Rêzehevpeyvînê Jina (22) – Rûkîye Ozmen

1- Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Rukiye Ozmen tê. Di pirtûkxana kurdî de pirtûkên Rukiye Ozmen hene. Gelo Rukiye Ozmen kêye? Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Rûkiye Ozmen – Ez li gundekê bi navê Emerîn girêdayê Cizîra Botan ji dayîk bûme. Em çar xwîşk û du bira ne û zaroka pêncemîn im. Min dibistana seretayî li gund qedand, çendî min daxwaza berdewamiya dibistanê hebû jî, ji ber nebûna dibistana navîn û nebûna derfetan ji bo çûna bajarekî, ez ji dibistanê qetiyam. Wekî gelek kurdan, malbata min jî di sala 1990an de ket ber wê pêla koçberîyê û hate Elmanya û ez niha tevî malbata xwe li Elmanya dijîm.

2 – We kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Rûkiye Ozmen – Piştî em hatin Elmanyayê, ez êdî di wê baweriyê de bûm ku wê xeyala min ya xwendinê bibe rastî . Lê belê ji ber zehmetiyên penaberî û pirsgirêkên burokratîk min nekarî bixwînim.

Min xwe di nava demê de bi riya rojname, kovar û bi taybetî kovara Hawar a Celadet Alî Bedirxan û rojnameya Welat hînî xwendin û nivîsandina kurdî kir.

Digel ku em li navenda Ewropa dijiyan jî, me xwe bi xwe hînî nivîsandin û xwendina kurdî dikir. Ji hêla din ve cihê jidayikbûna min bi awayekî xwezayî mirov hînî jiyan û çanda kurdî dikir. Bêguman cure cure bandor çêbûne, tekoşîna azadiya gelê kurd bi teybeti jî û qedexeyîya li ser zimanê kurdî bûne sedemên nivîsandina min a bi kurdî. Min hê di destpêka salên 1990an de dest bi nivîsandinê kir û ji destpêka sala 2000an ve êdî nivîsên min di kovar û rojnameyan de hatin weşandin.

Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Le te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Rûkiye Ozmen – Bi dîtina min ku berhem ne bi zimanê kurdî hatibe nivîsîn û bi zimanekî biyanî be wê demê ew berhem nabe berhemeke kurdî û nivîskar jî ne edebiyata xwe lê ya wê neteweya ku bi zimanê wê dinivîse dewlemend dike û li cîhanê bi wê nasnamê tê nasîn. Wekî mînak, Yaşar Kemal kurd e, mijarên xwe jî ji trajediya kurdan digre û di qada navnetewî de nivîskarekî bi nav û deng e. Ji ber ku berhemên wî bi tirkî ne.

Pirs : 4 – Tu digel nivîsîna helbestan û kurteçîrokan, roman jî dinivîsî yan na? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Rûkiye Ozmen – Ji bo nivîsandina romanê hewldaneke ji dil û berfireh lazim e. Divê armanc ne nivîsandina romanekê be, lê belê divê heqê wê were dayin. Proje di serê min de heye û ev demeke dirêj e ku li ser lêkolînan dikim. Di derbarê demê û naverokê de jî niha naxwazim tiştekî bibêjim.

Pirs : 5 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Rûkiye Ozmen – Li gora dîrokê nivîsên destpêkê li ser axa Mezopotamya hatine afirandin e. Destana Gilgamêş ku wek pirtûka herî kevin ya cîhanê tê dîtin, li ser vê xakê hatiye nivîsandin, lê mixabin em niha di aliyê edebiyata nivîskî de gelek li paş mane. Em di vî warî de ewropiyan behêlin, em nikarin xwe biciranên xwere jî xwe mukayese bikin . Hejmara romanên kurdî wekî sed û hinek tê bilêvkirin. Em hê di destpêkê de ne û divê em meraqa xwe ya nivîsandina helbestan wekî danîna temelê edebiyateke xurt bibînin. Helbest zaroktiya edebiyatê ya hemdem e û hêdî hêdî gav bi gav ber bi xurtkirina romanê ve diçe. Sedemê li paşvemayina edebiyata kurdî ya ku nikare bi neteweyên cîran û ewropiyan re têkeve pêşbirkê diyar in.

Pirs : 6 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Rûkiye Ozmen – Helbest di nava me de xwedî temenek dirêj e ku ji berya bi sedan salan kesên mîna Elî Herîrî û Melayê Cizîrî jê re bûne pêşeng. Helbesta kurdî niha buhara xwe dijî û gelek pirtûkên helbestan hatine çapkirin. Me li jor hinekî behsa romanê kir. çîroka devkî ya kurdî jî ji bo çîroka nivîskî bûye mîrasekê zêrîn, divê hê bêhtir çîrokên devkî werin nivîsandin. Şano di wateya xwe ya modern de ji bo kurdan hê nû ye.

Pirs : 7 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Rûkiye Ozmen – Bingeha dewlemendbûnê girêdayî wan şert û mercane ku Civata kurd tê re derbas dibe. Bindestiya kurdan bûye sedem ku kurd bi zamanê xwe nexwînin. Em hêjî di serdema ku nivîskar bi pereyên xwe pirtûkên xwe dide çapkirin de dijîn. Ji bo pêşdebirinê wext û derfet lazim in. Rewşa siyasî wê rê veke. Ne hemû lê bi piranî girêdayî siyasetê ye. Mînak dema em berê xwe bidin başurê welêt, em dibînin ku teşvîka hem madî û hem jî manewî heye. Dema ev yek hebe, ji xwe dê edebiyat bi pêş bikeve û mirovên bikevin nav lêgerînan de wê behemên hêja biafrînin. Wek nîmone/mînak merov dikare nîvîskarên li Siwêd destnîşan bike.

Ji aliyên din ve ji bo me jî kesên wek Jacob û Wîlhelm Grîmm lazim in ku bikevin nav gel û edebiyata me a devkî berhev bikin. Malbata Celîlan û hin mal avayên din di vî alî de dest bi hewldanan kirine lê belê ev yek bi hewlên çend kesan têrnake. Tişteka din ya girîng jî pêwistiya bi wergera berhemên bi zimanên din yên ji bo kurdî ye. Divê destanên me derbasî ser dika şanoyê û perdeya sînemayê bibin..

Pirs : 8 – Pirtûkên We yên çîrok û helbestan hene. Li gorê We çîrok û helbest çine?

Rûkiye Ozmen – Ez helbestê wek pira di navbera hest û deng de dibînim. Afirînereke bi refleks e û xwedî nîgaşeke pirsembol e. Taybetmendiyeke wê ya din xweseriya zimanê wê ye. Çîrok bûyerên rojane yên ku mirov dikare her roj bi wan re rû bi rû bimîne dike dabaş. Serpêhatiyên hunandî yên ku mirov hem dersan ji wan didirxe hem jî ji wan tiştên nû hîn dibe. Zimanê wê sivik e û xîtabî hemû civakê dike.

Pirs : 9 – Dibêjin helbestvan diltenik in, nazik in, narîn in, gelek baş û qenc in. Gelo Tu bi xwe jî wehayî û ev ji çi tê?

Rûkiye Ozmen – Ez nikarim dilnazikiya xwe bipîvim, lê rihê zarokatiyê li ba min gelek caran desthilatdar e. Ez dikarim zu bikenim, zu bigrîm û bikevim ber barana hestewariyê. Lê belê bersivên din yên girêdayî pirsê zehmet in, ne dîtinê min lê yên derdorê girîngtir in.

Pirs : 10 – Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Rûkiye Ozmen – Dibe ku carnan hinek hestên qels bi min re çêbûbin û bê hurmet mabin lê belê ez nizanim ger ez bi wan re eleqedar bûbama, wê wan hîsan ez çiqasî ber bi evîna ku em bi nav dikin de bibirame .

Pirs : 11 – Helbestvanê navdar Aragon dibêje : Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin. Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?

Rûkiye Ozmen – Evîn girêdayî rewş û civaka merove ku mirov di nav de dijî. Efsanebûna evînê li Ewropa nemaye û êdî tikes xwe ji bo evînê nakuje. Evîn hê li nava civaka me rola berê dilîze ji ber me hê ew tabûyên ku ewropiyan şikandine, nekariye bişikînin.

Di evînê de rola nijad ol û berjewendiyên madî nîne, biryardayîn û riza wan taqekesên evîndar esase. Ev yek jî dibe sedem ku kesên evîndar wekî kesayetiyên pîroz werin dîtin. Digel ku li gor efsaneyê, ti girêdanên Mem û Zîn yên mertebên olî nebûn jî, îro kesên bi derd, diçin ser gora wan û hêvî dikin ku giyanê wan yê pîroz yê her du evîndaran wê ji derdê wan re bibe derman. Ez nizanim zewac çiqasî evînê zindî dihêle, lê rastî ew e ku tenê evîna ku her du alî nagihin hev, dibe efsane.

Pirs : 12 – Naveroka helbest û çîrokên te li ser kîjan mijarî ne? Tu helbestên evînê û çîrokên evînê jî dinivîsî yan na?

Rûkiye Ozmen – Ez ji neteweke çilmilyonî me , Lê bê nasname û çar parçekirî me. Li ser rûyê cîhanê ti neteweyên din ne di vê rewşê de ne. Ez bixwazim û nexwazim jî ev trajedî dibe serdestê çîrok û helbestên min.

Ji hêla din ve ez ji civakeke têm ku derdorên wê şerê tunebûna wê dikin û ew bi xwe jî evîndariyê dikuje. Ji lewre dema ez hez dikim, li kolanan tême kevirbarankirin û bi navê namûsê tême kuştin. Ji ber vê yekê jî evîn cihekî taybet di nava helbest û çîrokên min de digre.

Pirs : 13 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Rûkiye Ozmen – Rexnegirî nû hino hino destpêdike. Bi baweriya min rexnegirî erka sereke ye û pir hesas e. Giraniya hewldanên rexnegiriyê yên niha têne kirin ji asta rexnegiriya edebî û zanistî dûr in. Ew hewldan ji xeta rexnegiriyê dişemitin, ji ber ew yan xwediyên berheman têşînin yan jî meseleyên şexsî an gotinên ne li ser rê bikartînin. Ev jî niha pêvajoyek e û divê em vê pêvajoyê mîna hewldana afirandina rexnegiriyê qebûl bikin.

Pirs : 14 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin?

Rûkiye Ozmen – Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn. Divê em ji bîr nekin ku pêwiste ku ast û kapasîta rexnegir ji ya xwediyê berhema ku tê rexnekirin ne kêmtir be ango divê di wî warî de pispor be.

Dema ev yek serdest be, wê bi awayekî otomatîk ev têkilhevkirina rexnegirî û polemîkan jî ji holê rabe. Ji xwe rexnegirî ne tenê dîtina kêmasiyan e, ew her wiha destnîşankirina tiştên baş e jî. Pirsgirêka me ya rexnegiriyê jî girêdayî pêşveçûna wêjeya me ye. Niha çawa ku nivîskarî hê di nava me de nebûye pîşeyeke ku mirov bikaribe pê debara xwe jî bike, rexnegirî jî bi wî awayî ye. Divê hem wêje û hem jî aleqeya ji bo wê pêş bikeve heya rexnegirî jî pêş bikeve. Ji hêla din ve digel ku hûn jî di nav de, ew çend kesên ku bi awayekî ilmî rexnegiriyê dikin nahêle ku mirov bêhêvî bimîne.

Pirs : 15 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin.

Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Rûkiye Ozmen – Ez di wî warî de ewqas ne reşbîn im, ji ber çapemeniya kurdan hewl dide pirtûkan bide danasîn, lê belê kelemê herî mezin meseleya siyasî ye.

Balkêş e ku dezgehên ragihandinê yên kurdan bêhtir rê didin berhemên nivîskarên nêzîkî xwe. Ji hêla din ve di nava kurdan de pirsgirêka reklaman heye û ji ber vê yekê mirov gelek caran bi derengî pê dihese ku pirtûka filan nivîskarî derketiye. Ji ber hê meseleya pirtûkan di nava me de nebûye meseleya ticaretê, divê mirov xwe bi xwe rêbazên danasîna pirtûkên xwe di medyayê de bibîne.

Ji xwe hewce nake ku mirov li ser pêwistiya kovareke ji bo danasîn û rexnegiriya pirtukên bi kurdî raweste. Lê belê di bin van şertan de temenê kovareke wisa wê çiqasî bidome, ne diyar e. Hejmara firotina pirtukên bi kurdî li ber çavan e û bawer dikim ku rexneya ku nivîskar bi xwe berhemên

nivîskarên din naxwînin heya radeyekê jî di cih de ye. Ji ber van egeran ez vê yekê gelekî pêwist dibînim lê belê li ser weşana wê ya demdirêj ne ewqas xweşbîn im.

Pirs : 16 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî?

Rûkiye Ozmen – Herî gelek tehsîra Maksîm Gorkî û Amîn Maalouf li min bûye lê belê di aliyê nêzîkatiyê de nikarim kesî destnîşan bikim.

Pirs : 17 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Rûkiye Ozmen – Min bi Ereb Şemo dest bi xwendina romana kurdî kiribû û îro gelek navên din yên ku berhemên hêja pêşkêşî pirtukxaneya kurdî dikin hene. Hewl didim xwe bigihîm hemû berhemên kurdî, lê digel naxwazim navan bidim jî, çend kesên ku ez wan bi awayekî taybet dişopînim hene.

Pirs : 18 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Rûkiye Ozmen – Belê, bi navê “Bayê Azadiyê” min pirtûkeke we xwendibû.

Pirs : 19 – Di pêşerojê de dê kîjan berhema te bê weşandin?

Rûkiye Ozmen – Amadekariyên pirtûkeke nû ya çîrokan heye. Ji bilî wê çend tiştên din yên ku hê kirina behsa wan zû ye jî hene.

Pirs : 20 – Gotina te ya dawî….

Rûkiye Ozmen – Hêviya min ew e ku em bi hevkariya hev bikaribin pirtukxaneya kurdî dewlemendtir bikin û baweriya min bi wê yekê heye ku di nava demê de wê ev perdeya reşbîniyê were qetandin.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Rûkiye Ozmen – Ez jî spasiya we dikim û bi taybetî keyfxweş im ku hun bi vê erkî rabûne.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply