Xewna Jîyanê ya Herî Xweşik a Zaroktî

Di kela kela havînê de tiştê ku herî zêde tê bîra mirovan, bêgûman boy me gelê Serhedê çem, rûbar û kanîyên li çîyayê ne.

Çend roj berê ez û çend hevalên xwe em boy seyranê çûne kampusa zankoya Mûşê, li wir ditîna kanîyekê xwezayî ya ku ava wê ya sar, berê bîranînên min da zarokatîya min, ez gelekî kêyfxweş kirim.

Vêca ez werîm ser zarokatîya me ya ku îro em her kele de tînin berçavê xwe û xwezîya xwe bi wan rojan tînin.

Li nêzî gund, kanîya ku me gundîyan navê wê danîbû “Kanîya Xerîban” ji ber ku herî zêde kesên xerib ên ku ji gund derbas dibûn, ji wê kanîyê av vedixwarin, kanîyek xwezayî hebû.

Bi rastî  jî ava kanîya xerîban wekî cemed bû, bi taybet di mehên havînê de erka sarincî ji bo gundîyan bicîh dianî.

Taybet di meha Remazanê de çend saet bima ji fitarê re, me zarokan dew û zebeşên ku dayikên me didan me dibir dikir nav nava sar. Bêgûman ne tenê kanî, ê herî zêde xweşa me diçû çem bû.

Hema bêje listikên me zarokan bi piranî li nav çem an jî li qeraxa çem bû, zarokên ku şîvantîya berxên vîrnî dikirin, ew jî herî zêde li ber çem bûn; geh li berxikên xwe xweyî derdiketin û geh jî beşdarê listikan dibûn.

Mixabin me niha destê xwe kirîye paşila xwe û me xwe rasperê jîyana nûjen ya ku li dijî tenduristî û li dûrê gîyana me ye, kirîye.

Her ku mirov  nav salan re derbas dibe, bêhtir bîranînên zaroktî di dilê mirovan de êşa bêrîkirina rabûrdûyê peyda dike; lê divê em li xwe mûkir werin, mixabin ji bo ger û geştan, ji boy jîyana xwezayî em jî têra xwe hewl nadin, em xwe jî û zarokan jî, ji wê jîyanê bêpar dihêlin.

Hûnê bêjin “Heyran ka em ê li bajêr çawa jîyanek xwezayî peyda bikin?”

Bi rastî bersiva vê pirsê boy min ne ewqas zehmet e; ez li Mûşê dijîm, gelek şênîyên Mûşê hene ku xwedî gund in lê mixabin tu betlaneyên xwe de qîma xwe bi gund naînin.

Ji bilî gundan, ku her gundekî xwedî xemlek ji hêla Xwedayê mezin ve hatîye xelatkirin, hema bêje li der û dorên navçe û navenda Mûşê  û bajarên din de, bi sedan cîh û warên xwezayî bi çem rûbar û sûlavên piçûk ên hêjayê seyranê û ditînê hene.

Wekî mînak:

Li navçeya Gimgimê Gola Xamurpetê, Çemê Susê û Çemê Gimgimê hene; li zozanên Şerefdinê de gelek kanîyên xwezayî hene. Her wiha li der û dara Çemê Muradê de,  ku di navenda Mûşê de ye, bi dehan cihên gerê hene; li gundê Siqawîyê Girê Siqawî, Pira Muradê ya kenvar,… Niha li der û dorên pirê de  wek cîhê seyranê bi xwaringeh û holikên runiştandinê ve, bi baxçeyên ajalan û bi gelek park û rêyên meşê ve hatîye amade kirin. Her wiha di navenda Mûşê de Rezên Mûşê yên bi nav û deng hene, ku bi rastî jî bi xwezaya xwe ve û  avên xwe ve hêjayê gerê ne. Wekî din jî dîsa li navenda Mûşê Sûlava Koşkê, çem û kanîyên gundê Sêmalê, hêjayê gotinê ye ku ez bêjim li Sêmalê havînê jî berf peyda dibe.

Her weha li nêzî navenda gundê Karnîyê çem û warê seyranê hene. Belê ji kerema xwe re çi li Mûşê û çi li bajarên din, hewl bidin boy jîyanek xwezayî;  qet nebe salê çend caran zarokan bibin, bila bi wan dîyardeyan ve hevnas bibin.

Dibe ku em nikaribin herin rojên zarokatîya xwe lê em dikarin bi hinek mînakan ve wan bîranînên xwe bi zarokan bidin nasîn.

Divê em ji bîr nekin ku  “Jîyan xewn e û  xewna jîyanê ya herî xweştir  jî zarokatî ye”

 

Rojbîn Ozkan

 

Derbar Rojbîn Ozkan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply