Pirtûkxaneya Sêwî

Kalê heftê salî, piştî devê pirtûka di destê xwe de da hev, serê wî dîsa wek gelek cara bê hemdê wî kete ber wî de û destê xwe ji giranîya serê xwe re kire stûn. Bi tilîya beranekê û ya şahdê, nava herdu birhên xwe ferikand. Dîsa wek carkê cara ketibû mitalên kûr û dûr.

*****

Ev çend roj in ev fikir di serê min de tê û diçe ez nizanim. Roj ? Hey mal nemîrato, rojên çi ? Ji extîyarîyê êdî tu ferqa navbera roj û salan jî ji hev dernaêxî, divîya te ji xwe re bigota, ev çend sal in. Lê ev mitale ew qas ji zû de ye li serê te de tu nizanî ji kengê û pê de destpê kirîye. Erê wele, bi rastî jî ez nizanim ji kengê ve ev kurmê hanê di serê min de diçêre. Ew ji zû de ye li pey bersivekî ye, lê dikim û nakim jê re bersivek maqûl peyda nakim. Axir ez dizanim her zindî ji mirinê ditirse, lê ya min du tirsên min hene: yek ji xwe ya mirinê ye, ya din jî …

*****

-Ezbenî, ma te romana Elias Canetti xwendîye ?

-Ew kî ye, çi kes e?

– Ezbeni, ew, nivîskarekî biyanî ye, ji ewropa ye, dibêjin eslê xwe cihû ye.

– Na, ne tu dizanî em romana naxwînin. Kitêbên me bêhtir li ser ilm in. Tarîx, felsefe, fiqih, hedîs, şerîet. Wele carna keyfa me ji helbestan re jî bê, em dixwînin.

-Ezbenî, ne roman jî carina tiştina hînî mirovan dikin. Ez çawa bêjim, carina mirov gelek tiştan ji romanan jî hîn dibe. Lê te dî ew ne wek van zanistên tu dibêjî ye.

– Lê na xwe roman ilmek çawa ye? Çi dibêje, behsa çi dike?

……

Mîhaîl Baxtîn, Mîlan Kundera, Umberto Eco, P.De Mann, T. Eagleton …. Ev navên kî ne ? Çima ev navên he di bîra min re derbas dibin? Ez çi ji wan hêvî dikim? Ma we heye yek ji wan, were hana min û alîkarîya bersiva min bike. Min nekarî ez bersiva kalo, bi zimanê wî bidim. Ji xwe ew jî ne li hêvîya bersivekê bû. Ew bêhtir, li pey bersiva pirsa bi salane di hişê wî de wek risas cih girtî de bû. Gelek caran bi civatî jî ew pirs aşkere dikir. Çend cara li ber devê zarokên xwe jî gera. Lê zarokên wî, tu bersivên dilê wî rehet bike nekirin destê wî de.

*****

Ez bimirim, ev kitêb hemû wê bimînin vê erdê bê xweyî ! Ji min re bû kul û derd, min yek ji we nekir meraqdarê van kitêban. Yekî ji we ne got, hema ezê li pey rêka bavê xwe herim û ezê ilmê bavê xwe fêr bibim. Lê ez dizanim wê rojekî meraqek yek ji we re jî hasil bibe, meraqek wek kulek bê derman. Meraqek wek girê, şev û roj canê we wê bi wê meraqê biêşe. Hûnê li derî derî ji wê meraqa xewrevîn re li çareya bigerin. Hingê hûnê ji xwe re bêjin û ji xwe pirs bikin, bê ka gelo ev pirtûkên he çi dibêjin? Gelo ev pirtûkên he bi çi zimanî ne û çira ewqas meraqa bavê me li ser wan e? Hûn ê ji xwe re bêjin, xwezî ! Hûn ê ji xwe re bêjin, xwezî ez bibûma zarokek meraqdarê xwendinê û li ber destê bavê xwe min bixwenda. Lê çi feyde ye, emrê çuyî cardî nayê. Hûn ê bi her du desta, kulma li çok û serê xwe bidin, lê dîsa jî ne girî feyde dike ne jî hewar û gazîya we. Û ew meraqa we, wê li dilê we de bisekine, wê li mejîyê we de şax vede. Ew meraq, wê heta hetayê, wek dijminekî li rex tenişta we be û wê bi we re bigere, bixwe, vexwe, rabe û rûnê.

 

****

-Ezbenî, bibexşîne, ez gelek caran bi eşq û can têm civata we, lê mijarên em serê xwe pê diêşînin ne wek hev in. Bivê nevê ev rewş jî zimanê me ji hev dûr diêxe û ev jî nahêle em ji hev fêm bikin.

– Hey ho birazî ! ji xwe heke zimanê me û meraqa me yek ba, me yê ji zû de tiştek bi serê hev biêxista.

-Ezbenî, ma tu gazindên xwe ji kê dikî?

– Tu gazindên min ji we nîn in. Çikû cihê mirov hêvîkek jê hebe, mirov gazindan jî jê dike. Hûn ev nivşên nû ji dêrê jî bûne û ji mizgeftê jî. We ne Îsa terk kir ne jî Mihemed nas kir. Binêre birazî, guhê xwe baş bide vî kalê heftê salî! …

Tişta min seh kirî, saloqdanên ez di derbarê wî de jê hay bûme, kalo di nav gelek qereçarşeman re derbas bûye. Ji xwe, ev dibû sebebê meraqa min a bêwext. Ez sebe vê meraqê her firsetê de dihatim serdana wî, da ez her carê tiştekî jê hîn bibim. Serpêhatî û xwendina wî ya ilmî tibabek berfireh û rengîn bû. Te hew didît carina ji dîrokê behs dikir, te hew dît carina jî ji Eflatûn û Sokrat. Carina mesel û çîrokên kevnare vedigot, carina jî ji pirtûka xwe ya bingehîn, ji quranê ayet digot. Her cara, mijar hema li ser çiba jî, ewî meselokek kurt û pirwate digot, hê bêhtir  bala min dikişand  ser xwe. Min hingê dizanî, bi rastî jî em nikarin nêzîkî zimanê wî bibin. Min hingê fêm dikir bi rastî jî di gazindên xwe de mafdar e. Me ne Îsa nas kirîye ne jî Mihemed. Em nifşekî nîvco mayî ne.

 

****

Tavikek germ pişta kalo nerm dikir. Germîya tavê li laşê wî yê extîyar xweş dihat. Lê nişkave da xwe rabû, wek tiştek windakirî, an jî wek ji miqewla xwe dereng mayî, bi lez û gavên sivik çû mal ve. Pirtûka di destê xwe de danî ser textikê xwendinê  ê li ber refên pirtûkxana xwe. Sicada xwe rast kir û şipîya sekinî, ji berî nîyeta xwe bîne, dîsa li milê xwe î çepê zivirî û bi çavekî keser tejî li seranserê refên pirtûkan nêrî. Heman pirs ji xwe re bi lêv kir: Piştî ez mirim, ev pirtûkxane wê ji kê re bimîne, Kî yê li van pirtûkan xwedî derkeve?

Û berê xwe da qiblê, dest bi nîyeta xwe kir.

 

Emînê Botî wejexan.blogspot.com

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply