Nêrînekê kurt li ser formulekirina ‘Dîroka Hunerê’

“Dîroka hunerê, rêzkariyekê zanistê ye ku hunermend û berhemên hunerî di nav dabeşandina (sinifandin) dever, heyam û şêwazê de, li gor hin metodan analîz û lêkolîn dike.” Ev pênas di nav xwe de pêşveçûna dîrokî ya rêzkariyê nîşan dide û wek şemayekê radixe ber çavan. Têgihên mîna ‘hunermend’, ‘berhema hunerî’, ‘heyam’ û ‘dever’ jî sînorê nêrîna yekem ya li ser dîroka hunerê xêz dikin û doneyên yekem yên rêzkariyê didin.

Sanat Tarihi Nedir? Sanat Tarihi Biliminin Gelişim Süreci - Tarihli Sanat

Di dîrokê de li ser berhemên ku wek ‘berhemên hunerî’ hatine binavkirin û pejirandin, bêhejmar çavkaniyên nivîskî hene. Di nav van çavkaniyan de ber bi dîroka hunerê ya îro ve gaveke yekem û herî girîng ji aliyê Giorgio Vasari ve hatiye avêtin. Pirtûka wî yê bi navê “Jînenîgariya Hunermendan” di sala 1550an de hatiye çapkirin. Piştre hem bi berhemên hunermendên nûjen û hem jî bi berhemên xwe ev pirtûk firehtir dike û di sala 1568an de dîsa tê weşandin. Di pirtûkê de krîtera Vasari ‘rewahiya li xwezayê’ ye. Ango di vir de krîter ev e ku berhem (mîmarî, tablo û peyker) çi qas dişibe xwezayê an xwezayê çi qas teqlîd dike. Bi vê krîterê, berhemên hunerî tên dabeşandin û li gor navê hunermendan tên diyar kirin. Nirxa hunermend û berhemê bi vê krîterê tê pîvandin. Wekî din jî Vasari, hunerên mîmariyê, wêne (tablo) û peykeran dişibîne mirovan û dibêje ku wek mirovan dizên/têne holê, mezin dibin, kal/ pîr dibin û dimirin. Bi gelemperî em dikarin bibêjin ku Vasari xeynî metodekê, tenê hunermend û berhemên ku li gor nêrîna xwe yê hunerî bêkêmasî ne nivîsandiye.

Sanat tarihi bölümünün avantajları nelerdir? – merakname

Di sedsala 18emîn de Johan Joachim Winckelmann cara yekem peyvên ‘huner’ û ‘dîrok’ê bi hev re bikaraniye û wek bavê dîroka hunerê û arkeolojiya zanistî hatiye pejirandin. Di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Hunera Antîk” de ku di sala 1764an de hatiye weşandin, cara yekem li ser têkiliya ‘huner’ û ‘çand’ê disekine. Cudatiya Winckelmann ji Vasari û ji nivîskarên beriya xwe ev e ku gelek tiştan di nav têgiha ‘çand’ê de diyar dike.

Di sedsala 19emîn de jî Jacob Burckhardt bi navê “Li Îtalyayê Çanda Ronesansê” pirtûkekê nivîsandiye. Lê ji dawiya sedsala 19emîn pê ve Morelli, Riegl, Warburg û Wolfflin ji bo ku rêgezên dîroka hunerê xêz bikin, xebitîne û wek şaxekê zanistê bûne damezrînerê dîroka hunerê. Di vê heyamê de, wek şaxeke zanistê bingeha dîroka hunerê hatiye avêtin.

Wolfflin di xebata xwe ya bi navê “Têgihên Bingehîn yên Dîroka Hunerê” de ku di sala 1915an de hatiye weşandin, berheman tenê li gor şêwazê dinirxîne û li gor şêwazê formule dike. Ev nêrîna Wolfflin, berhemên hunerî ji çanda ku ji nav derketiye dûr dixe, heta ji hunermendê ku wê afiradiye jî dûr dixe. Li gor Wolfflin berhemeke hunerî bi tena serê xwe dîrokekê wê heye. Wolfflin tenê li gor rêgeza şêwazê dinêre, dinirxîne û naverokê li derve dihêle, piştguh dike.

Sanat Tarihi Nedir? - Sanatsal

Panofsky di sala 1915an de Wolfflin rexne dike û li hember dîtinên wî derdikeve. Panofsky dema ku Wolfflin rexne dike, di serî de li hember dîtina wî ya ku berhemê ji nêvenga ku jê derketiye razber dike, derdikeve. Li gor Panofsky berhemeke hunerî ji nêvenga ku jê derketiye, ji rewşa felsefî, dînî, civakî, aborî û hwd. nayê razberkirin, nayê qetandin. Berhemeke hunerî tenê bi rêgeza şêwazê nayê şîrovekirin. Çimkî mijareke wê heye ku vedibêje, naverokeke wê heye, bi kurtasî divê ‘rihê’ berhemê bê fêhmkirin. Bêguman formeke berhema hunerê jî heye, lê ev bi tenê nikare berhemê bide fêhm kirin. Panofsky van nêrînên xwe di pirtûka xwe ya bi navê “

Sanat Nedir, Ne Demektir? - Sanatsal

Îkonolojî û Îkonografî: Lêkolînkirina Hunera Ronesansê’’ de ku di sala 1939an de hatiye weşandin, formule dike. Îkonografî li ser mijar, çîrok û alegoriyan disekine û wan dadihûrîne. Îkonolojî jî li ser naverokê disekine. Li ser wateyê, li ser şertên ku berhemê afirandiye, disekine.

Em dikarin bibêjin rêzikên ku Panofsky daniye, îro jî ji bo şirovekirina berhemeke hunerî krîterekê girîng e û bandoreke mezin li ser nivîskarên ku li pey wî re hatine kiriye û dike.

 

Kovara Pêngavê – Hejmara 4an – (2011)

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply