Azadî Zarokan Bêbav Dihêle

Ka îro mijara me çi ye, Kekê Hêja?

– îro em ê behsa rizgarbûyînê bikin.

Me wek her rojan îro jî tûrikê xwe dida pişta xwe, û em çûn şikefta xwe. Ez, Bêkes û rêhevalên me. Her roj me behsa azadiyê û rizariyê dikir, û me wext derbas dikir, Bêkes em dabûn hev, me ew wek serokekî dihesiband, fikrên wî, nêrînên wî li hemberê dinyayê gelekî cuda bûn, ev jî bala me dikişand. Gava diaxivî em sermest dibûn. Gava her kes diçû mala xwe ez û bêkes em ji nû, ji şikeftê derdiketin. Ji ber wê yekê em gelekî nêzî hev bûbûn. Her gava diaxivî min digot serokê me axivî dîsa.

Rojekê dîsa em civîyan di şikefta xwe de, Bêkes mijar vekir, got “dewleta dagirker zimanê me qedexe dike û dixwaze me tune bike, piştî sê nifşên din em ê jî winda bibin, ji ber vê yekê em kom bûne. Ev der ciyê azadiyê ye. Azadî ji ziman dest pê dike. Em welatekî serbixwe dixwazin û em naxwazin binpê bibin.” Em bi gotinên wî dermest bûbûn dîsa. Dîsa hevalên me berê xwe dabûn malê , ez û Bêkes ketibûn ber xeberokan, wext derbas bûbû, me dikir ku em derkevin va ye dengê bangawaziyekî tê; derkevin me dora we dorpeç kiriye, heke hûn teslîm bibin em tiştekî ji we nakin!

Ez û Bêkeso li hev dinêrin. Bêkes dibêje em teslîm nabin heta mirinê, ez jî dibêjim tu serok î heke te bikujim wê rêhevalên me çawa rizgar bibin û wê tekoşînê bi rê ve bibin.? Belê rast e naxwe em çi bikin. Di şikeftê de derek heye. Yek ji me dikare xilas bibe, ez dixwazim tu di wir de birevî û pişt xwe re wir bigirî, de ku wir nebînin. Çi qas got nabe jî min da berê û min şand. Gava qebul kir min gazî leşkeran kir û got: va ez derdikevim li min nereşênin, min destê xwe hilda û derketim, got ka yên din min got kes nîne ez tenê me. Helbet bawer nekiribûn, nava şikeftê qontrol kirin tiştek nedîtin.

Destên min kelepçe kirin û ez birim avêtin erebeya leşkeriyê. Heywax ew Hêjayê ku ji azadiyê hez dikir, bi hêsanî xwe da girtin. Ev çawa wêrektî ye!.

Va em hatibûn hapisxaneyê kelepçeya destê min vekirin û pihînek li pişta min dan, ez bi devikî li erdê ketim. Hê di wê demê de gotin sibê tu yê dekevî ber dadmend. Rabûm ser xwe min xwe weşand, û çend kes hatin bi min ve. Gotin derbasî be keko. Min spas kir. Her kesî got ji bo çi ketî vir? Û dan ber pirsan paşê wan behsa halê xwe kir, êdî sûcê me diyar bûbû em hemî bi ji bo axaftina ziman hatibûn girtin, lê ya ku min jê fêm nedikir çima kurê Mencê ketibû hepsê?

Kurê mencê yanê Bawerê dîn, kesî ew bi zilamtî nedihesiband û niha jî di hepsê debû. Ew bi dînîtiya xwe navdarbû her kesî digot, şifêrê Sûkê, an jî kurê Mencê. Dîreksîyonekê ereba dikira destê xwe de û digot xelkê werin li min siwar bin.

Meseleta Kurê Mencê jî ew bû gotibû leşkerekî were li min siwar be ez ê te bibim sûkê, Helbet vê jî bi zimanê xwe dibêje. Gava Qûmandan dibihîse dibêje vî jî bibin. Û Bawerê dîn li erebeyê siwar dikin diavêjin hepsê.

Wê şevê xew nediket çavên min, rêhevalên min û serokê min Bêkeso di fikira min da bûn. Dilê min safî bû, û ez serbilind bûm, min xwe fêda kiribû ji bo ker kesî.

Berê sibehê derî vebû ez birim. Dadmend got heke tu ciyê hevalên xwe bibêjî em ê te berdin, û bi tiştên wisa dixwestin min bixapînin. Lê Hêja azadiya xwe binpê kiriye ma hûn behsa çi dikin! Her çi qas dipirsîn min digot nizanim an bêdeng dimam. Di encamê de 16 sal heps dane min. Hêjayê azadîxwaz 16 sal xwaribûn, 24 saliya wî di dawîyê de wê bibe 40 sal. Wê bibe dare şikestî. Lê ji bo Serokê min û hevalên min 16 sal hindik jî bûn. Heta 6 mehan her roj sorek lêdan li min dikirin û digot eşkere bike, lê bê feyde bû. Dît ku bêfeyde ye, dev ji min berda bûn.

Min bi serbilindî ji hevalên hepsê re behsa rêhevalên xwe dikir, min digot hindik ma em ji vir derkevin û em ê azad bibin her kesê wê bi zimanê xwe biaxive. Her kesî bi min dikenî. Digotin azadî tenê xewn e. Gava tu azad bûyî bizanîbe tu mirî yî.  Salek du sal sê sal derbas bûbûn hê jî hêvî hebû lê min hindiktir behsa rêhevalan xwe yên şikeftê dikir. Ji ber ku li her tiştên min hesandibûn…. Deh sal  pazdeh sal derbas bûn axir Hêjayê azadîxwaz hindik mabû derkeve lê ma çi, gelekî ditirsiya ji azadiyê. Ji ber ku tişta ku li şikeftê hiştî, dibe ku ne wek berê be. Êdî roja dawîyê bû tam 16 sal derbas bûbûn. Ez ditirsim behsa wan bikim. Her roj bi diwêr re diaxivîm min behsa Bêkes dikir herdem. Ku Zimanê diwêr heba Xwedê dizane niha wê çi bigota.

Min gava xwe ji devê derî avêt û min dît ku yekî bi bedil e ( taxim) dibêje Hêja! gelo ev kî ye min nas nekir? Helbet bi zimanê dagirker diaxiviya.  Got Bêkes li benda te ye. Ez şaş mabûm. Min digot kes min nas nake û ez mirî hatime hesibandin. Di rê de şifêr bêdeng bû ez jî wilo bûm heta ku werim ciyê ku em herin… Min dît ku ereba sekinand got em hatin. Ez dimêzênim ku qesreke mezin e bê ser û ber e..

Gelo em xelet hatin çiye, dikevim nav pirsa di nava xwe de! Ji erebeyê peya bûm çûm hundir, qederekê mam min dît ku Bêkes tê: bedilekî şîn lê ye, şekaleke bi çerm di piyê wî de ye, pora wî şekirîye.

Dostê min bi xêr hatî ka kerem bike. Bêkes got ka qehweyekê çêkin heta wilo.

Serok ev çi hal e? Tu bi rastî Bêkes î? Got na navê min êdî Ûmîd e. Umîdddê çi? Dostê min ez ê behs bikim. Roja tu çûyî xemgînêyeke mezin bi me re çêbû, û tirseke mezin kete dilê gelekan. Nîvên wan hew hatin, piştî wextekê yên mayîn jî winda bûn û me hew xwe tevlî van tiştan kir.

Her çi qas digot heyîrî dimam, min bêdilî digot, serok, Serok Bêkes, serokê rizgariyê, navê serhildanê, ka em dost bûn ka me yê welat rizgar bikira. Ew ne bes e te nav guhartiye, Xwedê dizane zarokên te jî bi zimanê dagirker diaxivin. Ka bêje min 16 salên xwe bi avê re berdan, in 6 heyvan beredayî îşkence dît? Min bi serbilindî bi behsa we dikir di wan hepsan de. Dosto dostê min. Ji bo tu me rizgar bikî min xwe fêda kir, min xwe binpê kir. Erê erê Bêkes, xwezî ez miriba min ev nedîtiba. Min çi dixwest min çi dît. Emrê min niha 40 e. (Gava dibêjim zimanê min nahêle ku bi deng bikim.)

Dosto bûye dijminê herî mezin, li ser navê azadiyê û bi fikir û ramanên xwe, em firotin niha xwedî qesr e. Kuçikê dewletê ye. Kesekê tasek bi ava dewletê re vexwe dibe ji wan. Hêjayê azadîhez ji bo vê xwe da girtin. Hey wax Hêja mala te xira nebe.

Min kir ku rabim got li ba min be. Hema min kulmek li devê wî xist û xwîn jê herîkî, rabûm û çûm.

Min berê xwe da mala xwe. Berî ku werim girtin ew salek û nîv bû ez zewicîbûm. Min çû li derî da Zerîyê kir ku derî veke, çav bi min ket û li ser hişê xwe çû. Xortekê 15- 16 salî hate pê ve. Min alî kir me bir hûndir. Lawik got tu kî yî, min tu nas nekirî? Ez jî bêdeng im. Hê qehra Serok Bêkes bi min re ye. Min dey nekir. Zerîyê hat ser hişê xwe got Hêja, gava wisa got û wî xortî fêm kir ku bavê wî me. Hêja jî matmayî maye. Devê wî jev venabûn.

Ez jî û lawik jî bêdeng in. Newirim bêjim kurê min!. Ji ber ku ev 16 sal in ne li vir im. Û mafê Zerîyê heye ku bizewice. Çend caran got Hêja!. Ferrrrmo. Mêze va kurê te ye.

Kurrê min. Kurê çi? Min dikir ku bigirîm. Me li nava çavên hev dinêrî. Min ji xwe eyb dikir. Min berî 16 salan ava azadiyê û serxwebûnê vexwaribû. Min newêrîbû kurê xwe hembêz bike. Zerîyê got wê roja ku tu nehatî me li her derî pirsî lê kesî tiştek negot. Ji bo vê yekê me got qey dewletê tu kuştiyî. Erê meriko ka çima te tiştek negot, te tiştek nenivîsî? -Ez ditirsiyam ku dewlet te jî îşkence bike û te bike hepsê de. Û jixwe min bi kur nizanî bû. Min ê jî wê şevê behsa xwe bikira min ê bigota çavên te ronî bin. Lê ne çavên te ne jî mala me ronî ma. Û kur xwe dara min ez hembêz kirim. Qirika min ziwa bû ez ketim ber girî de. Û min got 16 sal çûn ne min azadî dît ne min xweşiya zarokan. Belê azadî mirovan dikuje, zarokan bêbav dihêle. Wekî min!!!

Hêja Giyan

https://candakurdan.wordpress.com/2022/05/13/azadi-zarokan-bevav-dihele/

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply