Berhema nû ya nivîskar û helbestvan Selim Temo derket

Pirtûka nû ya helbestan a nivîskar û helbestvan Selîm Temo “112 Hesp û Xezele ” hat weşandin.

Selîm Temo, du sal piştî çapa pirtûka xwe ya bi navê “Pûnga li Bajêr”, pirtûkeke nû ya helbestan çap kir. Navê pirtûka Temo “112 Hesp û Xezelek” e û besta xwe ji hespên dîrok û çanda kurdan girtiye. Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsandiye.

Pirtûk ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî hezar û 94 riste ne. 112 ji wan helbestan, ji devê hespan hatine vegotin û bi zimanê hespan diaxivin. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn jî, ji 112 beytan pêk tê.

Di xezeleyê de jî dengê helbestkarî bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike û hem jî behsa serpêhatiyên xwe yên bi hespan re dike.

Ji Delû Nîgarê heya Sêvoya Sêling, ji Gêjo heya Kose Etmakî, ji Xezalê heya Cilfîferazê, ji Dêroyî heya Hoqabê Şeşpê bi sedan hesp di pirtûka 112 Hesp û Xezelekê de dişehin, diqarin, dixewin û diaxivin. Cumhur Olmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Sadik Hangulî ve hatiye çêkirin

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply