Sêşem , 11 Gulan 2021

Tag Archives: Faik Ocal

Paradîs A Lokman Polat

Edebiyata kurdî û romana fantastik. Evîna wêjeyê û xeyalên derasayî. Dilekî bi hezaran parçeyên xwe ve li vira belawela. Aqilekî bi hezarên rengên xwe ve li wira ber xwe dida, têkoşina xwe dike. Birêz Lokman Polat dixwaze ji edebiyata kurdî jî nivîskarên mîna Edgar Allan Poe, Lewîs Carroll, Jules Verne, Ursula K. Le Guîn, J. R. R. Tolkîen, George R. …

Read More »

Di Raperîna Baba Îshaq a Mehmet Oncu De Felsefeya Baba Îshaq

Romanên tarîxî çi qas nêzîkê rastî û heqîqetê bibin, ewqas bala mirov (xwîner) dikêşînin.  Romanên tarîxî li ser sê hîman ava dibin: Rewş, karekter û peyam (mesaj). Yanî pêwîste, romannûsên romanên tarîxî romanên xwe bi rewşa tê de, bi xurtbûna karekteran ve, bi peyamekê vekirî, bi hev re girê bidin, bihonînin. Birêz Mehmet Oncu di romana xwe de (Raperîna Baba …

Read More »

Nîşe û Şîroveyên Ji Pirtûka Yadîgarên Komara Kurdistan A Sala 1946’an -1

(Hevpeyvîn, Analîz, Bîranîn, Wêne û Arşîv, Dîtin û Nirxandin)  Ya Kakşar Oremar *** 1-Kes nikare bi dîroka dijminên xwe, xwe nas bike, dijminên xwe têk bibe. Pêwîst e: Em dîroka xwe bixwe binivîsinin û bixwînin. Kêmasiya min: Min dîroka me-Kurdan dereng xwend, ez dereng pê hesiyam, lê belê dereng vegeriyam rastiya xwe. *** 2-Zimanê zikmakî, zimanê maderi, zimanê malê, zimanê …

Read More »

Bêhna Dara Sincê Ya Dilawer Zeraq

1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin nabînin. Hûn çiyayên di çokên min da bilind dibin nabînin. …

Read More »

Rojnivîska Spinoza ya Şener Özmen

-1- Tu nizanî lê di wê nameyê da hemû xewn û xeyalên min, hemû êş û janên min, hemû zarokatî û welatê min hebû. Di wê nameyê da dilê min hebû. Dilekî birîndar û beredayî. Min dizanî em du ax û axînên cuda bûn lê min bi dilê xwe nedikanî. Dilê min dergûşa axa gundê min bû; dilê te kolana …

Read More »

Bahol Ya Çiya Mazî

-1- Nizanim ez ê hîn çend carên din “Di Morgê De” bimînim, hîn bi çend kesên din re Di Morgê De bimînim. Lawên min li ser serê min dimirin, keçikên min di bin lingên min da can didin. Axa welatê min bangî bedenê min dike. Xwezîyên min li ser zimanê min dibin bîzotek agir, dişewitim. Gelo, agirê dojehê çito bû? …

Read More »

Stêrka Xuricî Ferêt ya Welat Dilken

I Nizanim Karl Dorner hîn di kîjan romanê min de windayî ye? Ne zimanê romanê, ne cîh û warên romanê ne jî honandina romanê tê bîrê min. Lê ez tim li meydana kizilayê me, li pirtûka xwe digerim, nabînîm. Dikevim Sûka Zafere, destvala vedigerim. Tim Zêzê bi min re ye. Zêzê ya min. Zêzê, vegera rastîya min e. Zêzê, gula …

Read More »

 Asûs ya Mehmet Dicle

1-“Gulên Sala” ne tenê li der dibişkivîn, di hundirê dil û malan da jî dibişkîvin. Gulên Sala bêdemsal bûn. Sala gulan xwe bi rondik û xwîna xwe av dida. Mîna çîrokên berê, mîna helbestên qedexe, mîna nameyên bênavnîşan. Sala tim li ser çûyineke din bû, gulên wî di destên wî da xwîn didan. Mîna kulîlk zîl bidin, mîna berf bibare, …

Read More »

Meryema ya Sebrî Silêvanî

1-Tu bi kê va çûbûyî? Di dilê te da xem û gazinên kê hebûn? Û te mirina kê dabû ber çavên xwe? Dizanim, te tenê sîya rêwîtîyên min ên berê bi xwe re biribû. Di dilê te da tim hêvîye jiyaneka din hebûn, daxwaza destpêkeke din, yan jî arûzeya çîrokeke din. Bilî mirina evîne min, te mirina evîne her kesî …

Read More »

Zeviya Ramûsanê Ya Tekin Çiftçi

1-“Pereyên Ser Şekir” dawîya hêvîyên me, çîroka girîye me, melodîya xizanîya me bû. Pereyên Ser Şekir sitrana kewarên destên me û kilama qermîçokên rûyê me bû. Di nav berê da pênc sal derbas bûne lê hêj ez Pereyên Ser Şekir di kulma rojên xwe de diparêzim û tenêtîya şevên xwe de vedişêrim. Dizanim her tişt dihêrike û diçe bi qirş …

Read More »