Rêwitiya ji gerdûnekê heta gerdûneke din

Rêwitiya di navbera gerdûnan de çêbibe an na, em hê nizanin. Ji bo vê yekê divê em bikarin bigihîjin dîmenên cuda. Loma enerjiyeke zêde û li gorî qanûnên fîzîka quantumî li me re pêwîst e.

Gelo we qet li ser dîmenên vê gerdûnê fikir kiriye? Yan jî li ser dîmenên cuda. Cudahiya dîmenên din ji hev du çi ye? Rêwitiya di navbera gerdûnan de pêkan e an? Pirsên bi vî rengî belkî gelek caran hatine bîra me lê bersiv ew qasî hêsan nînin. Ev mijar di gelek fîlman de bûne mijar û naverok. Di rastiyê de wekî li fîlman nîşan didin rêwitiya di navbera gerdûnên cuda de wisa jî hêsan nîne.

Fêhmkirina ji dîmenan bêguman diguhere. Ji bo mûstangeke li ser bendikekê û ji bo kesê li mûstangê dinêre cuda ye. Mûstang li ser bendikekê ye dikare here pêşî, paşî aliyê çep û rast. Ji bo mûstangê ew bendika em wekî 1 dîmenî dibînin, ne 1 dîmenî ye. 3 dîmenî ye. Ew bendik ji bo mûstagê ne bendik e, taybetmendiyên bendikekê nîşan nade. Taybetmendiyên sîlînderekê nîşan dide lê ji bo me, ji bo me mirovan bendik e. Di fêhma me de ew bendik e û 1 dîmenî ye. Ji ber vê em dikarin bibêjin fêhma ji dîmenan diguhere. Em aniha bi giştî bi demê/zeman ve di gerdûneke 4 dîmenî de dijîn. Ji xeynî demê fezayeke bi 3 dîmenî heye. Ji ber vê di wê mînaka mûstangê de fêhma me mirovan û wê mûstangê diguhere.

Guherîna dîmenan bêguman vê pirsê tîne bîra me; gelo em ê bikarin herin gerdûnên din? Di sala 1916an de cara yekê Ludwig Flamm fikra xwe ya “çehlikên spî” gotiye. Dibîne pêkan e gerstêrkeke wekî berovajiya çehla reş hebe û dibêje bi teorî em dikarin di navbera çehlikên spî û çehla reş de bircekê çêbikin. Di sala 1935an de Albert Einstein û Nathan Rosen bibikaranîna Teoriya îzafiyetê ya Giştî li vê fikrê zêde kirine û teoriya “qulikên kirman” nûjen kirin. Li gorî vê teoriyê bi saya van qulikan em dikarin derbasî cihên dema wan ji hev du gelekî cuda yan jî gerdûneke din bibin.

Albert Einstein û Nathan Rosen jî van qulikan wekî “birc” bi nav kirine. Em dikarin ji bo van bircan bibêjin kurterê. Kurterêyên ji bo derbasbûna qerdûnên din. Her wiha ev teorî wekî “Bircên Einstein û Rosen” tê nasîn. Bêguman bikaranîna “qulikên kirman” di sala 1950an de ji aliyê fîzîkvan John Wheeler ve hatiye gotin.

Aniha ji bo me pirsgirêka herî mezin ev e, gelo em ê bikarin ji bo rêwitiya di nav gerdûnan de qulikên kirman çêbikin? Zanistvan hewl didin ji bo vê teoriyê îsbat bikin qulikên kirman çêbikin. Belkî em hê nehatine wê astê lê li Dezgeha Enerjiyê ya Amerîkayê xebateke li ser qulikên kirman kar kirine û biçûk jî be qulikeke kirman a bi pergaleke quantumî dîtine. Ji Ofîsa Zanistê ya Dezgeha Enerjiyê ya Amerîkayê Lêkolînara sereke Maria Spîropulu dibêje, “Me ji bo lihevketîbûna quantumî ya li gorî serdema xwe, pergaleke quantumî ya biçûk a taybetmendiyên qulikeke kirman a rakêşî nîşan dide dîtiye.“. Ji Caltechê profeserê fîzîkê Shang-Yi Ch’en dibêje; “Ev xebat ji bo em bikarin bi bikaranîna kompîterên quantum ji rakêşa fîzîka quantum fêhm bikin û bi bernameyeke mezin testa wê bikin gavek e.“

Nivîskarên vê lêkolînê ji Zanîngeha Harwardê Daniel Jafferis , ji bo têza lîsansê Spiropulu û ji MITê Alexander Zlokapa ne. Tîma lêkolînê li ser teleportasyona quantumî û qulikên kirman dixebitin. Tîm ceribandinên xwe yên ji bo ravekirina bi fîzîka quantumî ya vê meseleyê kirine.

Bêguman xebatên li ser vê mijarê ne nû ne. Beriya vê xebatê jî li ser kar dikirin. Di sala 2015an de dîsa ji Caltechê profesorên fîzîka teorîk  Ronald û Maxine Linde û profesorêmatematîkê Alexeî Kitaev  dibînin pergaleke quantumî ya hêsan bi xebatên Jafferis , Paul Gao û Aron Wall re li hev dikin dînamîkên quantumî bi bandorên rakêşiya quantum ve yek in. Ev model wekî modela SYK jî tê binavkirin. Navê wê ji navê Subir Sachdev , Kitaev û Jinwu Ye tê. Ev model ji bo li ser vê mijarê kûr û hûr bixebitin bû alîkar. Di vê xebata nû de jî xebateke wekî modela SYKê kirin.

Rêwitiya di navbera gerdûnan de çêbibe an na, em hê nizanin. Ji bo vê yekê divê em bikarin bigihîjin dîmenên cuda. Loma enerjiyeke zêde û li gorî qanûnên fîzîka quantumî li me pêwîst e. Heke bibe belkî em ê wan sehneyên li fîlman bi me nîşan didin bi rastî jî bijîn lê em bi vê yekê rind dizanin fîzîk dinyaya nediyariyan e, tu tişt ne diyar e.

Ayşenûr Ozel-Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply