Romana Semerqand – 30 (Amîn Me’lof)

Tralî ketibû nava giyanê bajêr. Piçikên tozê yên bêsekin, li ber tavê dibiriqiyan. Rojeke tevizî ya tam li gorî Îraniyan bû. Li şaneşîna otêlê goştê mirîşkan yê bi mijmijik û şeraba Şîrazê li ber min bû. Laşê min giran û Ez betilîbûm. Min pêşgîrek şil danîbû ser rûyê xwe…

Lê wê 1ê Gulana sala 1896 ê berêsibehê re yê temenek biqediya û yêkî din dest bi jîyanê bikira.

Gurm gurma dêrî diçû ber felekan! Soxînê min sehkir. Ez ber dêrî ve pêxas teyizîm. Entariyek ji beriya rojekî min kirî li min bû. Bi destên şil min doqikê dêrî bi xurtî zivirand. Fazil dehfek li dêrî da û ji bo dêrî bigirê, ez wê de pekandim. Milê min re girt û ez vegijgijandim.

-Hişyar bibe! Piştî çarêkekê tu yê bibî zelamek mirî.

Tişta Fazil parçe parçe digot, yê roja din bi sayeya sêhriya jê re telgraf dihat gotin cîhan hemî pê bihesiya.

Fermanrewan ji bo nimêja înê, çûye qubeya Şêx Evdilezîm. Cilên ji bo jubîleya xwe dayîn dirûtin li xwe kirine. Şelît û sirme, kumê bi rengê yeşîm û zimrûdan werdigire. Li mezela tirbê ya herî fireh cihê xwe digre û dest bi nimêjê dike. Hêca neçûyî sicûdê, bi çavên xwe işaretê dide jinên xwe, da ku li pey sef bigirin. Hingê gel erîşî tirbê dikê. muhafizan nekariye girseyê bisekinînê. Ji hewşa paşî dengê çepikan dihat sehkirin. Dema jinên şah ji bo cihê xwe bigirin pêş ve çûyîn, zelamek nav wan re veteyizî ye. Di destê zelamê bi temtêla derwaşan de, kaxizek hebû ye. Şah ji bo xwendinê berçavkên xwe daye ber çavên xwe. Ji nişka ve demanceyek pişt kaxizê re xweya ye û dengê teqînekê hatiye. Berik li nîvê dilê fermanrewan ketiye. Lê gotiye “min bigirin”. Di nav vê gengeşiyêde, yê ewul xwe ve hatî sedrezam bûye û qêriyaye: “Tiştek nîne! Birîn ne kûr e!” Mezel daye valekirin û Şah kişandiye erebeya qesrê. Cendek di paşiya erebeyê de rûniştandiye û heta Tehranê, baweşîn li cendekê erebê de rûniştî kirîye. Vê navê re, gazî li waliyê Tebrîzê kirîye ku welîahd e.

Jinên şah yên mayîn ser tirbê, kujer girtine û ketine ser kelaşê wî. Ser û rûyê wî pelişandine. Fermandarê hêzên muhafizan Serheng Kassakouvskê, ew nîvkuştî ji lepê wan derêxistiye. Tiştek xerîbe ku çekê kuştinê, winda bûye. Hinek kesan dîtiye ku jinikekî ew ji erdê hildaye û êxistiye bin çarşefa xwe de, lê nehatiye dîtin. Lêbelê, kaxiza demance nixumandî hatiye dîtin. Bi rastî Fazil ev kitekit tev venegotin. Encama wî ji vê buyerê derêxistî zehf balkêş bû:

-Wî Rizayê Dîn, Şah kuşt. Nameya Cemaleddîn pêre dîtine. Nameyê de navê te jî dibore. Nebî tu van cilên xwe biguherînî! Hema diravên xwe û pasaporta xwe Hilde û xwe zû bigihîne Balyozxaneya Emerîka!

Tişta ewul hatî hişê min Destnivîs bû. Gelo wê sibehê Mîrza Riza ew standibû? Bi rastî, ez hêca bi xeternakiya rewşê nehesabûm. Hevpariya kuştina serokdewletekî; ku ez hatibûm welatê helbestvanan! Li gorî rewşê, her tişt elehiyê min de bû. Kîjan komser û kîjan dadger yê derheqê min de bêguman bûya?

Fazil, şaneşînê re dinêrî. Yek car berê xwe da min û qêriya:

-Kazak hatin jî! Otêlê dorpêç dikin!

Me berê xwe da derîncekan. Dema em gihatîn deriyê derve, me helwestek ji xwe bawer û bêguman girt. Hingê efserek rihik zer, ket hundur û çavên xwe li hundur digerand. Fazil, li ber guhê min milmiland: “Here balyozxaneyê” ji min veqeta û berê xwe da efserî. Min bi tenê gotina wî ya “Palkovnîk” (Serheng) seh kir. Çû destê wî û jê re sersaxî xwest. Min xwe li ebayê xwe pêça û berê xwe da dêrî. Kazakan di bexçede amadekariya sîperan dikir ku ez derketim wî bexçeyî. Bêtirs û serbest ez derketim. Ji ber ku ez ji hundur derdiketim wan jî zen dikir ku fermandar ez berdame. Di derîyê bexçe yê şebekekirî re derketim û ketim kolana teng de. Di wê kolanê re ez ê biçûma Cedeya Balyozxaneyan. Balyozxaneya Emerîka, qasî deh deqîqeyan bû.

Li serê zikakê sê nobedar sekinîbûn. Gelo ez ê li ber wan re biboriyama? Li alê çepê zikakek din hebû. Heke ez wê derê re herim belko baştirbê. Min qet li leşkeran nedinêrî û ez dimeşiyam. Piştî çend gavên din ne yê wan ez bidîtim û ne yê min ew.

-Bisekine!

Ez çi bikim? Ez bisekinim? Hêca pirsa ewul de, yê bizanibin ku ez Farisî nizanim. Yê nasnameya min bixwazin. Ez birevim? Yê cihde bigihijin min û ser de jî ez ê bibim sûcdar. Êdî min nedikarî ez xwe biparêzim jî. Ji bo biryarekî, wextê min ji çirkeyekî jî kêmtirbû. Min qet nelezand. Hesko min sehnekiribe, min meşa xwe domand. Qêrek din, dengê dagirtina tifingan, rep repa lingan… Serê min sekinîbû, êdî ti tişt nedihat hişê min. Ez nava zikakan de dibeziyam û min qet şûn xwe ve nanêrîya. neqebên herî teng û zemboqeyên herî tarî re diborîyam. Roj çûbû ava. Yê nîv saetî din, her dever tarî bibûya. Duayên min dizanîn, min hemî dixwendin. Ji gotina “Xwedayê min! Xwedayê min! Xwedayê min!” pêştir tiştek nedihat milê min. Hesko ez li ber deriyê biheştê sekinîbim û ji bo derî vebe min lave dikir.

Û derî vebî. Deriyê Biheştê. Nav dîwareke bi herînî de, derîyek xef. Destekî bi zendika min re girt û heta jê hat ez ba li xwe ve kişandim. Dema ez pişt dîwêr ketim, pey min re derî girt. Qaseke dirêj, ji tirs, şaşwazî, kelecan û şadiyê, bêhn çikayî, çav girtî, welê îşqil sekinîm. Ji derve hêca deng dihatin.

Sê coht çav li ser min bûn. Sê jin. Serê wan nixwumandî, rûyê wan vekirîbû û weke zarokek nû xwedê dayî li min dinêriyan. Ya ji hemûya mezintir dixweya –çil salî xuyadikir- bi işaretekê xwest ku ez wê bişopînim. Li paşiya bexçe, koltuxet mezin yê hêsîr hebû. Ez li ser wê hêsîrê rûniştandim û bi işaretan got ‘ez ê qaseke din vegerim.’ Işaretekî û peyveke bi sêhrî, ez aram kiribûm: “Enderûn”. Ango: Harem! Leşkeran nedikarî werin vê derê.

Bi rastî jî, dengê lingên leşkeran ewul nîzing bûbû û paşê jî dûr ketibû. Yê ji kû bizanibîna ka ez li kîjan kolanê “firî me”? Taxek zehf tevlîhevbû. Ewqas neqeb, zemboqe, bexçe û xanî! Ser de jî dinya tarî bûbû.

Piştî saetekî ça anîn, çixare pêçan. Me dest bi axaftinê kir. Sedemê rizgarkirina min, bi hinek Farisiya tevlî piçek Fransî kirîn vegotin. Sehkiribûn ku şirîkê kujerê Şah, li otêla biyanî lê dimîninbû. Dema reva min dîtîn, têgihiştine ku ew leheng ez im û xwestine min biparêzin. Ji bo çî? Ji beriya pazdeh salan xwediyê malê, bi endamê tarîqateke cudakar hatibû tewanbarkirin û bi vê neheqîyê, hatibû dardekirin. Wê tarîqatê, qedexekirina pirjiniyê, wekheviya jin û mêran û demokrasî diparast. Ew tarîqat, tarîqata Babaiyan bû. Bi hevparîya Şah û melayan, bi deh hezaran alîgirê Babaiyan hatibûn kuştin. Vê navê re, gelek kesên bêsûnc jî, bi hêceta cîranê wî gileh kirî jî hatibûn kuştin. Vaye rizgarkerê min jî, ji wê rojê pê ve mabû tenê û bi keçên xwe re dijiya û li hêviya saeta tolhildanê bû. Ev her sê jin, rûmetdarbûn ku ji ber ku ev lehengê ewda wan vekirî kiribûn mêhvanê mala xwe ya feqîr

Heke hûn di çavê jinande bibin leheng, ma hûn dikarin vê dîtina wan biguherînin? Min ji xwe re got: “Xirakirina xeyalên wan beytişe, heta bi xetere ye.” Min tekoşîna man û nemanê dida û pêdiviya min bi wan hebû. Bê dengiya min ya biguman, gumanên wan yên mayîn jî belav kirin.

Sê jin, baxçeyek û şaşiyeke kêrî min dihat… Van çil rojên bihara Îranê ya hesko nerastbê, ez dikarim heta hetayê vebêjim. Min xerîbiyek ecêp kişand. Ji bilî wê, di nav van jinên rojhilatî de, qed cihê min tinebû. Piştvanka min, dizanî ku ka çi zehmetî li pêşiyêne. Sê doşeg ji min re danîbûn ser hev. Ez li ser cihêkê xwe, pix pixa xewa min bû. Lê ez bawer dikim wê, wê şevê heta sibeyî, çavê xwe danenîbûn ser hev. Kebara sibehê re gazî min kir, ez li kêleka xwe ya rastê rûniştandim. Herdu keçên xwe jî dan kêleka xwe ya çepê. Pişt re axaftinek kir. Dihate zanîn ku demek dirêj li ser fikirî ye.

Ewul pesnê wêrekiya min da û ji ber ku ez li mala xwe hewandime şadbûniya xwe anî zimên. Paşê bêhnekî bêdeng bû û dest bi vekirina bişkokên kurtekê xwe kir. Ez sor bûm, min xwêhdan da û berê xwe alê din ve kir, lê wê ez cem xwe ve kişandim. Mil û singên wê rûtbûn. Bi gotin û işaretan, xwest ku ez pêsîrên wê maçû bikim. Keçikên wê, bin lêvên xwe de dikeniyan, lê ew di nav helwesteke gerdîşîdebû. Bi masumane, min lêvên xwe li serê çiçikên wê dan. Ewul li serê yekî paşê yê din… Piştî vê, hêdî hêdî bişkokên xwe dadan. Bi gotineke sar û cîddî got:

-Bi vî awayî tu bûyî kurê min. Hesko min tu anîbî dinyayê û şîr dabê te.

Pey re, berê xwe da keçên xwe. Keçikan dev ji ken berdabûn. Ji wan re got: “Ji îro pê ve ew, kekê we ye. Divê hûn weke birayeke xwe yê ji dê û bav lê binêrin.” Merasîm hestdar, lê pêkenokbû. Lê piştî ez li ser vê mijarê fikirîm, min kûrahiyek din ya Rojhilat vedît. Rewşa em di navde, ji vê jinikê re gelek zehmetbû. Ji bo min rizgar bikê, bêbedel mirina xwe dabû ber çavên xwe û deriyê mala xwe ji min re vekiribû. Lê li milê din, şev û roj zelamek xerîp li cem keçikên wê bû û ev jî xetereyek dinbû. Gelo di vê rewşêde, rêyek ji vê merasîma sembolîk ya ewlad girtinê çêtir hebû? Êdî min ê bikaribûya li malê de rehet bigeriyam, heman mezelê de razam û min ê bikaribûya ehniya “xwîşkên xwe” maçî bikira. Bi vê merasima ewlad girtinê, em hemû diparastin.

Dibê ku kesek ji bilî min, xwe di xefikekî de hîs bikira. Ez rehet bûm. Dibe ku ez ji ber bêmijûlahî, acizî û tengasiyê, ji van sê jinan yekî re têkiliyekî pêk bînim û hêdî hêdî ji herdukên din dûr bikevim. Dibiya ku min çavên xwe ji ber awirên wan birevandan û van mirovên ji qenciya min pêştir ti tişt nexwestîn, min xewn û xeyalên wan bişikandan. Lê her tişt gelek  hêsan, eşkere û spehî pêkhat. Bi vî awayî em ê bi hev re bijiyan. Bi rastî ez bêjim carna dilê min nedixwest yê derewbê. Me carna dest bi stûyê hev re wertanî û henek dikirin lê têkiliyên me saf û temîzbûn. ew rojên di bajêr de ez li serê lîsteya kesên lê digerin de bûm, min li wê derê, li cem wan jinan borand.

Dema ez li şûn ve dinêrim, ew rojên min di nav van jinan de borandîn, ez wan rojan weke rojên vebijêr dibînim. Heke ne ji wan bûya, ez evqas têkilî Rojhilat nedibûyam. Heke ew nebûna, min zimanê wan evqas baş nedigirt. Rojên ewul, çend peyv bi Fransî gotibûn lê paşê axaftina me hemî bi Farisî bû. Heke wan rojan zehftir domandibûya gelo ev bîranîn yê evqas xeşbûna? Ez qet nizanim û min navê ez bizanibim jî. Mixabin, buyerek asayî, dawî li wan rojan anî. Hatina bapîr û dapîrê, ev kar qedand.

Bi rastî her wextî, min xwe ji dêrî dûr digirt. Ji bo heke xetere hebe, da ez xwe veşêrim. Vê carê ser min ve şkestibû, çi bû nizanim, ez bi hatina wan nehesam. Min, li mezela jinan pal dabû û nargîle dikuşkuşand. Ez bi dengê kûxika zelamekî veciniqîm.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply