NAVÊN CUDA YÊN MAKA BIŞÎR Û BÊŞÎR

Bi rastî pir babet hene ku divê bêtin nivîsandin, lê hin tişt hene ew ji meriv re hêsan têne xuyakirin û meriv behs nake, lê mixabin nivşên nûhatî zêde pê nizanin.

Yek ji wan babetan jî, ev pirsa kekê hêja Nejdet Gundem e:

 

”Dema dê hew dikare şîr bide zaroka xwe dibêjin çi?”

Bi kurtî dikarim weha şirove bikim:

Ji bo maka mirovan, DÊ tê gotin.

Lê nemir Ehmedê Xanê DA bi kar aniye.

Ji bo zayenda mê ya sewal û ajalan jî ku bûye xwedî têjin û sexlik, MAK tê gotin.

(Di kurdî de çi zindiya ku bi riya zayîn û hêkê tê dinyayê, pêşî jê re TÊJIK tê gotin. Lê demekurtek şûnde navê têjiktiyê radibe û her yekê li gor cûnê xwe navek dî werdigire.)

Mînak:

Jineke bi zarûk û çêlekeke bi golik heye.

Bi kurdiya kurmancî ji wan re weha tê gotin:

. Ev jin, diya wê zarûkê ye.

. Ew jin, diya vê zarûkê ye.

. Ew çêlek, maka vê golikê ye.

. Ew mehîn, maka vê caniyê ye.

. Ev bizin, maka wê karikê ye.

. Ev mih, maka vê berxê ye…

Dema şîrê jineke xwedîzarûk bi dawî bibe, bi kurdî weha tê gotin:

”Şîrê dayikê ziwa bûye.”

Yan jî weha tê gotin:

”Dayik ji şîr ziwa bûye.”

Îcar jineke ku şîrê wê ziwa bibe, di Toreya Kurdî de ev edet heye: Jinên cîran şîrê xwe didin wê zarûkê.

Di Toreya Kurdî de, jinek bi hindikî du sal şîr dide zarûka xwe.

Lê hin jin hene ku piştî anîna zarûkê careke din wisa zû bi zarû dibin.

Dema jin demekurtek piştî anîna zarûka xwe dîsa bi zarû bibe, êdî şîrê wê xira dibe û hew şîr dide zarûka xwe. Ji bo wê zarûkê ŞÎRHERÛMÎ BÛ tê gotin.

Ji bo zarûka ku hêj bê jî, dema çêdibe, jê re weha tê gotin: VÊ ZARÛKÊ, ŞÎR LI WÊ ZARÛKÊ HERIMAND.

Lê dema ku DÊ du sal şîr da zarûka xwe û êdî hew şîr dayê, yanî zarûk êdî kare bi xwarinê debar bike, hingê tê gotin ku ZARÛK JI ŞÎR HATE BIRRÎN.

Jina ku zarûk anî û şîrê wê bi temamî nema, jê re ŞÎRZIWA tê gotin.

Lê ev navên ku ji bo jinan têne gotin, di eynî rewşê de ji bo sewal û ajalan cûda têne gotin.

 

MÎNAK:

. Çêleka ku şîrê wê pir e, hem golika wê vedixwe û hem jî tê dotin, jê re ÇÊLEKA ŞÎRDAYÎ tê gotin.

Lê eger çêlek pir bin, ji wan re ÇÊLEKÊN ŞÎR tê gotin.

Dema çêlek za û sala din ber negire û nezê, lê dîsa şîrê wê hebe, jê re ÇÊLEKA KANDEW tê gotin.

Lê eger çêlek ber negire û nezê lê şîrê wê jî tune be, hingê jê re ÇÊLEKA STEWR tê gotin.

Ev gotina STEWR û KANDEWê ji bo mih û bizinan jî, her wisa têne gotin.

Hin sewalên malane mîna pisîk, dêlik, kîvroşk û hwd jî, dema têjin tînin û şîrê wan nebe, ji wan re jî ŞÎRSIWA tê gotin.

Li gundên Kurdistanê dema çêlek stewr dibin, pirê caran têne firotan.

Navê sewalên ku li malan têne xwedîkirin:

. Ji famîleya çêlek û ga re DEWARÊN STÛR tê gotin.

. Ji famîleya mih û bizinan re, PEZ an HEYWANÊN SIPÎ tê gotin.

. Eger pez tev reş û qehweyî bin, PEZÊ REŞ, lê eger tev sipî bin PEZÊ SIPÎ tê gotin.

Di nava çîrok û meselok û gotinokên Folklora Kurdî de pir behsa van navan hatiye kirin. Bi piranî di stranên evîniyê de, keç dixwaze miya reş, beranê sipî ji hezkiriyê xwe re serjê bike.

Malbateke ku pez û dewarên wê salek bê şîr bin, ji bo wê malbatê DEVZIWA tê gotin. Lê gundî her roj şîr û mast didin wê malê.

Bi hêviya ku ciwanên me yên beşên Kurdî lêkolîn li ser van babetan bikin…

Her şad û bextewer bin…

 

Zeynelabidîn Zinar,

nivîskar/lêkolîner

Riataza

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply