Mirovekî Hêzdar im

Her roj birîneke nû bi gurmika xwe ve dadilqînim

Û her ku min pişta xwe sparte darekê wê birînê dihêrim

Di nava kolanan de digerim

Tizbîyek ji genim dikim destê xwe

û her ku bîranînên min birçî bûn

Devê wê bi teneyekê digrim…

 

Bi awayekî metirsîdar hêzdar im

Ewrekî diguvêşim

Û rojên xwe yên zindî binax dikim

Bi pença xwe bi avê digrim

Û piştre bi temamê hêzdariya xwe radizêm

Radizêm û ez xwediyê du dest û du çîp û bîst û pênc salên bi qoçan xwe dajon hev im…

 

Hêzdar im û ji lawaziyê bêhtirî pêdviya min li ba min heye

Hêzdar im û ji şahiyê henaseyek di sîngê min de heye

Destek ji yên çûyî re diheje

Û lingek jî veniştî û nalive

Û helbestin ku her şev min dihejînin û bêxwe dihêlin…

 

Hêzdar im û salê du caran dimrim

Carekê roja ku bi gerdûnê dikevim

Û cara dî roja ku tu bê dilovanî destê xwatirxwestinê dihejînê…

 

Helbest: Malik Medxene (Maykarodo)

Wergerandin ji erebî Majêd a Mihemed

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *