Hejmara Deriyê Min: 03.08.2014

Min hemû bajarên xwe xistin heqeba xwe,

bi bayê payîzê re dimeşim

bi kulîyên berfê re dimeşim

bi kulîlkên biharê re dimeşim

bi tîrojên rojê re dimeşim.

Her ku dimeşim lingên min sivik dilê min biçûk dibe.

Wan hîn dûr e, Hewlêr dûr e, Laleş dûr e

û Şengal di çavên min de birînekê kûr e.

Zeman tim eynî ye: Tebaxa sisê 2014.

Havîn e, germ e.

Cesed dibarin di ser min de.

Bajarên min dişewitin di heqeba min de.

Axînekê miltecî bi canê min dikeve.

Sal ne guherandin: 2014.

Rûreşên min 2014 caran min dikujin,

2014 caran dê û bavê min dikujin,

2014 caran reh û kokên min diqetînin,

2014 caran êgir berê canê min didin,

2014 caran ez xwe aciz hîs dikim

û fêm dikim ku ez bêkesê dinê û bindestê xelkê me.

Fêm dikim ku kesî min li ser vê dinê tune ye,

fêm dikim ku vîjdana dinê tune ye.

Fêm dikim ku însanan bi kirinên xwe û bi nekirinên xwe

rehma Xwedê li ser xwe rakiriye.

 

Hêjmara derîya mala min: 03/08/2014ê.

Min çavên xwe di vê malê de vekirin

dizanim ez ê çavên xwe di vê malê de bigirim.

Nizanim Şêx Adî li ku ye, piştre Melekê Tawûs,

Mishefa Reş, Kitêba Celwe û yên din.

 

Tim beytên bêbeytik tên serê zimana min.

Tim havînê 2014an e, ji bo min.

Tim esîr im, li bazaran têm firotin.

Tim Siyabendê bê Xec im.

Ne li ser axê ji min re rehetî hebû ne jî di bin axê de.

Yanî li darê dinê şûna her kesî hebû tenê şûna min tune bû

tenê şûn bi min nediket.

Ez Êzidî bûm, Kurd bûm, cihê bûm.

Rûreş dihatin li benda min, perçeyekî min dikuştin û diavêtin êgir

perçeyekî min jî difirot in neyaran min nezanan min.

Min fêm dikir:  Him rûyê wan reş bû, him jî dilê wan.

Eger ku dilê wan reş nebûya, rûyê wan jî reş nedibûya.

Yanî reşahîya dilê wan dest bi tovavêtine kir di rûyê wan de xuya kir.

 

Hîn ditevize canê min, hîn dixûre çavên min, hîn dikele xwîna min.

Bayên Semûdî rûyê min dialêsin.

Di dilê min 2014 birîn vedibin, 2014 derî, 2014 dojeh.

Kes nayê û birînê min nekewîne,

kes nayê û derî di ser min de veneke,

kes nayê û kulmek av neavêje dojeha min.

Tebax bi tebax vedibe birîna min,

tebax bu tebax diperçîwe deriya min,

tebax bi tebax gurr dibe dojeha min.

 

Etê! Ez nikarim Şengal û Laleşa xwe biterîkinim.

Şengal û Laleş mirîyên min dipê û ez ê jî Şengal û Laleşa xwe bipêm.

Ew hêvî ye.

Ew pêşeroj e.

Ew wesîyet e

Ew ronahî ye.

Ew jibîranîn e.

Ew xatirzanîn e.

Ew qedr û qîmet e.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply