Romana Semerqand – 16 (Amîn Me’lof)

Zelamê çavbeq, yê çavên wî weke yê kêvjalê li der ve, gera xwe domand. Bêwestan û bêrawestan, li welatên misilmanan, li Belxê, Mervê, Qaşgarê, Semerqendê gera. Li her derî we’z dan, niqaşan kirin, kes dan bawerkirin û rêxistin kirin. Li kîjan bajarîbûya, ji şiîyan, ji ecem, kurd û erebên ji desthilatiya tirkan bigazind, heta nûnerek an jî kesek rêxistinkirî li pey xwe nehişta ji wî bajarî an ji wî gundî nediçû. Çiqas roja diçû, artêşa Hesen mezintir dibû. Ji wan re “batinî” digotin, anko zelamên karen veşartî! Ji wan re “xurifî” û “bê Xwedan” jî digotin. Aliman, her roj ew tehdit dikirin. “Ne xwezika wan kesan û tevlî wan bibin! Rijandina xwîna wan, weke avdana bexçeyan helale.”

Deng bilind dibûya, tundî dima di gotinê de. Li bajarê Sawê waizekî, kesên weke misilmanên din ne li mizgeftê, li devereke din civiyayîn gilî kiribûn û xwestibû ku polis wan ceza bike. Hejdeh endamên tarîqatê hatibûn girtin. Piştî çend rojan, cesedê xencerdayî yê gilîker hatibû dîtin. Nîzamulmûlk cezayek bi ibret, jê re xwestibû. Xeratek ji meshebê Îsmaîliyan hat girtin, êşkence danê, di çarmixê de kişandin û kelaşê wî, di nava kolanên bajêr de gerandin.

Diroknasekî ev nivîsand: “Ew waiz, kuştiyê îsmaîliyan yê ewul û xerat jî qurbaniyê wan yê pêşî bû.” Serkeftina ewul jî li bajarê Kaînê yê li başûrê Nîşabûrê bi dest xist in. Ji Kirmanê karwanek ji şeş sed bazirgan û haciyan pêk dihat û gelek bar tanî û dihat. Nîv qonaxê nîzingê bajarê Kaînê, zelamên bi çek û rû nuxwimandî rê birîbûn. Serekarwan, zen kiribû ku rêbir û eşqiyane. Xwestibû bi bac û xeracê xwe ji wan xelas bike, lê rewş cûdabû. Rêwî biribûn bajarekî di nava kelehê de, çend rojan girtî hiştibûn û xwestibûn ku mezhebê xwe biguherînin. Hinekan ji ber ku qebûl kiribûn, hatibûn berdan,  lê yên din tev kuştibûn.

Buyera karwên, bi tenê nîşaneke kiçkok ya buyerên tund yên pêşerojê bû. Komkujî, kuştinên ji hev yên herdu milan, li her bajarî, her bajarokî û li her gundî diqewimî û “nîzama Selçûqiyan ya aştiyê” êdî diheliya. Vaye qeyrana Semerqendê ya bîrewer hingê da der. Dîrokzanekî kurt birî: “Li pişt van buyeran Ebû Tahir heye.” nivîsand. Lê tiştên diqewimîn ne ewqas sivik bûn. Gerçî, hamiyê Emer Xeyam yê berê, rojekî yê Mijdarê derketibû û hatibû İsfexanê. Dema di Deriye Tirah re ketî nava bajêr, rast berê xwe dabû mala havalê xwe û wî jî ji bo qet nebê piçekî deynê xwe bidê, bi şadî deriyê mala xwe jê re vikiribû. Gotinên adetî yên rêzgirî  dom nekiribûn û Ebû Tahir, bi çavên tejî stêrk gotibû:

-Divê ez cihde Nîzamulmûlk bibinim.

Xeyam, qet qazî di vî halî de nedîtibû, ber dile wî ve hat û çû.

-Em ê, îşev herin cem wezîrî. Ma rewş zehf xeternaqe?

-Ez ji Semerqendê reviyam. Ez mecbur bûm.

Qazî, gotinê xwe temam nekirin. Gotin, di qirika wî de man asê û rondik ji çavên wî herikîn. Ji dîtina wan ya paşî ve, kal bûbû, çermê wî qermiçîbû, riha wî spî bûbû, bi tenê birhên wî yên stûr reştarî bûn. Emer çend gotinên dilxweşî gotin, Qazî xwe ve hat, şaşika xwe rast kir û paşê pirsî:

-Ew zelamê jê re Rû Bîrîn dihate gotin, bîra te tê?

-Wî zelamê dikir ku xwîna min vexwê, ez ê çawa ji bîr bikim?

-Bîra te tê, hema piçek jî fikreke cuda ferq bikira, wek seyê har êrîş dikir? Vaye sê salin tevlî îsmailiyan bûye û ew xîretkêşiya berê ji bo dînê rast dikir, niha du qatî wê ji bo xeletiyên wê derêxê holê dike. Bi sedan, bi hezaran kes li pey wî diçin. Hakim û serwerê zikak û kolanan e; zagona xwe bi kotekî li esnafan daye pejirandin. Ez çend caran çûm ba Xan. Te, Nasir Xan nas kiribû, cihde hêrs dibû û yek car jî aram dibû. Xwedê rehma xwe lê bikê, çiqas ez dia dikim, ez ji wî re jî dixwînim. Niha birazyê wî, li ser kar e. Keseke, ka yê çi bikê ne diyar, bêbiryar û xav e. Mi kir û nekir, min nezanî ka ez ê çawa nêzî wî bibim. Min çend caran kiryarên van paşverûyên ser hişk, jê re gotin, lê qet guhê xwe neda min û her car jî ji gotinên min aciziya xwe jî kifş kir. Dema min fêhm kir ku yê ti tiştî nekê, min gazî çend dadgerên nêzî û fermandarê hêzên milîsan û min xwest ku tevgera Îsmailiyan ji nêz ve bişopînin. Ji bo şopandina Rû Birîn, sê kesên dildar derketin pêş. Min dixwest ku  derheqê wan de agahiyeke hûrgilî bidim Xan û çavên wî vekim. Wê hînê re zelamê min, agahiya hatina serekê tariqatê dan min.

-Ya Hesen Sebah?

-Erê, ew bi xwe! Zelamên min,  herdu alên zikaka Abdak a li Taxa Xatfar, ya Îsmaîlî tê de diciviyan girtin. Dema Hesen Sebahê temtêla xwe guherandî derdikeve ji derve, li stûyê wî siwar dibin. Serê wî xistibûn tûrikekî de, anîn cem min. Min, ew demildest bir qesrê. Min digot qey karê min kirî, yê bê ecibandin. Cara ewul bû ku Xan, eleqadar dibûya, xwest bibînê. Dema şeveqê me bir cem, destên wî yên girêdayî dan vekirin û xwest bi wî re bimînê tenê. Min xwest, derheqê wî paşverûyê serhişkê xeternaq de Xên hişyar bikim, lê guh neda min û got: “Ji bo ez, wî bînim ser rêya rast, ez ê wî îkna bikim.” Hevdîtina wan dûv dirêj bûbû. Carna zelamek ê Xên, dêrî piçekî vedikir û li wan dinêriya, lê hevdîtina wan didomand. Dema fecra sibehê vedayî, me dît ku bi hev re nimêj dikin. Bi hev re heman bêje dubare dikirin. Ji bona li wan binêrin, zelaman hev dehf didan.

Ebû Tahir qurtek şerbet vexwar û paşê domand:

-Diviya rastî bihata qebûlkirin. Xwediyê Semerqendê, serwerê Maweraûnnehîrê, Warisê Qerexaniyan ketibû nava tarîqatê. Bi rastî ev eşkere negotibû û bi dînê rastî ve girêdayî dixweya lê, şûna şêwirmendên wî Îsmaîliyan girtibû jî. Fermandarên hêzên Hesen Sebbah girtîn yeko yeko hatin kuştin. Şuna pasvanê min, zelamên Rû Birîn girtin. Êdî min dikariya çi bikira? Tenê bi karwanê haciyan yê ewil re ketina li ser rê û xeber gihandina Nîzamûlmulkê şûrê islamê li mil û Melîkşah jî?

Wê êvarê, Xeyam, Ebû Tahir bir ba Nîzam. Ew herdu bi hev re hiştin. Nîzam bê deng guhdarî qazî kir. Ehniya wî qermiçî. Dema gotinên qazî xelasbûn, bi pirsî got:

-Tu dizanî berpirsyarê felaketa li semerqendê û ev belaya me tevan tehdit dike kê ye? Ew zelamê tu anî vê derê ye.

-Emer Xeyam?

-Nexwe yê kê bê? Roja min dikariya wî bidim kuştin, Emer Xoce, canê Hesen Sebbahî xelaskir. Nehişt em wî bikujin. Gelo yê niha bikaribe me ji kuştina destê wî xelas bikê?

Qazî nizaniya çi bêjê. Nîzam keserek kişand, bêdengiyek kurt lê kûr çêbû.

-Tu bêjî, em çi bikin?

Ev pirs, Nîzam kiribû. Bersiva Ebû Tahir amadebû. Yeko yeko dest bi vegotinê kir:

-Divê ala Selçûqiyan li ser ezmanê Semerqendê li ba bikeve, wextê wê hatiye.

Rûyê wezîrî qermiçî:

-Gotinên te zêr in, got. Bi salane ez dibêjim, Maverûnnehîr, bajarên weke Semerqend û Buxara yê geleke nava împaratoriyê de bin, lê beytişe. Melîkşah guhê xwe nadê min.

-Halbûkî artêşê Xên zehf lewaz e. Nikarê mûçeyên fermandaran bidê, kelehên wî hemî xera bûne.

-Em wê dizanin.

– Alpaslanê babê wî, dema çem derbas kirî tişta hatî serê wî,  Melîkşah ji wê aqûbetê ditirse?

-Qet na!

Qazî tiştek din nepirsî. Ma li hêviya raveyekî. Nîzam:

-Siltan ne ji çemî û ne jî ji artêşeke hember ditirse. Ew bi tenê ji jinekî ditirsê! got.

-Terken Xatûn?

-Heke Melîkşah çemî derbas bike, yê nehêlê herê nivêna wê û yê haremê jê re bêxê weke dojehê. Divê neyê ji bîrkirin ku Semerqend welatê Terken Xatûnê ye. Nasir Xan keke wê bû, Ehmed Xan biraziyê wê ye. Maveraûnnehir ya malbata wê ye. Heke saltanata bab û bapîrên wê sazkirîn bi dawî bibê, yê cihê wê yê di nava jinên qesrê de biguherê û yê kurê wê nebê mîratgirê babê xwe yê Melikşahî jî.

-Ne kurê wê, hêca du saliyê!

-Ne jixwe, zarok çiqas kiçkok be, divê diya wî ew qas zêde tê bikoşe.

-Min fêhm kir, got qazî. Yê ti carî Siltan nexwazê Semerqendê bistînê.

-Ya min gotî, ne ew e. Lê ji bo vê divê fikra wî bê guhertin. Ji bona vê jî pêwîste em çekên ji çekê Xatûnê bihêztir bikarbînin.

Qazî soro moro bû, beşişî, lê ji pêşniyaza xwe nehat xwarê:

-Gotinên mi ji cenabê te re vegotîn, ma ez ji siltên re jî bêjim ne bese? Ma dek û dolabên Hesen dike ez jê re bêjim nebese?

Nîzam kurt birî û got:

-Na.

Wê hînê re ew qas nava xem û fikaran de bû ku nikariya nîqaşan bikê. Serê wî de planek ber temamkirinê ve diçû. Qazî bêdeng, li benda biryara wî mabû. Wezîrî got:

-Tê sibeyî herî ber derê harema Siltanî û bêjî min divê ez serekê axayê haremê bibînim. Tê bêjî ez ji Semerqendê têm û min ji malbata Terken Xatûnê agahî anîne. Ji ber ku tu qaziyeke welatê wê yî û xizmetkareke dilsoz yê xanedanêyî, yê te qebûl bikê.

Qazî fêhm kir û Nîzam domand:

-Dema tu ketî huzûra wê, ka paşverûya çi aniye serê Semerqendê, tê tevan jê re bêjî, lê tê nebêjî Ehmed jî tevlî wan bûye. Dijî wê, tê bêjî Hesen Sabbah textê wî xistiye xeterê, bi tenê encak mu’cîzeyek dikarê wî xelas bikê. Tê bêjî ez çûme cem Nîzam, lê zehf guhê xwe nedaye min û heta got. “van tiştan tu ji Siltan re nebêjî ha!”

Roja din, bê erqele stratejiya wan hat cihanîn. Terken Xatûnê ji bo standina Semerqendê iknakirina siltên girt ser mile xwe. Nîzamulmûlk wek çawa li dijî wê bê diaxivî, lê li milê din amadekariya seferberiyê dikir. Ewantiya îsmaîliyan giraniya Nîzamulmûlk hejandibû.  Mebesta Nîzamulmûlk di dawiya vî şerê xapandinê de, ji standina Maveraûnnehê, ji rizgarkirina Semerqendê pêtir bi cihanîna giraniya xwe ya di nava împaratoriyê de bû. Ji bo vê jî serkeftinek teqez û bi bandor lazimbû. Bi salan bû ku sîxurên wî gotin; em cihê Hesen dizanin, em ê cihde wî bigrin.” dubare dikirin, lê serhildêr nahta girtin û rasthevhatinan de zelamên wî weke bayê winda dibûn û “erd û ezmên li wan sond dixwar.” Ji ber wê nîzam li pey şereke eşkere û hember hev bû. Semerqendê, demeke qet ne di hişê wî de bû ku ev firsat dayê.

Di bihara 1089 an de artêşeke du sed û pêncih hezar kes, fîl û çekan ve bi rê ketin. Ew dek û dolavên artêş bi rê êxistî li milekî, lê li milê din ka hemû artêş çi dikin ji wê re amade bû. Ewul Buxara vegirt û paşê berê xwe da Semerqendê. Dema gihaştin ber dergehê bajêr, Melîkşah, ji Ehmed Xan re nameyek bi şêweyeke dilzîz hatî nivîsandin şand û tê de digot; em hatine, we ji wan paşverûyên serhişk rizgar bikin. Xan, bi gotinek nazik û sar bersiv dida; “Min daxwazek halê ji kekê xwe yê rêzdar nekiriye.” Melîkşah ecêpmayî bû lê ti kelecana Nîzam tinebû û got: “Xan, ne azad e, divê em van gotinan tine bihesibînin.” Jxwe artêş êdî şûn ve venedigera. Fermandaran behra xwe dixwestan û pa ne dest vale venedigerana!

Hêca ji rojên pêşîn ve, bi xayînetiya pasevanekê bircan, ketibûn nava bajêr. Li alê rojava, nik Deriyê Keşişxaneyê kozik û çeperê xwe girtin. Parêzkaran jî xwe dan aliyê başûr, vekişan li rex Deriyê Kîşê. Ji gel qismekî, biryara  alîgirtina yekineyên siltan stand. Dest bi xarin, vexwarin û handana wan kirin. Yên din jî, ji ber baweriya xwe, alê Ehmed Xan girtin. Bi hemû xirabiya xwe ve du heftiyan şerî domand. Lê belê encam berçav bû. Ehmed Xan ê li mala dostekî xwe ya li taxa Qubeyan xwe veşartî û hemû serokên îsmaîliyan dîl hatin girtin. Bi tenê Hesen, xwe di selebeka ava pîs re xelas kir.

Yê serketî Nîzam bû, lê bi xapandina siltan û xatûnê! Têkiliyên wî yên bi qesrê re, ji binî xera bûn. Her çiqas melikşah, ji vegirtina bajarê herî navdar yê Maveraûnnehîrê memnûn bûbê jî, lê her wextî ji ber xapandina xwe fihêtîbûn hîs kir. Heta dana ziyafeta serkeftinê ya bûyî adet ji bo yekineyên leşkeran, red kir. Nîzam, ji kesên lazimbê seh bikin re, bi tenê got: “kinojî ye”.

Û Hesen Sebbah, ji vê têkçûnê derseke baş derxist. Dev ji îknakirina fermanrewanan berda û rêxistina herî tirsnak ya terorî, ya heta wê rojê mirovahiyê nedîtî saz kir. Ji vê rêxistinê re Tariqata Haşhaşiyan hat gotin.

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply