Rêzehevpeyvînê Jina (6) – Şîlan Doskî

Lokman Polat – Pirs : 1-Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Şîlan Doskî – Bersîv – 1 Navê min Şîlan Doskî ye. Ez di 10ê Mijdar1974an li bajarê Duhokê hatime dinyayê.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e?

Şîlan Doskî – Bersîv – 2 – Dema li bîrdankên temenê piçûkitî û ciwaniya xwe, fîlm, wêne,  li nameyên qurmiçî, yên zarokeka penaber li ser axa welatê xwe yên ku çi sînoran nikarî bû ji min cuda bikin, vedigerim binyatê nivîsa Kurdî li dev min name bi komtîpên aramî bûne. Di sala 2005an de tiliyên min zêdetir ew pênûs himêz kir û bi komtîpên latînî derbasî cîhana nivîsandina helbestê bûm. Sala 2013an derbasî cîhaneke siriştî bûme û min dest bi amadekirina Ferhengeke wênedar li ser Gul û Kulîlkan kiriye. Evê Berhema Gulferheng ku 6 Salan min li ser kar kiriye, wek yekem Berhema min ya çapkirî bi Zimanê Kurdî-Elmanî ye, ku ji 1100 Gul, Kulîlk û Riwekan pêk hatiye, hemû wêne jî min bi xwe girtine, Pertûk 550 laper e û di Adara 2020an de beşê yekem li Weşanxaneya Hodge li Elmanyayê çap kiriye. 

Lokman Polat – Pirs : 3 Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî , arebî, farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi ttirkî , arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?

Şîlan Doskî – Bersîv – 3 – Min bi xwe jî, destpêkê bi zimanê biyanî dinivîsand. Dema min pênûs di nava tiliyên xwe de himêz dikir, xîmava hestên xwe ji bo zimanekî din dadirijand, pêngava herî giring ji bo jinavbirin û binpêkirina Ziman û çanda kurdî bû ku di wî serdemî de min radikir, lê min dît eger çiqas mirov di xaka zimanên din de avakirinê bike, ew tucaran nabe xwedan xanî, lewma jî bersiva evê pirsê divê her nivîskareka/ê kokkurd ew bi xwe bide.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Şîlan Doskî – Bersîv – 4 – Li ser babetê dimîne ka li ser çi dinivisînin. Kavilê Edebiyata Kurdî ava an wêran dikin? Ziman jî mîratek e! Lê ez ne li dijî wan im, gava ku bi pênûsa xwe li himber dijminan bi zimanê wan tekoşîn di ber miletê xwe de dikin.  

Lokman Polat – Pirs : 5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Şîlan Doskî – Bersîv – 5 – Rast e li ser şiyan û heza mirov dimîne, lê ji bo dermankirina jana birîna Zimanê xwe (Zimanê Kurdî), çi ji destê min bê ez dê binivisînim.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Şîlan Doskî – Bersîv – 6 – Gava ku mirov pesnê yekê/î dide, kêm kes bawer dikin, lê gava ku kesekê/î bê rûmet dikin, her kes ji wan bawer dike. Sererayî ku em ji fêrbûna ziman li dibistanan li ser axa xwe bêparbûne. Rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî li wê gorê û di bin van fişarên têne serê miletê me wisa jî, rewşa wêjeya me baş e. Eger ev hefsar dûrî destên Partî û Olan be wê hêj baştir bibe.

Lokman Polat – Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Şîlan Doskî – Bersîv – 7 – Ev vekolîn pê divê, dema min çend pertûk di warê helbest û romanê de xwendibin, ez nikarim yekser bersiv bidim kîjan dewlemendtir e, tev ku helbest bêtir hatiye nivîsandin, lê di nerîna min de evro Romana kurdî jî cihê xwe di pertûkxaneya kurdî de çêkiriye.   

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Şîlan Doskî – Bersîv – 8 – Delîveya dewlemendkirina wêjeya kurdî dive mirov ji dest nede. Lê ev nayê wê wateyê ku eger me kêm berhem di warê helbest, çîrok, roman û şano de hene, şaxên Edebiyata me şepirze ne.
Pêdiviya me bi xwendin, nirxandin û rexneyê heye ev fakterên sereke yên pêşketina wêjeyê ye..

Lokman Polat – Pirs : 9 – Li gorê te helbest çiye? Helbest ji bo te çi wateyê dide ? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye? Heman pirs ji bo şano, çîrok û romana kurdî ye jî…

Şîlan Doskî – Bersîv – 9 – Helbest mitbûna(bêdengiya) hestekî pirbêj e, dema ristên wê dihûnim, aramiyê dide sirişta viyana min. Helbesta kurdî ne kêmî ya cîhanî ye. Helbesta kurdî wek min got li pêş e û çi ji hêla durv an naverok û mijaran ne kêm e, berevajî em xwedan pêmayekî pir zengîn in, gelo wê çawa helbesta me ne li pêş be?

Nerîna min li ser romana kurdî min berî nuha got, çîroknivîsên Kurd baş dixebitin, şanoya me jî li ber xwe dide bi hêvî me em bi giştî guh bidine ziman û xwe bi pêş ve bixin.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Mijarên berhemên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Şîlan Doskî – Bersîv – 10 – Mijarên berhemên min navên ji me revandî ne, rehên bin axa Kurdistanê ve, gulûgiyayên xemla welatê min in, ku îro bûne girtiyên florên dagîrkeran. Helbest jî mijarek ji wan e. Awaza xweşî û janên hestên min e.  Bê viyan, jiyan wek baxekî bêtav e!

Lokman Polat – Pirs : 11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Şîlan Doskî – Bersîv – 11 – Pêdivî bi dem, hişyarbûna mejî heye, rexnegerî gava babetî be, ravekirin û nirxandina berhemî be, wê hingê ez wek neynikekê ji berhem re dibînim.. Eger wêje neyête nirxandin û rexne nebe (bê guman rexneya avaker) bi pêş ve naçe. 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?

Şîlan Doskî – Bersîv – 12 – Giring e, xwendina rexnegiriyê, taybetmedarî çêbibe, nivîskarên vê biwarê bi şêweyekî akadîmîk û zanistî çêbibin, wek dema em berê xwe didin cûreyên din yên wêjeyê em berê xwe bidine vê biwara giring jî, tako wêjeya me jî bêtir bi pêş bikeve.

Lokman Polat – Pirs : 13 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Şîlan Doskî – Bersîv – 13 – Bi nerîna min pêwîst e, çimkî gelek berhemên nivîskaran derdikevin û tenê di çarçoveya dost û hevalên derûdora wan de dimînin. Tev ku weşangeriya me ne ewqas bi bandor e, lê pêdiviya me bi bandorkirina wê heye, em li ser belavkirina wêjeyê bixebitin, pertûkan bi xwendevanan bidine nasîn û ji çarçoveya belavbûna dorpêçkirî ber bi firehiya asoyê çandeyê ve bibin.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî ?

Şîlan Doskî – Bersîv – 14 – Ez wêjeya giştî dixwînim û bi gelek zimanan, şanaz im ku di vê deryaya hestan de hizira xwe bi melevaniya wê şad bikim. Kîjan be, çi çîrok, roman, helbest ez ji behremendiyê hez dikim.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Şîlan Doskî – Bersîv – 15 – Bê ku navan bibêjim, ez ji gelekan re dixwînim, wêje mîna daristanê ye, darên piçûk û mezin dinimîne, ji berhemên kilasîkên Kurdan pir hez dikim û wêjeya me ya nûjen jî, ez wê ne kêmî ya cîhanî dibînim, çi tişt dikeve ber destê min dixwînim..

Ez her nivîskareka/î kurd ku xizmeta ziman û çanda xwe kiriye û dike, nêzîkî xwe dibînim, rêz li berhemên her nivîskareka/î Kurd digirim. Mijara hezkirina berhemên wan wek mijara dema kesek ji min bipirs e ji kîjan zarokê xwe hez dikî !?

Lokman Polat – Pirs : 16 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye kîjan pirtûk?

Şîlan Doskî – Bersîv – 16 – Pertûk na, lê kurteçîrok min xwendine.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojê de dê kîjan berhema te bê weşandin?

Şîlan Doskî – Bersîv – 17 – Niha li ser 2 pertûkan kar dikim. Pertûkek bi navê Lîsteya Navên Zanistî yên kurdica, kurdistanica(kurdîka, kurdistanika), Herwesa di ber ra beşê 2 yê Gulferheng jî amade dikim. Dîwana helbestên min li Amedê li ber çapê ye, lê ji ber aramiya karkirina weşanxanê hê li bendê me.

Dîwana helbestên min ya bi navê Helara Evînê jî ji weşanên J&J derket. 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Gotina te ya dawî…

Şîlan Doskî – Ez daxwaza serkeftinê ji bo amadekirina pertûka te ya bi navê  ”Di edebiyata kurdî de Nivîskarên Jin” dikim. Spas ji bo ku te rêz li karê min girtî û di laperên wê de cih daye min.

Spasxweş

 

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply