Mihemed Elî Hiso di helbestên xwe de behsa qedirgiraniya Kurdistanê kiriye

Yek ji babetên berçav ku di nav berhemên nivîskar û helbestvanên Rojavayê Kurdistanê de cih girtiye, babeta welat e. Li aliyekî dewlemendiya welatê Kurdan û li aliyekî belengazî û hejariya wan.

 

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso di hemû berhemên xwe de li ser vê paradoksê sekiniye û behsa bedewî û zengîniya axa Kurdistanê û herwiha bêparbûna keç û xortên Kurd ji van xêr û bêran kiriye.

 

Hiso xwediyê çar dîwanan e û di 4ê adara par de wefat kir. Karmendê Rûdawê Besam Mistefa ev raport li ser Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso amade kiriye.

 

Di helbesta kurdî ya klasîk de, nemaze di sedsala bîstan de û li Rojavayê Kurdistanê, mijara welat ango ax û gelê Kurdistanê yek ji mijar û têmayên herî berbiçav û xuya ye. Piraniya helbestvanên Rojava di berhem û dîwanên xwe de behsa qedirgiranî û nemiriya welat kirine û ew bi peyv û gotinên xwe pesinandine.

 

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso ku wek “Nûjen” jî dihat naskirin û di sala 1930î de ji dayik bûye, hemû dîwan û helbestên xwe terxanî axa welatê Kurdan kirine û di wan de behsa şehîdên Kurdistanê û lîderên bizava rizgarîxwaziya Kurd kiriye û ji ber sadebûna zimanê wî yê afirandinê, piraniya helbestên Nûjen ji aliyê stranbêj û hunermendên Kurd yên navdar ve hatine gotin û li her çar aliyên Kurdistanê belav bûne, wek Welat kaniya zêra ye, hatiye nivîsandin, lo şivano, taxa fila û gelekên din.

 

Nûjen di helbesteke xwe de welatê Kurdan dişibîne buhişteke bedew û dewlemend ku tije keskahî û xêrên binerd û sererd e, lê bi dilekî xemgîn tîne zimên ku hemû xêr û bêrên Kurdistanê ne para gelê Kurd in, lê neyar û dijminên Kurdan dest danîne ser wan, bi wan têr û dewlemend bûne, ciwanên Kurd jî di nav hejarî û feqîriyê de mane.

 

Nûjen wiha dibêje: “Welatê Kurdistanê welatekî zengîn e. Çiya û mêrg û zozan kesk û sor xemilîne. Gulistan û buhişt e, bilbil tev lê civîne. Li alîkî avên sar, alîk neft û benzîn e. Lê keç û xortê Kurdan belengaz û birçî ne. Sebeb ev e bindest in, ne ya Kurd e xezîne.”

 

Herwiha di helbesta “Welatê Min” de ku di sala 1959an de hatiye hûnandin, Nûjen dîsa vê ramana xwe tekez dike û diyar dike ku welatê Kurdistanê kaniya zêr û gewheran e, lê mixabin zêrên Kurdan ji aliyê xerîb û dagîkeran ve tên birin û Kurd ji wan tên mehrûmkirin.

 

Nûjen ku di sala2016an de koça dawî kir, eşkere dike ku sedemê vê rewşa kambax bindestiya ax û gelê Kurd e û dibêje: “Tu yî hêza milê min welatê min. Her roniya çavê min. Tim dermanê dilê min. Ji lew pût û latê min. Welat kaniya zêra ye welatê min. Di cîhan de deng daye. Kurdistana Kurda ye. Çi b`kim li bin desta ye.”

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply