Zûr!
Zûûrr!
Zûûûrrr!
Evîn gurek birçî
Mexel hatiye li dilê min
Ditirse singa çep
Ditirsin bîbik
Çar alî ve diferqizin hestên min
Laşê min wek meşk
Xwîn tê kulîn di can de
Tirsrûnê nivîşk
Sorgilorik bûne jan digerin wek gêrik
Tiliyê min bûne gezgezok
Direvin hestê min ji welatê dil
Şikandine hevşî
Reviyane çiyayê xemgîniyê
Lê bêfeyde ye çûna wan
Gur li pey şopa hesta ye bi şev û roj Fişefişa gur!
Gurçavkurr û kaniya xwîn
Kerî kerî, garan garan
Hest direvin ji dil
Diçin dehl, devî û sitaran -porê yarê-
Çavên gur das
Dûva wî mij û dûkel
Çi bike dil?
Xwe davêje sofî, şêx û melayan
Sond dixwe bi çar ‘pirtûkên pîroz’
-Tewrat, Zebûr, Încîl û Qur’an-
Sond dixwe bi bîst û çar hezar pêxemberan
Dilê xwe dihejîne di dergûşa stranan de
Stranan dineqşîne li ser biskê yarê
Nikare baş biaxive kelogirî dibe
Her peyv li ser ziman wek ‘xençereka sûrî’
Her helbest giran dike barê dil
Her helwest dibe werzeke tarî
Destê yarê jî tu car nabe werîs
Dil bêçare
Dil zarezar e!!…
Dil niviştê dixwaze ji ‘Xwedawenda Afrodît’ Nivişta devgirk –ku bê girtin devê gur-Afrodît extîyar, çokşikestî û xûz Tê û dibîne vî/wî dilî
Dibêje: “kuro lawo ev çi hal e
Dayîk qurban, dayîk heyran
Ev çi sosret ev çi rewş e?”
Niviştek çi dike ji bona gur
Niviştek sê goşe
Goşeyek xemgînî
Goşeyek jan
Û goşeyek jîn
Zûr!
Zûûrr!
Zûûûrrr!
Dîsa jî nasekine ev mîratê gur…
Kovara Pênvagê – Hejmara 5an
Avrêl-Gulan-2011 – Maltepe/Stenbol – Mem Jan