Şanoya Dayika Niştîman û Koşka Miradan

Wek tê zanîn dema li rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistan di pêşevatiya nemir pêşeva Qazî Mihemed de hate damezrandin, li Mehabadê, Saqizê, Kermanşahê û li navçe û bajarên rojhilatê Kurdistanê bi navê “Dayika Niştîman” şanoyek kurdî hatibû leyist in. Herçiqas temenê komara Kurdistanê li rojhilat hindik bû jî, di nav salek de di derbarê çand, wêje û ziman de gelek kar û xebatên hêja hatibû kirin. Leyistika şanoya “Dayika Niştîman” jî yek ji wan xebatan bû, afirandineke çandî, wêjeyî bû. Dayika Niştîman yekemîn şanoya kurdî ye ku li rojavayê Kurdistanê li ser sahneyê/dîkê hatiye leyistin û temaşevanên kurd bi baldarî wê temaşe kirine.

Birêz Muhsîn Ozdemîr li ser şanoyê lêkolîn kiriye û gelek agahdariyên berfereh ên hêja berhev kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Pirtûka wî ya lêkolînî û şîroveya derbarê şanoyê de li bakurê Kurdistanê di nav weşanên ‘Na’ de derketiye. Pirtûk 80 rûpel e û hêjayê xwendinê ye, divê xwendevanên kurd wê bixwînin. Li ser amadekirina pirtûkê birêz Muhsîn Ozdemîr dibêje; Di naveroka vê pirtûkê de dîroka Şanoya Dayika Niştîman, Şanonameya Koşka Miradan, rewşa siyasî ya wê demê mirov dikare bibîne…. Min hay jê heye ku wêjeya kurdî li rojhilatê Kurdistanê ewqasî zêde li Bakurê Kurdistanê nayê nas kirin. Bi amadekirina vê berhemê bi kurmancî ruhê şaîrê mezin Hejar Mukrîyanî û Hêmîn Mukrîyanî jî dê şad bibe. Ji ber ku “Şanoya Dayika Niştîman” serkaniya xwe ji helbesteke Hejar werdigire. Şanonameya Koşka Miradan jî ji helbestên Hêmîn pêk tên.” (Rûpel: 8-9)

Di pirtûkê de di beşa yekemîn de şanoya Dayika Niştîman bi nêrîna Mîrza Menaf Kerîmî ku ew wezîrê komara Kurdistanê/Mahabadê bûye tê pêşkêşkirin. Mîrza M. Kerîmî derbarê şanoyê de agahdarî dide. Ew ji bo naveroka şanoyê weha dibêje: “Dayika Niştîman bi şêweyekî tirajîk, dest û lingê wê di qeyd û zincîran de ye, rûniştiye. Bi awayekî bêhêz û bêtaqetî dice ser dike. Temaşevan bi dîtina vê rewşa tirajîk a Dayika Niştîman xembar dibûn. Bi taybet bi bihîstina hawarên zarokên wê yên dilêşîn, rondik ji çavên temaşevanan dibarandin. Bi dîtina vê şanoya trajîk re bandoreke kûr li ser hemû hasten temaşevanan çêdibû.” (Rûpel:11) Lêbelê ev naverok paşê hinek hatiye guhertin. Ez ê paşê behsa naveroka guhertî jî bikim.

Şanoya Dayika Niştîman şanoyek dramatik e, bi êş e, bi derd, kul û keder e. Naveroka wê wisan bandorek li ser temaşevanan datîne ku, dil û kezeba wan dişewite, temaşevan digrîn. “Bi zimanê zarokan e, di demeke wisa de kul û giriyê wê di asta lavakariyê de bû. Ji Xwedê lava dikir ku dayika wê ji nav çengê nêçîrvan rizgar bike. Nalîn û hawara wê ewqasî trajîk bû, dilê hemû temaşevanan dixiste nav xof û dijanê.

Di wê rewşê de temaşevanan bêyî ku karibin xwe bigrin kûr kûr digiriyan…..ew jin û keçên ku li pişt pencereyan, li ser dîwaran û bane xaniyan ev dîmen didîtin nedikarîn pêşî li girîna xwe bigrin. Hûr hûr rondik ji çavên wan dihate xwarê. Tu temaşevan nemabû ku ev şano bandor li ser wê/wî nekiribe û pê xemgîn nebûbe…..ev şano li bajarê Mehabad, Nexede, şino û Bokanê hatiye pêşkêşkirin. Gel bi germî pêşwazî kiriye.” (Binêr rûpel 15)

Di beşa duyem a pirtûkê de di derbarê şanoya Dayika Niştîman de bi Xenî Beluryan re hevpeyvîn heye û dîtinên wî tê pêşkêşkirin. Dema ez (L. Polat) li rojhilatê Kurdistanê bûm, min navê Xenî Beluryan bihîstibû. Ew 25 sal di hepis û zîndanên şahê Îranê de raza bû.

Naverok û perdeyên Dayika Niştîman gelek balkêş û girîng in. Şano ji 5 perdeyan pêk tê. Sernavê perdeyan; Perdeya Firîşte, Perdeya Sedabadê, Perdeya Dayika Niştîman, Perdeya Rizgarkirina Dayika Niştîman, û Perdeya Çêbûna/Damezrandina Komara Kurdistanê. Perdeyên şanoyê û naveroka Dayika Niştîman ji ber helbestên Hacî Qadirê Koyî pêk hatine. Mijara çîroka esasî a perdeyên şanoyê weha li hevûdu hatine hunandin. “Firîşteyek qala mirov, welat û niştîman dike. Dayika Niştîman di bend û qeyd û zincîran de ye. Daxwaza azadî û rizgariyê dike. Zaroyên Dayika Niştîman bi hawara Dayika Niştîman ve tên. Dijmin plan û nexşeya têkbirinê dimeşîne/ pêşmerge û piştivanên wan Dayika Niştîman rizgar dikin. Kurd digîhêjin armanca xwe û Komara Kurdistanê dademizrînin.” (Rûpel:22)

Ji ber vê naveroka girîng fîlmeke tam, temam û herweha fîlmeke hêja dikare were çêkirin. Di hêla fîlmçêkirinê de kurdên rojhilat û başur qels in, lê kurdên rojava û bakur jîr in. Heta niha digel ku ewqas îmkanên aborî li başurê Kurdistanê heye jî hêj yek fîlmek yan rêzefîlmeke baş, têkuz ku mirov bi dilxweşî temaşe bike çênekirine, nekşandine, lê kurdên bakur û rojava gelek film û rêzefîlmên baş çêkirine, kişandine û di tvyên kurdî de weşandine. Bi hêviya ku rojeke fîlma şanoya Dayika Niştîman were çêkirin û herweha şanoya wê ji nû ve li tiyatroyê were leyistin. Min bihîst ku komek kurd dest bi hewldaneke çêkirina fîlma nemir pêşewa Qazî Mihemed kirine, dixwazin fîlma jiyan û têkoşîna wî û fîlma damezrandina komara Kurdistanê/Mahabadê çêbikin. Karekî pîroz e, bi hêviya serketinê, hêvîdarim biserbikevin.

Di beşa sêyemîn a pirtûkê de “Şanonameya Koşka Miradan” heye. Ev şano ji heft perdeyan pêk hatiye. Di perdeya yekem de ev gotinên manedar ku di esasê xwe de rewşa netewa kurd radixe ber çavan, hene:

“Heta kengî dibî bê hest û bêdeng

Dîl î, blindest î, hêsîr î, heta kengê?

Rût î, bêdar î, feqîr î, heta kengê?” (Rûpel: 41)

Van gotinana bi devê keçek kurd tê gotin.

Bi devê kurr jî weha tê gotin :

“Welato! Ser û can û male min fedayê te

Û cane min kewîna derd û belayê te

Ji bo navê te, gorî dikim ser, ku bizanî

Ez im ew lawê jîr û dilsozê te

Ji bo parastin û ewlehiya sînorê te

Di şûna majîno de singa min keleha te

Gelo dê çawa bijîm bextewar û şad

Ku bibînim tu di destê biyaniyan de yî

Divê kengî serbixwe bî tu, heta ku ez

Biserbestî temaşe bikim li kêfa te“

(Rûpel: 41)

Bi sernavê “Şanonameya Dayika Niştîman û siyaseta Kurd” axaftina Birayim Fersî di festîfala bîranîna Qazî Mihemed de weke gotareke girîng û bi nirx di dawiya pirtûkê de hatiye pêşkêşkirin. Birayim Fersî dibêje: “Hebûna şanoyê li her welatî û di nav her neteweyekê de nîşaneyek hebûna şaristaniyê ye. Ew kesên ku avakirina şanoyê difikirin di nav welatê xwe û gel de mirovên xwedî şaristanî ne….neteweya kurd di rê, war û şanoya xwe de, xwe digihîne serdema rê û resmên Mîtraîzm û Zerdeşt. Hebûna dîtina şano û hunerê xwe digihîne serdema împeretoriyan…..Di nav kurdan de şano û cihên şanoyê berdewamî maye û bi form û şêweyên cuda gihîştiye îro.”  (Rûpel: 66)

Li gor min girîngiya herî girîng a şanoya Dayika Niştîman a bingehîn ev e ku; di vê şanoyê de dîtin û ramanên dewletxwaziyê, daxwaza komarsaziyê, pêwîstiya têkoşîna ji bo azadiya gel û rizgariya welat tine zimên. Weke ku birêz Birayim Fersî jî dibêje;”Şanoya Dayika Niştîman tekane alavek ragihandinê ye. Bi awayekî girseyî fikra komarxwazî biriye nav gel.” Rûpel: 69.

Di beşa çaremîn a pirtûkê de derbarê Hêmîn Mukrîyanî û Mamoste Hejar de şîroveyek baş û hêja heye. Herî dawî jî jînegeriya berhevkar û wergerê pirtûkê hêja Muhsîn Ozdemîr tê rave kirin. Jiyan, serborî û serpêhatiyên jiyana zor û zahmet a Muhsîn Ozdemîr jî dikare bibe romaneke baş. Jiyana wî ya bi kelecan, razana wî ya li hepis û zîndanên Îranê û Tirkiyê dikare bibe roman. Muhsîn Ozdemîr hem wergêrekî jîr e û hem jî romannivîser e. Dema ew li hepisxaneya Licê bûye li wir romanek nivîsiye.

Wek hevoka dawî ez dixwazim derbarê têkçûna komara Kurdistanê/Mehabadê çend gotin bibêjim. Yên ku li rojhilatê Kurdistanê komara Kurdistanê têk bir in, xerab kir in dewleta rus û îngilîz bû. Wan bi dizî bi hevre peyman çêkirin. Rusan gotin Romanyayê bidine me bila Îran ji we re be. Îngîlîzan jî got temam lê dive hûn piştgiriya kurdan û azeriyan nekin, komarên ku wan damezrandine dive têk biçin. Îngilîz ji berê ve li dijê dewletbûyina kurdan in. Ji areban re 20 dewlet, ji tirkan re T.C.yê û ji farisan re şehînşahiya Îranê damezrandin lêbelê nehêştin ku kurd bibine dewlet. Ev dijminahiya wan a li hemberê kurdan ji ber têkçûna wan a li pêşberê Selhadînê Eyubî pêk tê. Artêşa wan a xaçperest û dagirker li hemberê Siltanê kurd Selhadînê Eyûbî têk çû û ew jî li pey tolhildana xwe geriyan û herdem/herî dawî di referanduma başurê Kurdistanê de/ bûn asteng û nehêştin ku kurd bibine dewletek serbixwe.

Ez birêz Muhsîn Ozdemîr û weşanên “Na” pîroz dikim ku pirtûkek weha hêja weşandine.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply