku wan dikenîne, jiyana wan (qaşo) manedar dike biçûk bixe?

Bêguman ew hewldanên ku mîzah û pê re jî ‘çîroka mîzahî’ nexistine nav qada hûnerê û çîroka mîzahî ji edebiyatê veqetandine jî ji heman ferasata li jor xwedî dibe. Li hember vê fikra ku ji hêla muqtedîrên serdemê ve dihat piştomizdan, dengekî lawaz jî hebû; “mîzah bi serê xwe hûnerek e û çîroka mîzahî tew hûnera hûnerê ye…” [2] Mîzah bi serê xwe dibe hunerek be lê karê çîroknûsên mîzahwer dikin gelo ji mîzahê jî wêdetir tiştekî din e? Ji ber ku têgeheke wek ‘çîroknûsiyê/nivîskariyê’ jî bi têgeha ‘mîzahê’ ve hatiye dûritin, gelo nivîskarên mîzahwer dikevin bin du baran? Bira jî him barê afirandina çîrokeke baş û him jî yê mîzaheke qenc li ser pişta çîroknûsên mîzahî ye?

Li şûna ku em bersivekê bidin van pirsan, emê di pencereya du pirtûkên ku (A Baş[3] a Bahoz Baran û Pirça Winda[4] ya Mihemed Şarman) mîzahî hatine nivîsîn re li mijarê binêrin bê ka nivîskarên van berheman nêzikatiyeke çawa bi ‘çîrok’, ‘mîzah’ û ‘çîroka mîzahî’ re danîne.

Heke hewce bi pênasekirina mîzahê hebe, ji ber ku pênasekirin hinekî jî bi pirsên li jor hatine pirsîn ve girêdayî ye û ji ber ku pirsên li jor wê li gor nêzitêdayîna nivîskaran bên dayîn, pênasekirina mîzahê jî wê li gor nêzîktêdayîna nivîskaran, jixweber derkeve holê. An nexwe pênasekirin ewqas jî ne tiştekî zehmet e; “Ji Zoşçenkoyê ku bi çîrokên xwe meriv ji kenan lal dike bigirin heta Rıfat Ilgazê ku ji êşan ken parzûniye, bi sedan pênaseyên mîzahê hene.”[5] Û bi ser de Haşek, Guareschi, Thurber, Pirandello, Mrozek, Saki, Azîz Nesin, Hasan Hüseyin Korkmazgil, Muzaffer İzgü… Di vê lîsteyê de ku dûvdirêj dibe û dihere, em ê pênaseya kîjan mîzahwerî esas bigirin ji bo çîroka mîzahî? Ji ber ku wek çawa mizaha civakeke rasyonalist (sermeseleyê civaka Amerikayê) û civakeke mîstîk (sermeselê civaka Hindî) li hev nake, her wiha têgêhiştina kesan a mîzahê jî li hev nake. Lowma kesên navborî yên li jor her yek ji aliyê xwe ve nêzîkî mîzahê bûne û lowma ewçend pênaseyên mîzahê derketine.

Biqasî ku em ji çîrokan têdigêhijin gelek cudahiyên Bahoz Baran û Mihemed Şarman hene ji aliyê nêziktêdayina mîzahê ve. Lê aliyên wan ê hevpar jî ne kêm in. Ji wan aliyên hevpar belkî jî yê herî hêjayî gotinê; her du jî di çîrokên xwe de wek derfeteke vegêranê (vegotin) nêzikî mîzahê bûne. Wekî ku li jorê hinekî hat qal kirin, bi kurtahî du fikrên sereke hene di nêziktêdayîna ‘çîroka mîzahî’ de; ji wan yek îdîa dike, rêpîvana başî û xerabiya çîroka mîzahî çawaniya çîrokê ye. Şopdarên vê rêyê li ser wê fikre ne ku çîrok bi kîjan lênêhirtinê tê nivîsîn bila be, yekane rêpîvan; rê û rêbazên edebî ne. Ev fikir çîrokeke baş ku bi mîzaheke xirab hatiye nivîsîn çawa dinirxîne ne diyar e. Li gorî fikra dîtir jî rêpîvan pêkanîna mîzaheke qenc e. Ji ber ku li gor vê fikre, yekane armanca mîzahê kenandin e lowma jî kesê ku bi vê rêyê rabûye divê ji vê armancê şaş nebe. Ev armanc –mîzah- çiqas baş pêk hatibe çîrok jî di wê astê de serkeftî tê qebulkirin. Yên ku wek rêyeke sêyemîn -sermeselê Poe- herdu hokeran dikin bar û didin ser pişta çîroknûsên mîzahî jî hene.

Çîrokên Baran û Şarman bi me didin xuyakirin, wan bi ya Poe kiriye û herdu hoker dane ser pişta xwe lê bi cudahiyeke xwe jî jê veqetiyane. Wan hemû barê ku ji bo çîrokeke têkûz hewce ye dane ser pişta xwe, bi ser de barê mîzahê jî dane ser pişta xwe lê ne bi têgêhiştina Poe ku mîzahê bi çîrokê ve dizeliqîne, navika wan bi hev re dibire û hema bêje bi navê ‘çîroka mîzahî’ cureyeke din li edebiyatê zêde dike… Baran û Şarman mîzah ji çîrokê veqetandine û mîzah di çîrokê de wek derfeteke vegêranê bi kar anîne. Ango çîrokeke di eslê xwe de dilsoj tew carinan rewşeke trajîk bi zimanê xwe yê mîzahî nivîsîne. Çi ku wexta em li çîrokên wan dinêrin mijarên çîrokan di eslê xwe de ne mijarên ‘komîk’ in û yekane armanca wan ne kenandin e. Sermeselê çîroka “Lawikê Metînî” a Şarman ku li ser bêstatûya kurdan hatiye lê kirin, di bingeha xwe de mijareke trajîk e. Ew çîrok bi zimanekî din bihata nivîsîn teqez wê çîrokeke din jê derketa. Dîsa di çîroka “Varrika Şerî” de, Baran berê me dide gundên hatine şewitandin. Ev mijara têra xwe dilsoj bi rêya wî zimanê aîdê nivîskêr, bûye çîrokeke mîzahî. Lowma jî kirasê ku Ferît Öngören[6] li çîrokên mîzahî fesilandî bêhtir li bejna çîrokên Baran û Şarman tê; “bingeha çîroka mîzahî xwe dispêre kurteçîrokê û her jê xwedî bûye. Îro bi qasî ku karîkatûr ji wêneyê bi dûr ketiye, çîroka mîzahî ji kurteçîrokê bi dûr neketiye, jê veneqetiye û nebûye cûreyeke xweser a edebî. A rast ji çîroka mîzahî jî ev nayê payîn. Lewre çîroka mizahî bi xwe, ne xwediyê formeke mîzahî ye lê di forma kurteçîrokê de ye.”

Nexwe ji bo rê li ber şaşîtiyan bê girtin; di nirxandina van çîrokan de ‘çîrok’ û ‘mîzah’ wê ji hev bên veqetandin. Çîrok li gor krîterên çîroknûsiyê; mizah jî wek zimanê ku çîrok pê hatiye nivîsîn wê bê nirxandin. Lewre çîrok ji gelek taybetiyan pêk tê (ziman, atmosfer, honak, mekan, bûyer, qarekter…) û ziman ji wan taybetiyan tenê hokerek e. Ji bo A Baş û Pirça Winda, ev lênêhirtin wê nêziktêdayîneke dûrîsttir be. Ji ber ku çîrok gerdûneke zimanan e û her du nivîskaran wek zimanê vegêranê mîzah ji xwe re bijartine. Lewre heke çîrok dinya be ziman pencera wê dinyayê ye. Ev pencere (ziman) dibe zimanê xwerû yê rasteqîniyê be û xwîner bi rasteqîniya hişkûbirind rapêçe, dibe zimanê xewnê be û xwîner bibe diyarê xewnekê…

Baran û Şarmanê ku wek zimanê vegêranê mîzah hilbijartine, esas ji me re çîrokeke ku em pê dizanin vedibêjin. Çîrokeke ku bi zimanekî din jî dikaribû bihata nivîsîn. Bûyereke têra xwe trajik, bêyî ku trajikiya xwe wenda bike vê carê di kirasê mîzahê de derketiye pêşiya me. Ew trajedî di paşxaneya çîrokê de hê jî xuya ye, çîroknûsan ew trajedî ji nedînî ve nehatine, bi gotineke gelêrî pûş bi ser de neanîne ku em wê nebînin û mesele berovajî nekirine. Çîrok heman çîrok e ku em pê dizanin; gundşewitandin e, bêstatûbûn e, bêrî ye, bindestî ye, pênaberî ye, terkeserî ye, bextewarî ye, xemsarî ye…

Lê heke hewce berawirdkirinekê hebe, ev xisûsiyet di çîrokên Şarman de bêhtir xwe dide nimandin. Her çiqas Baran jî bi vê nêzikahiyê têkilî bi mîzahê re danîbe jî –bi qasî ku ji çîrokan tê dîtin- ev xisûsiyet bi qasî çîrokên Şarman ne aşkere ye. Gelek sebebên vê cûdahiyê dibe hebin; dibe ev bi jêhatîbûna Şarman a di derbarê bikaranîna zimanê mîzahî re eleqadar be. Belkî jî ji ber ku Baran bêhtir li ser xeta zirav a di navbera îronî û mîzahê de meşiyaye lowma rê li ber têgêhiştineke wiha vekiribe. Heke xebatek li ser îroniyê bihata kirin belkî jî tiştên dijberî gotinên li jor bihatana gotin. Lewre wek Necîp Tosun jî dibêje îronî, pesinandin û rexnekirina sergirtî ye.[7] Lowma jî Baran xêra vê îroniya ku gotinên xwe hinekî nixumandine xwe ji bertekên muhtemel ên rexne lê tên kirin, parastiye û bertek bi vî hawî îzole kirine.

Di bingeha vê cudahiyê de kîjan îhtîmal radimede nayê zanîn lê sedema vê cudahiyê çi jî be, ev cudahiya Baran û Şarman, gotina me ya li jor piştrast dike ku di derheq mijarekê de têgêhiştina her kesekî –di xalên wan ên hevpar de jî- dibe ne wek hev be. Dibe li gor Baran mîzaha baş ew be ku mîzah ne ripûrût be lê bi îroneyekê were nixûmandin.

Bi vê cudahî/hevpariyê ve girêdayî, bi awayekî jixweber armanca wan a mîzahê jî teşe girtiye. Şarman, wek çawa bi mijara çîrokên xwe aşkere kiriye ku mijarên wî ne komîk in lê wî mîzahî nivîsiye, wisa jî beloq daye xuyakirin ku armanca wî ji kenandinê bêhtir rexnekirin, fikirandin û balkişandina ser absurdiyan e. Baranê ku ji aliyê mijara çîrokan ve helwesta xwe aşkere nekirî/nexwestî aşkere bike, di armancê de helwesta xwe aşkere kiriye ku (yekane) armanca wî jî ne kenandin e û absurdiyên civakê, yên kesan, yên muqtedîran yeko yeko hilçandine û dane ber me. Û wî jî wek Şerman helwesta xwe û pê re jî aliyê xwe, bi wêrekî diyar kiriye.

Aliyê xwe diyarkirin, ji bo kesekî –îllam jî ew kes nivîskar be- hin xetereyan jî bi xwe re tîne; ji hêla aliyê din ê civakê ve şermezarkirin… Lê Baran û Şarman wek her mîzahwerî ji vê metirsiyê derbas bûne û ji her du aliyên dijî hev ên civakê re gotine ‘ez ji aliyê din im.’ Di têkiliya serdestî û bindestiyê de aliyê xwe bi dengekî zelal aşkere kirine ku ew li dijî serdestan berdevkê bindestan e. Di vê pevgirêdanê de çîrokên Baran; “Gora Xalê Cindî” “Belawela” “Mikurhatinek” “Çi Dike” “Mala Hanê” û çîrokên Şarman ên bi navê; “Axaftina Nobelê, Çiçino” “Lawikê Metînî” “Serpêhatiyên Ferîştehekî Nerihet” hêjayî navhilanînê ne ku tercîha xwe di hêla ‘ez ji aliyê din im’ ve danîne. Wexta ku tercîha xwe danîne tevî ku ji hêla mijara çîrokan ve ji heman valahî û absurdiyên civakê xwedî bûne, lênêhirtina wan a çîroknûsiyê ferqeke pir mezin xistiye navbera çîrokên wan. Baran bi lênehirtina çavdêriyê; Şarman bi lênêhirtina Yezdanî nêzikî mijaran bûne. Her lênêhirtin di nava xwe de xwedî hin awantaj û dezawantajan e. Ji ber ku nakeve bergeha vê nivîsê em ê cureyên lênêhirtinan, taybetiyên wan, awantaj û dezawantajên wan deynin hêlekê û biqasî ku bi vê nivîsê re eleqadar e tenê li ser hin aliyên du lênêhirtinan (yezdanî û çavdêrî) bisekinin. Her çiqas herdu çîroknûsan bi zimanê kesê sêyem nivîsî be jî, di Lênêhirtina Yezdanî de -wek ji navê wê jî diyar e- nivîskar wek yezdanekî li jor rûdine, haya wî ji her tiştî û ji her demê heye. Xwediyê Lênêhirtina Yezdanî ji dema borî, dema niha û dema bê haydar e. Tiştên ku ji xwe berê pê dizane ji me re vedibêje. Lê pêzanîn û bergeha Lênêhirtina Çavdêrî ku ew jî bi zimanê kesê sêyemîn tê nivîsîn ne biqasî Lênêhirtina Yezdanî lê bi qasî çavdêriyên wî berfireh e. Derdorê raçav dike û çavdêriyên xwe neqlî me dike. Di derheq paşeroj û pêşorojê de xwediyê fikrekî dorsînorkirî ye. Tenê dibîne û dibêje, dibihîze û dibêje… Ew bi xwe jî di nava bûyerê de ye ku ew raçav dike û heman bûyerê dijî.

Wekî ku li jor jî hat gotin, her lênêhirtinek hin awantaj û dezawantajan bi xwe re tîne û tu lênêhirtinek ji ya din ne mezintir û ne serketîtir e. Lowma nivîskar azad e û bi kîjan zimanî, bi kîjan lênêhirtinê binivîse ew pê dizane. Yekane krîter ew e ku zimanê nivîskar û lênêhirtina wî li hev bikin. Di vê pevgirêdanê de, lênêhirtina Şarman (yezdanî), ji bo vî zimanî (mîzahî) handîkapek jê re derxistiye. Şarmanê bi Lênêhirtina Yezdanî nivîsiye, xwe ji hemû tiştên ku kiriye mijara mîzahê daye alî. Vê jî kiriye rexneya wî ji jiyanê re ku ji xwe ji rexneyê û mîzahê aciz, girantir û antipatîktir xuya bike. Çîroka Şarman a bi navê Çiçino, ji bo şênberkirina gotinên li jor mînakeke baş e. Çiçino herçiqas di çîrokê de bi zimanê kesê yekem biaxive jî mişkekî zîrek, baqil û şîretker e. Tim gilî û gazina mişkên din ên ‘bêhiş’ û ‘ehmaq’ li xwendevên dike. Dixwaze bi xwendevên bide qebûl kirin ku ew dike û nake şor nakevin serê hevalên wî yên serhişk, tim li dû xurefeyên olî û paradîgmayên pûç ên sîyasî dikevin.

Ji ber hin xisûsiyetên ku li jêr hatine jimartin, mîzaha ku ji xwe jiyan, civak, muqtedîr, kes, em (bi kurtahî kesê ku rexne lê tê kirin) jê aciz e, dema bi vê lênêhirtinê tê nivîsîn yekcar kesê ku rexne lê tên kirin aciz dike. Baranê bi kesê sêyem lê bi Lênêhirtina Çavdêriyê nivîsiye xwe ji vê handîkapê xilas kiriye. Çi ku wî, bêyî xwe ji absurdûyên civakê bide alî nivîsiye. Nexwe ji hêla mesajdayînê ve heman mesaj hatiye dayîn. Ku mebest rexnekirin be heman rexne hatiye kirin û ku balkişandin be heman balkişandin e. Lê Baranê ku bi rêya îroniyê gotina xwe hinekî nixumandiye û bertek îzole kirine, di lênêhirtinê de jî bi heman hesasiyetê rabûye û bi vê lênêhirtinê bertek hinekî din îzole kirine.

Li ser meseleya hemaniya rexneyan û cudahiya lênêhirtinê, çîroka Baran “Mikurhatinek” û çîroka Şarman “Axaftina Nobelê” balkêş e. Tew dikare bibe mijara berawirdkirina du çîrokan jî. Her du nivîskaran jî destpêka nivîskariya kurdî ji çîroka xwe re kirine mijar. Kelecana çapkirina çîrokan, şevên bêxew, hêviyên navdarbûyînê, xeyalên rê li ber xitimîna edebiyatê vekirinê û xelata nobelê… û di encamê de (di gel ewqas zor û zehmetiyên nivîsandinê) hêvîşikestinên mezin, nêziktêdayîna hevpar a her du nivîsakaran e. Lê tenê bi cuhahiyekê; lênêrtina wan… Bila ev neyê wê maneyê ku em lênêhirtineke dîtir ji nivîskar re pêşniyar dikin an jî jê jî xirabtir li ser ferz dikin, na. Ev tercîha wî ye û ferzkirin an jî pêşniyarkirin ne hadê kesî ye. Ya me tenê tespîtek e. Belkî jî ji ber ku nivîskar –li gor xwe- bi rastiya gotinên xwe bawer e lowma bi zanebûn ev lênêhirtin tercîh kiriye, ji ber ku yek ji xisûseyetên vê lênêhirtinê ew e ku vebêjêr bi gotinên xwe bawer e. Sedem çi jî be Mehmet Ali Aydemîr neheq negotiye “di pevgirêdana çîroka mîzahwerî de rêyeke dijwar li ber mîzahwer e.” [8] Helbet nivîskarên wêrek ku bi şêwaza xwe, him absûrdiyên civakê, him çewtiyên muqtedîran rexne dikin û xwe jê nadin paş hene. Lê di bin rexneya mîzahwer de rexneyeke ‘tûj’ ku bi zîrekiyê hatiye nixumandin heye. “Ku ji Cesîm were wê di nav şeqên jina xwe de jî ceh, genim, nok biçîne.” (Şarman, r.70) Ji bo danasîna qarekterekî çikûs û rexnekirina çikûsiyê hevokek encax ewqas bi zîrekî tê saz kirin. “Dîsa Pênûseke ji qameta wî mezintir di destê wî de bû û li der û dora xwe dinihêrî.” (Baran, r.19) ji bo danasîna nivîskarekî nûgihayî û destpêka nivîskariyeke ku bendewariyên ji qama xwe mezintir jê tê payîn, taswîrîke wiha ne zîrekî be nexwe çi ye? Ji ber ku rexne bi zîrekiyeke tinazî hatiye nixumandin him bandora wê zêdetir bûye, him jî ji ber ku rexne ne beloq e jiyan, muqtedîr, civak kesê ku rexne lê hatiye kirin bêhtir diêşîne. Aciz dibin ku çima nivîskar wan dide pey xwe, li gêdûk û neqeban digerîne lê rexneya xwe aşkere nake. Ji ber wê, li welatên pêşketî sîyasetmedar û muqtedîran tim hay ji xwe hene ku nekevin devê mîzahweran. Herî zêde jî rexneya wan a di toneke ‘tinazî’ de muxatabê xwe diêşîne û dike ku hay ji xwe hebin. Ji ber ku “hîqehîq (kahkaha) ji cezayên edliyeyê bandortir e.”[9] Ji ber ku hema bêje li hemû netewan –kêm zêde- navê din ê pêkenînê, hetikîn e û tirsa pêkenînê (hetikînê) dike ku însan dev ji gelek tiştên xirab ên di serê xwe de disêwirîne berde. Lewre mirov carinan ji cirm û cezayên ku li edliyê tên birrîn natirse bi qasî ku hetikînê ditirse. Lewre bandora cezayên civakî hercar ji yên fermî zêdetir in. Heke wiha be, civakên ku bi çavê qirdikiyê an jî jê jî xirabtir bi çavê bêexlaqiyê li mizahê û mîzahweran dinêrin divê zanibin ku hebûna mîzahê ne bêexlaqî lê parastina exlaqê bi xwe ye. Şîreta Şêx Sadî jî tam di vê derbarê de jixwe; “Gava ku hûn xirabiyan derxin meydana tezyîfê”[10] hûnê başiyê bidin hîn kirin. Wer xuya ye, Yewnanî jî li ser wê fikrê bûne ku li ser dîwarên şanoyên xwe wiha nivîsîne; “Em li vir, xirabiyan bi ken ceza dikin!”

Jêderka din a mîzaha Baran û Şarman valahî û absûrdiyên civakê ne? Bûne çavekî mezin û li nav civakê geriyane. Lowma em dikarin heq bidin Gundelachê ku dibêje ‘mîzah tiştekî civakî ye ’[11] û pê de biçin; mizah wek amûreke sosyolojîk dikare bê nirxandin. Bi kîjan çavî lê tê nêhirtin bila be, ev ramana ku mîzahê wek berhemeke civakî dibîne bêgûman şopdarê fikra Bergsonê ku gotiye “hîqehîqa kesekî, hîqehîqa girseyekî ye.”[12] Lewre mîzah girêkeke hundirîn e di navbera nivîskêr û civakê de. Di vî warî de bala Baran û Şarman tim li ser hûrgiliyan e. Ew hûrgiliyên ku ne li ser bala kesî ne, her yeka wan bûye amûreke zêrîn bo wan. Çîroka “Serpêhatiyên Ferişteyekî Nerihet” a Şarman ku bala me dibe ser mêrê ezperest ê bêyî pevşabûn bi jina xwe re dikeve têkiliya seksî “Mehê ancex carekê di nava du deqîqeyan de karê xwe xilas dikir û pişta xwe dida min, radiket. Ji hevşabûnê zêdetir mîna ku mozek bi min vede ez dêşiyam.” r.71. Û çîroka “Mala Hanê” a Baran ku bala me biriye ser heman mijarê “Kêngî berê xwe bidana wê malê ew kar diket bîra wan. Qamişê wan ji ber xwe ve radibû. Dema ku ev rewş li hinek mêran diqewimî, diçûn bal jinên xwe û wan dixwest ku nava rojê bi hev şa bibin (her tim aliyek şa dibû), jin ecêbmayî diman”. ya ku bûye mijara van çîrokan ji rîtûeleke sosyolojîk jî derbas bûye û êdî dirûvê bobeleteke çandî pê dikeve. Dîsa çîroka “Lawikê Metînî” ya Şarman û çîroka “Belawela” ya Baran bi me dide nimandin bê ka mîzah girêkeke çendî qewîn e di navbera mîzahwer û civakê de. Di “Lawikê Metînî” de rojekê bêhna xwedê teng e. Ji ber hin qewimînan ji nişka ve pê dihese ku nizam ev çend sedsal in deriyê qewmekî li ser venekiriye ka di çi halî de ne. Gazî ferîşteh dike û ferîşteh mifteyeke kesk û sor û zer tîne. Deriyê ku ji kêngî ve venebûyî û êdî zingar girtî, bi darê zorê vedikin. Bi vekirina derî re kaxizên ku tê de daxwazên wî qewmî hatine nivîsîn direşin her derê. Xwedê û ferîşteh heta qirikê di nav daxwaznameyan de dimînin. Xwedê ji wan kaxizan yekê radike; “Rebî tu berxê me tev nêr çêbikî, min dewlemend serfiraz bikî, ji ber dexesiya cînarê min Qasim zik û çavên wî qet têr nekî.” (r.56) îca li rewşa ku tê de binêrin; sed sal e derî li ser camêr venebûye, tu mafekî wî yê însanî tune û li daxwazê binêrin; berxa nêr, dewlemendî, dexesiya cîran… Hêza mîzahê û girêka di hundirîn a di navbera nivîskêr û civak!

Di “Belawela” de Baran jî ‘jidilî’ya me ya li hember zimên û pê re jî -belkî- jidiliya me ya li hember doz û dewayên ku em dikin, di çerçoveya guhnedêrî û xemsariya ‘me’ de nirxandiye. Vebêjêrê çîrokê li odeya xwe rûniştiye û bala wî li ser mêşekê ye. “Mêşekê havînê, di demsala payîzê de, li ser maseya odeya ku ez tê de rûniştibûm, xwe li dewsa şilekiya şûşeya çayê girtibû.” (r.45). Di wê de çar mamoste dikevin hundir, “Mamoste Ezîz ji Mamoste Kemal dipirse; Qey qertafa kesê sêyemîn di dema borî de nayê bikaranîn?” ji wan yek dibêje ku Mamoste Refîq wê rojê gotiye nayê bikaranîn. Wexta ku navê Mamoste Refîq derbas dibe, tiştek tê bîra Mamoste Ercan; “Te got Refîq hat bîra min, hefteya borî daweta wî bû kes ji me çû an na?” bersiv tê dayîn lê ev bersiv rê li ber mijareke din û ew mijar jî vediguhere mijareke din. Axaftina ku ji qertafa kesê sêyem û dema borî vebûbû dibe zewac, diçe ser rêveberiya sendiqaya ku baş naxebite, henekên li ser paşnavê kesekî, qumandaya telewîzyonê… piştî demekê mamoste Kemal li vebêjêrê me vedigere; “Ê bira… Tu çi dikî” û vebêjêrê ku bala wî hê jî li ser mêşê ye dibersivîne “Ez di dema borî de li qertafa kesê sêyemîn difikirim mamoste… Ew mêş hê jî li ser wê şilekiyê bû… Helal be ji wê mêşê re.” Galegalên pûç î rojane nahêlin ku em biqasî mêşek li ser ‘mijarekê’ dimîne li ser mijareke ji bo me qaşo bivênevê ye bimînin.

Hey gotin hatiye ser sosyolojiyê, wek têgeheke sosyolojik eyb jî hêjayî nirxandinê ye. Nivîskarê ku dibe çavekî mezin û di nav civatê de digere, ma nabe ku rexneya xwe bi gotinên ne ‘eyb’ bike? Ango Cenap Şahabettin mafdar e ku gotiye; “Ji bo mizahî bê nivîsandin hewce nake ku sinorên edebê werin binpêkirin. Yên di mizahê de xwedî qabîliyet, bêyî ku ji sînorên edebê derkevin dikarin mîzahê bikin.”[13] Lê çîroka Baran “Kaniya Nûjen” û pasajeke çîroka “Axaftina Nobelê” a Şarman tiştekî din ji me re dibêjin; eyb çi ye, ji ku dest pê dike, kîjan gotin eyb e û kîjan gotin ne eyb e? Heke pîvan ew civak be ku nivîskar tê de dijî, ma hemû endamên civakê li ser peyvên eyb û ne eyb li hev kirine? Bi ser de nivîskar mecbur e bi jargona kesên ku rexneyan li wan dike biaxive? Lê ku ew nivîskarekî naturalîst an jî anarşîst be? Di “Kaniya Nûjen” de, şarederiya wî bajarî li ser navê nûjeniyê dest bi hin guhertinan dike. Otobêsên navbajarî, rê û peyarêk, pê de pê de cilûberg, paşê jî zimanê xwe diguherin. Tevî van hewldanan dîsa jî bajar nûjen nabe. Dizanin tiştekî kêm heye lê çi? Difikirin û tê derdixin ku parqên wan kêm in. Radibin, wek rutoşên dawî yên nûjeniyê li her derê parqan çê dikin. Li nîverasta parqê jî kaniyek tê çêkirin. Kanî di qalibê şêrekî de ye û av ji ewkê şêr diherike. Yên avê vexwin lazim e devê xwe bidin ber ewkê şêr û avê vexwin. Bajarî li hember vê rewşê bertekên nedîtî nişan didin ku ev li bajarê wan ê nûjen nake. Li ser van bertekan şarederî demildest vê meseleyê çareser dike; “Di heman rojê de, bi şev, şaredariyê ew kanî guherand. Îcar av, ne ji kîrê şêrî; ji devê şêrî diherikî. Roja din, dema ku bajarî di ber kaniyê re derbas dibûn; wan bi awirine xweşik li kaniyê dinihêrî. (…) Wan bi têra dile xwe av vexwar, lê hinek kesan dikir û nedikir ew dîmen ji bîr nedikir û ew ji wê parqê derbas nedibûn.” (r. 40). Wek ji çîrokê jî tê xuya kirin, nivîskar jixwe li hember tabû û qalibên civakê ku ew li gor xwe ne rast dibîne şûrê xwe rakişandiye. Xuya ye nivîskar ‘eyb’ê jî wek tabûyeke civakî dibîne û wek tabûyê din ji vê tabûyê re jî şer dike. Wê çawa ji wî nivîskarî bê payîn ku ew jî bibe rêzdarê tabûyên ku ew li dijî wan şer dike?

Di “Axaftina Nobelê” de jî nivîseke qarekterê Şarman di kovarekê de hatiye weşandin. Li ser vê, qarekter dest bi nivîsandina axaftina nobelê dike. Di axaftinê de qala zaroktiya xwe û gundiyekî wan dike. Ji ber ku qarekterê çîrokê di zaroktiya xwe de carekê golik kirine nav bîstanê gundiyê wan, gundî şeqamek lêxistiye û çend gotinên ne xweş jê re gotine qarekter bi standina nobelê dixwaze heyfa xwe jê hilîne. Qarekterê ku xwe ji axaftina nobelê re hazir dike wiha dibêje; “Ezê bi van çêran xwe rezil bikim hey wax. Wiha dibe? Qun, golik… Divê ez vê gotinê hinekî nerm bikim. Na lo jixwe ez mirovekî anarşist im. (…) axaftineke wiha dibe gelo… pişt re henekên xwe bi min nekin ha… na lo hema çi ji dile min tê ezê wê binivîsim.” Ev gotinên ku Şarman bi qarekterê xwe dane gotin hêja ye wek bersivekê bê nirxandin; çi ji dile min tê ezê wê binivîsim. Xelkekî ku ji ber azadiya fikrî rojeke xweş li deriyê xwe nedîtiye heke rabe van gotinên ku temamê wan dikeve qada ‘azadiya penûsê’ û pê re jî azadiya fikr û ramanî bilomîne, wê di dîroka wî miletî de bibe mohra nakokiyekê û her li wan vegere. Tew ku ew fikir û raman di bin heman êş û azaran de teşe girtibin. “Ez îro di hizûra we mêvanên payebilind de dibêjim ku ev nêzikî sedsal e zimanê me qedexe kirine, pirtûkên me şewitandine. Ku ez Balûleya Eyfelê di qûna diya wan re rakim jî ma dilê min rehet dibe. Min bibexşînin ez pirr tijî me. Lewre tiştên ecêb bi me kirine. Navên me tev de ne yê me ne. Em nikarin bi zimanê xwe, navan li zarokên xwe bikin.” Ev gotinên ku me dixin nava tora ‘eyb’ê divê ji qarekterekî ewqas tije re pir neyên dîtin.

Dibe ji ber sedemên li jor ên derbarê rexneya mîzahwer de ku em jê aciz in, ji bo berterefkirina van rexneyan em ‘edeb’ û ‘eyb’ê ji xwe re dikin mertal. Lewre heke mesele ji edebê bikaranîna hin peyvan be ew peyv di nivîsên ne mîzahî de jî tên bikaranîn lê qet nabin cihê nîqaşê. Di vî warî de berhemên gelek nivîskaran hene ku ji bo vê meseleyê bibin mînak. Lowma edeb, eyb ne argûmaneke jidil e ku ji ber vê sedemê nivîskar bi ‘bêcîdiyetiyê’ bê tawanbarkirin. Ew wek tabûşikênêran li hember sê tabûyên sereke –qedexe, eyb, guneh- rabûne ku li gor wan ev her sê tabû li ser navê edilandin û sazkirinê, civakê dixesînin, dihêrînin. Dema em li rexneyên Baran û Şarman dinêrin, bêyî ku guh bidin van her sê tabûyan xwe li her mijarê qewimandine û her rewş kirine mijara mizaha xwe. Di vî warî ne wek Reşat Nurî Guntekinê ku dibêje ‘mizah herî zêde divê bi meseleyên sosyal û polîtîk re têkildar be lê wek Peyamî Safa ku bergehê firehtir digire û dibêje “tiştek tune ku nekeve nava sînorên mîzahê” fikirîne. Baran û Şarman di rexneyên xwe de meseleyên polîtîk jî, yên civakî jî yên olî jî kirine mijara rexneyên xwe. Di rexneyên xwe de Şarman di heman rêjeyê de rewşên olî, polîtîk û civakî rexne kirine lê rexneyên Baran bêhtir civakî ne. Li ba Baran rexneyên polîtîk ji yên civakî kêmtir in û yên herî kêm jî yên olî ne. Bi vê cudahiyê ve girêdayî tîpên Şarman geh nivîskarek e, geh siyasetmedarek e, geh bawermendek e, geh jî xwedê û ferîştehên xwedê ne. Yên Baran bêhtir tîpên di nava civakê de ne.
Çîroknûs bi sê hawî nêzikî mijaran bûne; yan li ser xwe gotine lê esas kesekî din rexne kirine (sermeselê çîroka “Diziyek” a Baran… Ev xisûsiyet li ba Şarman kêm e lê “Axaftina Nobelê” û “Çiçino” wek mînaka vê rewşê qismen tê qebûlkirin). Yan li ser kesekî gotine lê girseyek rexne kirine (“Pirça Winda” ya Şarman û “Sabûno” ya Baran). Yan jî li ser komikekê gotine lê temamê civakê rexne kirine (“Belawela” ya Baran û “Serpêhatiyên Ferîştehekî Nerihat” a Şarman). Kî û çawa rexne kiribin jî di paşxaneya mîzaha wan de lênêhirtineke jiyanê, fikrek, felsefeyek, ramanek xweşxuya ye.

Şêxo Fîlîk-blog.kovarazarema.com

  1. FeridunAndaç, Öykücünün Kitabı, Weşanên Varlık, 1999, r. 109
  2. Ji bo van gengeşiyan binêrin; Henri Bergson, Gülme, Ayrıntı Yayınları, 2015; John Morreall, Gülmeyi Ciddiye Almak, İris Yayınları, 1997; Hilmi Yücebaş, Türk Mizahçıları, L&M Yayınları, 2004; Ferit Öngören, Cumhuriyet Dönemi Türk Mizahı ve Hicvi, İstanbul, T.İ.B Yayınları, 1983;
  3. Baran, B., A Baş, Weşanên Belkî, 2010.
  4. Şarman, M., Pirça Winda, Weşanên Avesta, 2010.
  5. Yücebaş, H., Türk Mizahçıları, L&M Yayınları, 2004, r.123.
  6. Öngören, F., Cumhuriyet Dönemi Türk Mizahı ve Hicvi, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 1983, r.47
  7. Tosun, N., Öyküde İronik Anlatım, Hece Edebiyat Dergisi, 2007, hej.124, r.84
  8. Aydemîr, M. A., “Mizah Sosyoloji ve Öykü Üzerine Bir Deneme,” Hece Öykü Dergisi, Nîsan-Gulan 2010, r.81.
  9. Yücebaş, b.n.b, r.121.
  10. Tezyif: bi riya henekweriyê biçûkxistin, pêkenîn, tewz û tinaz pê kirin (TDK)
  11. Özpınar, A., “Mizah Dergilerinde Toplumsal Gündem; Penguen ve Cafcaf Dergileri Örneği” Lîsansa Bilind a neçapkirî. Nql. ji Gundelach Peter; (2009) “Humour”, Handbook of Social Capital The Troika of Sociology, political, Science and Economics (Ed. Gert Tinggaard Svendsen, Gunnar Lind Haase Svendsen), Edward Elgar Publishing, Cheltenham-Massachusetts.
  12. Bergson, Henri, b.n.b.
  13. Yücebaş, b.n.b., r.16
  14. b.n.b., r.17.

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply