Rêya Teze (1930) – Rohat Alakom

Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin.

Rojnama Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du bircên çanda kurdî hatine hesibîn û ji bo hemû kurdan bûne nîşana kêfxweşiyê û xwebaweriyê. Çanda kurdî wek çandeke tehdîtkirî ji xwe re hêlîn û stareke piçûk li wir peyda kiriye.

Rojnama Rêya Teze ku di roja 25-3-1930yî de li paytextê Ermenistanê derketiye weşana kurdî ya here temendirêj tê hesibîn. Dîroka Rêya Teze ya qasî 90 salan ji gelek qonax û deman re derbas bûye. Bi çend alfabeyan derketiye: latînî, krîlî û dîsa latînî. Bi naverok, bi kadro û bi form her guheriye, ne wek berê be jî hebûna xwe heta 2020an domandiye, navê xwe daye bihîstin.

Di vê xebata xwe de Rohat Alakom hemû arşîva Rêya Teze dideyne ber me, bi dîroka rojnamê dest pê dike, naveroka wê analîz dike û piştî nêzî
sedsalekê li ser girtina wê disekine. Di dawiya kitêbê de berhevokek jî ji nivîsên rojnameyê heye

Boyut: 13,5×21,5
Sayfa Sayısı: 160
Basım Yeri: Berdan Matbaası, İstanbul
Baskı:1
Basım Tarihi:2023
Tür:Araştırma-İnceleme
Dili:Kürtçe/Kurdî
Yayınevi: Avesta
Foto: Medya Kitapeviyê hat standin.

Etîket: Avesta, Dîrok, Polylang KMR, rêya teze, Rohat Alakom

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Zarokname – Pêşdibistana Zarokan

Kovara Şêrînok Zarok – 1 I PDF I e-Kovar

Ferhenga Kurdî (Kurmancî-Tirkî / Tirkî û Kurmancî) I PDF û e-Pirtûk Derket

Çîroka “Qedrê Wextê” I PDF û e-pirtûk

PDF I Ferhenga Derûnnasîyê DERKET I Hûn Kanin Daxînin

Şîroveyeke binivîse