Riwayet dikin ku di wextê Kor Yûsif Paşa walîtîya Erziromê [dikir] ji mîrêd Xunûsê qedîm Mihemed Beg hebû, ew bi der anî û bi mal ve înaye nêva Erziromê û ji tayfa lezgîyan ji Daxistanê firarî Welî Paşa hebûye, ew kirine mîrê Xinûsê û çûyî, sakin bûyî. Lakin dîsanê
ji Mihemed Begî ditirsa ku Welî Paşa ezil bikin û Mihemed Beg bibite mîrê Xinûsê.Rojekê Welî Paşa dibêje mirofêd xwe ku herçî kesê ji we bi xef biçite Erziromê û Mihemed Begî bi dizî bikuje û bêtin ez dê hezar quriş û hespekî bidimê. Dîsanê ji lezgîyan mirofekê xweyî-cur’et
[bi] navê Behram hebûye ku bidestûpê û qed qamet ewî Behramî deruhde kiriye ku ez dê biçim Mihemed Begî bi xef bikujim û bêm. Îcarê tedarika xwe dîtî, hatiye nêva Erziromê û hespê xwe li xanekê girêdayî bi xwe çûye menzela Mihemed Begî dîtiye û cesisandiye û rojekê duyan
li Erziromê mayî, riya malê Mihemed Begî û cihê razana wî û cihê çûna xwe ya nêva malê qenc hûrî bûye. Û Mihemed Beg jî di qonaxekê mezin de sakin dibûye ku yalî mêran cuda û heremxane cuda bûye û Mihemed Beg neh deh xulam û etba bûye. Û Mihemed Begî di heremê de jin û
xweheka bakire hebûye. Êdî bi xeyr ji vane kesek tune bûne û çekêd Mihemed Begî yêd herbê jî li dîwanxaneyê de bidarde bûne û odeya heremê çek û sîlah tune bûne û du ode hebûne di nêva yekûdû de. Li odeya hindurû Mihemed Beg digel xanima xwe radizên û li odeya bi derve
xweha bakire bi tenê radizê. Êvarî Behram çek û sîlahêd xwe girê dide û tufeka xwe jî cot-gule tijî [dike]. Texmîna cihê çûna malê kiriye. Nîva şevê tête ser banî ku lê deng û his tu nîn e, hemû razane.Îcarê Behram tifinga xwe beraberî bejna xwe digire û xwe li kuleka aşxaneyê
hêdî bi jêr de berdide û li ser payan dikeve nêva aşxaneyê. Lakîn wekû pêjna kitin deng têtin. Meger xweha Mihemed Begî bi pêjnê hişyar dibê, dikeve şubhe. Berê zen dike ku belku kitik e ku hedarê dike. Seha nefesa mirofan dike. Ji xew radibe û tête odeya Mihemed Begî û derê
odeyê ji hindurû de dadide û Mihemed Begî hişyar dike ku ehwal ev e diz hat. Behram jî rast tête derê odeyê, tifing hazir di dest de. Gerçî Mihemed Beg û jin radibin lakîn çek û sîlah aleteke herbê li nik wan tune û Behram jî tifing di dest de li derê odeyê westaye.Mihemed Beg
dibêje çare nîn e, ez dê derê odeyê vekim, bilanê diz bikeve hindurû kanêm (?) çawanê dikin. Her çend jin û xweh lavahî dikin ku eman derî veneke, te çek tunîn e paşê te telef dikin. Mihemed Beg dibêje ku “nabe, şermeke mezin e ez bi derî bihisim û derî venekim. Îcarê Mihemed
Beg dibêje jin û xweha ku hûn ji dûr ve biwestin. Ez derî vekim kanê çawanê dibe. Mihemed Beg derî ji nişkêve vedike lakîn xwe bi derî dizeliqîne û dide pişta derî. Wekû Behram dibîne derî vebû bila-muhlet devê tifingê dide nêva derî û agir dike, gula vala diçe. Behram îcarê
dide qemeyê, ji derê odeyê tête hindurû.Wekû Behram tête hindurû Mihemed Beg li pişta derî bûye.Pişta Behram bi bal Mihemed Begî ve dikeve. Îcarê Mihemed Beg ji tirsa xwe ji şûn ve Behram du destan ji ser milêd Behram mehkem hemêz dike û her du destêd xwe li ser singa Behram
kilît dike û êdî her du destêd Behram ranabin û muetel dibin lakîn qeme di dest de ne. Di nêva derê odeyê dibe cirenîxa Mihemed Begî û Behram. Lakîn di nêv derî dane jin û xweha Mihemed Begî dixwazin ku hewarê bi der ve bibin lakîn rê tune. Behram qeme di dest dane lakîn zebt
bûye, naxebite. Cizwê qemeyê pey êre de wê de dihejîne û carnan serkêra qemeyê li rû û istûyê Mihemed Begî dikeve dikevin lakîn cizweyê (?) xûn dike. Mihemed Beg his dike ku eve mirofê qewî zêde biqewet e û gurbiz e. Eger ez berdim ev min dikujê. Ji tirsan destêd xwe mehkem
dike, miqdarê pênc û deqîqan bi vî terzî keşmekeşa wan dibe. Mihemed Beg difekire ku ev mirofa bikê(?) kenarê diçit Mihemed Begî digel xwe radikişîne û dibe. Mihemed Beg taqeta zebta wî nîn e û serê Behram jî kum jê çûye, tazî bûye. Îcarê Behram xwe ji destê Mihemed Begî
radikêşit bi semtê derve. Her du têne ber şemîka derî û serê Behram nêzûkî berê şemîkê [yê] tîj dibe. Mihemed Beg qewet dike bi derb serê Behram ji pêşve enîya wî li wî berê derî didit û serî ji pêşve zaf dikelişe û xûn bi ser çavêd Behram de têtin. Egerçî jin û xweha Mihemed
Begî jî di odê de dikine hewar û gazî lakîn nîvê şevê boriye, kes hişyar nîn in. Mihemed Begî difekire ku xûnê ser û çavêd Behramî biçavt û ew jî êdî wekû berê nemaye, sist bûye û qeme ji destan ket. Êdî Mihemed Beg Behramî berdide û bi zûyî qemeyê hildigire û qemeyekê li ser
Behram dide û yekê dinê yekê dinê.. Xulase êdî Behram bi mecala lipatê nebûyî. Xûnê jî çav girtine û birînêd serê wî jî zaf in û gelek xûn jê çûye. Êdî jin xeberê dibe ji boy xulaman û ew jî tên. Lakîn Mihemed Begî jî hal nemaye. Ji çend cihkan bi dûçika qemeyê hindik
birîndar bûye. Îcarê ewî Behramî didine xeberdan ku tu çi kesek î û tu diz î, çi yî rast bibêje. Îcarê Behram ehwalê xwe û hatinê, hûrîkirina Welî Paşa ji boy wan dibêje. Êdî xulam emanê nadine wî. Behram li ber xenceran temam dikin û leşê wî bi der tînine ber derî û subeyê
ev ehwala, malûmî xelqê dibe û leşê Behram dibin defin dikin. Eve neqla ji wan bi şû(n)ve mayî bûye dastan.
Berhem: Camiê Risaleyan û Hikayetan – Tercime: Zal Mazî
Bi zimanê kurmancî tertîb û bi franseyî tercime dikir Iskender Jaba Ku qonsolê împeratorî ezîmî ûrûs di Erziromê de ye.
Di bajêrê Peterbûrxê de di daruttibaetê akademyayê împeratorî de di tarîxa 1860ê îsewî ku sala 1277 hicretî ye evê kitabê teb kirin.