Receb Dildar: ”Ziman wek şîrê dayikê ye. Tu bi wî şîrî têr dibî, dayik te mezin dike.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Receb Dildar ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Şikestî - Receb Dildar | kitapyurdu.comReceb Dildar- Bersiv: 1-  Ez di sala 1958an de, li Bedulyê hatime dinyê. Bedulî gundekî navçeya Çinarê ya Dîyarbekir e. Kalê min ji navçeya Karazê bar kirîye û hatîye li gundên Çinarê yên wek Bedulî, Hemranî û Quwecixê maye. Ji ber ku ji Karazê hatîye, kalê min her tim wek Hesê Karazî hatîye naskirin. Li gorî mezinên me dibêjin, pêşîyên me ji Eşîra Hesenî ne, ji Serhedê hatine û gundê Karazê ava kirine. Li gund niha jî wek “Mala Evdî” tên naskirin.

Navê bavê min Cemîlê Hesê, navê dîya min Helîma Şêxê Eyşo ye. Malbata dîya min ji Çîyayê Mazî, gundê Têznê ye. Bavê min jî li Bedulyê hatîye dinyê û li wir mezin bûye. Li gundên axayan maye, tu carî nebûye xwedî erd. Lê her tim pez xwedî kirîye û halê wî xweş bûye. Bavê min di sala 1965an de bar dike û tê li ber Dîyarbekir, li gundê Elîparê bi cî dibe.

Min ew sal dest bi dibistana pêşîn kir. Min dibistana navîn li Diyarbakır Ortaokulu xwend. Paşê ji bo dibistana mamostetîyê çûm bajarê Kırşehirê û çar sal li wê derê mam. Piştî qedandina dibistanê, min çar sal li Pîrana Dîyarbekir, du sal jî li navenda Dîyarbekir mamostetî kir. Piştî ku wek surgun çûm navçeya Pasûrê ya Dîyarbekir, li wê derê ji ber fikren xwe yên sîyasî hatim girtin û di navbera 1982 û 1985an de di zindana Dîyarbekir de girtî mam. Piştî zîndanê karên qamûyê ji bo min hatin qedexekirin, ji ber wê ez her tim di karên taybet de xebitîm. Niha teqawît bûme û karekî din nakim.

Di sala 1977an de, bi dotmama xwe Fetîhe Dildar re zewicîm. Niha du kur, du keç çar zarokên min hene. Zarokên min ev in: Azad Dildar (nivîskar), Gulîzer (helbestvan), Dîlan Dildar (helbestvan) û Mûrad Dildar (nivîskar)

Ji sala 1980yî û vir ve bi Kurdî dinivîsim. Helbestên min ên pêşîn wê çaxê di kovara Dengê Kurdistan de hatin belavkirin. Piştî salên nodî di malper û kovaran de gotarên min hatine weşandin. Demeke dirêj jî min di rojnameya Fıratta Yaşamê de bi navê Dilopên Jîyanê gotar nivîsîn. 

Helbestên min di sala 2003yan de wek kitêb bi navê Kewê Canê hatin çapkirin. Di vê navberê de min dest bi wergerê kir û romana Seyit Alp ya bi navê Devran bi navê Dewran wergerand Kurdî û ji alîyê weşanxaneya Dozê ve, di sala 2005an de, hat çapkirin. Di heman salê de,  di pêşbazîya çîrokên zarokan a şaredarîya Sûrê de, çîroka min bû yekemin û min xeleta yekemînîyê wergirt. Di sala 2007an de, Kovara Nûbiharê ji bo sedemîn hejmara xwe pêşbazîya çîrokan li dar xist, di wê pêşbazîyê de jî çîroka min a bi navê Veger xelata yekemînîyê wergirt.

Min dest bi nivîsa çîrokan kiribû û çîrokên min ên pêşîn bi navê Şikefta Xwekuştinê ji alîyê weşanxaneya Avesta ve, di sala 2008an de, hatin çapkirin. Duyemîn berhema min a çîrokan Li Dû Xezalekê bû, ew jî di sala 2012yan de ji alîyê Weşanxaneya Ava ve hat çapkirin. Kitana Spî di çîrokan de, berhema min a sêyemîn e, ew jî ji alîyê weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2015yan de hat çapkirin.

Piştî ku min bi Weşanxaneya Darayê re li hev kir, berhemên min li dû hev çap bûn. Dojeh (çîrok) di sala 2019yan de, Şikefta Xwekuştinê jî wek çapa duyem di sala 2020an de hatin çapkirin. 

Duyemîn wergera min, romana Sabahattin Ali ye. Min ew roman di sala 2019yan de wergerand û Weşanxaneya Darayê ew bi navê Madonaya Bi Mantoyê Kurk çap kir.

Leqat, romana min a pêşîn e. Çapa yekem di sala 2018yan de, çapa duyem di sala 2020an de pêk hat. Piştî Leqatê romana Şikestî di sala 2021ê de çap bû. Romana min a dawî Bêjan e, di sala 2022an de ji weşanxaneya Darayê derket û belav bû.

Li ser berhemên nû xebatên min berdewam in.

 

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Receb Dildar- Bersiv: 2- Min di sala 1974an de elfabeya Kurdî nas kir.  Bi naskirina elfabeyê re jî min hewesa nivîsîna Kurdî kir. Di wan salan de, ji bilî kitêbên helbestê, wekî din kitêbên Kurdî nediketin destê min. Min bi helbestên Cegerxwîn wêjeya Kurdî nas kir û bi helbestê jî dest bi wêjeya Kurdî kir. Helbestên min ên pêşîn, di sala 1980yî de, di kovara Dengê Kurdistan de belav bûn. Lê wek kitêb, berhema min di sala 2003yan de, bi navê Kewê Canê çap û belav bû. Piştî ku min çîrok û romanên Kurdî xwendin,  helbestê şûna xwe da, çîrok û romanê.

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Bêjan - Receb Dildar | kitapyurdu.comReceb Dildar- Bersiv: 3- Ziman wek şîrê dayikê ye. Tu bi wî şîrî têr dibî, dayik te mezin dike. Îcar gava mezin dibî, tu xatir didî dayika xwe, di pîrbûbê de tu lê xwedî derdikevî. Ez ji ber ku xatir didim şîrê dayika xwe, rûmeta dayika xwe dizanim, bi zimanê Kurdî dinivîsim. Kesên bi zimanekî din dinivîsin, rûmetê didin şîrê dayikeke din.

Alava wêjeyê ziman e, tu bi kîjan zimanî binivîsî, wêjeya te li ser wî zimanî tê hesibandin. Di vê mijarê de, mînaka herî balkêş Yaşar Kemal e. Ew bi xwe kurd e; lê romanên xwe bi Tirkî nivîsîye, ji ber wê jî nivîskarekî tirk e.

Helbet  ji kêfa xwe wisa nekirîye, Kurdî qedexe bûye, ji bo binivîsîne rêyeke din tune bûye, ji ber wê mirov nikare kesên wisa sûcdar bike. Lê gava derfeta nivîsê hebe û nivîskarekî kurd bi zimanekî din binivîse, ew êdî tercîhek e. Hinek jê ji ber ku nan di wêjeya Kurdî de tune, berê xwe didin wêjeya serdestan, hinek jê jî zimanê xwe û wêjeya xwe biçûk dibînin û berê xwe didin çanda dagirkeran. Ya girîng ew e ku tu bixwe çi dikî, kî bi kîjan zimanî dinivîse, ew tercîha wan e, bala min ne li ser wan e.  

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Receb Dildar- Bersiv: 4- Zargotina Kurdî, li ser cîhanê ji zargotinên herî dewlemend yek e. Zargotina Kurdî hema bibêje hîmê wêjeya cîhanê ye. Çimkî zargotina Kurdî li ser bingeha Şoreşa Neolotîk ava bûye û bi belavbûna cotkarîyê re, bandoreke mezin li ser edebiyata rojava kiriye.

Mirov nikare zargotina Kurdî û edebiyata nivîskî ya Kurdî bide ber hev, çimkî destpêka wêjeya  nivîskî ya Kurdî gelekî  nêz e. Di vê mijarê de beşa herî bisiûd helbest e ku qasî hezar salî ye tê nivîsîn. Lê pexşan ewqas ne bi siûd bûye. Ji ber bêdewletbûnê û qedexeya ziman, bi taybetî li bakur emrê berhemên nivîskî sî salî derbas nakin. Wek her hunerî wêje jî bi ceribandinan bi pêş dikeve. Di edebiyata nivîskî de, em hîn nû ne lê edebiyata me xwe zû bi pêş xistîye. Me ji ceribandinên cîhanê, ji wêjeyên wan sûd wergirtîye û ber bi wêjeyeke cîhanî ve bi çar gavan dibezin. Serketin nêz e. 

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Dojeh Receb Dildar Dara Yayınları | 9786058037724Receb Dildar- Bersiv: 5-  Helbet di dewra klasîk de, helbest pir zêde li pêş bû, çimkî bê reqîb bû. Di destpêka sedsala bîstan de jî ev rewş domîya, çimkî helbestvanekî wek Cegerxwîn hebû û bandoreke mezin li ser civakê dikir. Di vê dewra ku min behs kir de helbest hem pir li pêş hem jî pir dewlemend bû.

Di qonaxa duyem a sedsala bîstan de, li hemû cîhanê helbestê cîyê xwe da çîrok û romanê. Di pexşanê de roman niha bêreqîb xuya dike û li hemû cîhanê gelek dewlemend e.

Di vê dewra modern de, wek hemû cîhanê di nav kurdan de jî roman li pêş e û her diçe dewlemendtir dibe. Çîrok di bin sîya romanê de dimîne. Helbestvanên bi Kurdî dinivîsin gelek zêde ne; lê mixabin eleqeyeke zêde nabînin. Şanoyên Kurdî, bi tilîyan tên jimartin û pêşketineke berbiçav xuya nake.

Niha dewr dewra romanê ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

 Receb Dildar- Bersiv: 6- Rexne, ew tişt e ku li gorî xwe hêlên erênî û neyînî yên berhemê raxî ber çavan. Qalibeke rexneyê tune ye. Her rexnegir li gorî mijara li ser hûr bûye dikare berhemê rexne bike. Dîrokzanek dikare berhemê li gorî dîrokê rexne bike, zimanzanek dikare berhemê di warê ziman de rexne bike. Bi kurtahî mirov dikare berhemê ji gelek alîyan ve rexne bike. Helbet şîrove û lêkolînên li ser berheman jî dikevin nav rexneyê.

Di rexneyê de mijareke din a girîng jî ew e ku rexne ne li nivîskar, li berhemê bê kirin. Nabe ku rexnegir, fikir û ramanên nivîskar, jîyana nivîskar bide ber çav û berhemê rexne bike. Divê rexne ji çarçoveya berhemê dernekeve.

Ev mijareke gelekî berfireh e û mixabin rexnegirî hîn di nav kurdan de rûneniştîye. Gelek rexnegir, berhemê yan spî yan reş dikin. Ev terefgirî ye û ji rexneyê dûr e.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

KEWE CANE - İMZALI, RECEB DİLDAR - İkinci El Kitap - kitantik | #452210300435Receb Dildar- Bersiv: 7 – Bi tevayî di wêjeya Kurdî de, rexnegirî gelekî qels e. Lê ez gelekî bi siûd im ku gelek berhemên min, bi taybetî jî romanên min hatine rexnekirin. Rexnegiran, fikir û ramanên xwe hem di kovaran de, hem jî li ser medyaya civakî anîne ziman.

Bêjan romaneke hîn nû ye. Li ser Şikestîyê çend gotar hatine nivîsîn û ji vê rewşê kêfxweş im.

Romana min a pêşîn Leqat bû, heta niha herî zêde rexne li ser wê hatine kirin. Ne bi tenê rexne hatin kirin, bandoreke xweş li edebîyata Kurdî jî kir. Ji qehremanên min yek jê Fehmî Bîlal bû. Piştî romanê Amed Tîgrîs lêkolîneke fireh li ser Fehmî Bîlal kir û bi navê Katibê Şêx Seîd Efendî Fehmî Bîlal kitêbekê çap û belav kir. Dîsa ji ber mijara wê ya sala şewatê, Xurşît Mîrzengî bi navê Sala Şewatê romanekê da çapkirin. Dîsa Dr. Ömer Uluçay romana Leqat nirxand û xebata xwe bi navê Neqş û Nîqaş çap kir.

Ji ber ku bazar kesat e, rexnegirî jî kêm e. Bi firehbûna bazarê re wê rexnegirî jî zêde bibe.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

Receb Dildar- Bersiv: 8 – Wekî ku min li jor jî gotibû, rexnegirîya wêjeya Kurdî ji ber kesatbûna bazarê qels e. Pirranîya rexneyên tên kirin ji ber hevaltî û dostanîyê ne. Ji ber wê jî bingeha rexnegirîyê ne saxlem e.  Rexnegirî baskeke xurt ê wêjeyê ye, Çima:

  • Nivîskar kêmanîyên xwe dibine û berê xwe dide berhemên çêtir.
  • Ji bo xwendekaran dibe referanseke baş. Rexnegir berheman li bêjingê dixin, xwendekar berê xwe didin berhemên ser bêjingê.
  • Kitêbên herî baş bi gotarên rexnegiran tên nasîn û firotina wan zêde dibe.
  • Bazar fireh dibe.
  • Rexne dibe sebeb ku gelek kes li ser berhemekê bifikirin û fikirên xwe eşkere bikin.
  • Berhem ji bo civaka xwende dibe mijareke baş.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî li ser çinê?

Receb Dildar- Bersiv: 9 –  Mijara çîrok û romanên min civakî û dîrokî ne. Dixwazim bi berhemên xwe perdeya reş a li ser rastîyê bilind bikim û rastîya civakê li ber çavan raxim. Jixwe bi tevahî mijara romanê mirov û têkoşîna mirov a ji bo jîyanê ye. Berhemên min jî bi vî awayî ne.  

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Şikefta Xwekuştine (Kapak değişebilir) : Receb Dildar: Amazon.com.tr: KitapReceb Dildar- Bersiv: 10 – Derfet çênabe ku mirov hemû pirtûkên bi Kurdî çap dibin bixwîne. Eger mirov di hefteyekê de pirtûkekê bixwîne, ev salê dike 52 kitêb; lê di salekê de deh qatên wê kitêbên Kurdî çap dibin. Ji bêgavî ez pirtûkên çap dibin li bêjingê dixim û bi vî awayî dixwînim.

 Çawa li bêjingê dixim:

  • Eger hevalekî ku ez wî nas dikim ji bo kitêbê bibe referans, diçim wê kitêbê digrim û dixwînim.
  • Eger rexne li kitêbê bê kirin û berhem bala min bikişîne.
  • Eger min kitêba nivîskar berê xwendibe û ecibandibe, ez a nû jî dixwînim.
  • Eger min kitêba nivîskar a berê xwendibe û zêde bala min nekişandibe, ez xwe jê dûr digrim.
  • Bala min niha li ser çîrok û romanê ye, ji ber wê hema bibêje hemû berhemên çap dibin dixwînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Receb Dildar- Bersiv: 11 – Gelek kes wisa dizanin ku helbest di nav beşên wêjeyê de ya herî sivik û hêsan e; lê rastî ne wisa ye. Peyv û hevokên herî tîr û qelew di helbestê de ne. Helbest peyvek zêde yan kêm qebûl nake. Gotin têr û tijî ye. Gotin kin lê bi bandor e. Li gorî min helbest ji çîrok û romanê gelekî zehmettir û karekî dijwar e, helbet gava ku helbestvan heqê helbestê bidê.

Di qada wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê mixabin helbestên baş kêm in, loma xwendekarên helbestan her diçe kêm dibin. Weşanxane berhemên wan çap nakin. Ev ji bo helbesta Kurdî bêsiûdîyeke mezin e.

Gava bazara helbestê qels û teng be, rexnegirê helbestê çênabin. Hêvîya min ew e ku di qada helbestê de, berhemên xurt bên afirandin û rexnegir berê xwe bidin wan helbestan.

Bingeha wêjeya Kurdî helbest e. Wêjeyeke bê helbest nabe. Helbet wê ev rojên teng derbas bibin.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Receb Dildar- Bersiv: 12 – Rast e, hinek nivîskar hene ku ji rexneyê re tehemul nakin. Lê bi temamî ne wisa ye. Gotinek heye dibêjin; rexneya baş, xerab tune ye, hemû rexne reklama kitêbê dikin. Mesele ew e ku xwendekar li ser kitêbê biaxivin, jixwe berhem baş be, ew ê bê dîtin. Tu kes nikare berhema baş xera bike.

Kitêb hatîye çapkirin, kî çawa rexne dike serbest e. Çimkî êdî berê min li berhemeke nû ye. Jixwe min kêmanî di berhema xwe de nedîta, min ê berê xwe nedaya berhemeke nû. Bi nivîseke nû, nivîskar hewl dide ku kêmanîyên di berhema berê de temam bike. Lê temamkirin gelek zor e. Jixwe gava nivîskar bibêje berhema min temam e, divê qelema xwe bişkîne.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Receb Dildar- Bersiv: 13 – Bi ya min nivîskar ne muxatabê rexnegir û rexnegir jî ne muxatabê nivîskar e. Li meydanê berhemek heye.  Nivîskar karê xwe qedandîye, berhemê ji dest derxistîye û avêtîye qada wêjeyê. Erê nivîskar ev berhem nivîsîye lê êdî tu heqê wî li ser berhemê nemaye.

Ji bo rexnegir muxatab berhem e. Li gor zanîna xwe dikare berhemê spî jî bike, reş jî bike.

Tiştekî din heye ku teqez dive bê gotin, her kes nikare bibe rexnegir. Divê haya rexnegir û zanîna rexnegir bi hindikî qasî nivîskar hebe û qasî wî ji wêjeyê fam bike. Eger zanîna rexnegir qels be, ew ê tê negihîje ku nivîskar behsa çi dike û dixwaze çi bibêje. Jixwe ji ber wê ye ku berhemeke baş di her cara tê xwendin de, çêjeke xweştir dide mirov. 

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Receb Dildar- Bersiv: 14 – Gava rexnegir rexneyeke baş bike û ji alîyê gelek kesan ve bê qebûlkirin, xizmeteke baş ji wêjeyê re dike. Lê gava li ser navê rexnegirîyê mirovekî neh-deh kitêb xwendibin rexnegirîyê bike û kabên xwe bi yê nivîskar re bavêje, wê tu kes rexneya wî ciddî negire û ji bo wêjeyê bibe xisar.

Rexne bi qalîteya rexnegir re atmosfereke baş çêdike. Û gava heqaret tê de tune be, heqê tu kesî nîne ku li hemberî rexneyê tiştek bibêje.

Roja ku bazara kitêbên Kurdî çê bibe wê ji bo rexneyê jî atmosfereke xweş çêbibe.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Receb Dildar- Bersiv: 15 – Edebîyat karekî estetîk e, ji ber wê tu carî pornoyê qebûl nake, lê erotîzm di nav mijarên edebîyatê de ye. Her tiştên însanî, ji bo edebîyatê dibin mijar, lê divê ev mijar bi vegotineke xweş û estetîk bên vegotin. Porno ne mijareke estetîk û xweşgotinî ye, ji ber wê jî ez li hemberî pornoyê me. Lê min di çîrok û romanên xwe de gelek zêde cî daye erotîzmê.

Li gorî herkesî wateya edebîyatê diguhere, her kes pênaseya wê bi awayekê dike. Ji bo min xala sereke ew e ku xwendevan kêfek ji vegotina romanê bigre, ya duyem jî hinek tiştan ji romanê hîn bibe. Eger mijar hewce bike, ez bixwe erotîzmê tercîh dikim; lê wek min li jor jî got, her kes edebîyatê bi wateyeke din pênase dike, û dikare porno jî binivîse, îcar ew dibe edebîyat an nabe edebîyat cîyê nîqaşê ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Receb Dildar- Bersiv: 16 – Wekî min li jor jî behs kir, divê mirov di vegotina edebî de, porno û erotîzmê ji hev cuda bike. Min berhemên nivîskarên cenabê te behs kirine xwendine û ez bi xwe jî di vegotinên xwe de erotîzmê bi kar tînim. Lê divê di çarçoveya estetîk û hunerê de bê nivîsîn.

Hevşabûn, rewşeke însanî ye, elbet ji edebîyatê re dibe mijar. Bi vegotineke xweş dikarî erotîzmê jî binivîsî lê gava ji sînorê estetîkê derkeve û bibe porno ew êdî ji çarçoveya edebîyat û hunerê derdikeve.

Dixwazim tiştekî din jî bibêjim, daxwaza min ne ew tişt e ku ez di romanên xwe de erotîzmê bikim mijara sereke. Ez romanên civakî û dîrokî dinivîsim. Dixwazim balê bikişînim ser neheqîya li civata kurd tê kirin, û balê bikişînim dîroka bêbext ku îro welatê min hatîye dagirkirin. Mijarên ku ez dinivîsim û mijara cenabê te behs dike ji hev gelekî dûr in. Bi gotineke din derdê me ne yek e, her kes êşa xwe dinivîse. Ji bo niha êşa min ne seks û porno ye.  Êşa min bindestîya miletê min e.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Receb Dildar- Bersiv: 17 – Ev mijar karê rexnegiran e, lê qasî ez dibînim piranîya nivîskarên kurd, bi ekola realîst dinivîsin ku li cîhanê jî ev ekol serdest e.

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

Receb Dildar- Bersiv: 18 – Ez bixwe, xwe wek nivîskarekî realîst dibînim; lê nayê wê wateyê ku sînorekê dixim nav rêbazên din. Wekî min li jor jî got, piranîya nivîskarên kurd bi rêbazeke realîst berhemên xwe diafirînin. Ji ber çi tercîha min realîzm e, divê wê jî bibêjim: romaneke realîst wek tembûreke hemû têlên wê temam û akorda wê bi aheng be. Kesê lê guhdarî dike kêfekê jê digre. Xwendevan dizane çi dixwîne û di nav de gêj nabe.

Di romana modernîst de, têla tembûrê qetîyaye, akord nagire, muzîsyen bi xwe lêdixe, bi xwe guhdarî dike. Di romana modernîst de, civak tune ye, kes heye û geramola nav hişê kes heye. Ev rêbaz,   êdî ji rojevê ketîye, lê hinek nivîskarên kurd, ji nû ve bi dû ketine.

Di romana postmodernîst de, têlên tembûrê bi temamî qetîyane, ji bo deng derbixe, muzîsyen tembûrê ters diqelibîne û ji bo deng derxe wek darbûqê bi kar tîne. Di post modernîzmê de îtîrazek heye lê bêrik û pêk e. Ev hewesên demî ne.

Bingeha hemû ekolên edebîyatê realîzm e, li cîhanê jî ev ekol serdest e.

 

Lokman Polat – Pirs : 19Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Receb Dildar- Bersiv: 19 – Wek we jî gotîye, di edebîyata kurdî de realîzm zêde ye, ev ji bo edebîyata cîhanê jî wisa ye. Lê xeyal jî di nav realîzmê de ye. Xeyala tu yê bikî gava ji realîzmê dûr be, tu nikarî tevna romanê biedilînî. Eger hûn behsa xeyalên bêbingeh dikin, wê çaxê, xeyala tu yê binivîsî ji edebîyatê derdikeve, dibe çîrçîrok. Bi kurtahî xeyal jî parçeyek realîzmê ye û mirov nikare wê jê biqetîne.

 

Lokman Polat – Pirs : 20 Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Receb Dildar- Bersiv: 20- Rexnegirên edebîyatê yên cîhanê, dibêjin, hûn kîjan mijarê zanibin wê binivîsin. Nivîskar mijarê çiqas baş bizanibe, ew ê ewqas serketî be. Ji ber wê jî gelek normal e ku nivîskar behsa jîyanên naskirî bikin. Rast e di nivîskarîya Kurdî de ev gelek zêde ye; Lê di edebîyata cîhanê de jî ev qet ne kêm e.

Gava mirov li berhemên nivîskarên mezin ên cîhanê dinêre, bi hêsanî mirov tê digihîje ku jîyana derdora xwe nivîsîne. Mînak: William Faulkner, jîyana derdora xwe û navçeya xwe kiriye roman. Ernest Hemîngway jîyana xwe tevlî gelek berhemên xwe kiriye. Fyodor Dostoyevskî, di gelek romanên wî de qehreman ew bi xwe ye. Gabriel Garcia Marquez, di gelek berhemên wî de malbata wî heye. Û divê mirov Jack London û berhema wî ya  Martin Eden qet ji bîr neke ku qehreman ew bi xwe ye.

Ez jî wek gelek nivîskaran çavdêrîya derdora xwe dikim. Bûyerên diqewimin û dibihîzim an jî di dîrokê de qewimîne, di romanên xwe de bi cî dikim. Mijara romanên min civakî û dîrokî ne. Wek her nivîskarî ez jî bûyerên balkêş ên di serê min û malbata min re derbas bûne, di romanên xwe de bi cî dikim. Çimkî ez herî baş xwe, malbata xwe û tax û bajarê xwe dizanim. Bi ya min ev ne kêmanîyek e, Mesele ew e ku tu bi vegotineke xweş çîroka xwe bihonî û bi xwendevan bidî hezkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 21Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Receb Dildar- Bersiv: 21 – Romana kurdî heye û di asteke gelekî bilind de ye. Ev nayê wê wateyê ku her romana bi kurdî, hatîye nivîsîn di asteke bilind de ye. Mînak: Bi Tirkî di salekê de dibeku hezar roman tên nivîsîn, lê yên bala xwendevanan dikişînin qasî tilîyên destekî ne. Ev di kurdî de jî wisa ye. Gava tu romana Kurdî li bêjingê bixî, wê gelek roman li ser bimînin û ew jî dikarin temsîlîyeta xwe di qada edebîyata cîhanê de bikin. Edebîyata me ne kêm e, yê kêm bêdewletbûn e ku ji bo em berê xwe bidin qada cîhanê gelekî hewce dike.  

 

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Receb Dildar- Bersiv: 22 – Ez ji hemû nivîskarên Kurd tahmeke cuda digrim. Ez ji her yekî sûdeke cuda digrim. Jan Dost û Hesenê Metê, ji berhemên wan hez dikim û hemû berhemên wan dixwînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Receb Dildar- Bersiv: 23 – Belê, hema bibêje min hemû kitêbên cenabê te xwendine.

 

Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Receb Dildar- Bersiv: 24 – Romaneke min nû çap bû, navê wê Bêjan e. Niha di hişê min de sê roman diçin û tên, heta du sê mehan ez ê ji wan yekî hilbijêrim û dest bi nivîsîna wê bikim. Navê romanê niha ne dîyar e. Ew ê nav di pêvajoya nivîsê de xwe bide der.

 

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

Receb Dildar- Bersiv: 25 – Ji bo vê derfetê, ez spas dikim.

Gotina min a dawî ev e. Zimanê Kurdî zimanekî qedîm û gelekî dewlemend e. Ji bo nivîsê zimanekî gelekî xweş e, mirov ji vegotina kurdî kêf digire. Ji ber wê jî layiqî berhemên hêja ye, yên wek Mem û Zînê.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply