Rovî û Pirê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di zemanên berê de pîrejinek hebû. Mehekê pîrê têr şîr hebû. Piştî ku pîrê şîr didoht dixiste sîtilê û didanî berban. Bi şev roviyek dihat şîr vedixwar û diçû. Ev buyer her şev wilo derbas dibû. Şevekê pîre li ber şîrê xwe nobet girt. Dema ku rovî hat şir vexwart pîre bi bivirê di destê xwe de li tiriya rovî xist. Tiriya rovî bu du qet. Rovî bi lez û bi tirs ji wir bazda. Pîre, tiriya rovî bi zêr xemiland û bi dîware mala xwe ve kir. Roviye bê tirî dema hat nav hevalên xwe, hemû kesî henekê xwe pêkirin. Ji bêçaretî rovî vegeriya mala pîrê û ji pîrê tiriya xwe xwest.

Pîrê ji rovî re got:

– Ger tu şîrê min ji min re bênî, ez jî tiriya te bidim te.

Li ser vêna rovî ji pîrê pirsiye:

– Ez ê şîrê te ji ku bibînim?

Pîrê ji rovî re gotiye:

– Tê şîrê min ji mehê bistinî.

Rovî çûye ba mehê, ji mehê şîr xwestiye. Mehê got:

– Ji bo ku ez şîr bidim dibê tu geya ji min re bine. Ku min geya xwar ez dikarim şîr bidim te.

Rovî diçê ba koma geya. Koma geya dibeje:

– Here ba ewra da baranê bidin. Ku baran hat wê geya şînbibê. Ku geya şîn hat ezê geya bidim te.

Rovî berê xwe didê ber ewra, ji ewra baranê dixwaze. Ewr ji rovî re dibejin:

– Ji bo ku baran bibare dibê ba hebê. Heta ba neyê baran jî na yê.

Li ser gotinên ewra, rovî berê xwe didê ba. Ba daxwaza rovî dipêjirêne û xwe serbest berdide. Ba bi awayekî xweş tê. Ba ewra kom dike. Ku ewr giran bûn baranê dibarenin. Ku baran barî geya şînbû. Ku geya şînbû mehê geya xwar. Ku mehê giya xwar şîrê wê çêbû. Ku şîrê mihê çêbû şir da rovî. Rovî şîr anî ji pîrê re. Pîrê tiriya bi zer xemilandî da rovî. Bi vî awayî rovî giha tiriya xwe pîrê jî giha şîrê xwe. Rovî di nav hevalên xwe de bû bi qimet ji ber ku tiriya wî bi zêrbû. Hevalên rovî ji rovî pirsîn;

– Te ev tiriya bi zêrîn ji kuderê anî?

Rowî ji bo ku heyfa xwe ji hevalên xwe bistênê berê wa da bîrekê nezî gund. Rovî got:

– Min ev tiriya zêrîn ji wê bîrê derxist. Ku hûn ji bixwazin dikarin ji xwe re jê derxin.

Roviyen ku ev gotin bihîstin ber bi bîrê vê bazdan. Ê ku giha bîrê xwe bi serkî avête bîrê. Her roviyê ku xwe avêt bîrê di bîrê de xeniqî. Bi vî awayî roviye ku henekê xwe bi roviye me kiribûn di bîrê de xeniqîn.

Çiroka min xilas serê we sax.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

 

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply