Romana Raperîna Baba Îshaq

Lokman Polat

Romana romannivîser û lêkolînvanê hêja Mehmet Oncu ya bi nave ”Raperîna Baba Îshaq” ji nav weşanên ”Sîtav”ê li Wanê derketiye. Roman 231 rûpel e. Berga wê birêz Biro Hovo çêkiriye. Berg rengîn e û bergeke baş e, hunerî ye. Sererastkirin û edîtoriya romanê birêz Qahir Bateyî, Îkram Baban û Serwet Denîz kiriye.

Di der barê nivîskarê kurd Mehmet Oncu de pêwîst nake mirov zêde gotinan bibêje. Ev 30 sal in ew bi kurdî dinivîsîne û berheman diafirîne. Li Bakurê Kurdistanê ji hêla lêkolînî û berhevkirina hêjayiyên kurdan ên gelêrî,  folklorîk ve kar û xebata wî giranbiha ye. Ew jî wekî hêja Mehmed Emîn Bozarslan kedkar û berhemkar e. Nêzîkî 30 pirtûkên wî hatine weşandin. Wî çar cild gotinên pêşiyan/zargotin ku bi hezaran rûpel in, nivîsîn û weşandin. Kar û xebata wî ya lêkolînerî û romannivîseriyê didome.

Min navê Baba Îshaq bihîstibû û di der barê wî de di pirtûkên tirkî de hinek tişt xwendibûn. Lê, min nizanibû ku ew kurd e. Di der barê serhildana Şêx Bedredîn û Şah Îsmaîl de jî dîtinên cuda hene. Tirk her duyan jî dikine tirk. Lêbelê hinek dibêjin Şah Îsmaîl ku bi siltanê osmaniyan re şer kiriye û di şer de têk çûye ne tirk e. Hinek dibêjin bavê wî Şêx Hayder kurd e hinek dibêjin diya wî kurd e, lê ew şehînşahê Îranê yê împaratoriya farisan bûye. Jixwe di nav tirkan de şêx, şêxîtî tune ye. Şêx û şêxîtî di nav kurd û ereban de heye. Ez ê dûr û dirêj û bi berferehî behsa naveroka romanê nekim. Ez ê bi kurtahî hinek agahdariyên gelemperî pêşkêş bikim û qala hinek tiştên ku di romanê de ne bikim û her wiha daxwaz bikim ku xwendevanên kurd vê romana hêja bixwînin. Mijara romanê serîhildaneke dîrokî ya gelêrî ye. Xwendevanê romanhêz dê vê romana ku mijara wê li ser bûyera serîhildaneke dîrokî ye bi dilxweşî bixwînin.

Raperîna/serîhildana Baba Îshaq li herêma Semsûrê/Adiyamanê ango li Bakurê Kurdistanê dest pê dike. Ew li hemberî selçukiyên tirk ên mihacir ku ji Asyaya Navîn hatine serî hildide.

Baba Îshaq di şer de tirkên selçûkî têk tibe û di serî de Semsûr, Gerger û Gexteyê fetih dike digire, zeft dike û paşê jî ber bi Amasyayê ve êrîşa xwe didomîne û dixwaze Konyayê jî zeft bike, fetih bike. Siltanê artêşa selçûkiyan Emîr Necmedîn ji frankiyan alîkariyê werdigire. Leşkerên bi zirx ên frankiyan derdixe pêş û bi saya alîkariya leşkerên bi zirx ên frankiyan artêşa babaîyan a ku di bin serokatiya Baba Îshaq de ye têk dibe. Di wî şerê giran de Baba Îshaq bi xwe tê kuştin. Çi heyf ku, dîrok dubare dibe, di serîhildana Şêx Seîd de jî komara tirkan bi alîkariya frankiyên di xeta Fransayê de leşkerên xwe tînine Amedê û serhildanê têk dibin. Jixwe paşê jî Şêx Seîd bi dar ve dikin.

Baba Îshaq kurdekî leheng bû, serokekî gelêrî bû. Wî li hemberî Siltan Giyasedîn Keyxusrewê selçûkî serî hildabû. Giyasedîn Keyxusrewê xwînxwar, yekî araqxwir, tolazê li pey jinan û di keyf û zewqa xwe de bû. Wî li xelkê herêmê zilm û zordarî dikir. Tirkekî hov û zalim bû. Ji jina xwe re jî xirab bû, zalim bû, lewre jî, jina wî ya bi nave Mahperî Xanimê jahr daye pê û ew kuştiye.

Dema leşkerên frankî û yên artêşa tirkên selçûkî artêşa Baba Îshaq têk dibin dest bi qetlîamê dikin, jin, zarok, kalepîr, hemûyan dikujin. Di der barê wê qetlîamê de dîroknasê suryanî Ebu’l Ferec wiha dibêje : ”… 1000 siwarên ewropî yên ku di xizmeta siltan de bûn, ji hêrsa xwe şewitîn, diranên xwe çirçiyan û êrîşî van zilaman kirin. Bi çêkirina nîşanên xaçê li ser rûyên wan û ew belav kirin. Paşê, ereb (leşkerên îslamî) bi wan re tevgeriyan û dor li wan girtin û bi şûr xistine destê wan. Ji van mêr, zarok, heywan bi kurtasî tiştek ji şûr xilas nebû.’ (Dîroka Ebûl Ferec II,  r:540) Yanî tirkên selçûkî bi alîkariya frankî û erabên leşkerên îslamî li hemberî artêşa Baba Îshaq şer dikin bi ser dikevin û wan qetil dikin, qetlîamê pêk tînin.

Piştî van agahdariyên gelemperî, em lê binêrin romannivîserê hêja Mehmet Oncu naveroka romana xwe li ser çi bingehê afirandiye.

Raperîn peyveke soranî ye û bi kurmancî serhildan/serîhildan tê gotin. Diyar e peyva soranî li xweşa nivîskar çûye ku loma di şûna peyva kurmancî de ya soranî bi kar aniye. Helbet her du peyv jî peyvên kurdî ne. De ka em li naveroka romanê binêrin.

Mihemed Elyas ji gundê Kolikê ye. Kolik sî kîlometreyî dûrî bajarê Semsûrê ye. Ew zilamekî lêkolînvan e. Vebêj û ew hevûdu dibînin ku herine gundê Baba Îshaq. Ev çûyîn dema niha ye tê qalkirin. Navê vebêj Hemo ye. Vebêj alav û amûrên xwe, lênûsk/defter, pênûs, kompîtur û kameraya xwe bi xwe re dibe.

Destpêka romanê bi agahdariyên dîrokî yên gelekî balkêş dest pê dike di der barê felsefeya baweriya riya heq de agahdarî hene.

Nivîskar/vebêj di romanê de li gorî ramanên Baba Îshaq, li gorî bîr û baweriyên wî, felsefeya wî ya ku parastiye dîtinên wî pêşkêş kiriye û cih bi cih helbest û çarînên xwe wekî ku yên Baba Îshaq in, rave kiriye. Di esasê xwe de felsefeya ramanên Baba Îshaq û bawermendên ku ji wan re dibêjin ehlê riya heq felsefeya ”Wehdetê Wicûd” e. Ehlê heq, riya heq yanî ehlê Xwedê û riya Xwedê ye. Ew ji bo Xwedê heq dibêjin. Hinek alimên ola îslamê dibêjin 99 navên Xwedê hene. Heq jî navekî wî ye.

Di romanê de ravekirina dewlemendiyên dîrokî hene. Di der barê Komageneyê de agahdarî hene. Gelek tiştên aîdî dîroka qedîm a herêmê, wekî dîmenên zindî radixe ber çavên xwendevanan. Her wiha di romanê de hilberînên aborî yên di dema Komagenyê de pêk hatine, her wekî şerabxane, rûnxane, karxaneyên hesinkeriyê tê qalkirin.

Vebêjê romanê Hemo li pey şopa serhildaneke dîrokî ya 780 sal berê bi serokatiya kurdekî bi navê Baba Îshaq ku ji Bakurê Kurdistanê herêma Semsûrê ye li hemberî selçûkiyên hov pêk hatiye, digere. Ew dibihîse ku deftereke/lênûskeke destnivîs a ku ji wê demê maye heye. Bi navê Muslîm yekî ku pirtûkên kevn kirîbûn û di embarekê de dabûn serhev, berşê dabû, piştî ku dimire, neviyê wî li Unîversîteyê/Zankoyê beşa edebiyatê/wêjeyê qedandiye pirtûkên wî yên kevn tesnîf dike û pêşkêşî lêkolînvanan dike. Di nav wan pirtûkan de pirtûkeke gelekî kevn ji yên din cudatir heye. Pirtûk bi alfabeya sumeriyan a kevn e û zimanê wê jî kurmanciya kevn e. Pirtûk behsa gelek rûdanên serdema berê dike.

Hevalekî vebêj Hemo jî deftereke din dide pê. Dibin du defterên dîrokî. Vebêj Hemo ku nivîskar bi xwe ye, romanê ji ber naveroka defterekê pêk tîne, diafirîne lê deftera dînî dihêle ji bo xebateke afirandina berhemeke din û di dawiya romanê de vê diyar dike.

Roman li ser bingeha defterekê tê afirandin û wekî romaneke dîrokî ku behsa serhildaneke dîrokî dike. Lê divê ez vê jî bibêjim; her du defterên dîrokî yên ku hatine dîtin kurgu ne, hêman in, ango fîkşîon in, ne ku defterên/pirtûkên 780 sal berê ne. Romannivîser Mehhmet Oncu bi vî şeklî bi kurguyeke/fîkşîoneke serketî romana xwe ya bi navê Raperîna Baba Îshaq afirandiye. Helbet di dîrokê de bi rastî jî kurdekî bi navê Baba Îshaq hebûye û serîhildana wî li hemberî selçûkiyên dagirker û xwînxwar çêbûye. Baba Îshaq li dijî selçûkî û frankîyan şer kiriye. Jixwe vebêj Hemo/romannivîser dibêje piştî ku min ew her du defter/pirtûk xwendin, min biryara xwe da ku bûyerên wê demê wekî roman binivîsim . Û her wiha roman bi jiyan û têkoşîna Baba Îstaq dest pê dike.

Di romanê de, di der barê dergeha Baba Îshaq de bargirên dergehê, hêzên wê yên leşkerî yên parastinê, felsefe û perwerdeya dergehê û gelek tiştên din de bi berferehî agahdarî hene. Û her wiha behsa Hecî Bektaşê Welî jî tê kirin û dibêje Hecî Bektaş bi kurdî diaxifiya. Bektaşiyên tirk ên ku li ser rêça Hecî Bektaşê Welî ne ji bo wî dibêjin ”Ew tirk/tirkmen bûye.” Lêbelê diyar e ku ev ne rast e. Ew kurd bûye. Ji xwe tirk miletekî/neteweyekî bêesl û bêfesl in, bêkok in. Lewre jî her tişt, hemû hêjayiyên gel û neteweyên din dikine yên xwe. Belge, çavkaniyên objektîv, îsbat tune bin divê mirov her tiştî û her kesî neke kurd. Tirk bê esl û fesl in, loma her tiştî dikine tirk. Divê kurd wiha nekin. Kurd bi esl û fesl in, xwedî esalet in.

Di romanê de tê gotin ku; Baba Îshaq li ser rêça Ebul Wefayê Kurdî meşiyaye. Fikir, raman û felsefeya vî alimê kurd parastiye. Roman bi ravekirina bûyerên dîrokî, bi qalkirina wê dema dîrokî hatiye xemilandin. Tê de agahdariyên dîrokî gelekî cih girtiye.

Peyrew, şopîner û bawermendên ku li ser rêça felsefeya Baba Îshaq in ne tenê kurd in, her wiha faris, tirkmen, erab û ecem in, azerî û yarsanî ne. Di romanê de di der barê yarsaniyan de jî agahdarî heye. Tê gotin ku Baba Tahirê Hemedanî jî fikir û raman, bîr û baweriya yarsaniyan parastiye, ew jî yarsan bûye û hîmdarê pêşîn ê edebiyata/wêjeya kurdî bûye.

Di romanê de cihê bi kelecan rêwîtiya çûyîna Baba Îshaq a kela Elemûtê ango cih û warê Hasan Sabah e. Hasan Sabah jî bi salan li hemberî selçûkiyên tirk ên hov/barbar tê koşiyaye, şer kiriye. Li Tirkiyeyê tirkên şoven û nijadperest ji bo ku Hasan Sabah li dijî selçûkiyan serî hildaye, tê koşiyaye wî xirab didine nîşandan û gelek derewên bêbingeh lê dikin. Di romanê de tê gotin ku Hasan Sabah kurdekî li ser riya heq e.

Di dema xwendina romanê de ez bi kelecan dixwînim, dibêjim ka dê kîngê serîhildan/raperîn dest pê bike. Lêbelê, dixwînim û naxwînim raperîn tune ye. Min ji rûpela sedî derbas kir, ez hatim hetanî rûpela 190î hêj min dît ku wa ye raperînê dest pê kir.

Di sala 1240î de di roja çarşemê de raperîn/serîhildan dest pê dike. Serhildêr di bin serokatiya Baba Îshaq de bajarê Semsatê zeft/fetih dikin û dixwazin bajar û navçeyên din Gerger, Sêwereg, Ademan, Urfa, Elbistan, Meraş, Meletî, Sêwas û hwd fetih bikin û dikin jî. Serhildêr van bajar û bajarokan fetih dikin û dixwazin ber bi bajarê Manîsayê ve herin. Bajarê Manîsayê wê demê bajarekî kurdan e. Ji xwe ew dem ji Hewremanê, Aktabatanê, ango ji Rojhilatê Kurdistanê hetanî Îzmîrê kurd bû û rûm bû. Tirk hêj nû hatibûne Kurdistan û Anatoliyayê. Mîrê bajarê Manîsayê jî kurd bû. (Lê çi heyf ku kurdên wan herêman di nav pêvajoya dîrokê de asîmîle bûn, zimanê xwe kurdî jî û esl û koka xwe jî ji bîr kirin, asîmîle bûn, heliyan û di dema niha de xwe wekî tirkmen dihesibînin. Piraniya rûniştvanên bajarên Sêwas, Tokat, Amasya, Manîsa, Yozgat û Konyayê ku xwe wekî tirkmen dibînin di esasê xwe de bi eslê xwe kurd in.)

Serhildêrên kurd di bin serokatiya Baba Îshaq de gelek navçe, bajar o bajarok ji bin destê selçukiyên dagirker ên barbarên talankerên asyayî derdixin, rizgar dikin, gel azad dikin. Şervanên serhildêr bajarên Sêwasê, Nîkonya û Tokatê jî fetih dikin û berê xwe didine bajarê Amasyayê.

Ew hêj di rê de ne, leşkerên selçûkiyan bi selhildêrên ku di bin fermandariya Baba Elyas de ne re şer dikin û wî dikujin. Paşê artêşa Baba Îshaq tê wê hêza leşkerî ya selçûkiyan têk dibe û bajarê Manîsayê ji wan distîne, rizgar dike û berê xwe dide bajarê Konyayê ku wê demê paytextê selçûkiyan bû.

Serhildana Baba Îshaq a li hemberî selçûkiyên hov, li dijberî zilm û zorê, xwestina hilweşandina dagirkeriya tirkên hov/barbar ên asyayî bû. Serhildan ji bo azadiya kurdên ehlî heq, dad û dadweriyê, heq û heqweriyê, wekhevî û mirovweriyê û welatperweriyê bû. Serîhildan li hemberî zalimên hov ên asyayî, li dijberî xwînrij, xwînmij û xwînxwaran, di senger û çeperên şerê heqî û neheqiyê de çar mehan domiya. Dawî siltanê selçûkiyan bi dayîna diraf/pere, bi belavkirina zêran alîkarî ji frankî, gurcî, ermenî, tirkmen û hinek kurdan wergirt, bi piştgirî û alîkariya wan artêşeke lejyonan ên leşkerên bi pereyan şer dikin damezirand û bi wan lejyonan serîhildana Baba Îshaq têk bir.

Di encama şerekî giran de Baba Îshaq û jina wî dîl dikevin destê selçûkiyan. Piştî têkçûna serîhildanê selçûkiyên hov qetlîamê pêk tînin. Çekdar, neçekdar gelek kesan dikujin. Wan wekî dewaran serjê dikin. Selçûkiyên hov ji malbata Baba Îshaq kesekî sax/zindî nahêlin, hemûyan dikujin.

Ji dema ku kurdan piştgiriya selçûkiyên tirk kir, di sala 1071ê de bi xêra kurdan, bi alîkarî û piştgiriya kurdan artêşa bîzansê têk bir û împaratorê bîzansê Romen Dîyojen dîl/êsîr girt û riya Anatoliyayê ji wan re vebû, bi xêra kurdan derbasî Anatoliyayê bûn, ji wê rojê heta îro hezar sal in her dem, her tim tirkan li kurdan bêbextî kiriye û kurd kuştine. Qencî û başiya ku kurdan bi tirkan re kir bû xirabî û li wan vegeriya.

Ji serîhildana Baba Îshaq, Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîd, Dêrsim, Agirî heta îro tirkan li hemberî kurdan hovîtî, qetlîam pêk anîne, kurd kuştine. Neyarê bav û kalan nabe dostê lawan.

Çandname

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply