Gelo ji bo por neweşe em kanin çi bikin?

Weşîna por dikare ji ber sedemên genetîkî û her weha sedemên ne-genetîkî pêk were. Sedemên cûda yên wekî guherînên hormonî, nexweşîyên girêdayî tîroîd, kêmbûna hesin, pariza bêhevseng, stres û hilberên kozmotîk ên bikar anîn jî dikarin bibin sedemê weşanînê por. Ger porê we rojê zêdeyî ji 100 têl diweşê, ev tê wê wateyê ku pirsgirêka weya porweşînê heye. Me ji bo we 12 serlêdan pêşniyar kir ku hûn li dijî wendabûna porê şer bikin.1/12

    • Kokê por masaj bikin:Rûnê gûzê yê ku we di bi usula benmarî germ kiriye li ser serê xwe masaj bikin. Heke hûn bi kêmanî du saetan dixwazin wê bi şev li porê xwe bihêlin û wê bişon. Ji ber vê yekê, hûn ê serê xwe hişyarîyekê derxine holê û pêşî li windabûna por bigirin. 
      2/12
    •  Aloe Vera: Aloe vera bi rûnê hîndî tevlihev bikin û wê li ser serê xwe biqelînin. Porê xwe bi tiştek bipêçin ku ew germ bibe û 2 saetan bihêle. Piştra bişon. Gava ku hûn wê heftê 2 caran dubare bikin, hûn ê bibînin ku kêmbûna porê we hêdî dibe.
       
      3/12
    •  Amla Oil:Rûnê amla bi ava leymûnê re ^tevehev bikin û wê bixin nav porê xwe. Leymûn dê alîkariya we bike ku hûn ji çermê mirî xilas bibin, avahiya amla dê folîkulên porê we têr û xurt bike.
      4/12
    • Rûnê kaxil(çemenotu):Rûnê kaxil bi leymûn û mast re tevehev bikin û li ser serê xwe biqelînin. Bi saya rûnê kaxil dê porê we zêde bibe.
      5/12
    • Hibiskus:Pelên hibiscus bi rûnê gûzê bikelînin. Piştî 10-15 hûrdeman, dema ku rûn germ e, wê li ser serê xwe biqelînin. Bila ew hemî şev di porê we de bimîne. Hûn dikarin serê sibehê porê xwe bişon.
      6/12
    • Şîrê gûzê: Nîvê avê nîvê şîrê gûzê têxin nav şûşeyek spîralê. Her serê sibehê, vêtevehevînê ji kokên porê xwe ve bikin û heya porê xwe biqelînin. Ev teveheva hem dê porê we zindîtir bike û hem jî bi têrkirina folîkulên porê we pêşî li windabûna porê bigire.
      7/12
    • Hêk: Sipîyê hêkê bi ava zencefîlê re tevlihev bikin û binî kokê porî xwe bidin. Piştî 2 demjimêran bişon.
       
      8/12
    • Darê Nîm:Pelên dara nîmê bi ava leymûn û mast re tevehev bikin. Dûv re vê têkelê li porî xwe bidin. Dara nîm kokên por têr dike. Leymûn porê we paqij dike û dihêle ku porê û serî we nefesê bistîne. Mast çermê serî we nerm dike. Bi vî rengî, weşandina porê we kêm dibe.
       
      9/12
  • Korî:Pelên korî yên hişkkirî di nav rûnê zeytûnê de 1 hûrdeman bikelînin. Piştî ku we germ kir, wê li rehên porê xwe bixin û porê xwe bi streçê veçêwirin. Hûn dikarin vê têkelê 2 demjimêran heya 8 demjimêran li ser porê xwe bigirin. Porê xwe bişon da ku pêvajo biqede.
    10/12
  • İsotê reş (filfil): Îsotê reş û bi rûnê kurcî tevlihev bikin û li çermê porên xwe bidin. Bila 4 demjimêran li ser porê we bimîne, paşê porê xwe bişo.
    11/12
    Pîvaz: Rûnê zeytûnê bi ava pîvazê re tevlihev bikin. Wê li serê xwe bidin û demekê bisekinin, dûv re jî bişon.
    12/12
    Werger: Çandname

    Çavkanî: hthayat

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply