Îsal dê 50 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lîsteya kontenjanên mamosteyan eşkere kir. Îsal dê ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî 15 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

Ev du sal in li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo dersên bijarte yên kurdî kampanya tê meşandin. Kampanyayê encam da.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ku her sal 2-3 mamosteyên Kurdî tayîn dikir îsal 50 mamosteyên Kurdî tayîn dike. Ji van 35 mamosteyên Kurmancî û 15 jî dê mamosteyên Zazakî bin.

Saziyên Ziman ên Kurdî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesên navdar ev demek e li ser medyaya civakî bang li hikûmetê dikiririn û dixwestin beriya hilbijartinan 200 mamosteyên Kurdî bêne tayînkirin.

Li aliyê din roja tayînkirina 45 hezar mamosteyan jî wek  8’ê Gulanê hate diyarkirin. Dîroka tayînkirinê ji aliyê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer ve hat eşkerekirin. Ozer got, “Em ê di navbera 2-6’ê Gulanê de tercîhên tayinkirinê yên berbijêrên mamostetiyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin.”

Çavkanî:Rûpelanu.com

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply