Nexweşiya Xurîka Meymûnan

Piştî dîtina nexweşên xurîka meymûnan li 12 dewletan, rêxistina tendirustiya cîhanê (@WHO) derbarê xurîka meymûnan de hinek agahî belav kirin

Nîşanên Wê
Êşa serî, taya bilind, êşa piştê, kulikên li ser laşî.
Kulikên li ser laşî pitirîn ji 1 heta 3 rojan piştî taya bilind peyda dibin. 

Di peqîjokên li ser laşî çêdibin de aveke zelal an jî zer kom dibe. Ji çend yekan heta bi hezaran dikarin çêbibin. Dikarin li ser dev, organên zayendî û çavan jî peyda bibin.
Ev nişanan 2 heta 4 hefteyan dewam dikin. 

Gelek nexweş bêyî dermankirin sax dibin lê zarokên nû xwedêdayî û mirovên xweparastina laşê wan lawaz, di bin metirsiyê de ne û ev vîrûs dikare bibe sebeba iltihaba pişê (pneomania) ya çavan û heta dikare bibe sebeba korbûnê jî.

Li gor istatistîkên nû rêjeya mirinê ji sedê 3 heta 6 ê ye (Li hin cihan heta 11ê jî diçe) 

Çawa vedigire ?
Dema nîşanên nexweşiyê derdikevin nexweşî vedigire mirovên dî. Pitirîn bi rêya têkiliyên nêzîk, destdana birînên nexweşî, bikaranîna cil û berg, cih û nivîn û firaxên xwarinê yên nexweşî vedigire. Ji ber wê jî yên gelek nêzîkî nexweşan dibin, bo nimûne yên di yêk malê de dimînin, partnerên seksê û xebatkarên tendirûstiyê di bin rîskê de ne. 

Rêya parastinê çî ye?
Tespît kirin û îzolasyona nexweş/îyê.
Ji nexweşî dûrketin, heke mecbur be rasterast dest bide birînên nexweşî bikaranîna lepikan…

Bikaranîna maskeyan, bi sabun an jî bi dezenfektanan paqijîya destan, şûştina cil û bergan cih û nivênan bi ava germ û deterjanan vegirtina nexweşiyê kêm dike. 

Li ser twîtirê ji rûpela @SihetXwes hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply