Qirkirina Qebîleya Basîyan

Dîroka Basîyan:

   

Eşîra Basîyan eşîreke xwedî tarixeke kevn bû, hejmara wan digehişte hezar malbatî. Di sala 1353’an de hemî koçber bûn û bi rêberiya serokê eşîrê Şehrezor, çûn Bazîdê û hemî ji ola Êzdî bûn. Dîroknas Ebû el-Fîda ابو الفداء  di pirtûka xwe ya bi navê “Manual” de di Nûçeyên Mirovan deكتاب المختصر في تاريخ البشر  dibêje: Basîyan di  sedsala çaremîn a hicrî / sedsala dehan ya mîladî de li welatê Şehrezorê eşîreke gelekî bi nav û deng bû. Piştî wê demê kes êdî behsa wan nakin, Mesûdî wan wek “Barsan” bi nav dikir, Lê gerok Mismir Bin Muhelhilê  الرحالة مسمر بن مهلهل  di sala 341 hicrî /   952 mîladî de serdana Şehre­zorê kiriye di pirtûka xwe de السلوك  dibêje: Eşîra Basîyan bi eslê xwe ji devera Baziyan e ku ew der dikeve navbera Kerkûk û Silêmaniyê, ji neçarî, ji ber qirkirin û kuştina ji aliyê Ereban ve, barkirine çûne Şehrezorê. Li Şehrezora ku sê eşîrên sereke lê diman, eşîra Basîyan ya herî mezin bû. Bi serkêşiya Şehrezor û bi derbasbûna demê re bar kirin devera Farqînê û mîrgeheke bi navê Farqîn bi seroka­tiya  Elî El Basî علي الباسي  ava kirin û paytexta wê jî  Qewlib  قولب  bû. Ev mîrgeh ji çil eşîran pêk dihat û hemû Êzdî bûn. Piştî rûxandina vê mîrgehê piraniya eşîran bar kirin çûn devera Kilîsê lê beşek ji wan li cihê xwe man û bi navê Basîyan  di nav eşîrên Êzdî de belav bûn.

Dr.Xanna Omerxala dibêje: Eşîra Basîyan li derdora Sêrtê û Erûhê diman ji Sêrtê heta Erûhê û Çiyayên Kivrê û çemê deşta Botanê û Gundên wan hebûn.

Doktor Eskerê Boyik tîne ziman ku derdora 801 Gundên Êzdî li Tirkîyê hebûn û Gundên hevbeş di navbera Êzdî û Ermeniyan de û herwiha Gundên hevbeş di navbera Êzdî û Kurdên Bisilman heta sala 1920’an hebûn. Ji ber kuştin û qirkirinê xelk koçber bû û gelek Gund valabûn û kêm kesî xwe xelas kir.

Kemal Tolan di pirtûka xwe ya bi navê Hebûn û Nebûna Êzîdiyan’de dibêje berî operasyona qirkirina 14’ê Gulan a 1916’an gelek Gundê Basîyan li Cizîrê hebûn Base Êzdî, û Base Silo Ferho. Di operasyonê de 400 kes şehîd ketin. Dîsa Tolan dibêje ku Gundên wan li qezaya Dihê ya girêdayî Sêrtê, ji Çiyayê Kivrê heta çemê Mîrgeha Botan jî hebûn û pêşîyên wan ji Mîrgeha Xalta – Niqîba hatibûn Botan.

QIRKIRINA QEBÎLEYA BASÎYAN

Êl û Eşîra Basîyan li rojhilatê Tirkîyê li devera Sêrtê diman, lê ji sedema qirkirnê û kuştina piraniya wan hejmara eşîrê kêm bû û coxrafiyaya wan jî biçûk bû. Lê ew di roja 14’ê Gulana 1916’an de ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî komkujiya herî hovane hatin.

Tenê 30 kes xelas bûn heta gehiştin cihekî bi ewle. 5 kes ji wan jî, ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.Tê gotin ku hejmara şehîdan 380 kes bûn. Di vê komkujiyê da jin û keçan jibo rûmeta xwe biparêzin xwe davêjin nav ava çeman û dawî li jiyana xwe tînin.

 

Navê Pirtûkê: Qirkirina Qebîleya Basîyan

Nivîskar: Dawid Murad Xetarî

Weşanxane – Na Yayınları

Dîrok

Rûpel -200

Ebat:13,5×19,5

Sal:2023

Ziman :Kurdî(Kurmancî) – Erebkî

ISBN: 978-625-7085-74-8

 

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply