Romana Semerqand – 19 (Amîn Me’lof)

Dema İmparatoriya Selçûqî, dewleta herî bihêz ya cîhanê bû, jinekî wêribû ku serweriyê bigre destê xwe. Pişt perdê de rûniştibû, ji serê Asyayê heta binê wê, artêş sewq dikirin, mîr, wezîr, qazî, walî tayîn dikirin. Nameyên ji xelîfe re bên nivîsandin didan nivîsandin û ji serekê Alamûdê re qazid dişandin. Fermandarên didîtin ku fermanan diweşîne, dema deng dikirin, ji wan re digot: “Welatê me de kesên şer dikin mêrin, lê ka yê şer bi kê re bikin jin dibêjin wan.”

Haremê de ji wê re “Çînî” dihate gotin. Ji Semerqendê, bi eslê xwe ji malbateke Kaşgarî bû. Eynî weke kekê xwe Nasir Xan, ji dîtina rûyê wê dixweya ku ne ji nesebeke tevlîhev bû. Ne xetên Ereban yên Samî, ne yên Eceman yê Arî lê hebûn.

Jina Melîkşah ya ewul bû. Dema pê re zewiciyî, Melîkşah neh, keçik jî yazdeh salî bû. Bi sebir, mabû hêviya kamilbûyîna wî. Mûzerkên rûyê wî mist dabûn, hişyarbûna bedena wî ya ewul dîtibû. Bûbû şahidê şidandina endamên bedena wî, stûrbûn û şidayîbûna masûlkeyên çenge wî. Guzîdeya herî tê heskirin û herî rêzdar bû. Bi teybetî, ya gotinên wê tên guhdarkirin ew bû. Melikşah, piştî nêçîreke şêran, dawîya pêşbirkek bi xwînî de, aramî li ba Terkenê didît. Her weha piştî westandina êvarên rojên xebatên bi Nîzam re jî. Tûlên li ser bedena wê hiltanîn, bedena wî li ya wê diket, pê dileyîst, dihîriya, vedîtinên xwe an jî aciziyên xwe jê re digotin. “Çînîyê” pilingê xwe yê “harbûyî” radipêça,  mist dida, ew bi bedena xwe, weke lehengekî pêşwazî dikir, demeke dirêj nava xwe de dihişt û paşê disa ji bo bêxe nava xwe berdida. Weke fetihekî, bêhn çikiyayî, siltanê bi hemî giraniya xwe ve xwe berdayî, dizaniya bêxe nava zewqa herî bilind de.

Paşê hêdîka pê tilîyên xwe yê zirav birhên wî, mûjankên wî, lêvên wî, perika guhên wî, stûyê wî yê hêwî mist dida. Pilink bêhnbirhayî diket û dimilmiland, weke pisîkek têrxwarî devbeş dibû. Gotinên Terkenê digihatin kûrahîya giyanê wî. Terkenê, pesnê Melîkşah dida, karên kirî jê re digotin, behsa zarokan dikir, helbest dixwendin, çîrokên şîretan jê re digotin. Melîkşah, li ba wê qet aciz nedibû û soz dida ku her şevî li cem wê biborîne. Gorî xwe hez ji Terkenê dikir, xirpanî, bi tund, weke zarokan, heywanî hez jê dikir. Yê heta nefesa dawî jî hez jê bikira. Jixwe Terken jî dizane ku xwesteka wê ya herî piçûk jî nayê vegerandin. Terken dibêjê wî, ka yê kû derê çawa feteh bike. Di nava împaratoriyê de yek reqîbê Terkenê heye, ew jî Nîzam e û dema gihiştîn sala 1092’yê jî, êdî haxta îşê wî biqedîne.

Gelo “Çînî” şad e? Yê çawa şad be? Dema bi Cîhanê re tenê dimînê, dest bi girî dike. Ev hêstirên dayikekî ne. Ne’letan li neheqiyan dixwîne û ji bona vê, ti kes wê tewanbar nakê. Kurê wê yê mezin ji aliyê Melîkşah ve welîaht hatibû îlankirin. Tevlî hemî geran dibû û li hemî merasîman de amade bû. Babê wî, bi wî ewqas pesnê xwe didan ku, dibir her derî, li her bajarî digerand, bi şanazî behsa roja bikeve şûna wî dikir. Digot: “Ti siltanan împaratorîyek ev qas mezin, ji kurê xwe re nehiştiye!” Ti sebeb tinebûn ku wan rojên Terken ew qas şad, tarî bike.

Paşê welîaht mir. Tavilê, bi xezeb, agirek lêder. Xwîn jê berdan, giro danîn ser, çi kirin feyde nekir û nava du rojan de wertelîx bû. Gotin nezerê lê da ye, heta hinan got hatiye jehrdan. Terkena ketî nava şînê de dîsa jî xwe da hev. Piştî şîn qeda, kurê binretir welîeht hat îlan kirin. Xwîna Melîkşah, zû kelijî kurik û hêca neh salî sifatên nehatîn sehkirin lêkirin. Jixwe dewr jî dewra mirês û nîşandanîyê bû. Sifatên weke: “Mîrê Mîran, stûna dewletê, Mihafizê Emîrê Mûmînan” ne ecêb bûn. Bê yomî, nezer, çi bê bila bibe, welîehdê nû jî, xwe li ber mirinê ranegirt. Weke kekê xwe di cihde û weke wî bi guman…

Kurek din jî yê “Çînî”yê hebî û ji sultan xwest ku wî jî welîaht îlan bike. Lê vê carê kar ewqas ne hêsan bû. kurik sal û nîvî bû û ji wî mezintir sê kurên din yê Melîkşah hebûn. Dudo ji cariyekî bûn, lê yê sisiyan Berkyarûkê ji keçxaleta wî bû. Çawa yê bikaribûya wî ji dorê derêxe? Bi çi hêcetê? Kesek weke vî şehzadeyê, hem ji dê û hem jî ji babê xwîna Selçûqîyan lêgerayî, layiqê welîahtiyê hebû? Nîzam jî welê difikirî. Nîzam, her wextî dixwest ku gijgijînê Tirkan yên navxweyî ji holê rake. Her demî berdewamkirina xanedanê giring didît. Ji ber wê, bi sedemên sexlem, israr dikir ku kurê mezin welîaht bê îlankirin. Lê beytişe. Melîkşah, ji dijberiya Terkenê tirsabû. Ji ber ku, nikariya kurê Terkenê bibijêre, yê ti kes welîaht îlan nekira. Weke babê xwe, weke malbata xwe hemûyê, ji text re warisekî nehêle û bimire çêtir didît. 

Hedara û steqara Terkenê nedihat, ancaq kesek ji xwîna wê, waris bihata îlankirin yê rehet bibûya. Ji ber wê, ji her kesî pêtir dixwest ku Nîzamê azweriyên wê asteng dike, ji çav derkeve. Ji bo fermana dardekirina wî, ji her tiştî re amade bû. Ji bo wê, hevdîtinên bi Haşhaşiyan re dihatan kirin, roj bi roj dişopandin. Di riya Bexdayê de siltan û wezîr re hevaltî dikir. Dixwest ku dema înfazê de li wê derê be.

Ev, xwarina Nîzam ya dawî bû. Weke şîva Îsa ya dawî, ya wî jî şîva fitarê bû, Êvara dehê remezanê. Peywirdarên giregir, desteya qesrê, fermandarên artêşê, hemiyan bi awayek nedîtî, xwarin hindik dixwarin. Sifre, di bin konek mezin de hatibû danîn. Ji koleyan hinekan xetîre digirtin. Li sêniyên zîv, qetên goşt yên herî baş yên hêştiran an yê berxan, êhtikên kewên qelew hatibûn rêzkirin û şêst dest dirêjî sênîyê bûbûn. Goşt dihat qetkirin, ji hev dihat xistin û dihat dadqurtandin. Dema pariyek baş rasta wan bihata ji hev re îkram dikirin.

Nîzam hindik dixwar. Wê şevê, ji hemû şevan zehftir êşa wî hebû. Agir ketibû nava dil û hinavên wî. Wek çawa rûviyên wî bên îşkdan. Ji bo ser xwe bisekine, zehf cehd dikir. Melîkşahê li kêleka wî rûniştî, li kotina hestiyan mijûl bû. Carna bin çorên xwe re li wezîrê xwe dinêriya. Wî digot qey tirsaye. Yekser destê xwe dirêjî laliya hêjîran kir, ji wan yek ya herifî bijart û raberî Nîzam kir. Nîzam bi kubarî, ji dest girt û pê serê didanê xwe gez kir. Madem ku ji alîyê xwedê, yê sulta û yê Haşhaşiyan ve sê qatî hatibû mahkumkirin, tamkirina hêjîrekî yê çi biguheranda.

Soxînê xwarina fitarê xelas bû, şev ser wan de hat. Melîkşah ji nişka ve rabû ser xwe, dixwest ku zû herê cem “Çînî”ya xwe. Yê ji wê re; ka wezîr çawa me’dê xwe qermiçandiye vegota. Lê Nîzam enîşka xwe da erdê û bi xurtî rabû ser xwe. Konê harema wî ne dûr bû, yê keça xaleta wî vepesirînêrek baş jê re hazir kiribûya. Riya wî sed gav tê tinebûn. Li hawirdorê weke her wextî qelebalix hebû. xelebalixa leşkeran, xizmetkaran, etaran û carna tiqtiqa kenê cariyekî… Rê çiqas dirêj dixweya. Wek çawa bê kişkişandin. Her wexti çend zelam li cem bûn lê, kê dixwest ku li rex zelamek ji çavan ketî bixweye? Nivîskarên daxwaznameyan yên her wextî amade jî, ne li meydanê bûn. Yê kê çi daxwazî, ji extîyarekî ji çavan ketî bikira? Dîsa jî nihêrî, zelamek nîzing dibe. Kapûtek pînekirî lêbû. Milmila wî bû, dua dikirin. Nîzam, li kîsikê xwe nihêrî û sê zêr jê derêxistin. Ev zelamê hêca jî qesta wî kirî û hatî cem geleke bihata xelatkirin.

Biriqandinek, biriqandina kêrikekî, her tişt qasê bîskekî de qewimî. Bi dîtinê re, dîtina Nîzam ya tevgera destê wî zelamî re, xencerê cilê wî û goştê wî dirand û kezeba wî simand. Fersenda qêrînê jî nema. Bi tenê piçek şaşbûyîn û nefesa dawî… Dema qulîbiyî erdê, ew birqandin, ew destê dirêjî wî bûyî û devê kef jê dibariya dît: “Ev diyarî ji te re, ji Alamûtê tê!”

Hingê, qêr û hawar bilind bûn. Kujer revî, kon bi kon lê geran û dîtin. Cihde serê wî jêkirin, bi lingên wî girtin û xirandin, birin avêtin nav êgir.

Piştî vê bûyerê, fedaiyên Alamûtê her tim bi vî şiklî hatin kuştin. Lêbelê êdî pêdivî bi revê ne didîtin. Hesen ji wan re gotibû: “Kuştina neyarên me ne bese. Em ne kujerin, em înfazkerin. Ji bo ibret jê bê girtin, divê em karê xwe eşkere bikin. Bi kuştina kesekî, em hezar kesî dibizdînin. Welê jî infazkirin û bizdandin ne bese. Divê em bizanibin bimirin jî. Ji lew re, bi kuştinê em neyarê xwe ji rahiştina tevgerê texil dikin, bi mirinê em heyraniya gel bi dest dixin. Kesên tevlî hêzên me bibin, yê ji nav wî gelî derkevin. Mirin, ji kuştinê giringtir e. Em ji bo parastina xwe dikujin, ji bo danguhertina mezhebê wan û fetehkirinê jî dimirin. Feteh kirin mebest e, xwe parastin amûr e.”

Rojên piştî vê, kuştinên komî, gelî caran rojên îniyan, li mizgeftan, dema ji bo nimêjê herkes digihat hev dihatin kirin. Qurban, divê bila wezîr, bila şehzade, bila alimeke dîn be, wextê bangê dema dora wî qelebalix û çavên gel li wî. Fedaiyê Alamûtê, temtêleke welê de qet bala kesekî nekişîne û kes gumanekî jê nebe, li wan deran disekinîn. Mînak, temtêla mihafizên qesrê de ye. Dema çavê herkesî li qurban, derb lê dida. Qurban diqulibî lê celad nedilivî. Gotinên hatîn hînkirin diqêrî, helwestek qebê digirt û dima hêviya qet qet kirina xwe ya ji aliyê mihafizên dîn û har bûyî ve! Peyam hatiye dayîn; kê hatibe kuştin, kesê bikevê şûna wî, yê êdî ji Alamûtê re helwestek xweşbîntir nîşan bide. Ji nav gel jî deh, bîst an jî çil kes yê tevlî hêzên wan bibin.

Kesên ev buyerên ev qas dijwar didîtin, her tim digotin, fedaîyên Hesen afyon kişandine. Heynexwe, çûyîna mirinê ya bi ken, yê çawa bê ravekirin? Çiqas diçû, fikra “bin bandora haşhaşê de ne” pêtir dihat bawerkirin. Kesê vê agahiyê digihine Rojava jî Marco Polo ye. Nava alema Îslamê de kesên ne ji wan bin, ji wan re gotine haşhaşiyûn. Anko “kêşankerên haşhaşê.” Hinek rojhilatnasan ev tegîn, weke bingeha “Assassîn” ya di zimanên Ewrûpa de tê wateya kujer an jî mêrkuj hesibandine. Çîrokên mêrkujan: “Haşhaşîyan” anko yên “Assassîn”an hê tirsnaktirin jî.

Rûyek din yê rastiyê heye: Keyfa Hesen ji gotina “Esasiyûn” re dihat ku tê wateya yê bi esasê dîn ve girêdayî. Hesen, bi vê gotinê bang li zelamên xwe dikir. Tê gotin ku gerokên wateya vê peyvê fêhm nekirîn, ev bi peyva haşhaşiyûn re tevlîhev kirin e.  

Tê zanîn ku Sebah, muptelayê nebatan bû. Teybetmendiyên wan ya tîmarker, vepesrîner û hişyarker nasdikirin. Wî bi xwe jî nebat hildiberandin, dema zelamên wî nexweş diketin tîmar dikirin û ji her yêkî re derman çêdikirin. Reçeteya wî ya zêdekirina fêrbûna hêza mêjî navdar bû. Tiştek wek, tevlîheviya hingiv, goz û kîşnîşan bû. Dixweye ku dermanek pir hêsan bû! Digel kevneşopên eksok û dilkêş jî divê rastî bihata pejirandin. Ji îmana bawerhişk pêştir ti tiryaqên Haşhaşiyan tinebûn. Û ev îman, her tim bi doktirîna herî bawerhişk, rêxistina herî bandorkar, feraseta peywirê ya herî ji dil dihat asêkirin.

Serê hiyerarşiya wan de Hesan Sebah hebû. Hostayê Mezin, Îmamê bilind, yê wek zanayê hemî razan tê nasîn. Li derdora wî, çent kesên propogandîst-mîsyoner hebûn û ji wan re daî dihat gotin. Ji wan sê kes alîkarên Hesen yên mezin bûn. Ji wan alîkaran yekî, li rojhilatê Îranê, Xoresanê, Kuxîstanê û Maveraûnnehîrê; Yekî, li rojavayê Îranê û Iraqê; yê din jî, li Sûriyê dinêrî. Bin vê astê re, rêvebirên tevgerê yên ji wan re refîk dihat gotin hebûn. Perwerdehiyek têkûz dîtibûn. Dikariyan kelehekî, bajarekî heta eyaletekî îdare bikin. Yên ji hemîyan kêrhatîtir, dema roja wan dihat, weke mîsyonerekî derdixistin.

Nav hiyerarşîya wan, asta herî jêr de endam hebûn ku ji wan re lassek dihat gotin. Ev ne kêrî perwerdehiyê û ne jî kêrî çalakiyan dihatin. Bi tenê mûmînbûn. Piraniya wan, ji şivanên derdora Alamûtê, jinan û extiyaran pêk dihatin.

Pey wan re, mûcîp an go ecemî hebûn. Piştî perwerdehiya wan ya ewul, li gorî behreya wan dihatin beralîkirin. An dibûn mûmîn, an dibûn refîk an jî dibûn fedaî ku li gorî misilmanên wê demê hêza Hesen Sebah ya esasî ji wan bû. Hostayê Mezin, ew ji nav kesên xwedî îman, kêrhatî û zexim dibijartin. Asta perwerdehiya van kesan ne li pêş bû. Heke yek kêrî Misyoneriyê bihata, ti carî ew nayêxista nav pola fedaiyan.

Perwerdehiya fedaiyan, kareke hesas bû û Hesen zehf giring digirt. Tiştên weke van hînî fedaiyan dikirin: Zanîna veşartina xencerê, dema pêwîst be, behreya derêxistina wê ya bi lezgînî, tam daçiklandina di nîvê dilê qurban an jî heke zirxê qurban hebe, jêkirina rayê stûyê wî; hînkirina kevokên agahdariyê, ji bîrnekirina şîfreyan, têkiliyên Alamûtê re xef û bi lezgînî, carna fêrbûna zaravayekê heremekî, axaftina bi devokên heremî, têketina nav derdoreke biyanî, behreya girtina rengên kesên li hawîrdorê, heta saeta înfazê werê nekişandina gumanan li ser xwe, şopandina nêçîrê weke nêçîrvanekî, di hişde hiştina rêveçûn, wergirtin, elimandinên xwe û derên lê gerayî, Keseke mirov zor bikaribe nîzingê wî bibe, têkilî danînên dost û mirovên wî re û pêşvebirina van têkiliyan. Tê gotin ku, ji bo kuştina qurbanekî du fedaî, qasê du heyvan temtêla keşeyekî mabûn manastirekî de. Behreya reng guhertina weke bûqelemûnê, bi tişteke welê hêsan, weke kişandina haşhaşê nayê ravekirin. Ji berî her tiştî, kesê bikevê tarîqatê, diviya xwediyê îmaneke welê bê ku dema girseya ji rikê çavsor bûyî, ji bo parçekirinê êrîşê wî bike û bi mirinê re rû bi rû bimînê nelivê.

Hesen Sebah, makîneyeka mirinê ya di dîrokê de herî tirsnak sazkiribû ku ti kes nikare înkar bike. Lê welê jî di dawiya vê sedsala bi xwîn de, li hemberê vê rêxistinê, rêxistinek din sekinî. Ew jî nîzamiyeya kesên bi wezîrê hatî kuştin ve girêdayî bû. Wê jî belko ewqas ne qurnaz û rêbazên ne mirêsdar mirin belav kiribû, lê bandora wê jî hinge ya din wêranker bû.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply