Pilingek Azadiyê; Sedat Yilmaz û Filmê Press (Çapemenî)

Ev sedsal, sedsala kûrewî ye, her tişt ji nişka ve digihîje her kesî; agahî zû bi zû belav dibin. Haya her kesî zû ji hev çêdibe, şert û mercên mirovan di vê sedsalê de li gorî sedsalên berê bêhtir in. Heyamên berê dema ku bûye,pevçûn, şer, xwepêşandan, çalakî, pirsgirêk, kedxwarî, alozî û hwd. çêdibûn pêhesandina van tiştan zû bi zû belav nedibû an jî qet belav nedibû; piranî jî haya dewletên mezin yên xwedî derfet çêdibû. Wê çaxê derfetên mirovan gelekî kêm bûn. Dema ku tiştek diqewimî gelek caran li dijî gelên an jî komên belengaz çareser dibû. Jixwe ku derfet kêmbin tu nikarî niheqiya ku li te bûye bipeyitînî.Ev jî ji bo wê heyamê bûne neheqiyên dîrokî….

Di dema nûjen de beşa sînemayê ji bo gelek tiştan beşeke pir girîng e; bi xêra sînemayê li gelek bajar, gund, navçe û dewletan derd û kul tên belav kirin û netew xwe didin danasîn; bûyerên balkêş tên belav kirin û orf û edetên gelan tên dîtin, neheqiyên ku li hinan bûne tê xuya kirin û hwd. Beşa

sînemayê nî’metek mezin e, yên ku bikaribin bikarbînin, ev beş geh pêşbiryarên mirovan jê dibe, geh alîkariya bêxwediya dike, geh zanistiyan pêşberî me dike, geh baz dide bi hawarên neçaran. Fîlmê ÇAĞRI hişt ku hemû dinya bi çavekî din li mislimanan binihêre, fîlmê MİN DÎT hişt ku dewletên biyanî bibihîsin ku JÎTEMek kujer heye, fîlmê PİŞTÎ SİBEHÊ ray da ku germahiya kûrewî wê çi bike li serê mirovahiyê, fîlmê MATRİX hişt ku ji însana re bibe gengeşiyên gengaze an ne gengazên felsefîk…Beşa sînemayê di nav dinyayê de ji bo armancên pêşerojê jî gelek caran dibe çavkaniya îlhamê.

Yên ku li ser berjewendiyen sînemayê hatibe, baldariya we jî hesiyabe bi derfetên destê xwe sînemayê dixebitîne. Lê sîneme ne tiştekî sivik e, barê wê giran e, kara wê jî ewqasî gelek e. Di beşa sînemayê de îro gelek pere dizivirepereyên giran; heta bi hevdû re ketine pêşbaziyê jî, kî gelekî sermiyan ku di vê beşê de pere xerc bikin ew fîlm dibe navdar di beşa sînemayê de. Mînak, vê dawiyê fîlmê AVATAR ji bo ku sermiyana wê gelek bû û mijara fîlm cuda bû, hemû dinya li ser fîlm sekinîbû,li ser fîlm ew qasî sekinîn ku li Tirkiyê wê demê nîqaşa “avatar Tirk in”, hinekan jî digot ku ‘’avatar Kurd in’’… Em dibînin ku mijara fîlm û sermiyana ku li fîlm hatiye kirin dibe sedema naskirinê û dihêle ku însan li ser pevbiçin; lê bi rastî jî fîlmê AVATAR hêja bû! Tiştê ku ez dixwazim bêjim, piranî derfetên fîlm dihêle fîlm bêhtir bide naskirin li dinyayê. Dema ku tevna fîlm baş be an jî cuda be, bi sermayekî baş hatibe amade kirin sînemaperwer bi rojan bi meraqekî mezin li benda wê dimînin. Lê carinan jî fîlmê ku mijara wê hîn nehatibe kişandin derdikeve, dîsa jî bala însanan dikşîne û dibe sedema temaşekirina girseyî. Jixwe gelek caran neheqî li netewan bûn; lê tu carê derfet neketiye destê wan ji ber wan neheqiyên ku li wan bûne, di dilê wan de bûye êş û derd. Dema ku derd û êşên xwe di beşa sînemayê de dibînin dilê wan rehet dibe, kela girî dikeve qirika wan, hêstir ji çavên wan tên, gelekî kêfxweş dibin; ew ji wan re hawareke! Ez naxwazim dirêj bikim, gelê Kurd yek ji wan gelê belengaz in.

……..

Sînema dereng bi derdê Kurdan re hat, heta ku hat pişta wan hatibû şikandin, lê dîsa jî gengaz e ku ji hêviyên Kurdan re bibe alîkar. Ji niha û pê ve gelekî xebat divê bê kirin; kêmasî gelek in di sînemaya Kurda de. Loma jî heta fîlmek tê amade kirin tev ji hev dikevin. Derhênerên sînemaya Kurdan ne bi ‘eks bixebitin, li hemberî astengan têkoşîneke baş bike;ancax bigihêje berhemeke fîlm. Çimkî derfetên wan em dizanin gelekî kêm in. Lê dîsa jî derhênerên ku bi sinemaya Kurda re baz didin hene.

…..

Îcar em ê niha behsa derhêner Sedat Yılmaz û fîlma wî ê bi navê PRESS bikin.

 

Press (Çapemenî)

Mîhrîcana Fîlmê Navnetewî 47an ya Antalyayê de fîlmeke bi navê PRESS xelat stend, Xelata Jurî a Taybet. Lê ji ber ku bûyera Emir Kustirika hebû, ew pevçûn bûbû bela serê fîlmê Press. Loma kengî behsa pevçûnê dikirin fîlmê Press di bin siya wê de wenda dibû. Jixwe medya ya Tirk li hêncetek digeriya, ew jî derketibû. Piştî nîşandana fîlm derhêner civîna çapemeniyê pêk tînê, ji bo ku civîn bi kurdî dibe kesên ku dixwazin proveke bikin êrîşî civînê dikin û dibêjin: “Bi Kurdî neaxivin, bi îngilizî biaxivin’’ lê ji bo wê êrîşê bertekên giran ji hêla Derya Alabo ra û Sümer Tilmaç tê kirin. Li fîlmê MİN DÎT jî eynî senaryo ya êrîşê hebû. Çapemeniya Tirk zêde li ser nesekinî ji fedîbûnê, ew jî dizanin ku ew fîlm derbekî li rûmeta wan dixe. Rojname çi qas derhêner û fîlm pîroz bikin jî ev bi awayekî henekpêkirî çêdibe; lê rojnameger, derhêner û rewşenbîrên awarte jî ne hindik bûn. Jixwe yên ku bi dilsozî têkildarî fîlm dibû eşkere bûn, weke Sırrı Süreyya Önder.

 

Mijara Press (Çapemenî)

Özgür Gündem; ji sala 1990î heta niha bi gelek astengiyan rojnamegeriyê didomînê. Di sala 1990î de dest bi weşanê kiriye. Dewlet li dijî vê rojnameyê gefên tund, li belavkeran û nûçegihanan dikir. Rojnamevan jî têkoşînek li hemberî êrîşên dewletê dikirin. Fîlme me jî behsa rojnameyên ku li bajarê Amedê de, tiştên ku hatine serê wan pêşberî me kiriye. Ev bûyer hemû di navbera 19921994an de derbas bûne.Bi dehan mûhabîr û belavker hatine kuştin!! Özgür Gündem tu carî wek navê xwe nemaye û her gav li hemberî azadiya wê êrîşên psîkolojîk hatiye meşandin. Av sekiniye lê dijminên rojnamaya Özgür Gündemê nesekinîn e. Di fîlm de: Faysal (rojnamevan) têkîliya çeteyekê û dewletê dibînê û di rojnameyê de

diweşîne, piştî weşandina nûçeyê çete dev ji Faysal bernadin, lê Faysal di cihê xwe de nasekine, di şopa çeteyê de diçe… di kargehê de tengasî destpê dikin, cihê ku wêneyên xwe derxin tuneye îcar, kêmasî xelas nabin…her roj îcar bi rêya telefonê gefan li wan dixwin, hinek dev ji kar berdidin, hinek jê têne kuştin, di dawiyê de karker kêm dibin. Ji ber kêmasiyan ji mecbûrî jî ciwanekî bi navê Fırat dikin belavker. Fırat ji Silopiyê ye, 17 salî ye û belavkirina Özgür Gündemê dike… Jixwe lehengê fîlm Fırat e; ka çawa camêrî kiriye hemû di PRESS de derbas dibe.

Zilmên ku li ser wan rojnamevan û belavkeran dikin di Press de xweş hatiye nasîn. Weke ku di hin deran de derbas dibe: “Destê xwe ji hevala bişo”, “ku tu vî karî bikî gere tu mirina xwe jî bînî ber çavan’’, “dora mirina te ye’’. Bi gelek gef, zilm, êrîşan karmendê Özgür Gündemê karê xwe didomînin. Lê bedela wê jî rojmane û belavker têne girtin û hin jê jî têne kuştin… Ferhat Tepe û Yahya Orhan ji wan rojnamevanan bûn…

 

Pêla Press Çawa Bû

Press tam di wextê xwe de kete sînemayê, dema ku behsa girtina rojnamevanan tê kirin, hingê fîlmek wiha divîyabû ka gelo li vî welatî çi tê serê rojnamevanan. PRESS ji wan re bû hawarek.

Sedat Yılmaz; Zanîngeha ODTÜyê xelas dike, dû re Zanîngeha Marmarayê di beşa SİNEMETV de dixwîne, lê berî ku xelas bike dikeve nav karên sînemayê. Berî niha bi metrajên kurtayî fîlm kişandiye. Fîlmê metraja dirêj jixwe PRESS e. Mirovek Tirk e; lê gelek kes ji ber fîlmên wî, wek Kurd dizanin. Sedat li tax û kolanên Kurda mezin bûye,di tesîra Mûsa Anter de jî maye. Derhênerek bi qedre di nava rewşenbîrên Kurdan de.

Press heta niha şeş xelat girtiye, lîstikvan Aram Dildar jî xelat stendiye. Sedat Yılmaz jî xelatek hêja stendibû…Wekî din bi kurtayî şeş xelatên hêja stendibûn…

 

Bahadîn Cibilgravî *Xwendekar Zanîngeha KATUyê

Çavkanî: Kovara Pêngav – (2011) 

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply