Nivîseke Bîst Sal Berê “Romanseke Çilmisî”

Edebiyat bi nivîsînên danasîn, analîz û nirxandinê geş dibe, pêş dikeve.

Firat Cewerî nivîskarekî jîr e, berhemdar e. Wî hetanî niha gelek pirtûk nivîsiye, gelek berhemên edebî (helbest, çîrok û roman) afirandiye. Wî deh sal kovara Nûdemê weşandiye û deh pirtûkên edebî wergerandine kurdî. Hemû hejmarên kovara Hawarê wek du cîldan amade kiriye û ji nû ve weşandiye. Xebatên ku wî kirine û niha jî dike, ji bo pêşveçûna zimanê kurdî û dewlemendbûna edebiyata kurdî xizmeteke hêja ye, hewldaneke bi rûmet e.

Firat Cewerî edebiyatzan û çîrokvanekî nûjen/modern e. Berhemên wî yên kurteçîrokan ji alî naverok, teknîk, li hevûdu hunandina bûyeran, tema û form, herikandina ziman û metoda nivîsîna edebî ve pir baş in, hêja ne, modern/nûjen in.

Di pirtûka wî ya bi navê “Romanseke Çilmisî” de heft kurteçîrok hene. Pirtûk 91 rûpel e û di nav weşanên Nûdemê de derketiye. Ez ê bi kurtahî behsa vê berhema kurteçîrokan bikim û bala xwendevanan bikşînim ser naveroka kurteçîrokan.

Kurteçîroka yekem; navê wê “Romanseke Çilmisî” ye. Vî navî navê xwe daye pirtûkê jî. Di vê kurteçîrokê de, hestên mirov ên xwezayî û aciziya mirov, bêhntengiya li xerîbiyê û ruhîyeta mirov a psîkolojîk heye. Mirovên sirgûnkirî, yên ku li sirgûnê, li xerîbiyê dijîn, tenêtiyê dikşînin, an jî xwe tenê hîs dikin. Yên nivîskar vê tenêtiyê hîn pirtir di ruhê xwe de hîs dikin.

ROMANSEKE ÇILMISÎLehengê çîroka “Romanseke Çilmisî” jî di jiyana xerîbiyê de xwe bi tenê hîs dike. Feqîro wisan bêhnteng dibe û xwe bi tenê hîs dike ku, odeya – menzela- wî jê re wek zindanê tê. Ji ber bêhntengiya xwe, ji malê derdikeve. Kovarekê jî digre destê xwe ku hem di rê de û hem jî li qahwê bixwîne. Diçe kafeteryayê. Keçikeka spehî tê kafeteryayê û li ber maseya hemberî wî rûdine. Çavên lehengê me li ser kovarê ye, lê heşê wî li ser vê keçika bedew e. Paşê li hevûdu ziq dinêrin. Ew keçikê dawetê maseya xwe dike. Navê keçikê “Malîn” e. Lehengê me xwe wek yekî spanyolî bi keçikê dide naskirin. Ew nabêje ku ew kurd e.

Lehengê me ji keçikê re çima nabêje ku “Ez Kurd im?” Çima xwe wek yekî spanyolî bi keçikê dide danasîn? Ev ne diyar e. Lê, mirov fêm dike ku leheng çima weha kiriye. Heger wî navê xwe û welatê xwe ji keçikê re bigota, dibe ku wê yekê keçikê aciz bikira û têkiliyên wan ên germ bicemidandina. Lehengê kurteçîrokê xwe wek Juanê spanyolî bi nav dike û xwe wisa dide naskirin. Dema min navê Juan xwend, Don Juanê spanyolî yê meşûr hate bîra min. Don Juanê me û keçik bi hevre diçin mala wî. Ew wê şevê bi hev re radizin, pevşabûnê pêk tînin, şadiman dibin.

Lehengê me, anku Don Juanê kurd serê sibê ji xew şiyar dibe, dinêre ku keçik di nav livînan de nîn e. Keçikê kurtenameyek nivîsiye, daniye wir û lêxistiye çûye. Leheng nameyê digre destê xwe û dixwîne. Nameyeke balkêş e. Ez behsa naveroka nameyê nakim. Bila xwendevan vê pirtûkê bixwîne û ji naveroka nameyê hayidar bibe. Leheng, anku Don Juanê me nameyê dixwîne û digrî. Çima digrî? Gelo çima dilşewatiya, wî hestê wî tîne radeya girînê? Dema mirov çîrokê bi temamî bixwîne û rewşa bêhntengiya leheng bîne ber çavan, bersîva van pirsan tê de dibîne.

Kurteçîroka bi navê “Romanseke Çilmisî” çîrokeke romantîk e. Bi şêweyeke modern hatiye nivîsîn. Kurteçîrok jiyana xerîbî û sirgûniyê û di nav tengasî û bêhntengiya jiyanê de dîmeneke şadbûyîna mirovên bi tenê tîne zimên. Yên ku xwe bi tenê hîs dikin, carna bi tesadufên weha, kurtedemek be jî xwe bextiyar hîs dikin. Ji derd û kul û kederên jiyana rojane, ji xemgînî û tenîtiyê -kurtedemek be jî- xilas dibin, dilşad û bextiyar dibin. Lê, ev dilşadî û bextiyarî ji bo demeke kin e. Lehengê me yê bi tenê û xemgîn, tenê roj û şevek dilşadiyê û bextiyariyê dijî.

Kurteçîroka duyem; navê wê “Çîrokjiyana Min” e. Nivîskar Firat Cewerî di vê kurteçîrokê de forma “Ez” bi kar aniye. Min di nivîsek xwe de li ser forma “Ez” gotibû : “Di nav edebiyata cîhanê de gelek kurteçîrokên bi serketî ji alî nivîskarên navdar ve bi forma “Ez” hatine nivîsîn.

Ew, yanê yê ku di kurteçîroka “Çîrokjiyana Min” de behsa xwe dike, sibehê zû şiyar dibe û xwe di odeyeke xerîb, di menzeleke erotîk de dibîne. Ew di nav livînê de çîp tazî ye, hew dibîne jineka şilfîtazî, rind, bedew, spehî û pir xweşik tê hundirê odeya ku bi nexşên erotîk hatiye xemlandin.

Di edebiyatê de erotîzm ciheke girîng digre. Hinek kesên ku wek sofîyan difikirin, yan jî yên ku bi çand û tradîsyona kevnar ve girêdayî ne û mejîyên wan pîrik girtine, dibêjin “çima di filan çîrok yan di filan romanê de erotîzm heye?” Di edebiyatê de erotîzm wek rûnê germiyê ye. Di xwarina germîya rijî de tehm û lezet tune ye. Berhemên edebî yên ku tê de romantîzm û erotîzm tunebe wek germîya rijî ye, bê tehm û bê lezet e. Xwendina wê nexweş e.

Ev pirtûka Firat Cewerî a nû, ji vê hêlê ve dewlemend e. Tê de nexşên erotîk û romantîk hene û ev jî ji bo edebiyata kurdî dewlemendiyek e. Bi min -li gor bîrûbaweriya min û zanebûna min a derbarê edebiyatê de- ev pirtûk ji hemû pirtûkên Firat Cewerî yên berê baştir e. Bi serketîtir e, bi tehm û lezet e.

Di edebiyata kurdî a devkî de erotîzm gelek heye. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku edebiyata kurdî a gelêrî -ya ku bi devkî tê gotin- ji hêla nexşên erotîk ve gelek dewlemend e. Lê, edebiyata kurdî ya nivîskî di hêla erotîzmê de gelek qels e. Hinek nivîskarên kurd erotîzmê di serê xwe de wek tabû dibînin, wek tiştekî eyb û şerm be, dihesibînin. Û loma jî di berhemên xwe yên edebî de vê hêlê naafirînin, anku nanivîsin.

Lê di kurteçîrokên Firat Cewerî yên vê pirtûka nû de ev tehm û lezet heye û loma jî ev kurteçîrokên wî li gor yên berê hîn xweştir in û serketî ne.

Ez û du nivîskarên kurd, em li cihekî runiştî bûn, me ji xwe re sohbet dikir. Ji wan yekî ji me re çîrokeke erotîk got. Çîrokek xweş bû, bi naveroka xwe têr û tijî erotîk bû. Piştî ku nivîskar qalkirina çîroka erotîk qedand, yê din got : “Kurd weha ne. Bi devkî çîrokên gelek erotîk dibêjin. Lê, nanivîsin. Dema yek dinivîse rexne lê tê girtin ku çima çîrok an romanên erotîk nivîsîne.” Bi rastî jî weha ye. Divê nivîskarên kurd tabûyan ji serê xwe bavêjin. Eyb û şermên ku di serê xwe de çêkirine û xwe kirine dîlê/êsîrê wê, bavêjin alîkî din, xwe nû bikin, mentalîteya xwe bigehurînin, modern bifikirin û di vê hêlê de jî edebiyata xwe rijî nehêlin, wê dewlemend bikin.

Di kurteçîroka bi sernavê “Çîrokjiyana Min” de “xwêdana şehwetê” heye. Dema mirov dixwîne, hestê mirov ê şehwetê geş dibe, ruhê mirov mest dibe. Tehm û lezeta herî xweş a derûnî, ruhî dide mirov û mirov pê têr dibe.

 

Di çîroka sêyem “Baqek gulên sor” de rengên romantîkî heye. Lehengê çîrokê Cemîl diçe bîraxaneyê. Bîra vedixwe. Li wir gelek keç û jinên spehî hene. Lê rû nadin Cemîl. Ew dema li wan dinêre, berê xwe wêve dikin. Gelî xwendevanan, ji xwe re bifikirin! Hûn biçin li ciheke vexwarinê rûnî bikin û li wir bîra vebixwin û berê xwe bi alî kîjan keç an jinê ve bikin, ew berê xwe wêve bikin. Hûn li çavên kîjan jin û keçikên xweşik binêrin, ew çavên xwe bidin alî û qet rû nedin we. Ev rewşeke îronîye ku li welatên porzeran tê serê gelek porreşan.

Cemîl li bîraxaneyê rûniştiye û li derûdora xwe dinêre. Çavên wî li ser keç û jinan e. Ji nav wan jinan jinek rû dide Cemîl. Jinik dema qedeha xwe dibe ber lêvên xwe, ziq li Cemîl dinêre. Ew û Cemîl qedehên xwe yên vexwarinê ji hevûdu re bilind dikin, noş dikin. Paşê, Cemîl radibe diçe ber maseya wê rûdine û xwe pê dide naskirin. Navê wê jinika xweşik Eva ye.

Li welatên Ewropayê, bi taybetî jî li welatên Skandînavyayê biyanîyên porreş dema bişev diçin bar û pavyonan, di dîskoyan de bi keç û jinên porzer re têr û tijî dans dikin, direqisin, lê piraniya wan porreşan di dawiya şevê de pişta ustiyê xwe duxrînin û bi tenê ji dîskoyê vedigerin malê. Keç û jinên porzer wisan hêsanî, zû bi zû bi wan re naçin ranazin. Cemîl gelek caran çûye cihê weha û paşê bi tenê vegeriyaye malê. Loma jî vêca ji bo ku bi tenê, destvala venegere pir bi edeb, bi rêz û hurmet û medenî tevdigere.

Cemîl ji keçika ciwan Eva re şûşeyek şeraba sor îkram dike. Herdu şeraba sor a xweş vedixwin û serê wan jî xweş dibe. Di bin tesîra serxweşiyê de, sohbeta wan jî xweş dibe. Cemîl û Eva di saet yekê şevê de, bi hevre ji bîraxaneyê derdikevin. Herdu, wek du evîndaran bi destên hevûdu digrin û di bin kuliyên berfê de dimeşin. Carna radiwestin û wek qumrîyan devên xwe dixin devên hevûdu, lêvên hev dimisînin û hev maçî dikin.

 

Cemîl ji Evayê re pêşniyaz dike ku li texsiyê siwar bibin û biçin mala wî. Lê, Eva dibêje ku “mala wê hîn nêzîktir e. Biçin mala wê.” Texsiyê digrin û diçin li ber mala Evayê tên xwarê. Lê, li ber malê Eva naxwaze ku îşev bi hev re bin. Dibêje “Em sibê hevûdu bibînin.”

Cemîl, roja din, sibê ji xew radibe, xwe dişo, traş dibe û diçe baqek gulên sor dikire û diçe cihê hevdîtinê li benda Evayê disekine. Lê Eva nayê. Firat Cewerî rewşa Cemîlê ku di dema xwe de yek ji pêşengên tevgera welêt bû bi awayekî îronî taswîr dike, psîkolojiya sirgûniyan radixe ber çavan, lê şiroveyê ji xwendevanan re dihêle.

Nivîskar Firat Cewerî di vê kurteçîrokê de du formên cuda bi hostetî li hevûdu hunandiye û bi şêweyeke modern ev herdu form bi hevûdu ve rêz kiriye û du demên çîrokê bi hevûdu ve daye girêdan. Wî bi vê şêweya teknîka nivîsînê çîroka xwe pêkaniye û bi serketiye.

Çîroka çaran, sernavê wê “Fala Nûrikê” ye. Li dinê gelek kes bi falê bawer dikin. Piraniya kurdan jî bawer dikin ku tiştên di falê de tên dîtin û tên gotin rast derdikevin.

Gulê jineka zewicandiye, di paşila mêrê xwe de razaye. Lê,  nîvê şevê bi qîrîn ji xewê şiyar dibe. Mêrê wê jê dipirse ku çibû? Ew bersîvê nade. Gulê hemîleye û li ser rojan e ku biwelide. Mêrê wê dixwaze ji texsiyekê re telefon bike û wê bibe nexweşxaneyê. Gulê dibêje hêj wext nehatiye.

Gulê ji welidandinê ditirse. Ji mêrê xwe re tirsa xwe diyar dike. Gulê dixwaze fala Nûrikê ku nozdeh sal berê jê re gotibû, ji mêrê xwe re bibêje. Mêrê wê ji fal malan bawer nake. Gulê jê re dibêje “Tu bawer dikî bawer nakî tu bi kêfa xwe yî, yê min ez ê ji te re bibêjim.”

Nozdeh sal berê fala ku Nûrikê ji Gulê re gotiye hêj jî di heşê wê de ye. Nûrê jê re falek vekiriye û dûrûdirêj behsa gelek tiştan jê re kiriye. Hemû tiştên ku Nûrikê jê re behs kiriye, di jiyana wê de yeko yek rast derketine. Di dawiya falê de Nûrika falcî gotiye “Wê Xwedê benderuhekî nêr bide te…. ev benderuh ne mirov, lê cenawir e; wê du serî çêbibe…” Qalkirina fala Nûrikê tirsê dixe dilê mêrê wê. Mêrê Gulê ku navê wî Kerem e, wê dibe nexweşxanê. Gulê li nexweşxanê diwelide.

Piştî ku Gulê diwelide, vêca fala Nûrê rast derdikeve yan na? Ew bila wek meraq bimîne.

Çîroka “Li Berberxanê” çîrokek ji jiyana rojane ye. Berberên her welatî dişibin hevûdu. Hemû jî pirxeber in, leqleqo ne. Bi mişteriyên xwe re gelek diaxifin. Gelek tiştan dipirsin. Dema bi mirov re sohbet bikin, ji hezar kanîyan avê tînin. Lê, hinekên wan jî cilq in, cirnê wan nexweş e, sohbeta wan ne baş e, ne xweş e. Lehengê çîroka “Li Berberxanê” rastî berberekî ecêb ê pîskopat tê û serê wî dikeve teşqelê.

Çîroka “Girtiyê şeva reş” çîroka herî dirêj ya vê pirtûkê ye. Serlehengê çîrokê doktorek e. Bişev hinek tên li derî dixin û dibêjin nexweşekî me heye. Ew xwe wekî “hevalan” didin naskirin. Lê ne heval in, polîs in. Polîs doktor digrin dikin dolmîşê û dibin. Polîs, doktor dibin avahiyeke mezin. Li wir şkencê pê dikin. Polîsek jê re dibêje “Tu ê birîndarên wan derman bikî ha! Ka bila ew jî werin birînên te derman bikin!” Polîs lê dixin û wî davêjin zindanê.

Di çîrokê de piştî girtina doktor, serpêhatiyên ku hatine serê wî tê qalkirin. Ev çîrok çîrokek sosyal-civakî ye. Kurtedîmenek ji dema nêzîk a şerê bakurê Kurdistanê radixe ber çavên xwendevanan. Ev çîrok jî wek çîrokên din ji alî nirx û pîvanên edebî ve çîrokek bi serketî ye. Nivîskar Firat Cewerî di vê çîrokê de teknîka nivîsînê ya nû û bi serketî pêk aniye. “Ew” qala “Wî” dike û hemû tiştên ku hatine serê “Wî” ji “Wî” re qal dike. Çîrok ji alî naveroka xwe ve jî dewlemend e, pir rengîn e. Lihevûdu girêdana serpêhatiyên ku hatine serê doktor bi zimanekî herikbar li hevûdu hatiye hunandin.

Çîroka herî kurt a vê pirtûkê jî çîroka dawîn a bi navê “Ewrê reş” e. Ev çîrok li ser jiyana rojane ya dikandarekî hatiye avakirin, lê dîmenek ji rewşa welêt ya dema ”mêrkujên qasid nediyar” e.  Balkêşiya vê çîrokê ji bo min ev e ku; mêrik -ê dikandar- di xewna xwe de dibîne du xort ji ber xwe demançan dikşînin û bera wî didin. Mêrik ji xewê şiyar dibe, diçe dikana xwe û bi rastî jî du xort tên û demançên xwe dikşînin û guleyan berdidinê û wî dikujin. Carna ez jî xewnan dibînim û xewnên ku dibînim rast derdikevin. Bi min, divê lêkolînvan li ser xewnê lêkolînên berfireh bikin, ka gelo çima hinek xewn rast derdikevin?

Belê, çîroka xewna rast derketî çîroka dawîn a pirtûka Firat Cewerî ye. Min ev pirtûka wî “Romanseke Çilmisî” bi dilxweşî xwend û vê nivîsa ku hûn xwendevanên ezîz dixwînin, nivîsî. Li ser vê pirtûka hêja, helbet divê hêj gelek nivîs bên nivîsîn. Divê her yek li gor zanebûna xwe ya edebî, li gor şêweya stîla nivîsîna xwe û bi rengên cuda vê pirtûkê binirxîne, şîrove bike. Edebiyat bi nivîsînên danasîn, analîz û nirxandinê geş dibe, pêş dikeve. Bi hêvîya ku gelek nivîsên nirxandinê li ser vê pirtûka hêja bêne nivîsîn.

 

Têbinî : Zimanê nivîskar Firat Cewerî gelek baş e. Ew di berhemên xwe de zimanekî dewlemend yê edebî bi kar tîne û hevokên xwe li gor rêz û qaîdeyên rêzimanî û rastnivîsînê dinivîse. Lê, bi min mesela tewandinê, ergatîvê serê wî jî hinek tevlîhev kiriye. Li hinek ciyan li ser navê tewandinê peyv û hevokan şaş bi kar anîye.

Sernavê çîrokek wî jî bala min kişand. Sernavê çîrokê “Çîrokjiyana min” e. Gelo sernav “Çîroka Jiyana Min” bana hîn rastir nebû. Helbet her nivîskar zimanzan nîn e. Ez jî zimanzan nîn im. Ev mesele jî karê zimanzanan e. Ê min tenê têbinîyeke ku min bal kişand ser vê meselê.

Nîsan 2002

 

Têbinî / Ev nivîs 20 sal berê hatibû nivîsîn. Min li ciheke, di weşaneke de weşandiye yan na? Nayê bîra min. Bi texmîna min nivîs di tu kovarek de nehatiye weşandin. Di nav van 20 salan de jî gelek berhemên Firat Cewerî ên nû hatin weşandin. Ew ji çîroknivîsînê derbasê romannivîsînê bû û wî çend roman nivîsî. Ew kar û xebata xwe a edebî/wêjeyî didomîne.

Gûlan 2022

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply