✓Kiras guhertin: Dema mirovekî Êzdî yê odlar,şikestî û navdar dimire dibêjin, kiras gunerîye.
✓Qedem guhertin: mirin
✓Cîhil bûn: koçber bûn
✓Şeva şevronkê: piştî roj diçe ava şeva şevronkê dest pê dike.
Agirekî mezin çê dikin û li dorê bi muzîka mitriban gundî heta sibê dilîzin,şa dibin.
✓”Hezar û yek navên Xwedê” hene di ilmê ola Êzîdîyan de.
✓Dema mirîyan temsîlî axê dikin berê mirî ber bi rojhilatê va dikin.
✓Birayê axretê/Merasîma girtina birayê axretê di pey mirinê ra ruhê birayê xwe yê axretê di Pira Selatê ra derbas dike …
✓Qewalên li şibabê dixin Hekarî ne;
Qewalên li defê dixin Dimilî ne.
✓Nîşaneke (sembol) Êzdîtîyê ya herî pîroz senceq e. Ango Tawis e. Tawis, ala Êzdîyan e.
✓Kosegeldî: (Şahiyek bû) Rih û simbêlên xwe çêdikirin , cilên pêkenî li xwe dikirin (bi vî halî) zarok li malan digerîyan.
✓Ciyê simê hespê Xidir Nebî li ser xwarinê: Êvara pêncşemê her malê sênîyek poxîn çêdikir. Bi poşîyekê dinixumandin û datanîn ser sitêr. Digotin Xidir Nebî bi şev wê siwarî bê di mala wan re derbas bibe. Mala tê re derbas bibe cihê simê hespê wî li ser xwarinê …
✓Nexşê Xidir Nebî: Di cejna Xidir Nebî de li ser dîwar,derî û stûnên malên xwe nexşan çêdikin,ji wan re dibêjin Nexşê Xidir Nebî (sûretê pez,dewar,hesp û…)
✓Duayeke Êzdîyan: “Xwedê tu li hewara 72 miletî bêyî, paşê li hewara me“
✓Rengên di Êzdîtîyê de pîroz: Spî,sor û zer . Spî cihekî taybet digire …
✓Rengê di Êzdîtîyê de qedexe : Şînê tarî
✓Şems : Roj (“Bi Şemş “ : Sonda bi Rojê)
✓Derba xerqe:
Kî destê xwe bilind bike li ser oldarekî bi xerqe bi ferzên vê bawerîyê heqê wî ji Êzdîtîyê avêtin e.
✓Qewlê Xerqe
“Berî dunya nebû
Ew roj Xerqe hebû
Xerqe libsê Xwedê bû
Tawisî Melek bi xwe bû…”
✓Pêxemberên olên din wek “qencê Xwedê “ hisab kirine:
“…Piştî wan Xelîlula ye
Îsa ye , Îsa ye û Mûsa ye
Mehemedê nû kamil e
Muhuba wî di hingifte hindek dil e…”
✓Bisk hildan:
Edetekî kevnar e…Wateya wê morkirin û helalkirina zarokên kurîn e.
Zarokên kurîn ku ji dê û bavê xwe ra dibe , divê destê xwe nedin porê wî heta biska wî tê hildan.
✓Şehda dîn:
“Şehda dînê min ek Elah
Melek Şêx Sin heq hebîbilah
Meqlûb û mergeh sela
……………………………
Qubletil bidor qubleta min e
Melek Şêx Sin baxweyê min e”
✓Berat:
Beratê ji axa ji şikefteke gelîyê Lalişê çêdikin.(Şikefta Axa Berata)
Xwelîyê derdixin …elek dikin, bi ava Kanîya Spî distrin, wek morîyê gilover çêdikin û li ber tavê hişk dikin. Divê berat bi her mirovekî Êzîdî ra hebe … Dema mirovên Êzdî diçe rehma Xwedê… beratê didin ser çavê wan, datînin ser lêvan an dikin guhê wan û dikin çalê …
Dibêjin guneh e ku jin û mêr Beratê bidin destên hev . Yên ji destê hev Beratê hildin dibin xwişk û bira …
✓Xas û babçekên Êzdîyan
Şêx Adî
Şêxûbekir
Şêşims
Şêx Hesen
Pîr Hesen Mam
Pîr Mamereşan
Xatûna Ferxa
Şêx Fexrîya Adîya
✓Kitêbên Celwe û Mishefa Reş di sedsala 12 û 13an de hatine nivîsandin lê orjînalên wan negihîştine rojên me.
✓Çarşemên Hesaban (di meha adarê de)
Qereçarşem: çarşema hefteya ewil
Axirçarşem: çarşema hefteya 2.
Oxirçarşem: çarşema hefteya 3.
”Xwedawendê min înî kir esas e
Li şembûyê lêkir kiras e
Li çarşembûyê kir xilas e”
✓”Rehme li mezelê hindabûyî be “:
Berê Êzîdîyan mezelên mirîyên xwe winda dikirin û digotin “rehme li mezelê hindabûyî be”. Sedema wê ev bû ku dijmin mezelên mirîyan venekin û hilneweşînin…
Ji rûpela Xê ya Memê Koçer hat standin