Romana Semerqand – 46 (Amîn Me’lof)

Di parlementoyê de heftê û şeş parlementer, li benda wî bûn. Hin bi şaşik, hin bi fes, an bi kum bûn. Ji Benîademan yên rapir, weke Ewropiyan xwe pêçabûn. Serokwezîr saet yazdehan, wek çawa herê ser kursiyê sêdarê, welê çû ser kursiyê parlementoyê. Ultimatoma ji alê Londonê ve jî hatî pesendkirin, bi dengeke nivz xwend û biryara hikumetê ragihand: Yê ultimatom qebûl bikiran û li ber xwe nedan. Yê Emerîkî vegerandan. Ango bi gotinek zelal, Ji bo pêşî li rewşeke kambaxtir bê girtin, şûna wek berê di bin lingên biyaniyan de biperçiqin yê biketan bin serwêrîsiya wan de. pêdiviya wan bi karbidestiyê hebû. Ji ber wê jî destnîşankir ku danê nîvro dema ultimatomê qediya ye û wextê wan yê nîqaşan nemaye. Ji bo vê jî raya pêbaweriyê xwest. Di dema axaftina wî de, M.Poxîtanoffê ti kesî nedikarî rê lê bigire ketibû hundir. Serokwezir, bin çorên xwe re bi şermokî lê dinêriya.

Dema serokwezir rûniştî cihê xwe, ne çepik jê re hatin lêdan û ne jî hûha kirin. Bêdengiyek bi qehir û xemgîn qewimî. Paşê seyîdeke rêzdar yê ji sinsila Pêxember yê ji sêrî ve destek dayî Shûster rabû ser xwe û axaftinek kurt kir:

-Bi xurtî ji me standina azadî û desthilatdariya me belkî jî fermana Xwedê be. Lê em wê bi destê xwe teslîm nakin.

Bêdengiyeke din… Pey re di vê rêzê de axaftineke din ya kurt! M. Poxîtanoff, bi awayeke şanedar li demjimêra xwe dinêriya. Dema serokwezir ev yek dît demjimêra xwe derêxist. Saet dazdeh kêm bîst bû. Bizdiha bû û pê kopalê xwe li erdê da. Xwest ku dengdan dest pê bikê. Çar parlementer, bi hinek hêcetan derketin derve. Heftê û du parlementerên mayîn, gotin “Na”. Ji ultimatoma Çar re na! ji çûyîna Shûster re na! Ji helwesta hikumetê re na! Bi vî awayî îstifaya serokwezîr pêk dihat. Bi hemû desteya xwe ve ji kar ket. Poxîtanoff rabû ser xwe, telgrafa ji Saînt-Petersborgê re bê şandin jixwe amade bû.

Bi terqêniyek bilind dergehê mezin hat girtin û dengê wî li salona bêdeng belav bû. Parlementer xwe bi xwe man. Serketibûn lê pîrozkirina vê serkeftinê ji dilê wan nedihat. Desthilatî di destê wan de bû, çarenûsa welêt, paşeroja makezagonê li benda wan bû. Dikariyan çi bikin? Yê çi bikiran? Nedizaniyan. Niştinek dererastî, hestdar û tevlîhevbû. Ji alekî ve jî zarokwarî. Carna fikrek dihate pêşniyarkirin lê pey re dev jê dihate berdan:

-Em ji Emerîkayê daxwaza yekîneyên leşkerî bikin?

-Yê ji bo çi alîkariya me bikin? Ew dostê Ûrûsan e. Ma yê ew û Împaratorê Japon li hev anîn  ne Serok Roosvelt bû?

-Lê ma qey navin alîkariya Shûster bikin?

-Shûster li Îranê navdare û pir tê hezkirin. Lêbelê li welêtê wî kesê navê wî jî bihîstîn kêmin. Ji ber ku Saînt-Petersborg û London xeyidandî ye, Yê ev yek xweşê rêveberiya Emîrîkayê neçê.

-Em ê avakirina rêyeke hêsinî ji wan bixwazin. Belko bi vê keyfxweş bibin û werin hawara me.

-Belko. Lê heta ew bên, yê şeş heyv biqedin. Lê du hefteyan de ya Çar li vir bê.

-Lê Tirk? Lê Elman? Çima ne Japon? Ma Ûrûs di Mançûryayê de belav nekirin? Parlementerek Kirmanî, xwest ku pêşniyar bikê ku textê Şah ji Mîkadoyê Japon re bê pêşkêşkirin. Lê Fazil, hew xwe girt û teqiya:

-Divê em bizanibin ku em nikarin, ji bo alîkariyê Isfexaniyan jî vexwazin. Heke em şer bikin, yê ev di Tehranê de biqewimê. Yê bi Tehraniyan ev şer bê kirin û bi çekên nava Tehranê de bê kirin. Eynî weke ji beriya sê salan li Tebrîzê. Yê ne hezar, pêcih hezar Kazakî bişînin ser me. Em ê bizanibin ku qet şansê me yê serkeftinê tine, lê em ê li ber xwe bidin.

Heke keseke din ev axaftina hêvî şkandinê kiribûya, tewandarî nediqediyan. Lê dema ji lehengê Tebrîzê, ji Benîademê herî navdar hat, her kesî fêmkir û rûyê rastiyê yê tehl derket holê. Ji wê pê de, pêşniyarkirina berxwedanê zehmet bû. Lê welê jî Fazil, ev pêşniyar kir:

-Heke em ji berxwedanê re amadebin, ev bi tenê ji bo rizgarkirina paşerojê ye. Ma qey Îran hêca jî ne bi bîranîna Îmam Huseyn dijî? Halbûkî wî jî bi şerekî ji sêrî de têkçûyî li berxwe da. Têkçû, perçiqî, hat kuştin. Û îro em navê wî rûmetdar dikin. Ji bo bawerkirinê pêdiviya Îranê bi xwînê heye. Em weke rêhevalên Îmam Huseyn, heftê û du kesin. Heke em bimirin yê ev parlemento bibê gora bîrdarî yê. Yê demokrasî bi sedsalan li axa Rojhilat bê veşartin.

Hemiyan gotin: “em ji mirinê re amadene” lê kes ji wan nemir. Ne ji bo xayîneti li dozê kirîn, li dijî wê ji bo berevaniya bajêr dildar peyda kiribûn. Weke berevaniya Tebrîzê, “Benîademan” di rêza ewul de cihê xwe girtibûn. Lê ev ne çareserîbû. Piştî yekîneyên Çar, bakurê welêt dagir kir, berê xwe da paytextê. Tişta meşa wan hêdî dikir, bi tenê bayê berfê bû.

Roja 24ê Berfanbarê serokwezîrê ji kar ketî, biryar da ku bi xurtî karînê bi dest bixe. Bi alîkariya Kazakan, Bextiyariyan, qismeke giring a cendirmeyan, serweriya paytextê bi dest xist û daxuyand ku parlemento betal kirî ye. Gelek parlementer hatin girtin. Yên herî çalak, hatin sergumkirin. Di serê lîsteyê de Fazil hebû.

Karê pergala nû ya ewul, bi fermî qebûlkirina ultîmatoma Çar bû. Bi zimanek nazik ji Shûster re qedandina karê wî hat ragihandin. Shûster, li Îranê bi tenê heşt heyvan mabû. Heşt heyvên bê navber, bê bêhn, bê sekin. Heşt heyvên rûyê Rojhilatî guherandî.

Yazdehê Rêbendana 1912ê de Shûster bi merasîm hat vexêrkirin. Şahê ciwan ji bo wî bibê heta keştîgeha Enzeliyê, otomabîla xwe ajokerê wê yê Fransiz M. Varlet kir bin xizmeta wî de. Ji oxirkirina wî re em gelek kesên Îranî û biyanî hatibûn. Hin hatibûn heta qesra lê rûdinişt, hinek jî li ber rê bûbûn rêz. Çepik tinebûn lê bi hezaran destê slav didanê û çavên hêstir jê diherikîn hebûn. Birek mirov, wek çawa ji dildarê xwe veqetin welê digriyan. Bi domahiyê rê bi tenê buyerek piçûk qewimî: Dema karwan diboriya Kazakekî, kuçek ji erdê hilda û hewl da bavêje Emerîkî. Lê ez bawerdikim ku nekarî çalakiya xwe bibê sêrî.

Dema Otomobîl di Derîyê Qezwînê re derketî û ji ber çavan winda bûyî, ez bi Charles Russel re çend gavan meşiyam. Paşê bi tenê serê xwe min berê xwe da qesra Şêrînê. Dema ez pêşwazî kirim, got:

-Tu zehf xemgîn dixweyî.

-Min, Shûster rêwî kir.

-Ox! Soxînê çû.

Gelo min rast fêhm kiribû? Ez ne êmin bûm. Rave kir:

-Min ji xwe re digot, qet nehatibûya vî welatî gelo yê baştirbûya?

Min bi sehw li wê nihêrî:

-Yê vê dibêjê, tu yî?

-Erê, yê vê dibêjê ez im, Şêrîn. Dema Emerîkî hatî, kesê bi çepikan ew pêşwazî kirî, hemî kirinên wî pesend kirîn û ew weke rizgarkerekî dîtî ez im. Ji ber ku nemabû li Emerîkayê ez xemgînim.

-Ma çi kêmasiya çabû?

-Kêmasiya wî çênebû. Ji vê jî diyare ku Îran fêhm nekiriye.

-Bi rastî jî ez fêhm nakim.

-Wezîrê pêşberê şah, jina pêşberê mêr, leşkerê pêşberê efser de mafdar bê, ma ne du qetî tê ceza kirin? Mafdariya kesên lewaz xeta ye. Di hemberê Ingilîz û Ûrûsan de Îran lewaze. Geleke weke lewazekî tevgerabûya.

-Heta kengê? Ma qey ne pêwîste ku rojekî rabe ser xwe, dewleteke modern ava bikê, gelê xwe perwerde bikê û bikevê nava welatên dewlemend û rêzdar de? Shûster hewl da ku vê biceribînê.

-Ji ber wê hurmeta min jê re bêdawî ye. Lê carna ez difikirim û ji xwe re dibêjim: “Heke serkeftina wî kêmtirbûya, belko em neketan vî halî de.” Niha demokrasiya me nema û welatê me hat dagirkirin.

-Jixwe her wextî ev daxwaza Çar hebû, yê her rojekî ev kiribûya

-Karesat werê jî, dereng hatina wê baştir e! Tu mesela Xoce Nisredîn ya kerê dizanî?

Xoce Nisredîn, li Îranê, li Maveraunnehîrê û li Asyaya piçûk, bi pêkenokên xwe bûye efsaneyek.

Şêrînê dest bi gotinê kir:

-Ji ber ku bi dizîna kerê hatiye tewandarkirin, fermanrewanek teredîn, Xoceyî bi cezayê mirinê, mehkum kirî ye. Dema bibin înfazê Xoce bi qêr gotî ye: “Ya rastî ev ker birayê min e. Sihêrbazekî ew xist vî halî. Vî kerî bihêlin hêviya min ve, ez ê salekî de dîsa weke we axaftinê lê bidim hînkirin. Fermanrewan, jê pirsiye û piştî heman bersiv standî gotiye: “Bila bê. Lê heke piştî salekî ev ker ne axivê, yê mirina te bi êş û jan bê.” Piştî fermanrewan çûyî, jina wî gotîye: “Te çawa ev got? Tu dizanî ker naxivê.” Xoce jî dibêjê: “Bêguman ez jî dizanim, lê belko heta salekî fermanrewan bimirê, ker bimirê, an jî ez bimirim.”

Şêrînê domand:

-Heke me wextê xwe dirêj kiribûya, belko Rûsya ketibûya nava şerê Balkan an jî yê Çînê. Pişt re Çar jî ne nemire. Dibe ku bimriya, bi serhildanan ji text biketa. Geleke me sebir kiribûya, em sekinîbûna heta doz biqeda, me ji marî re bigota kekê. Rojhilatê, her wextî başbînîyek halê nîşan daye. Shûster xwest ku me, weke rêbazên Rojavayiyan pêş ve bibê, em anîn xerakirinê.

Dema ev digotin, dilê wê dişewitiya. Ji bo ez dilê wê neşkînim, ez bi hemêt tevdigeriyam. Şêrînê domand û got:

-Îran, keştiyeke babir a bextreş tînê bîra min. Deryavan her wextî ji hewaya bê ba gazindan dikin. Paşê hesko wan ceza bike, xwedê ji wan re yekderb bahozê dişînê.

Em demeke dirêj hizirdar û bêdeng man. Paşê bi dilovanî min ew hembêz kir:

-Şêrîn!

Ji ber şêweya gotina navê wê bû, çi bû? Ez nizanim. Hilpekî, ji min dûr ket û bi guman li rûyê min nihêrî:

-Tu yê herî.

-Erê. Lê bi awayeke din.

-“Awayake din” çûyîn çawa çêdibê?

-Ez bi te re diçim.

Wergêr: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply