Landika Kurdî (Dergûş)

Nalîna dayikan, evîna hezaran salan, sebra jina kurd, evîna kurd, dayika pîroz ku em hemû mezin kirine. Landik ango derguş: wek navê xwe sebre, rehme, evîne û mala biçuke. Ev male ku paşerojek pîroz, hizr û bawerîyek berfireh, jîyanek birûmet ji bo me dîyar dike. Hedî hedî ser rêya kelepurîyê ye. Ev mala biçuke ku dayikên me dengê xwe yê lorînan ber bilind dikir,  hêz û qûweta jîyanê dida me. Ev landik e, ku rewş û rûmeta wê tenê dayikên me fêm dikin. Ev derguşe ku di nav xezanî, feqîrî û belingazîyê de, ji alîyê dapîr û bapîrên me ve, dihat hejandin û rengek ciwan yê mala kurd bû. Rihê kurd di vê landikê de mezin dibe, malek modern ya berîya hezaran salane. Ev landik destpêka jîyanê, paqijîya jîyanê û rehberekî paşerojê ye. Sembola lêgerîya mirov ya destpêkê ye. Ev landike ku hinde biçuk, lê evînek mezin ya paşerojek destnîşan dike. Çi qas malek biçuk be ew qas jî, malek mezin destnîşan dike. Landik jibo me edebîyate ku dayika me bi zimanê xwe yê pîroz sebra me tîna. Bi dengê xwe yê narîn û nazenîn, em dinivandîn.

Di cîhanê de her civakekê, şêwazek wan ya xwedankirina zarokan heye. Zarokên her civakekê, li gorî şert û mercên wan yên jîyanê tên xwedankirin û mezin kirin. Di edebîyata Kurdî dergûş ango landik gelek tê bikar anîn. Em dikarîn bêjîn heta îro giringî û babeta landikê di nav me Kurdan de, berdewam dike. Her wiha heta nifşê nû jî, di vê landikê de mezin bûne. Lê piştî ku landik ango derguşên sinayî derkeftin, mijara goftugoyê ye, gelo landik başe an na. Li gorî hin kesayetan landik başe. Li gorî hin kesan jî, landik ne başe û zerera xwe heye. Ka em berê landikê nasbikîn ji çend perçan pêk tê:

Ev landike ku hemû mezinên îro yên kurd tê de mezin bûne, tê rexne kirin. Ji gelek layanan de, feyde û zerera wê hatîye tespît kirin. Lê kesê ku landikê amade dike,  rexneyên wan hene ku di bazarê de, kêm tê firotin. Ji bilî civaka gundan edî kêm malbat ango dayikên kurd van landikan dikirin.

Eger ev landikene baş bêne bikar anîn, heta dereceyekê feydeyek mezin heye. Lê eger baş çavderîyê lê nekin ji gelek alîyan de tiştê xeter rû dide.

Hin alîyên baş hene ji hin alîyan ve jî xera be:

Em dikarîn alîyên baş wiha rêz bikîn:

  • Biçûk, dema dikin vê landikê de, tê parastin.
  • Ji gelek layanan ve paqije. Pîsatîya zarok cîhê xwe cuda digre û zarok nexweşîyên wek pizik, zêpik, sotin uhd nakeve.
  • Ji meş û firindeyên ku nexweşî jê çêdibe tê parsatin
  • Dema tê girêdan dest û pîyên wî rast dibe û jibo mezinbûna wî pêşîya seqetbûnê digre.

Aliyên xerab jî wihaye:

  • Eger gelek bê givaştin ango şidandin di zarok de bêzarîya derunî çêbike.
  • Di dema hejandinê de, eger hêl bê hejandin gelek zererên damaran çêdibin. Rê li ber nexweşiyên gîyan vedike.
  • Gelek caran dayikên Kurd zarokên xwe radestî zarokên din dikin û diçin, paşê rê li ber rûdanan vedibe.
  • Ya herî giring jî ew ku zarok bi qeydo bendan tê girêdan û azadiya wî ji dest tê stendin. Dema mezin dibe zererek gîyanî derdikeve pêş.

Di dema ev landike tê amade kirin darek taybet tê bikar anîn. Lê hin xalên giring hene ku kesê şarazayê vî karî nebe nikare landikek baş çêbike. Di encamê de, modelên nû ku bo tenduristiya zarokan gelek baştire, hatine afirandin. Şêwazê xwedankirina zarokan gelek baş destnişan kirine ku zarok bi şêwazeke azadtir, tenduristtir û bêxetertir afirandine. Lê xala heri giring, tecrûbeya jîyanê ye ku ji hemû amîran bi hêztir û tenduristtire. Her xêzana ku zarokan ji bo xwe çêke destpêkê pêwiste şêwirkarşyê ji dayikê wergire ku bi zehmetî û di nav azarên mezin de ew xwedan kirine.

Dennis Dargul- Bas News

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply