Kurd î

Hema ku tu dibêjî ez kurd im

Heyanî ku çiyayek li ser pişta te şîn dibe

Bextê kesê kurd

Ku lotkeyekê ji kurdistanê hilgire

û jiyana xwe pê bidomîne.

***

Berf li ser bilindiya tiliyên te şîn dibe

Berf rengerengî dibe

Mîna cilên pîrejineke koçerî.

***

Di dilê te de

Agirê newrozê vêdikeve

Û sofî ta mestiyê

Di dorê re dizîvirin

Û helbestên Meleyê Cizîrî dixwînin.

***

Tu bala xwe didiyê ku çawa

Kulîlkên Çinarê li ser milên te

Têne afirandin.

***

Roj di çavên te de

Bi bîst û yek tîrêjan hiltê

Her yek ji wan tîrêjan govdê te

Weke xençerên ronîkirî

Derbas dike

Da ku xwîna welatekî di nîgaşa yazdan de razayî birêje.

***

Çerx ji êşa te diqîre

Tu kurd î

Tu dijminê hemûyan î.

***

Şîrê heyvê bimje

Axa stêrkan bixwe

Para te di zemînê de nîne.

***

Tu kurd î

Divê tu dûmên daqurtînê

Da ku dîtin zelal bibe

Ji bo ku tu pariyên nanê belavbûyî bibîne

Yê ku te ber bi siberoja herî bedew ve dibe

Berî ku devê gotegotiyê bixwe.

***

Tu kurd î

Tu xemgîniya tembûrê yî

û nalîna şevê yî

Tu siya hêviyê ya şor î

Li ser sîngê va gozemîna pîr.

***

Tu devê ku bi niştiman û xakê bangî xweda dikî ye

Û dê asîman bersiva

Rijdî û xocihbûn

Û bedewiya te bidî.

***

Tu kurd î

Tê xwediyê bayê bî

û tê vêre zemîn û asînanê bidest bixî.

***

Tu xewneke rengereng î

Di gerdûnekê de ku tenê

Bi reş û sipî weşanê dikî.

ـــــــــــــــــــــــــــــــ

Helbest ya helbestvana Sûrî Besme Şêxo.

Wergerandin ji erebî Majêd a Mihemed.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *