Kerê Fêlbaz

Li gundekî bazirganek dijiya. Kerekî bazirgan hebû. Eşyayên ku dibirin bazarê li ser kerê xwe bar dikir û her roj diçû çarşiyê. Hewce bû her roj li ser çem ra derbas bibûna da ku xwe bigihînin çarşiyê. Bazirgan pir qedr û qîmet dida kerê xwe. Lê kerê wî pir tembel bû.

Rojekê xwê ji tacir xwestin. Ji bo ku xwêya di embarê de bû bibe li çarşiyê bifiroşe, wek her carê li ser pişta kerê bar dike û diçe çarşiyê. Dema ku hewl dida ku çem derbas bike, nigê kerê tembel şemitî û xwêya wê gişk ket avê û tê de heliya. Ji ber vê rewşê bazirgan pir aciz bû, ji ber ku barê kerê sivik bû, ker di hundirê xwe de keniya û pir kêfxweş bû.

Roja din bazirgan dîsa xwê li pişta kerê bar kir û berê xwe da çarşiyê. Kerê tembel dema ku ji çem derbas dibû, lingên xwe hinekî xwar kir û xwe daxist kîsên xwê ketin avê û tev heliyan. Kerê tembel pir kêfxweş bû ku barê wî sivik bûye.

 

Bazirgan jî têra xwe jîr bû, ku bi fêlbaziya(mizewir) kerê hesiya. Ticar jî xwest dersekê bide kerê. Lê haya kerê jê tunebû ku sûnger wê avê bikşîne û barê wê giran bibe. Bû roja din li kerê gelek sûnger barkir. Wexta ku ker di çem de derbas dibe weka berê ker xwe dadîxîne lê sûnger şil dibe bar lê giran dibe. Çiqas ku di avê çem de dima bar lê girantir dibû, ker bi barên giran heya çarşiyê bar bir lê bi çi halî.

Şîret: Hewl nedin ku mirovan bixapînin. Yê ku dixwaze mirov bixapîne, xwe dixapîne û winda dike.

 

Wergêr : Paşa Amedî

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply