Jimara pêncan a eKovara Temaşeyê hate weşandin

Jimara pêncan a eKovara Temaşeyê hate weşandin. eKovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.

eKovar ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke ekovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye.

Di vê hejmarê da jî me mijarên xwe guherand û mijarên nû li naveroka xwe zêde kir. Hevpeyivîna me ya vê carê bi sînemagera hêje Soleen Yusef ra ye ku li ser jiyana wê, fîlma wê ya mala bêbanî, şîrove û projeyên wê yên pêşerojê bû mijar.

Nivîsa pêşîn ya Benazîr Ozmenê ye ku li ser kitêba Devletsiz Bir Ulusun Sineması ya Soner Sertî û Gemideki Hayalet ya Sebahattin Şenî kirîye. Berawirdinek têr tije di navbeyna herdû kitêban kirîye. Bîlal Korkutî jî di vê nîvîsa xwe da bala xwe daye nêrîneke femînîst ya fîlmê Hiner Selîmî yê bi navê Welatê Min ê Tehl û Şêrîn. Nurullah Akcanî bi serenavê Henaseyek Nû: Sînema li Rojavayê Kurdistanê nivîsek li ser meseleyê nivisî. Rojen Hêvî bi serenavê Sînema û Mîtolojîyê eleqeya avabûna senaryoyê û çîroka mîtosan şîrove kirîye. Mela Mihyedîn li ser rêzefîlmê Modern Loveê şîroveyek kurt û kurmancî kirîye. Omer Bextîyarî fîlma derhênerî mezin Theodoros Angelopoulosî Bêdawîtî û Rojek analîzên xwe ji bo hezkirîyên sînemaya wî nivisîye. Burcu Roza Allahverdi Di vê nivîsa xwe da jî li ser sînemaya Tarkoskyî bi serenavê Awirvedanek li Sînemaya Tarkovskyî mûkir bûye. Rûmet Medî li ser François Truffautî û Mehmûd Beytoyî jî weka hertim li ser xêzefîlmekî nivîsên xwe nivîsîne.

Mijarên me yên vê hejmarê jî curbecur in. Berhemên hunera heftemîn me bi nivîsên nivîskarên hêja vê hejmara derengmayî anî ber we. Hêvî û ûmîda me ye ku hûn jê sûd bigirin.

Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.

Ji bo hejmara pêncan a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin: Hejmara 5an

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply