Dema Hespên Serxweş -I-

Film û Danasîna Film

Destpêk

Di vê xebatê da em ê li ser fîlmê Dema Hespên Serxweş birawestin. Peşî fîlm ji hela teknîk û ji hêla naverokê ve bidin naskirin. Duvre têgehên sereke yên ku di fîlm de derbas dibin, şîrove bikin. Têgehên ku li ser wan birawestin sînor, çiya, jin, veger û zarok in.

Bêjeyên Sereke: Dema Hespên Serxweş, Behman Qubadî, sînor, çiya, jin, veger, zarok, Sînemaya Kurdî

Dema Hespên Serxweş (Zamanî Beraye Mestî Esbha)

Nasnameya Fîlm

Derhêner: Behman Qubadi

Senarist: Behman Qubadi

Lîstikvan: Madi Ekhtiar-Dini, Jouvin Younessi, Ayoub Ahmedi

Muzîk: Hossein Alizadeh

Sal: 2000

Welat: İran

Ziman: Kurdî, Farisî

Dem: 75 dakika

Kurteya Fîlm

Fîlm li ser jiyana kolberê li ser sînorê Iraq û Îranê ye. Eyub ji bo dermankirina birayê xwe Madî piştî mirina dê û bavên xwe di karê kaçaxvanîye de dixebitê. Di rewingiya kaçaxvaniye de ji bo ku hesp necemidin araqê bi wan didin vexwarin.

Pêşkeşkirina Fîlm

Fîlm bi kesekî ku ji Ameneh (Emîne) pirsan dike dest pê dikê. Fîlm li ser vegotina Amaneh hatiye saz kirin. Amaneh çîroka jiyana xwe dibejê. Kesê pirskar karê bavê wê dipirsê. Ameneh dibejê ‘Kaçakçiye. Bi qantira tişta dibine Iraqê difroşin û ji wir tiştên ku pêdivîya me pê heye dikirê û tînê.’ Ji xwe fîlm li ser sînorên Îran û Iraqê derbas dibe. Jiyana kaçaxvanê ku bazirganiya ser sînor dikin mijara fîlm e. Kesê pirskar dipirsê ‘Dayika te çi karî dike?’ Ameneh dibejê ‘Nîne. Dema xwişka min welidî dayika min mir. Dayika me niha Rojîn e.’ Rojin xwişka Ameneh ya mezin e. Kesê pirskar dipirsê ‘Hûn çi karî dikin?’ Amaneh: ‘Em ji bo ku qedeh neşikin kaxezên rojnameyan li van dipêçin. Ji bo ku di bar de neşikin. Ez û Eyub û zarokên gund her dem ji bo vî karî tên vir.’ Kesê pirskar dipirsê: ‘Gundê we li ku derê ye?’ Ameneh dibejê ‘Gûndê me dûr e. Li ser sînorê Iraqê ye.

Heta vir axaftinên fîlm li ser zemîneke reş têne kirin. Ji vir pêvê dîmenên bazarê xuya dikin. Eyub, rojnameyan li qedehan dipêçê. Eyub, Amaneh û birayên wan yê nexweş Madî li bazarê ne. Bazarê de hemal hene. Mirovek ji bo karekî şeş hemalan dixwazê. Bi dehan zarok ji bo vî karî bazdidin ber kamyonetê. Eyub jî yek ji vana yê. Zarokên ku dimînin li ser dorê pevdiçin. Eyub û zarokên dî barên xwe tînin bazarê. Piştî ku pereyên xwe distînin jî bo ku herin malê, li kasaya kamyonetê siwar dibin. Di kamyonetê de zarok ji xwe re stranan dibêjin.

Di vir de Ameneh vegotina xwe berdewan dike. Dibêje: ‘Çend kaçaxvan pêl mayîna kirine û mirinê. Gundê me li ser sînor e. Gelek gundiyên me ji bo kaçaxvanîye hatine kuştin. Ana bavên min li wir e. (An kû li Iraqê ye.) Ez ji bo wî mitala dikim. Şevê dî min ew di xew de dît.’

Kamyonet tê li ber gundekî radiweste. Eyub û Ameneh dermanê Madî didinê. Şofêrê siwarê kîsek defter tînê. Zarok vana dixin bin cilên xwe. Dema nêzîki sînor dibin şofêr dibêje bila zarokên iraqî xwe ji komyonetê bavêjin. Çend zarok xwe jê davêjin. Kamyonet li ber cihê kontrolê ji hêla leşkeran ve tê rawestandin. Leşker defterên bin cilên zarokan dide hev. Leşkerên sînor siwarê digrin. Zarok bi peyayî diçin gundê xwe. Zivistan e. Her der berf e. Li zarokan sar e.  Zarok bi bazdanê û bilez diçin gundê xwe. Di rê de Eyub û Ameneh ji bo dermandayîna Madî radiwestin. Eyub û Ameneh tên gund. Karwanê kolbleran jî digihijê gund. Li ser qantiran cesedê bavê wan tê. Rojîn û Eyub û Ameneh digirîn.

Li mala Ameneh; Ameneh, Rojîn, Eyub, Madî, mamê wan û xwişka wan ya piçûk bêdeng in. Amaneh vegotina xwe didomîne. ‘Mamê we piştî bavê we Eyub mezinê we ye. Eyub dixwaze Ameneh xwendina xwe bidomîne.’

Her der berf e. Eyub dareke hişk dibirê. Piştîyek dar bar dike û diçê malê. Dema tê gund doxtorê ku derzîya Madî lêxê hatiye. Eyub barê xwe datîne. Ameneh bi Madî re çûye ser gora bavê xwe. Li wir Madî kêla gora bavê xwe maç dikê. Amaneh digirî û ji bo Madî dua dike. ‘Ya Xwedêyo tu alîkarîya Madî bike. Tu lê rehmê bike.’ Eyub bi hêrs tê ba wan. Bi Ameneh re dixeyîdê. Şeqamekê li Ameneh dixe. Ameneh digirî. Eyub radike Madî û tên ba doxtor. Derzîya Madî lêdixin. Piştî ku doxtor derzîye li Madî dixê, Madî û Ameneh diçin derve, doxtor ji Eyub re dibêjê: ‘Em nikarin her dem derzîyan li Madî bixin. Her ku diçê rewşa wi xerabtir dibe. Di nava çar hefteyan da eger ku ameliyat nebe heye ku bimirê.’ Eyub dibejê: ‘Qeweta me nîne ji bo amelîyatê.’ Doxtor dibejê: ‘Dibe bi lezgînî werê ameliyatkirin. Ameliyat bibê jî heta heft heşt mehan dikarê bijî. Dermanê wî nîne.’

Eyub daran tînê malê. Sobê pêdixê. Ameneh li ser deftera xwe nivîsê dinivîsîne. Eyub tê bal Ameneh. Ameneh ji bo ku Eyub lê xistiye jê xeyîdîye. Duvre Eyub wê haş dike. Soza ku defterekê nû jê re bîne didê. Eyub û xwişk û birayên xwe li ser sifrê rûniştîne û xwarina xwe dixwin.

Amaneh vegotina xwe didomîne. ‘Tiştê ku doxtor ji Eyub re got min bihîst. Rewşa Madî her roj ber bi xetereyê ve diçê. Eger qantirekî te li van dera nebe tu kar peyde nakî. Ji bazarê eşya bardikin dibin Iraqê û ji wir jî malên cuda tînin.’

Mamê Eyub diçê cem Yasînê tacir ji bo ku ji Eyub re karekî bibînê. Mame Eyub ji Yasîn rica dike. Di dawîye de Yasîn hemaliyê dide Eyub. Karwan, barê xwe amade dike û ber bi sînor ve diçe. Ji bo ku qantir necemidin araqê bi wan didin vexwarin. Duvre didin rê. Eyub barekî li pişta xwe dike û bi karwan re dide rê. Her dever berf e û li wan sar e. Eyub li deverekê radiweste ji serma hilma xwe dide destê xwe.  Rêhavalê kî wî tê ba wî rûdinê. Ev jî wek wî hê ciwan e. Eyub dibejê: ‘Navê te çi ye?’ Dibêje: ‘Rêbiwar’ Eyub: ‘Axa (erd) we heye?’ Rêbiwar dibêje: ‘Erê, gelek heye.’ Eyub: ‘Naxwe çima hûn naçinin?’ Rêbiwar: ‘Li her derê mayîn hene.’ Eyub ‘Hûn nikarin wan paqij bikin?’ Rêbiwar: ‘Zêde zêde hene. Sînor ne dûr e.’ Eyub: ‘Sînor. Kanî li ku derê ye?’ Rêbiwar: ‘Ev dere ku xuya dike. Pişt wê Iraq e.’ Di nav mirovên karwan de ji bo dayîna pereyan pevçûn çêdibe. Hemal ji kesên ku mal û eşya teslîm dikin perêyên xwe dixwazin. Di vir de jî mirov ji bo mafê û ji bo berjewendîyên xwe pevdiçin. Ev rastîya fîlm zedetir dike. Barê xwe dibin Iraqê. Eyub diçê çayxaneyekê. Çayekê dixwazê. Ji bo birayê xwe Madî posterekî dikirê. Zarokê li ber çay dipirsê: ‘Te heqê barkirinê stand?’ Eyub ‘Na. Çima? Xwedîyê mal ku hûnê lî Îranê pere xwe bistînin, ne li vir.’ Çayvan: ‘Tu nûyî?’ Eyub: ‘Erê welleh’ Çayvan: ‘Bihisêne, heta perê te nedin te tu mal barneke. Meriv bi wan ewle nabe. Her roj li deverekê ne. Tu wan nabînî.’

Eyub tê malê. Madî ji xew dirakê. Ew posterê ku jê re anîye li diwar dixê. Kêfa madî tê. Postêr yê mirovekî ku bedena wî bihêz e. Madî jî ji xwe panzdeh salîye û ji sedema nexweşîya xwe bedena wî wek ya zarokan maye. Laşê wî qels û zirav e. Qama wî gelekî kin e.

Ameneh li dibistanê ye. Şagirdek metnekî dixwîne. Eyub tê dibistanê. Destûrê ji mamoste dixwazê. Û deftera kû ji Ameneh re kirîye didê. Ameneh pir kêfxweş dibe.  Tev zarok li Ameneh dimeyizênin.

Ameneh vegotina xwe didomîne. ‘Eyub du mehan xebitî. Lê perêye ji bo ameliyata Madî nedahev. Ji bo me her tiştên xwe feda kir. Piştî pevçûnekê ku mamê min pêyê xwe şikand, qantira xwe ji bo ku bikarbînê da Eyub.

Karwan bi rê de diçê. Rêberê karwan wan radiwestîne. Duvre diçe devereke bilind û li derdorê dimeyizêne. Rêber Bextiyar: ‘Birevin, birevin, kemîn e!’ Mirovên di karwan de bi paş de direvin.

Xwazginîyên Rojîn li mala wan rûniştînê. Mamê Eyub wek kesê herî mezin mazuvanîya mevanê xwe dike. Madî bi namzetê zava re dileyîzê. Mamê Eyub ‘Eger keç û kur lihev bikin ez jî qebul dikim.’ Bavê Zava Tahir ‘Em ê ji bo ameliyata Madî çi lazim bê bînin cih.’ Duvre zava diçê destê Mamê Eyub û bi îkrama çaya Rojîn merasîma xwestinê diqede. Eyub tê malê. Li devê derî rastî Rojîn tê. Ji pêlavên devê derî pirs dike. Rojin dibêje nizanim. Rojîn bangî mamê xwe dike. Mamê wan tê derve. Eyub ‘Mevan ji bo çi hatine?’ Mamê Eyub: ‘Mevanê min ji bo karekî xêrê hatine.’ Eyub: ‘Çi karê xêrê’ Mamê Eyub: ‘Hatine Rojîn bixwazin.’ Mamê Eyub: ‘Çi? Te çima ji min re negotiye?’ Mamê Eyub: ‘Hışş. Ez mamê te me. Ku ez li vir bim ne dora teye. Te min bihîst?’ Mamê Eyub: ‘Ez birayê Rojîn im. Heta ez hebim tu nikarî qerarê bidî.’ Mamê Eyub şeqamekê li Eyub dixe. Eyub digirî û derdikeve derve. Rojîn li pey diçe. Rojîn ‘Ji bo Madî min qebûl kiriye. Eger bizewicim dê Madî ameliyat bikin. Te pereyê ji bo ameliyatê nedane hev.’ Eyub ‘Birastî?’ Rojîn: ‘Nizanim.’ Eyub bere xwe dide tenetîye û diçê. Her çiqas Rojîn li pey bang dike jî, Eyub lê venagere.

Madî kayê dide qantiran. Rojîn hewşê dimalê. Doxtor tê ji bo derzîye li Madî bixe. Lê Madî ji tirsa digirî.

Madî dixin tûrikê qantirê. Rojîn xatir ji nas û cîranê xwe dixwazê. Rojîn li hespê bûkê siwar dibe. Bi çavên girî ji gundiya xwe Mahbûba Xanim dibejê ‘ Mahbuba Xanim, çavên te li xweh û birayên min be.’ Hêstirê çavên xwe paqij dikê hespê bûkê dide rê. Hevsarê hespê Rojîn, mamê wê dikşîne. Eyub hew debar dikê û lî pey karwanê bûkê diçê xwe digihîne wan. Dema serê karwanê bûkê xuya dike kesên li benda bûkê agir pêdixin. Eyub û Mamê xwe Rojîn teslîmî mala zava dikin û bere xwe didin vegerê. Eyub digirî. Malbata zava bixerhatina bûkê dikin. Rojîn li mile wê Madî û ber bi Eyub û mamê xwe baz dide. Xwesûya Rojîn Madî qebul nake. Eyub û mamê xwe diçin cem malbata zava. Xesû: ‘Min tenê bûk xwestîye. Ez wî (Madî) naxwazim. Bi xwe re bibin.’ Mam: ‘We soz dabû. Em bi Tahir re li hev hatibûn.’ Xesû: ‘Tahir kî ye? Ez wî naxwazim, ez nikarim wî xwedî bikim. Ji xwe deh zarokên min hene.’ Mam ‘Me qelen nexwest. Li gor lihevhatina me Madî bi Rojîn re wê bîmîne.’ Xesû: ‘Ez nikarim wî xwedî bikim. Ji bedêla qelen, em kantirekî bidin we?’ Ji neçarî qantir qebûl dikin û radikin Madî vedigerin malê. Malbata zava daweta xwe dike. Bi stranan bûka xwe dibin gundê xwe.

Ameneh vegotina xwe didomîne. ‘Madî piştî ku vegeriya malê rewşa wî xerabtir bû. Kesî ku derzî lêxê nebû. Doxtor hefteyekê nehat gund. Eyub bêyî ku ji mamê min re bibejê qantirê dibe bazarê. Bi Madî re wê biçê Iraqê qantirê bifiroşe. Li wir bi fiyetekî baştir dikarê bifroşe. Eyub dê Madî ameliyat bikê û dê vegerin. Eyub gotiye li malê be, ez ê zû vegerim.

Eyub diçê cihe simsaran. Ji bo ku barekî bidinê û here Iraqê. Bazirgan bi mercê ku tu pereyan nediyê bar didê. Eyub ji neçarî qebûl dike. Karwan barê xwe bardikê û alkoleke zêde didine kantiran û didin rê. Ameneh li pey karwan bangî Eyub dike. Eyub disekine. Ameneh ji bo di rê de bixwin nan ji wan re anîye. Nan dide Eyub û Eyub didê rê. Ameneh: ‘Kaka kaka’ Eyub: ‘Çi ye?’ Ameneh: ‘Defterekê ji min bînê.’ Eyub: ‘Temam. Here malê.’ Rê tev berf e. Kantir bi zahmetî dimeşin. Rêber di carekê de karwan şiyar dikê. ‘Kemîn e, Kemîn e!’ Mirovên di karwan de bi tirs bi paş de direvin. Lê qantirên wan ji bandora alkola zede nikarin rabin ser xwe. Eyub li ber serê qantira xwe beçare digirî. Dikê nakê qantira wî ranabê. Barê qantirê xwe datînin. Li pey wan dengê çekan tê. Piştî bar ji ser qantiran danîn, qantirê Eyub jî dimeşê. Her dever berf e. Kes li dora wan nîne. Tên ber sînor. Eyub û Madî bi qantirê xwe sînor derbas dikin.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply