Akademîsyenekî 1800 nebatên Dêrsimê tomar kirine

Lêkolîner û Akademîsyekenê Fakulteya Çandiyê ya Zanînegeha bajarê Konyayê Metîn Armagan bi salan e ji bo lêkolînên xwe yên li ser giya û nebatan berê xwe dide parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê. Dema bo cara yekem di sala 2011ê de serdana çiyayê Munzurê yê parêzgehê dike û rengîniya nebatan dibîne, biryarê dide ku li navçeyê dest bi lêkolînan bike. Piştre sala  2014ê di çarçoveya projeyekê de derdora 60 rojan li cihên cuda yên xwezaya Dêrsimê lêkolînan dike û bi sedan cor nebatan tomar dike.

Lêkolîner û Akademîsyen li Zanîngeha Konyayê Metîn Armagan dibêje  “Ez hema bêje çûme herderê Tirkiye. Ez lêkolînan dikim. Em weke tîmekê di çarçoveya çend projeyan de lêkolînan dikin. Min got divê ez rojekê bêm û li vir dest bi lêkolînan bikim jiber ku pircoriya nebatan gelek bala min kişandibû. Dema hûn wiha bifikirin derfet derdikevin pêşiya we, di sala 2014ê de li vir lêkolîneke pircoriya nebatan hat kirin. Ji min re gotin tu dikarî li ser nebatên li vir lêkolînan bikî mnin jî got belê. Me di encama vê xebatê de derdora hezar û 800 cor nebat tomar kirin.”

Deşt çiya, gelî û zozan li ku derê nebatek balkşê bibîne wêneyên  wan tomar dike. Herwiha nimuniyek wan jî ji bo lêkolînan bi xwe re dibe. Armanca vî lêkolînerî ew e nebatên xwecihî yên Dêrsimê   ku heta niha kesekî nedîtine tomar bike û danasîna wan bike.

Metîn Armagangot jî “Li vir bi egerek mezin ji her 5 nebatên ku hûn pê lêdikin 1 ji wan xwecihî û taybet e bi navçeyê. Di vî warî de dewlemend e. Lê a girîng ne hejmar e, danasîna wan e. wate em dikarin çend ji van nebatên xwecihî bi mirovan bidin naskirin, nîşanî xelkê bidin û wan biparêzin”

Parêzgeha Dêrsimê di nav hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê de bi xwezaya xwe navdar û xelkê wê jî girîngiyeke zêde didin xwezayê. Ev lêkolîner jî dibêje derdora 2 hezar nebatên cor bi cor di nav xwezaya Dêrsimê de hene ku ji sedî 18 heta 20ê wan xwecihî ne û tenê li vê parêzgehê ne. Sedema sereke vê rengîniya nebatan jî bi parastina xwezaya wê ve girêdide.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply